H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv




dirêj em bigirîn
 

rojava.net 27.04.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

evînhelbestên: Johann Wolfgang von Goethe

ji elmanî: Ebdulrehman şêx Efîf

Bimîne, Bimîne li ba min,

Bimîne, li ba min bimîne,

Xerîba xweş, evîna şêrîn,

Evîna xweşî şêrîn,

Û berned dev ji giyan!

Ax, çawa wekî dî, çawa spehî

Dijî ezman, erd dijî,

Ax, çawa dihestim, çawa dihestim ez

Bi vê jiyanê cara pêşî!

 

Ez wiha bi evîn

 

Bi evîn bi ser de dixuziyam ez wiha,

Te digot vedixwar min ji xwîna wê.

 

Binefşek

 

Binefşek rawestiya li ser zevî,

Di xwe de xûz û nenaskirî;

Ew binefşek dilîn bû.

Êdî hate keçek şivan

Bi gavek sivik û hestek germ

Bi vir ve, bi vir ve,

Bi zevî ve, û stira.

Ax! Dirame binefş, ez tenê

Xweşiktirîn kulîlka xwezayê me,

Ax, tenê kêlîkekê biçûk,

Ta min delalê rabike

Û li ser çiçikan min nerim biecqîne!

Ax tenê, ax tenê

Dirêjiya çariyekê!

Ax! Lêbelê ax! Qîzik hat

Û binefş neket hayê wê;

Pêl binefşa rebin kir:

Ew şikest û mir û bi ser de dilbikêf ma:

Û ger bimirim, wiha dimirim

Di rêya wê re, di rêya wê re,

Li bin lingê wê erê.

 

Çi dihêle ...

 

Ji Charlotte von Stein re

 

Ji kuderê em jidayikbûne?

Ji hezkirinê.

Çiqasî emê windabana?

Bê hezkirinê.

Çi alî me dike biserbikevin?

Hezkirin:

Dikare mirov hezkirinê bibîne?

Bi rêya hezkirinê.

Çi dihêle dirêj em bigirîn?

Hezkirin.

Çi divêt timmî me biyekîne?

Hezkirin.

 

Ji Cupido re

 

Cupido, lawikê serserî û şêt!

Te laveya warekî bo çend katjimêran ji min kir.

Çiqas rojan û şevan tu mayî!

Û niha bûyî axe û serek li mala min!

Ji warê xwe yê berfireh hatim dûrkirin;

Aniha rûdinêm li ba erdê, şevan êşyayî;

Mêrxasxwesteka te digurîne agirgulîkî bi dû agirgulîkî di sobeyê de,

Dişewitînî qûtê zivistanî û min dikewînî, min hejarî.

Te alavê min tevlihevand û tewtihand;

Ez digerim û wek ez kor û dîniyabim.

Tu diqelbalixî wilo tewş; ez ditirisim, canê min

Bireve, da ji te bixelase, û dev ji koxa xwe berde.

 

Ax, dikim çiqa bêriya te

 

Ax, dikim çiqa bêriya te,

Melayketê biçûk!! Tenê di xewnê de,

Tenê di xewnê de ji min re bixuye!

Ger ez êdî zû pirr biazarim jî,

Tirsyayî li ser te bi cinnan re şerbikim

Û şiyar bihenasim kêm.

Ax, çipirr te dibêrînim,

Ax, çipirr tu min buha yî,

Ta di xewnekê zehmet de jî.

 

 

Bo ya dûr

 

Wiha min birastî te windandiye?

Tu, oh spehiyê, ji min revyayî?

Hîn dilerize di guhên hînbûyî de

Her peyvek, her dengek.

Wiha wek awira gervanî li sibehê

Bêsûd di bayan re dinere,

Kêlîka di warê şîn de veşartî

Bilind di ser wî re şalûr distirê;

Wisa bitirs carcarê digere

Li zevî û şînkahî û daristanê awira min;

Te dibangînin giş stiranên min;

Oh wer, yarê, veger cem min!

 

 

Marianne von Willemer

 

Tînim bala xwe erê dereng û zû

Rûyê nazikê,

Ew bi min dirame, ez bi wê diramim

Û ev bê sûd e ji me herduyan re.

 

 

Guherîn, ax, çiqa mezin e!

 

Dil, dilê min, çi divêt bibe?

Çi wisa te digiranîne wisa gellekî?

Çi yek xerîb, jiyanek nû!

Ez pirrtir te nanasim.

Çûye hertiştê te dihezand,

Çûye, çima tu xwe diêşînî,

Çûye lezliva te û hedaniya te-

Ax, çawa bi ser vî tiştî vebûyî!

Dibendîne te bişkivîna xortaniyê,

Ev bejna nazenîn,

Ev awirê tije dilsozî û qencî

Bi hêzekê bêdawî?

Dixwazim bilez xwe jê birevînim,

Xwe bihaydarînim, jê bifilitim,

Diajo min bi bez,

Ax, rêya min dîsa biber wê ve.

Û bi vî zihirbenê han ve,

Yê nayêt birrîn,

Qîzika şêrînî berdayî

Min lidij vîna min- girêdide;

Divêt di sihirxêzika wê de

Bijîm niha li gor ew dixwaze.

Guherîn, ax, çiqa mezin e!

Hezkirinê! Hezkirinê! Dev ji min berde!

 

 

Ger ez te dihebînim, nizanim ez

 

Ger ez te dihebînim, nizanim ez.

Dibînim ez tenê carekê rûyê te,

Dinerim li çavê te tenê carekê,

Diazade dilê min ji gişan êşan.

Xwedê dizane, çawa min wiha xweşî pêktê!

Ger ez te dihebînim, nizanim ez.

 

 

 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE