Ebdulbaqî Huseynî
Mîr Celadet bedirxan
( 1893- 1951)
Wekî diyare ku çi kesên navdar di cîhanê de, ên ku karekî hêja
bi dû xwe ve hiştibe nayê windakirin û bi taybet li cem gelên
rojava.
Di Insîklopidya Birîtanî de a herî bi nav û deng li dunyayê
(Encyclopedia Britannica) çend rêzên giranbuha li ser Mîr
celadet Bedirxan - ji 170 gotnî - hatiye nivîsandin. Di wê
danasînê de, Birîtanî wiha dibêjin ; (li vir têkst wekû di
Insîklopidya de hatiye, ji xwendevanên
rojava.net re belav
dikim û paş re werdegerînim zimanê kurdî).
Badr Khani Jaladat .
(born 1893, Maktala, Syria- died 1951,Damascus), Kurdish
nationalist leader and editor who was one of the chief
20th-century spokemen for Kurdish independenece.
Jaladat, like his elder brother Surayya, devoted his life to the
cause of establishing a unified Kurdish state in the Middle
East. Educated in Istanbul, he emigrated in 1912 to avoid
persecution and during World War I actively supported the
British. Disappointed that the British did not support the
formation of a unified Kurdish state after the breakup of the
Ottoman Empire, Jaladat settled in Syria (1919), where he joined
the Kurdish emigres. In 1927 he was appointed the first
president of the Khoybun
( Kurdish National League) and three years later participated in
the unsuccessful Kurdish rebellion in Turkey.
He became the first editor ( May 1932) of the bilingual
Kurdish-French review Hawar
(“Summons”), which, together with his later
illustrated publication
Runahi (“Light”), promoted understanding among the
diverse and often conflicting elements of the Kurdish
nationalist movement and contributed to the growth of a Kurdish
popular literature.
Wergra van gotinan bi zimanê kurdî eve:
Bedir Xan Celadet (zayîn 1893, Maktala- Sûriye. Mirin 1951 Şam)
Serdarekî niştimanî kurd e û berpirsiyar e, yek ji wan berpirsê
sedsala 20an e, ku bibû berdevkê serxwebûna kurdan.
Celadet, ji birayê xweyî mezin Sûraye hezdikir û bi taybetî ji
dilsoziya wî re, dema ku ramanên hêja bo pêkanîna yekgirtina
welatên kurdan di Rojhilata Navîn de hildigirt.
Wî li Istanbulê xwendina xwe kir û di sala 1912an de ji bo ku
xwe ji zordariyê biparêze koçkir, û di dema şerê cîhanê ê yekem
de xwest alîkariyek cedî ji Birîtaniyan wergire.
Lê mixabin, bêhêvîbû dema ku Birîtaniyan tu alîkarî pêre nekirin
bo pêkanîna yekgirtina welatê kurdan û bi taybet piştî
herifandina Imperetoriya Osmanlî.
Celadet di sala 1919an de li
Sûriyê bi cih bû. Li wir ew bi hemî kurdên mişextî (penaber)
dibû hevbend.
Di sala 1927an de ew bû serokê yekem bo Xoybûnê ( Hevbenda
Netewa Kurd) û berdewam kir ta sê salan ji piştgirtina şoreşa
kurdî li Turkyê, a ku biserneket.
Di gulana 1932an de, ew bû berpirsê yekem ê kovara du zimanî (kurdî
– firansawî) a binavê Hawar (fîxan). Ew herdû ziman paşre bûn
xemlandinek bo ragehandina Ronahî ( Şewq).
Herdû-ziman asta têgihiştina di navbera hemî berhemên cûr be cûr,
ên ku herdem alavên tîkoşîna tevgera gelê kurd dilivand hatin
weşandin û pêşketinek di toreya kurdî de pêkanî.
Wekû diyare ku ev kurte-zanîn li ser Mîr Celadet di Insîklopidya
Brîtanî de hatiye nivîsandin , jiyana wî bi hemî rengan berbiçav
dike, loma em gelekî jiyana wî dubare nakin, lê em dikarin bi
kurtî li ser jiyana wî ligor çavkaniyên kurdî rawestin û bi
taybet li ser herdû kovarên wî, da ku xwendevan rojên Mîr
Celadet di bîra xwe de bînin:
Kurte-jiyana Mîr Celadet Bedirxan..
Celadet di 26ê
nîsana sala 1893an de li Istenbulê hatiye dinê ( li vir
newekheviya cihê zayînê dinavbera jêdera kurdî û a Birîtanî de
heye, ku cihê zayîna Celadet li cem kurdan Istenbul e, û li cem
Birîtaniyan Maktala ye ku li Sûriyê ye !?)
Bavê wî Emîn Alî
Bedirxan e, diya wî xanimek Çerkes e bi navê ”Senîha” bû.
Bavê wî , ew bi
çand û zimanê kurdî perwerdekir, nemaze dema ku çîrokbêj,
dengbêj û mamosteyên zimên ji Kurdistanê û bi taybet ji Cizîra
Botan ji wan re tanîn Istenbulê.
Dibêjin ku Mîr
Celadet piştî şerê cîhanê ê yekem dest bikarê siyasî kiriye û
bûye yek ji hîmdarên ” Koma
Vejandina Civata Kurdî” ku armanca wê ” damezrandina
dewleteke kurdî ” bû.
Di sala 1922an de ,
dema Kemalîst hatin ser hukim û Istenbul bidestxistin, ji bo
serokên kurdan digel malbata Bedirxaniyan jî fermana kuştinê
derxistin. Seba vê yekê Mîr Celadet û birayên xwe berê xwe dane
sûrgûnê, çûne Elmaniya, paş re Sûriye.
Tê gotin ku Mîr
celadet li Elmaniya dostaniyek di navbera xwe û Adolf Hitler
peydakiribû. Hitler wê demê bi ramanên xwe ên nijadperestî û
nazistî nedihate naskirin.
Di 5ê Ilûna 1927an
de li herêma Bihmdûn li Lubnanê kongera damzrandina Xoybûnê hate
lidarxistin. Yek ji biryarên Xoybûnê evbû ku piştegirtiya
serhildana Agrî (Araratê) ji hêla sînorê başûrê-rojava têkevin
nav hewldanên leşkerî. Lê mixbin serhildana Serhedê (Agirî)
têkçû, ji ber gelek sedeman, li vir Mîr Celadet ligel Ihsan Nûrî
Paşa (serdarê şoreşê) çûne Iranê, paş re Mîr bi tenê zîvirî
Sûriyê û li Kurdistana rojava xebatên xwe berdewamkirin.
(
Simbola Xoybûnê )
Li Kurdistanê tevî
çend mirovên herêmê wek malbata Cemîl Paşa, Hemzeyê Miksî û Haco
axa komîtek bi navê ” Civata
Alîkariya Kurdên Belengaz” sazkirin, ji bo ku bibe
alîkar ji wan kurdên ku ji bakur direvin başûrê rojava .
Mîr Celadet di
sûrgûniya xwe de li Şamê dest bi karê xweyî zimanzanîyê û
afrandina
elfebayekê kurdî kir. Di wê demê de
Mihemed Elî al-Abed serokê komara Sûriyê bû, di nav salên
(1932-1936) de ku bi koka xwe kurde û ji malbata Holo Paşa ye.
Gelo tu peywendî di navbera Mîr
Celadet û vî serokê kurd de hebû an na? Ev pirs dimîne ji demê
re ku pisporên Kurdan vê demê vekolin.
Kovara Hawar (1932-1942)

Kovara Hawarê, kovareke civakî, toreyî û çandeyî bû. Mîr Celadet
xwedanê wê, di destpêka vê kovarê de van çend gotinan dirêse: ”
Hawar dengê zanînê ye.
Zanîn xwe nasîne. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye”.
Mebesta Mîr ji deranîna vê kovarê gelek tiştên giring bû ku tore
û çanda kurdî dewlemend bike. Ewî bo afrandina elfebayeke kurdî
– tîpên latînî xebateke berbiçav kir û ta roja îro bûye bingehek
resen bo edebiyata kurdî a nivîskî.
Herwiha Mîr bo rastnivîsa durist hewlda xwe da ku rêzimanekê bo
zaravê kurmancî peydabike, rabûye pirtûkek ser gramera zimanê
Kurdî- zaravê kurmancî ligel kurdnasê firansawî “Rojê Lîsko”
amedekiriye.. û bo Hawarê bûye bingeha nivîsandinê.
Hawar li ser vejandina gotinên kurdî ên kevin rawestiyaye û
ferhengek bo xwendevanan di kovarê de durist kiriye û navê wê
kiriye “ferhengoka Hawarê”.
Di hêla edebiyat kilasîk û folklorê de, gelek dastanên kurdî ên
ku ta wê demê bes bi devkî dihatin gotin, Mîr ew binivîskî
daxistin ser rûpelên kovara xwe.
Herwekî di hêla edebiyata nûjen de, ewî bi gotarên xwe ên bedew
û hevalbendên wî mîna Osman sebrî, Cigerxwîn û Hesen Hişyar bi
helbest û çîrokên xwe kovar xemilandin.
Keda xwediyê Hawarê di çapkirina çend pirtûkên hêja de hebû, ewî
li kêleka derxistina kovarê dora 17 pirtûkan weşandiye (ev
zanyarî ligor jêdera kurdî ye).
Hawar ji hejmara 1ê ta bi 23an bi tîpên erebî belavdibû, û ji
hejmara 24 ta bi 57 xirû bi tîpên latînî bû.
Naveroka hemî
hejmara dora 808 rûpelan vedigirt.
Kovara Ronahî (1942- 1945)
Di şerê cîhanê ê duwem de Mîr
Celadet Sala 1942 de li Şamê dest bi weşandina kovara Ronahî ve
kir. Pênc hejmarên Ronahî yên pêşî li ser rewşa şerbû û bi
zimanê frensawîbû, di ber de hin berhemên kurdî derbas dikirin.
Paş re kovar bi tevayî bû bi kurdî û giranî da ser berhemên tore
û çanda netewî.
Ronahî kovareke mehane bû, du salan berdewam kir, 28 hejmar jê
derketin. Ronahî bi zimanê kurdî- zaravê kurmancî û bi tîpên
latînî belav dibû. Naveroka wê bi giranî li ser bûyerên şer,
nûçeyên şer, çekên nû ên ku di şer de pêk dihatin, rewşa eniya
şer, jiyana gelan, lehengiya leşkeran, qehremaniya fermandaran,…hemî
têde hebûn.
Kovara Ronahî li dijî ramanên faşîzmê û nasîzmê radiwestiya. Mîr
dixwest ku ramanên demoqrasiyê di kovara xwe de belû bike.
Kovara Ronahî vê dawiyê weşanxaniya ”Jîna Nû” hemî hejmarên wê
kirin mîna pirtûkekê û dane çapê, hejmara rûpelên wê 584 rûpelin.
Li ser kêla gora wî Helbestvanê
navdar Qedrî Can ev çend gotin rêsa bû:
R21;Mîrê Kurd
Lawê Kurdistan
Neviyê Bedirxan
Celadet
Fidakar xwediyê himmet
Cendekê wî kird virde bin axbû
Giyanê wî bilindî esman bû
Di riya niştiman
Xwedî bi can
Giyanê xwe kir qurban
Ne miriye zindiye
Navê wî ebediye”.