|
|
Ebdulbaqî Huseynî/
Oslo
Di her sale de gelê Sûriyê
çi Ereb çi Kurd çi netewen din, di roja 17 nîsanê de
< roja rizgarkirina Sûriyê> pîroz dikin , û bi
dilşadî bîranîna wan canfîda û qehremanên Sûriyê di
bîra xwe de tînin .. ew kesên ku karîbûn wê zor û
sitemkariya Firansawiya piştî 25 salan tune bikin..
Leşkerê firensawî ê dawî ,ku ji Sûriyê bi hinera
berxwedana niştimanên welêt , hate derxistin, di 17
nîsana sala 1947 de bû. Ev berxwedana ku ji gelek
netewa pêkhatibû, wekû em dizanin canfîdabûna li
dijî Firansawiya di gelek cihan pêkhatibû.. li Şamê
û baxên Ghûta , li Helebê, li çiyayê Elewiya ,Ii
çiyayê Ereb û li hemî deverên Cezîrê û bi taybet du
deverên navdar ( Amûdê û Beyandûr).. Û eger me li
vir navên çend qehremanan bidin xuyakirin: ji wan
kesan ên Ereb evbûn; Fewzî Qawiqçî , Sultan Paşa
Eletreş ,û Şêx Salih el-Elî.. û ji Kurdan ên ku
canên xwe bi erzanî di van bûyeran de dan, evbûn:
Yûsif Elizmê, Ibrahîm Henano, Ebû Diyab Berazî, E.
Baravî, Seîd Axa Deqorî, Haco Axa, Abas Emoka,......
Ev berxwedan û canfidayî tev, da ku ev welat rizgar
bibe û hemî mirovên têde bi azadî jiyan bibin.., lê
siyaseta ku firensawiya li dû xwe ve hiştibû (siyaseta"
wan dûrî hevxe, tê biserkeve") bi hêztirbû ji wan
kesên ku hikim bi dest xistinbûn.. wan kesan cihê
xwe baş zeftkirin û bi nerîneke şofîniyane Ii dij
her kesê Sûrî ne ereb derketin.. Wê çaxê Kurd têde
gihan ku hemî canfidaya wan - di ber vî welatî de -
li ber avê çû.. Ev welatê han , dema navê wê (komara
Sûriyê ) bû , welatekî bo hemî kesan bû, lê piştî 54
salan li ser rizgarkirina Sûriyê , ew mejiyê qerêj
ên wan şofîniyên Ereban nehatiye guhertin, ku
netewak dî li welat heye navê wî Kurd e. Herwekî
bûyerek dî nêzîk vê jî heye, bi dijwariya xwe nekêmî
wêye, ew jî hejmartina (statîka) sala 1962 a ku
temenê we bûye 38 sal, ku dora 250, 000 kes ji
Kurdan nifûsên wan ji wan stendin , û gotin wan:
”Hûn biyanînin”. Tiştê em dizanin , piştî
rizgarkirina çi welatî, divêt xêr û bêr bighê hemî
kesên wî welatî, ne hin tenê bi vê serketinê bijîn ,
û ên dî li ber lingan herin.. , ez bawerim eve ne ji
sincên mirovên şaristanîne.., û gerek ev Erebên
şofînizim ên ku Sûriye zeftkirine, zanibin ku
miletek heye navê wî kurde , ew ji beşek ji vî
welatî ye , û hejmara wî pire ,li gor hejmartinê tê
hesêb netewa didwan piştî ereban... Ev kiryarên di
derheqa miletê kurd li Sûriyê pêk hatine , divêt
bêne hilanîn, ji ber ev ne karekî dimoqrasî ye, û
mafê mirovan naparêze, û bi vî hawî Sûriye dikeve
lîsta wan dewletên ku vî mafî naparêze. Di dawî de
em bîranîna wan lehengan li bîra xwe tînin , ku ev
welatê şêrîn ji destê firnsawiya rizgarkirin û
armanca wanî herî mezin pêkhat, dema ev xak ji destê
neyaran derxistin û yekîtiya wê parastin.
--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
* Ev gotar di
belavoka Ny Vår ( ”Buhara Nû” )de, hejmara 5an ,
sala 2000 li Nerwîc hatibû belavkirin. Belavok ji
amedekirina Abdulbaki Hussaini bû, û bi çar zimanan
der diçû.
|
|