H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv



  

Daxuyanî
Ji Koçka 12 Avdarê Qamişlo Bajarê Serhildanê

 

rojava.net 08.05.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Silav û rêz
Di dema ko em hemû hewcedarî zanebûn û hêza hevûdune ko em bi hêz tenê li hemberî dujminê xwe derkevin, di dema ko em hemû gerek ji hevûdu hez bikin, li hevûdu guhdarî bikin û rêza me ji hevûdu re hebe dako em hemû di vê dema teng û zirav de bi hêz bin li hemberî dujminê xwe yê rastî, mexabin hin kesan Anîyin şerê bê wate vekirine û nêçîrê di ava girik de dikin.  
Ev demeke ko bangek di malpera Rêkeftin de li dijî Koçka 12 Avdarê Qamişlo Bajarê Serhildanê, belav bûye. û di wê bangê de hatiye nivîsandin ko em rêvebirên Koçkê û ez yek ji wan im, ko em wek XAYÎN bi nav kirine û em bi muxaberatên Sûrî ve girêdayîne û her wisa em hevalê PKK û PYD ne. 
Û careke din wan di malpera xwe de gotareke din weşand, têde hatiye nivîsandin, ko me wek rêvebirê Koçkê Azad Şêxo xwediyê her du nivîsandinan tehdîd kiriye û me xwestiye wî bikujin. Û ez behwerim hûn ji me bêtir zanin we çi daxistiye malpera xwe. Em vê yekê şermezar dikin di dema ko em Azad Şêxo nas nakin îca emê çilo wî bi kuştinê tehdîd bikin û xwezî we ev yek bi delîl piştrast kiriba ka kê ji me ew tehdîd kiriye dako milet ji we bawer kiriba lê hun jî dizanin ko ev yek ne raste û me kesek tehdîd nekiriye û em nakin jî û em van karên kirêt û hovane şermezar dikin, belê em şêweyê li hevûdu guhdarîkirinê didin pêş, ji ber em dizanin ko tenê ev şêwe dikare me nêzîkî hevûdu bike.
ji bo van herdû berheman min xwest ez E-Mailekê ji wan re bişînim û çend xalan ji wan re şirove bikim, bo hûn wek rêvebirê malpera rêkeftin li ser vê yekê birawestin û raman bibin, gelo ev kar başe an ne başe ?, yan jî diruste an na ?, gelo karê hun dikin dikeve xizmet û berjewendiya miletê me an na?
1- ji roja pêşî de me diyar kir ko em xortin azad û serbixwe ne, û em ne hevalê partî û rêxistinan in, lê dema ko em bibînin partiyek yan jî rêxistinek di kar û xebata xwe de çalake, em destê xwe dixin destê wan, ji boyî ew kar û xebat roniyê bibîne û em dibin alîkar jêre, û bi her hal, dema em rêxistinekê bibînin kar nake û ne çalake, em wê rexne dikin, ta ko hewl bide xwe û kar û xebata xwe bipêşde bixe û xwe bi demê re bighîne û li gor hêvî û daxwazên milet bin. Ma kî heye rexne lê nabin?, tenê mirî gunehan nakin, êdî rexne jî li wan nabin. 
2- Ev demek dirêje em kar û xebatê li ser Paltalkê dikin, ko hûn ne agahdar bin, ez dixwazim çend xaleyan wek nimûne bînim ziman. 
a- di dema Serhildana pîroz de, roja 13 Avdarê 2004 êvarî di riya Koçkê re biryar hate stendin ko beşek ji beşdarên koçkê derbasî balyozxaneya rêjîma Sûrî li Broksil(Belcîka) bibin, û ta roja îro, ew Armeya ko li devê deryê balyozxaneyê, ko li ser hatiye nivîsandin, Balyozxana Komara Erebî a Sûrî di nav destê me de ye .
b- bo birîndarên Serhildana pîroz, me pere dan hev û rêkirin ji boyî du birîndaran, û niha €3700 li ba me ye ta ko em yekî ji wan birîndaran bînin Europa, ji ber birîna wî pir zore û malbata wî ne maldarin û rewşa wan pir nexweşe, û tevgera siyasî a başûrê Rojava li dor €4000 dan serhev ji bo birîndarên din, û navên birîndaran li ba mene û jimara telefonên wan, ko hûn vê yekê bawer nakin û dixwazin vê yekê piştrast û bawer bikin em dikarin jimarên telefonan bidin we. 
c- ji bo salvegera Serhildana pîroz, tevgera kurd ya başûrê Rojava li 3 welatên Europî li hev nekirin ji bo xwepêşandan û çalakiyên 12 avdarê (Elmanya, Holenda, Belcîka ), di riya Koçkê re, me tevgera her sê welatan gihand hev û me civînek ji bo wan amede kir, li bajarê Essen di 20.02.2005, û me tevger gihand hev, û di wê civînê de, rêxistinên her sê welatan derketin bi biryara ko hemû bi hevre derkevin xwepêşandana 11.03. 
d- vê koçkê bi dehan şevbêrkên wêjeyî, çandî, sîyasî û hunerî ji gelek nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û navdarên kurd re li dar xistiye.
h- vê koçkê malperên kurdî di dema serhildana pîroz de anîn ba hevûdu û ew ji Holenda birin Berlin da ko karê ragihandinê di wê demê de bikin.
3- di nivîsandina yekemîn de ya ko we daxist malpera xwe (www.rekeftin.com) hate diyar kirin ko ew nivîsandin yan jî ew bang ji hêla beşek ji rewşenbîran ve hatiye kirin, û ez bahwerim hun jî dizanin ko rewşenbîr vê yekê nakin û xaleya din ko ez dixwazim diyar bikin; Hevgirtina rewşenbîrên rojava heye, û navên wan jî di malpera rewşenbîran de (www.rojava.net) hatiye nivîsandin. Gelo çima navê yekî ji wan di lîsteya navan de nîne. Ko em vegerin wan kesên ko navên xwe di lîsteya we de nivîsandine, emê bibînin ko yek ji wan bi kêmayî di nav hevgirtina rewşenbîran de nîne, li gel ko ez baş dizanim ko hin rewşenbîrên din jî hene û navên wan di nav endametiya Hevgirtina Rewşenbîran de nîne. Û ew kesên din di lîsteya banga we de kes wan nas nake, ko rewşenbîr bin wê her kes wan nas bike, ta bi xwediyê nivîsê Azad Şêxo, gelo kes wî nas dike ???. gerek merov ji ber bahwewriyên xwe şerm neke û di pişt perdeyan de karên wisa neke. min dixwest ez wî nas bikim, ji ber, bi rengekî eşkere em kirine xayîn û mûxaberat, ji ber vê yekê ji mafê min e ko ez wî bi şêweyekî rewa û di riyên qanûnî re bikşînim dadgeheke Elmanî(ji ber ez li Elmanya dijîm), ji ber ev demek dirêje em li Europa ne û em qanûnên Europî xweş dizanin. Ji wan kesên ko navê xwe tevlî banga we kirine, me zarokek nas kir, ko temenê wê sal û nîveke, û pirên navan kes wan nas nake.
4- carek din, di dema serhildana pîroz de, dema rêxistinên kurdî bi hêzên ewlekariya rêjîma Sûrî re rûniştin û civiyan, ji wan hate xwestin ko malperên kurdî û Koçkên kurdî gereke bên girtin, û di wê demê de Koçka 12 Avdarê ya yekemîn bû di paltalkê de, li gor gotinên serokên rêxistin û partiyên başûrê Rojava.
5- em di demekê dene, ko pêwîste em destê xwe têxin destê hevûdu, û kar û xebata xwe pêşbixînin, û ev nivîsê bi vî rengî her kes dizane ko milet ji hev dixîne, ji bo vê yekê ez hêvîdarim ko hun van herdû nivîsan ji malpera xwe rakin. 
6- ko nerînên we li dijî vê yekê hebin, li dujî koçka me hebin, Koçka me amede ye ko em di nav milet de û di koçkê de vê mijarê vekin û bi şêweyekî demuqrat li hevûdu guhdarî bikin, û li bîr û behweryên we guhdarî bikin. 
7- Em dizanin hun jî wek PYD ji şûnmayên PKK ne, lê hun li dujî wan in, ev jî qedera meye, lê ma gunehê me çiye hun me bi agirê wan bişewitînin. Wek ko di bang û nivîsên ko di bin navê Azad Şêxo de belav bûne. Ko yek ji birêvebiran piştgirê PYD be nayê wê wateyê ko em hemû endam û piştgirên PYD ne.
8- diyare navên di lîsteya banga wan de ya ko di malpera rekeftin.com de belav bûye, hemû endam û piştgirên partiya Rêkeftinin.
9- Ê ko kar bike helbet dê şaşiyan bike, êdî wê rexne bibe, û hun jî dizanim ko ne em û ne kesek ji me nikare tevaya milet razî û li dor xwe kom bike, em jî şaş dibin û rexne dibin, lê ya dirust ko em bi bêbextî hevûdu tawanbar nekin, ji ber ev xizmeta dujmin dike. Ma hun şaş û rexne nabin, lê ne bi şêweyê we merov pirsgirêkan çareser dike.
10- xwezî bang û nivîsên we bi kurdiya şêrîn bana dako dujmin bi kêmanî agahdar neba û bi me û kirêtiya me kurda nekeniya. We kêfa dujmin li me anî.
Dema ez ne bi te re bim, û ne di partiya te de bim, nayê wê wateyê ko ez xayîn û li dujî te me.
Li dawî ez ji we bi hêvîme ko hun bi van karan cudahiyê nexînin nav xwe û miletê xwe, û nebin sedema pêşerojeke bê hêvî û karin kirêt.
careke din jî spas bo kar û xebata we ya pîroz, her û her em birane.. û serkeftin ji boyî kar û xebata we ya ji bo kurdayetiyê. 
bijî kurd û kurdistan. 

Rêvebirê Koçka 12 Avdarê Qamişlo Bajarê Serhildanê. 

Rehmê Mele Alî
07/05/2005

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE