
Elmanya- Bad Salzufeln
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li
Derve, doh 08.11.2004, li bajarê Bad Salzufeln ê elmanî bîranîna şewata Sînema
Amûdê û her 280 goriyên wê ên zarok bibîr anî.
Piştî rawestandina deqeyeke bêdeng li
ser giyanê şehdîdên Kurd û Kurdistanê û guhdarîkirina awazeke kurdî bi lîstina
ser tenbûrê ji hêla hunermend Remezan ve, rewşenbîrên beşdar dest bi
pêşkêşkirina berhemên xwe kirin.
- Zagrosê Haco
(Swêd), serokê H.R.K.R.D
li ser dezgeha nûavakirî axifî û bal kişand ser pêwîstiya vê dezgehê weke
sêwanekê bo hembêzkirina hemû rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li derveyî welêt û
herwiha pêdiviya wê bo parastina çanda kurdî.
Di destpêka axaftina xwe de Z.
Haco,
xemgînî û dilşewata xwe bi navê H.R.K.R.D bo koçkirina helbestvanê kurd Ferhadê
Çelebî diyar kir. Z. Haco hêviya dilaramiyê ji malbata helbestvanê nemir re
kir.
Di gotina xwe de Z. Haco ji beşdaran re
bi firehî li ser kongirê damezirandinê yê H.R.K.R.D axifî û mercên avakiririn û
herweha pêşketina Hevgirtinê diyar kir.
- Hunermendê kurd ê şêwekar Fûad Gemo
(Elmanya) weke şahidekî şewata Sînema Amûdê, beşdar bi axaftinên xwe ên
nîgarkêşî kirin hevparê bûyerê û bîranînên xwe ên şewata Sînemayê bi beşdaran re
par ve kir.
- Herweha Dr. Seededîn Mele weke
şahidekî din ê şewatê bi gotarekê beşdarî çalakiya bîranîne
bû. Dr. Mele bal
kişand ser giringiya şopandina bûyerên dîrokî û tomarkirina wan, nemaze bûyerek
mîna şewta Sînema Amûdê.
Ji ber Dr. Mele nikarîbû ji Swêdê
bihata û beşdarî çalakiyê biba, gotara wî ji hêla Qado Şêrîn ve hate
xwendin.
- Mele Ehmedê Namî bi pirtûka xwe „Agirê
Sînema Amûdê“ bûyer ji windakirinê parast. Ferhad Ehmê du beşên kurt ji pirtûka
Seydayê Namî ji beşdaran re xwend.
- Piştre, helbestvanê oxirkirî Ferhadê
Çelebî bû mijara çalakiya H.R.K.R.D.
Hevalê helbestvanê nemir û hevparê wî di
weşandina kovara Zanîn de, rojnamevan Ebdulbaqî Huseynî (Nerwêc) li ser jiyan û
berhemên wî axifî.E. Huseynî rûkenî û dilgermiya
helbestvanê nemir bibîranî û rol û karê wî ê çalak di kovara Zanîn de şirove
kir. Wî herweha behsa berhemên Ferhadê Çelebî ên neçapkirî kir û hêviyên xwe anî
zimên ku carekê ev berhem ronahiyê bibînin.
- Piştî
bêhnvedanekê, beşê duwemîn ê
çalakiyê ku ji helbestxwendinê pêk dihat, dest pê kir.
helbestvanên
kurd: Axîn Welat (Swêd),
Ebdulrehman Efîf (Elmanya), Ehmedê Huseynî (Swêd), Hoşeng Broka (Elmanya) û
Mihemed Efîf Huseynî (Swêd) helbest û têkstên xwe ên wêjeyî ku bêtirî wan
derbarê şewata Sînema Amûdê û Serhildana 12. Adarê bûn, xwendin.
-
Di pey xwendina helbestan re derfet bo
guftûgoyê bi Komîteya Kargêr ya H.R.K.R.D re vebû.Endamên Komîteya
Kargêr: Zagros Haco,
Axîn Welat, Ebdulbaqî Huseyni, Ehmed Huseynî, Ferhad Ehmê, Selah Eldîn
Bilal,
Qado Şêrîn û Reşîd Hiso beşdarî guftûgoyê bûn.Di dawiya çalakiyê de beşdaran hêviya
serkeftinê bo karê Hevgirtinê kirin û bi pêşniyaz û nerînên xwe simînar bi dawî
anîn.
Komîteya Ragihandinê
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li Derve
08.11.2004