Hevgirtin      Kurdish          Arabic         English     Swedish                                rojava@rojava.net

 

 » Hevgirtin
 » Nivîskar
 » Þêwekar
 » Navdarên Kurd
 » Kurdistana Rojava

 

 

Vegera Lilith

 Joumana Haddad

Ji erebî: Ebdulrehman Efîf

  Lilith: di mîtolojiyên somerî û babilî û aşûrî û kenanî de hatiye behskirin, wekko di Peymana Kevin û Telmûdê de jî. Efsane dibêje ko ew pîreka pêşî ye, ya Xwedê ew afirand ji axê mîna Adem. Lê Lilith xwe li pêşber zilam xwe danexist û ji bihiştê hêrs û acizbû, wilo wê serî hilda û bazda û nema vegeriya. Wê çaxê  Xwedê ew êksîlî-derbiderî- sîkên erda zuha û vala kir, û ji parsiwê Adem pîreka didiwan çêkir, Hewwa.

 Ez Lilith im, pîrek qeder. Ti mêr nikare ji vedana qederê min rizgarbibe û ti mêr jî naxwaze bifilite.

Ez pîreka du-heyvan Lilith im. Herdu reşên wan narin serî bê herdu spiyên wan, jiber pakiya min çirûska hêza evînê ye û nabêjiya min pêşiya gengaziyê û erêbêjiyê ye. Ez pîrek im bihişta ji bihiştê ket û ez ketin/bihişt im.

 Ez keçik Lilith im, rûyê qehpika nixumandî , dêya yarik û pîreka zilam im. Şev jiber ez roj im, û rastalî jiber ez çepalî me, û başûr jiber ez bakur im.

Ez pîrek/mase me û ez vexwendiyên wê me. Navê min bû periya şevê ya bibask, û xelkên Somer û Kenan û miletên Mêzopotamyayê navê min kirin Xwedaya xapandin û dilbijandinê, û navê min kirin Xwedaya xweşiya erzan û hogira bixwexweşanînê. Ez ji egera anîna zarokan azadkirim da ez qedera nemir bim.

Ez  Lilith herdu çiçikên spî me. magî û zihirbaziya, titişt li ber bikêrnayê, lewra porê min reş û dirêj û ji hingivê çavên min e. Di şîrovekirina pirtûka pêşî de hatiye ko ez ji axê afirandî me, û ko ez kirime jina Adem ya pêşî lê ez lidijrabûm.

 Ez ya pêşî me, têrnebû jiber ew hevdîtina tekûz û temam e, kirin û stendin, pîrek liberraperîn ne pîreka-erêbêjiyê me. Ez ji Ademê zilam bêhntengbûm û ji Ademê bihiştê acizbûm. Bêhntengbûm û min got na û ji berdestiyê derketim. Dema Xwedê firişteyên xwe şandin da min vegerînin, min ji xwe re dilîst. Li ser perava deryaya Sor min dilîst. Min xwestin lê min nexwest. Ez hînkirim bo bi ya wan bikim lê hînnebûm. Ez daxistim derbideriyê û mişextiyê da ez êşa windabûnê bim. Ez kirim hêsîra erda vala û zuha û xwarina sîkên tirsnak, û revyaya lawirên dirindane û dijwar. Dema ez dîsa dîtim, min dilîst. Min bersiv neda êdî ez terqandim û berra min dan jiber ji nivîsandiyî derketim. Û dema berra min dan Adem mêrê min bitenê ma. Bitenê û tirsyayî û bi dilgazin çû cem Xwedayê xwe, îcar jêre Xwedayê wî pîrekek ji parsûyê wî çêkir bi navê Hewwa û navê wê kir terza didiwan. Jibo berra mirinê bide ji dilê wî Xwedê ew afirand, û bo zêdebûna xelkê misogerbike ew çêkir.

 Ez Lilith pîreka pêşî me, şirîk û hevbeşa Adem di afirandinê de ne perçê kêm û liberdest. Ji axê Xwedayê min ez çêkirim da ez kok û bingeh bim, û ji perçeyê Adem wî Hewwa çêkir da ew sîk be. Wexta ji mêrê xwe têrbûm derketim da jiyana xwe bidestxim. Min pêximbera xwe mar dehfand bo Adem jirêbibe bi rêya sêva zanistiyê, û dema biserketim min balkêşiya gunehiyê vegerand fantaziyê û xweşiya lidijrabûnê min vegerand rastmafiyê.

 Ez pîreka pîrek im, Xwedaya dayik û Xwedaya jin im. Ez hatim aviskirin da ez bibim qîz û xapanvana her demê. Min rastî kir û lehengî anî bo bibim herdu. Ez Delîla û Salomî û Nefertîtî me dinav pîrekan de, û ez qirala Sebeê û Hêlêna Tirwadayê û Meryema Mejdelî me.

 Ez Lilith jina bijarte û jina berdayî me, şev û balindê şevê, pîreka rastiyê û efsaneya pîrek im, Iştar û Ertîmîs û bayên somerî. Zimanên pêşî min dibêjin û pirtûkên pêşî min şîrovedikin, û dema navê min dinav pîrekan de tê gotin, limêj min bi nifiran dibarînin.

 Ez tariya pîrek ne pîreka ruhnî me. Ti şîrove nikare min bihejmêre û nakevim bin ti wateyê de. Mîtolojiyan ez bi xerabiyan gunehkarkirim û pîrekan ez bi zilametiyê kevirbarankirim, lê ez pîreka xwe dike wek zilaman û ne pîreka lîsk im, lê dagirtina pîrekiya kêm im. Ez cengê navêjim ser mêran û biçûkan ji malzarokên pîrekan nadizim, êdî ez Şeytana xwestî me, taca zanistiyê û hingulîska evîn û azadiyê.

 Ez herdu cins im Lilith. Ez cinsê daxwazkirî me. Distînim nadim. Adem vedigerînim rastiya wî, û li Hewwa çiçikê wê yê bêcir vedigerînim, da logîk û mentiqê afirandinê rast bihedine.

Ez Lilith afirindiya hempa û jina hempa me

Tiştê ji zilam kêm e bo ew poşmannebe

Û yê

Ji pîrekê

Kêm

Bo

Ew hebe.

 

VEGER