Çîrokên ji berîka pêşî:
Mîzêna Xêr û Gunehan
Karel Çapek
wergera Zagrosê Hajo
Mêrkujê gelek caran,
mêrkujê bi nav û deng, ê ko gelek fermanên
girtinê di derbarê wî de hatine der û yê ko
keriyek polîsan û detektîv li pey degerin;
tawanbar Kugler daxwiyaniyek da û got, ko ew
hemû jî ti caran nikarin wî bigirin û bi rastî jî
negirtin, bi kêmayî bi saxî ew negirtin.
Kuþtina polîsê dawî, di zik hev de ew xwîna
polîsê nihan bû ko ketibû sûyê Kugler de. Vî
polîsî jî dixwest Kugler bigire. Kugler çend gule jê
xwaribûn, rast e, lê wî yê polîs kuşt.
Birînên Kugler heft bûn, ji wan sisê bi timamî
kujdar bûn. Bi vê serpêhatiyê ew ji dadamendiya zemînî
rizgar bûbû.
Mirina Kugler wilo zû
hat, ko êdî wext pêre nebû, da bi ti êşê biheste.
Dema canê wî dev ji laş berda, wî karîbû têr ji
xwe re li ser ecêbên wê dinyayê matmayî bimêne,
ew dinyaya bê dîmenz, sipîçolkî û ta nemayê vala,
lê canê wî matmayî nema. Mirovê ko li Amerîkayê
di zînadanan de mayî, ji xwe re wê dinyayê jî
hema weke jiyangehe nû dibîne, tê de jî bi
hinek mêranî mirov dikare cihekî xwe li pêş,
weke li her derî, bibîne.
Dawî bêçare roja
Kugler jî ya Xêr û Gunehan hat. Ji ber ko li
ezmanan her û her rewşeke sermedî, ya awarte
heye, ew li şûna ko were ber sûndxwariyan, weke
ko li gor tawanên xwe divabû hatibana, ew hate
ber encûmenekê. Eywana dadegehê bi şêweyekî
hesan raxistî bû, weke dadegehên zemînî bû; ji
ber sedemên, ko winê nêzîk nas bikin, xaça, ko
dîdevan pê sûnd dixun li wir nebû. Dadvan sisê
bûn, bi tevayî sere bûn, rihspiyên giran
xwediyên rûyên hişk û ziwa bûn. Formalîte hinekî
kelê bûn: Kugler Ferdînand, bêkar, di filan rojê
de bûye, di bêhvan rojê de miriye... Li vir hate
xwiya kirin, ko Kugler nizane kîjan rojê miriye;
wî di cih de dît, ko ev nezanî wê ziyanê
bigehêniyê, ew di cihê xwe de hişk ma.
"Tu xwe bi çi
gunehkar dibînî," serdadvan pirsî.
"Ne bi ti tiştî,"
Kugler bi serhişkî got.
"Dîdevan bênin," serdadvan keserek kişand.
Li
hemberî Kugler kalekî mezinî weke bertelaşkî,
hema bêpîvan mezin, rûnişt, xeftanekî şînî bi
stêrikên zêrîn neqişandî lê bû; bi hatina wî re
dadvan rabûne serxwe, û Kugler jî rabû ser
piyan, bê viyana xwe matmayî mabû. Piştî ko yê
kal rûnişt, ji nû dadegeh jî rûnişt.
"Dîdevan," serdadvan dest pê kir, "Xwedayê
Mezin, vê Encûmena Dawî, win xwestine, da di
babetê Kugler Ferdînand de win şehdebûnê bidin.
Tu Rastaxêvê herî Mezin, pêwist nake ko tu sûndê
bixwî. Ez ji we dixwazim, ji bona giriftarê, ko
win ji mijarê dûr nekevin û nedine pey hûrekên,
ko girêdana wan bi pêlkirina qanûnê re nîne. Û
win, Kuglero, axaftina dîdevan nebirin. Her tişt
xwiya ye, tu bidî mandelayê jî, pûç e. Fermo
bere birêz dîdevan, bibêje."
Serdadvan wilo got, bi rehetî herdû anîşkên xwe
danîne ser masê û berçavkên zêrîn jêkirin, xwiya
bû ko ew xwe ji axaftina dîdevanî dirêj re amade
dike. Kaltrîn endamê dadvaniyê keysa xwe li xewê
xweş kir. Ferişt, nivîskarê dadegehê, pirtûka
jiyanê vekir.
Dîdevan Xwedê hinekî kuxî û dest pê kir:
"Erê, Kugler Ferdînand. Ferdînand Kugler, kurê
karmendê fabrîkeyê, hê ji piçûkayî de zarokekî
nehs bû; lo lawo, tu çi xirab bûyî! Pir hez ji
dayika xwe dikir, lê fehêt dikir vê bide der; ji
ber vê ew zirz bû û bi ya ti kesî nedikir. Tê
bîra te, çaxê ko te tiliha bavê xwe gez kir,
dema wî xwest li te bide, ji ber ko te kulîlk ji
bexçê nivîskarê dadperweriyê dizîbûn?"
"Ew
kulîlk ji Îrma keça tehsîldar re bûn," hate bîra
Kugler.
"Ez dizanim," Xwedê
got. "Hingî ew heft salî bû. Û tu nizanî piştre
çi pê hat?"
"Nizanim."
"Mêr kir, Oskar kir,
kurê xwediyê fabrîkê; wî ew necisand û dema
beravêt mir. Ma Ruda Zaruba tê bîra te?"
"Ma çi bi wî hat?"
"Kuro, ew bû
keştîvan û li Bombayê hate kuştin. Win herdû ji
hemû zarokên bajêr xirabtir bûn. Kugler
Ferdînand hê deh salî bû dest bi diziyê kir û
her û her derew dikirin; diçû nav civatên pîs,
weke ya serxweş û parsek Dlabola, yê ko pêre
xwarina xwe leva dikir."
Dadvan destê xwe
hejand, weke ko bibêje ev der ne cihê van
gotinan e; lê Kugler bi xwe pirsî:" Û... çi bi
keça wî hat?"
"Bi Marîka?" Xwedê
got. Ew bi yekcarê filitî. Çardeh salî mêr kir,
bîst salî mir û diber zikratan de tu hatî bîra
wê. Tu çardeh salî bûyî, tu serxweş ketî û te ji
malê bazda. Bavê te gelek kul û derd xwarin û
dayika te weke baranê hêstir barandin; te mala
xwe bêrûmet kir, û xwîşka te, xwîşka teyî spehî
Martîçka, zava nedît, zavayê ko were mala dizan.
Hêjî bi tenê, li ser xêr û qenciyên bi ingûşk,
yên ko xelkên dilovan wê pê birîndar dikin, di
xizaniyê de dijî."
"Niha di vê kêliyê
çi dike?"
"Di vê kêliyê de ew
li dikana Vlk e û tê dikire, da berî tarî bikeve,
karibe bidirû. Ew dikan tê bîra te? Te carekê li
wir xareke camî kirî, tu hingî şeş salî bûyî; û
hê roja pêşî te xar winda kir û te êdî ew nema
dît. Tê bîra te, tu çawa hingî ji kerb û xeman
girî?"
"Ew higî gindirî kû?"
Kugler bi dilbijî pirsî.
"De ew gindirî
şirikê. Ma ne, kuro, ew hêjî li wir e, ev sih
sal di ser e derbas bûne. Ha di
vê kêlîkê de li ser erdê baran dibare û xara
camî di nav ava sarî bi xuşîn de dilerize."
Kugler dilşekstî serê xwe tewand. Lê serdadvan
berçavka xwe danî ber çavên xwe û bi nermayî
got: "Dîdevano, dive em werine ser mijara xwe.
Yê sûcdar kes kuştiye yan na?"
Xwedayê dîdevan serê xwe hejand. "Nih kes
kuştine. Yê pêşî di pevçûnekê de bû. Ew kete
zîndanê û ew li wir xeyisî. Ya din yareke bi
paşmêr bû. Ji ber wê cezayê mirinê danê, lê wî
bazda. Yê sisiyan kalek bû, ko Kugler hat ew
dizî. Yê çaran nobedarekî şevê bû."
"Ma
ew mir?" Kugler kire qêrîn.
"Ew
piştî sê rojan mir," Xwedê got, "bi êşeke dijwar
û şeş zarok li pey xwe hiştin. Yên pênc û şeşan
du jinûmêrên pîr bûn; ew bi balte kuştin û bi
tenê şazdeh kron bi wan re dîtin, di wextê, ko
wan bêhtirî bîst hezar kronî veşartibûn."
Kugler xwe çend kir: "Li kû, ezbenî!"
"Di
nav doşekê de," Xwedê got. "Di kîsikekî hîzar
de, li nav doşekê ew pereyên ko bi ribayê û bi
kurbûnê maliştibûn, veşartibûn. Yê heftan li
Amerîkayê kuşt; ew penaber bû, hevwelatiyê
Kugler bû, weke zarokekê bêçare bû."
"De
naxwe ew di nav doşekê de veşrtibûn," Kugler
matmayî kire pistepist.
"Erê", dîdevan berdewam kir. "Mirovê heştan,
yekî peyade bû, ew kete devê riya wî de, çaxê ko
bi pey diketin. Hingî periwên dinanên wî kul
bûbûn ji êşan sewdan di serî de nemabû. Kuro, te
jî gelek êş û derd xwarin. Yê dawî polîsek bû,
ko hema berî bimire, geha wî bikuje."
"Wî
çima kuştin dikir?" serdadvan pirsî.
"Ew
jî weke her kesî," Xwedê bersiv da; "ji
torebûnê, ji bona bidestxistina peran, carnan bi
plan û carnan ji korfelaqî ve, carnan ji kêfa
dilê xwe re û carnan jî ji mecbûrî bû. Ew
destvekirî bû û carnan alîkariya xelkê jî dikir.
Bi jinan re qenc bû, hez ji lawiran dikir û
xwediyê soza xwe bû. Ma ez qenciyên wî bibêjim?"
"Spas," serdadvan got, "ne gerek e. Sûcdaro,
tiştek heye ko tu ji bona parastina xwe bibêjî?"
"Na," Kugler bêpêçdan got; ji ber ko êdî jê re
her tişt weke hev bû.
"Dadegeh wê xwe bikişêne ji bona şêwerdariyê,"
serdadvan ragehand, û hersê dadvanan xwe dûr
kirin. Xweda û Kugler mane di eywana dadegehê
de.
"Ev
kî ne?" Kugler pirsî û serê xwe bi hersêkên
dûrdiktin ve kir.
"Mirovên weke te ne,"
Xwedê got. "Li dinyayê dadvan bûn, û li vir jî
dadvaniyê dikin."
Kugler tilihên xwe
gez kirin. "Min hizir dikir...
ma ne, min guh nedida meselê, lê min goman
dikir, ko gerek e te dadvanî kiribana, ji ber ko
tu... ji ber ko tu..."
"Ji
ber ko ez Xweda me," kalê mezin gotina wî tewa
kir. "Lê ji xwe ev e mesele, tu dizanî?
Ji ber ko ez bi her tiştî dizanim, ez ji binî
nikarim dadvaniyê bikim. Jixwe ev yek nabe. Ne
tu nizanî Kuglero, bê kê hingî gilehê te kir?"
"Ez nizanim,"
Kugler matmayî got.
"Lucka, ya
berdestîka meyxanê, ji zikreşî gilehê te kir."
"Li min negirin,"
Kugler zirav da xwe û got, "lê we jibîr kir
bibêjin, ko min li Chicago ew Teddyê pîs kuşt."
"Na bavo," Xwedê bi
rikberî got, "ew jê fistiqî û hêjî sip û sax
dijî. Ez dizanim, ew gelac e; lê wekî din, kuro,
ew mirovekî pir baş e û zaf hez ji zarokan dike.
Hema wilo behwer neke, ko kesek hebe bi yek carê
pîs be."
"Çima jixwe win...
çima tu, Xwedayo, bixwe dadvaniyê nakî?" bi
ramanî Kugler pirsî.
"Ji ber ko ez bi
her tiştî dizanim. Heke ko dadvanan bi her tiştî,
bê kim û kurî bi her tiştî, zanibe, dê ew jî
nikaribin dadvaniyê bikin; bi tenê wê di her
tiştî bigehin, ta ko dilê wan ji ber biêşe. Ma
ezê çilo te tawankar bikim? Dadvan bi tenê bi
ziyan û gunehên te dizane; lê ez her tiştî li
ser te dizanim. Her tiştî Kuglero. Ji ber wê ez
nikarim te tawankar bikim."
"Nawxe vêca çima...
ev xelk... li ezmanan... dadvaniyê dikin?"
"Ji
ber ko mirov yên hev in. Ez, weke ko tu dibînî,
bi tenê dîdevan im; lê ceza, tu dizanî, li ser
cezê mirov biryarê didin- li ezmanan jî. Ji min
behwer bike Kuglero, ev di cihê xwe de ye; ti
dad ji ya mirovanî pê ve bikêrî miorvan nayê."
Di wê kêlîkê de
dadegeh ji şêwermendiyê vegera û serekê Encûmena
Dawî bi dengekî bilind biryar got: "Kugler
Ferdînand ji ber neh caran li pey hev tawan û
mêrkujiyên plankirî kirine, ji ber kuştin û
diziyê, ji ber dubarekirina tawanan, ji ber
hilgirtina çekan,ya bêdestûr û ji ber diziya
kulîlkan tu hatî cezakirin, cezayê te dojeh e,
tê ta nemayê di dojehê de bimênî. Pêkanîna cezê
yekser cih digire. Fermo, doza peyre bênin. Ka
sûcdar Machat Frantîşek li vir e?"