Kurdolog
Celîlê Celîl: Kurd û Kurdistan ji mêj ve
hene
Prof.
Dr. Celîlê Celîl ku hate Amedê, diyar kir ku
kurd û Kurdistan ji berê de hene û dîroka
kurdan ji şopên ku di lêkolînên
arkeologan de derdikevin holê diyar dibe. Di çarçoveya
'2'yemîn Rojên Wêjeyê' de, li Amedê panela
bi navê mîtolojî, efsane û wêjeyê hate
lidarxistin. Panel bi tevlibûna Prof. Dr. Celîlê
Çelîl, Arkeolog Prof. Dr. Andreas Schachner û
lêkolîner Îhsan Culemergî ve, li Şanogeha
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat.
Arkeolog Prof. Dr. Andreas Schachner, di panelê
de bal kişand ku bi arkeolojiyê girêdana
paşeroj û roja me derdikeve holê û wiha
got: "Me di lêkolînên xwe yên arkeolojîk
de dît ku mezopotamya ev 5 hezar sal in ku
gelek çandan bandor girtiye. Di heman demê de
gelek çand jî ji mezopotamyayê bandor girtine.
Di arkeolojiyê de wêneyek tije efsane
derdikeve pêşiya mirov. Li ser têkoşîna
mirovan gelek tesvîrên li hember xwezayê hene.
Di arkeolojî û mitolojiyê de, tasvîrên olî
cihek girîng digirin. Di mîtolojiyê de gelek
bûyerên ku mirov jê tirsiyane, bi çîrokî
hatine nivîsandin."
'Dîroka kurdan ji şopan
diyar dibe'
Prof. Dr. Celîlê Celîl, di destpêka axaftina
xwe de wiha got: "Roniya çavên we, dilê
min germ dike. Germahiya dilên we temê min dirêj
dike." Celîlê Celîl, di axaftina xwe de
li ser navê kurd û Kurdistan jî rawestiya û
wiha got: "Ziman heye, gel heye. Ev tê vê
wateyê ku erdek heye. Ev erd Kurdistan e. Ji mêj
ve navê wê kurdistan e. Wekî ku afganî hene
û navê erdê wan Afganîstan e. Ev tiştekî
gerdûnî û dîrokî ye. Mîtolojiya
mezopotamya tenê ji kurdan têr nebûye. Dîroka
kurdan ji şopan diyar dibe. Dema lêkolînên
arkeolojîk tên kirin, em van şopan dibînin.
Tu tişt bê şop nabe û kurdan jî li
paş xwe ev şop hiştine. Divê em
arkeolojî û mîtolojiya xwe baş bizanibin.
Mîtolojî ji mediyan ji me re maye. Lê ji bo
ku em bikaribin vê tespît bikin, divê em lêkolîn
bikin. Mîtolojî di gelek kevneşopî û
zanebûnan de derdikeve pêşiya me. Wekî mînak
em dibêjin agir vemirîne. Ev yek nîşan
dide ku agir ji mêj ve li ba kurdan pîroz e.
Ango wekî mirovekî tê dîtin û ji bo
tefandina wê mirin tê gotin. Ev yek jî nîşan
dide ku di roja me de hê mîtolojî dijî.
Mirov dikare bêje ku yezîditî û îslamiyet
bingeha xwe ji mîtolojiyê digirin."
'Jiyan cara yekemîn li
Zagoran dest pê kiriye'
Lêkolîner Îhsan Colemergî jî bal kişand
ku jiyan cara yekemîn li Çiyayên Zagrosan
dest pêkiriye û bingeha gelek zanebûnan ji
Mezopotamyaya jorî ye û wiha got: "Gelê
kurd çiqas bindest be jî xwediyê dîrokek
kevnare ye. Mîtolojî hêza xeyala mirova ye.
Gelek kevneşopî ji me re ji mîtolojiyan
mane. Di demên berê de rêveberên ku nikarîbûn
bersiv li ser bûyerên xwezayê bidana gel, mîtolojî
afirandin. Sumeran li ser pêşketina kurdan
ku li Zagrosan jiyan, dewleta xwe saz kirin. Berî
Sumeran kurd hebûn. Di nava wêjeya kurdan a
devkî de hê jî bingeha mîtolojiyê heye.
Mirov dikare bêje ku di bingeha gelek kevneşopiyan
de efsane û mîtos hene."
Piştî axaftinana, beşdar bi pirsîna
pirsan tevli panelê bûn. Xwendekarekî ku
arkeolojiyê dixwîne ji Prof. Dr. Andreas
Schachner pirsî ku Serokê Gelê Kurd Abdullah
Ocalan jî di pirtûkan xwe yên di Parastina
Gelekî de li ser arkeolojiyê sekiniye, ka gelo
profesor ev pirtûk xwendiye yan na. Schachner,
li ser vê pirsê da zanîn ku farazî û zanistî
ne heman tişt e û ewî pirtûk nexwendiye.
Di panelê de Rojnameger Samî Tan werger kir.
www.rojev.com