BURO
YA KURDÎ
ya
Pêwendî û
Agahdariyê

HEVPEYVÎN
Di 16 Kanûn 2004 de,
têlêvîzyona erebî El-Arabiyya bi Pervîn Cemîl, seroka Buroya
Kurdî, re hevpeyvînek li ser biryara Konseya Ewropî ku
giftûbêjan bi Tirkiyê re dest pê bike, ji bo endambûna wê ya
mumkun a Yekîtiya Ewropî, kir. Ev biryar roja din, di 17 Kanûn
de, hat stendin. Ewê giftûbêj di 03
Çirî 2005 de
dest pê bikin.
Di 17 Kanûn 2004 de,
têlêvîzyona RTL bi Haydar Taştutan,
endamê heyeta idarî ya Buroya Kurdî, re li ser vê babeta jorîn,
giftûbêjên YE-Tirkiyê, kir.
Di 20 Kanûn 2004
de,
Buroya Kurdî daxuyaniyeke çapemeniyê weşand
û tê de dîtina xwe li ser biryara Konseya Ewropî ya 14 Kanûn
2004, li ser destpêkirina giftûbêjan bi Tirkiyê re, got. Em
metnê vê daxuyaniyê li jêr diweşînin
:
Bruksêl,
20.12.2004
DAXUYANIYA
ÇAPEMENIYÊ
KURD Û
DIYALOGA YEKÎTIYA EWROPÎ-TIRKIYÊ
Di 17 Kanûn 2004 de,
Konseya Ewropî li Bruksêlê biryar stend ku dyalogê bi Tirkiyê re
di 3
Çirî 2005 de
dest pê bike û xwe spart rappora Kommîsyona Ewropî ya 6
Çirî 2004 û ya
Parlementa Ewropî ya 15 Kanûn 2004.
Kurd, bi giştî,
dixwazin ku Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropî, lê bi mercê ku
ew xwe dêmokratîk bike û mafên Kurdan nas bike. Lê, ew dizanin
ku rê hîn dirêj û tije zorî ye.
Her du rappor
« mafên tam » ji bo Kurdan dixwazin, lê ew ji binavkirina
van mafan û ji nivîsîna gotina « Kurdistan » direvin û dêlva wê
gotina ne zelal « Başûrê
Rojhilat »
bi kar tînin. Ev yek dibe weka ku Yekîtiya Ewropî navçeyên
Beljîka bi Bakur, Başûr
û Navend, dêlva Flandr, Wallonî û Bruksêl, bi nav bike. Gelo
Yekîtiya Ewropî xwe girêdide eynî zimanê qedexekirinê ku
berpirsiyarên siyasî yên tirk ji bo Kurdan û navçeya wan
Kurdistan bi kar tînin ?
Eger em werin Kurdên
Tirkiyê, yên ku ne PKK (KONGRA-GEL) ne, ew fêdêralîsmê dixwazin
û yên ku girêdayî PKKê yan yek ji rêxistinên wê yên satêlît
(DEHAP, parlementerên berê Leyla Zana û her sê hogirên wê,
KON-KURD, Kongra Neteweyî ya Kurdistanê, Komîtê Kurdistan,
Roj-TV …) in dixwazin ku Kurd di zagona (qanûn) bingehî ya tirkî
de bên nivîsîn û ku ew karibin kurdî weka zimanê perwerdekirinê
bibijêrin. Ango, evên dawîn fêdêralîsm û otonomiyê napejirînin
(qebûl nakin) û bitenê mafên çandî dixwazin. Bi vî awayî, bi
xwestina mafên kêmtirîn, ew dixwazin di eynî zemanî de di çavên
hem Tirkiyê û hemî jî Yekîtiya Ewropî de xweş
xuya bibin û bibin muhatabên wan ên tenê.
Rappora Parlementa
Ewropî pirr aşkere
piştgiriya
partiya ku bi awakî ne fermî kurdî ye, DEHAP, û Leyla Zana û her
3 hogirên wê, di bend CC. de, dike : « Leyla Zana û hogirên
wê li dawiyê ji girtineke ne dad (adil) hatin azad kirin û ew
nuha ji bo entêgrasyoneke baştir
a Kurdan di riya bingehî ya jiyana siyasî li Tirkiyê de
dixebitin ».
Kurd dizanin ku
Yekîtiya Ewropî li ser mafên mirov û mafên hindikayiyan gelek
radiweste, lê ew hemî napejirînin ku Kurd bi « hindikayî »
bên bi nav kirin, lê ji bo sedemên (sebeb) cihê : Ên ku ne PKK
ne û ku fêdêralîsmê dixwazin dibêjin ku ew gelekî ji 40 milyonan,
ku di çar beşan
de hatiye parçe kirin û ku ji hezaran sal de li navçeyeke ku
navê wê Kurdistan e dijî, ne. Ên ku girêdayî PKKê ne di bin
fermanên (emr) serokê xwe Abdullah Öcalan, ku ji 1999 de li
zîndana Imrali ye û ku bi dora xwe di bin fermanên dergevanên
xwe, gênêralên tirk, de ye, de ne : Ew dibêjin ku Kurd avakerên
eslî yên Komara Tirkiyê ne û pesna Ata-Türk û Komara Dêmokratîk
didin !
Ne Dewleta Tirkiyê
û ne jî PKK ferzend (firset) didin Kurdan ku xwe bi awakî xurt
pêk bînin. Em hêvî dikin ku di dirêjayiya salên vê dyaloga
Yekîtiya Ewropî-Tirkiyê de meydaneke dêmokratîk çêbibe û bihêle
ku hemî Kurd beşdarî
jiyana siyasî bibin. Û em hêvî dikin ku Peymana Lozan a 1923
dubare (tekrar) nebe !
Pervîn CEMÎL
Serok
KONFÊRANS
26 Kanûn 2004
: Iraq, do “duhû“, îro û sibê
Rênas Newrozî, rojnamevan,
axaftinek li ser Iraqê kir. Wî kurteya dîroka Iraqê ji
şerrê cihanê yê yekemîn
de got. Piştre,
ew nemaze li ser rewşa
îro ya vî welatî peyivî : komplêksbûna etnîkî û olî : Ereb, Kurd
û hindikayiyên cihê;
şîî, sunnî, yezîdî, fille
... û pirsên ku ev yek derdixîne. Li dawiyê, wî bal kişandin
rewşa
wêbê, piştî
hilbijartinên 30
Çile 2005 : pirsên di nav
van koman de, dengeyên (tewazun) cihê yên pêwîst û parçebûna
Iraqê ya mumkun.
HEVOTINA
WELATVANIYÊ
27
Çile 2005 :
Bilindbûna dijîtiya Cuhuyan û tirsa ji Islamê li Beljîka
François Sant’Angelo,
huqûqzan li Navenda ji bo Wekheviya Bextan û Têkoşîna
li dijî Nijadparêziyê, bilindbûna antîsêmîtîsm û islamofobiyê
anî bîra me.
Heta sala 2000,
Navenda ji bo Wekheviya Bextan di salê de 4-5 kirinên atîsêmît
qeyd dikirin. Lê di navbera 2000 û 2003 de, ev jimar gihajt 30
di salê de. Di 2004 de, ew gihajt 60 !
Wî çend nimûne ji van
kirinan gotin : nifir, avêtina keviran, nameyên bî imza, êrîşên
canî (fîzîkî) …
Naziyên ku naxwazin ku
nijadkujiya Cihuyan (Yahûdî) bipejirînin (nêgasyonîst û
rêvîzyonîst) dixwazin ku bi awakî zanyarî (ilmî) bipeyitînin
(isbat bikin) ku odeyên gaz qet ne bûne. Ew ji bo vê yekê
navgînên (wasite) mezin bi kar tînin : malperên entêrnêtê,
pirtûk û namîlkeyên (broşur)
ku bê pere li pirtûkxane, dibistan … tên belav kirin.
Sedemên vê yekê gelek
in : Bingeheke stêrêotîpeke (klîşê,
wêneyeke cemidî) kevnar li ser Cihuyan, ku piştî
“intifada” 2mîn a filistînî ya 2003 xurttir bû. Bi awakî rêkûpêk
(muntazam) tevlihevî di navbera siyaseta Israîl û hestê (hiss)
antî-Cihû de tê kirin. Ev yek gihajt xelekên çep û yên
misilmanan, nemaze yên Ereban. Rêaksyona Cihuyan li hemberî vê
yekê jî ekstrêm e : meriv hema Israîl rexne bike dibe antîsêmît
!
Eger em werin
Islamofobiyê (tirsa ji Islamê), ev gotineke hinek ne zelal e.
Kirinên têrrorîst li hin navçeyên cihanê islamofobiyê li Beljîka
û Rojava xurttir kir. Lê, em dizanin ku piraniya misilmanan li
Ewropa ne islamîst in (misilmanên ekstrêm).
Divê ku meriv di eynî
zemanî de bi perwerdekirina Beljîkiyan û bi ya derhatiyan
(biyaniyên ku li Ewropa dijîn) di van her du waran de xerîk
(mijûl) bibe : li dibistanê û li têlêvîzyonê … Siyaseteke
vekirîtir a partiyên siyasî yên beljîkî û ya hukûmetê jî pêwîst
e. Ev yek baştirkirina
rewşa
aborî û civakî ya derhatiyan (biyaniyan) pêwîst dike.
PÊŞANGEH
Û
ŞÎRANIYÊN KURDÎ
Di 28
Çile 2005 de,
ji bo pîrozkirina Sersalê, navenda çandî De Markten koktêlek û
pêşangehek
ji bo rêxistinên ku endamên wê ne, ku Buroya Kurdî jî ji wan e,
pêk anî. Amanca vê pêşangehê
nasandina van rêxistinan, bi foto û metnan, bû.
Roja din, di 29
Çile
de, De Markten rêxistinên cihê vexwendin ku
şîraniyên
welatên xwe pêşkêş
bikin. Buroya Kurdî jî beşdar
bû vê xebatê.

ENCAMA XEBATA BUROYA KURDÎ DI 2004 DE
Xebata rojane, ji
Duşemê
heta Înê, ji katjmêr 9 heta 17 :
·
Fêrên
zimanên fransî
·
Alîkariya
civakî û wergerandin
·
Pirtûkxane û
mêdyatêk
·
Sekretarya, tevî ya malpera Buroyê,
www.kurdishbureau.be
·
Nivîsîn û
wergerandina bultena sêmehî ya agahdariyê
·
Pêwendî û
giftûbêj
Weşan
:
4 hejmarên bultena
sêmehî ya agahdariyê, bi kurdî, fransî û hollandî (hejmara
dawîn, N° 30, bi ingilîzî jî hat weşandin).
Xebata ne
rojane :
-
Konfêrans : 8
-
Hevpeyvîn : 4
-
Daxuyaniyên
çapemeniyê : 3
Cêjn :
1 (Newroz)
-
Seredanên birehber : 1
-
Beşdarbûna
xebatên rêxistinên din : 7
NÛÇE
JI KURDISTANÊ
Ji Kanûn 2004 heta
Sibat 2005
TIRKIYE Û KURDISTANA TIRKIYÊ
DU DOZÊN GIRAN : KUŞTINA
BAV Û KURREKÎ KURD Û DÎTINA GOREKE HEVRAYÎ
Di 22 Teşrîn
2004
de, serbazên tirk ên hêzên taybetî du Kurd kuşti
bûn : ajo (şoffor)
Ahmet Kaymaz, 34 salî, û kurrê wî, Uğur
Kaymaz, 12 salî. Ew ji aliyê parêzgarê (walî) Mêrdînê, Temel
Koçaklar, bi têrrorîsmê hati bûn tawanbar kirin û li ber mala
xwe li Kızıltepe,
li parêzgeha Mêrdînê, hati bûn kuştin
(li bultena me ya buhurî binêre). Ev kuştina
cot (dudu) hêrsa tevayiya gelheya kurdî rakir. Bi sedan kes li
derên cihê xwe pêşan
da (meşiyan)
ji bo protêstokirina vê yekê. 100 parêzerên (avukat) barroya
Diyarbekir û Batmanê vekirina dozekê li dijî kujeran (qatil)
xwest. Di 01 Kanûn 2004 de, berdevkê wan, Tahir
Elçi, ji dadgehê xwest ku guhdariya guwahên (şahid)
çavî bike û ewlehiya (emniyet) wan berê û piştî
guwahiyê dabîn (te’mîn) bike.
Piştî
vê yekê, wezîrê hundirî û polîs dest bi vekolînekê (ankêt) kir.
Alîkarê serokê polîsê Mêrdînê, Kemal Dönmez, û sê endamên hêzên
taybetî ji karê xwe hatin rawestandin (cemidandin). Serokwezîr,
Recep Tayyıp
Erdoğan,
ji têlêvîzyona NTV re da zanîn : “Binavkirina lawekî 12 salî
bi têrrorîst nayê pejirandin (qebûl kirin)”.
Di 22 Kanûn 2004 de,
serokê bin-encumena parlementerî ya mafên mirov ku vekolîn li
ser vê kuştina
cot kir, Mehmet Elkatmış,
polîsê Kızıltepe
bi “neguhdaneke giran” tawanbar (bi sûc) kir. Polîs goti
bû ku ev her du kes li ber malên xwe, di çarçeva êrîşeke
li ser serhilên kurd ên çekdar de, hati bûn gulle kirin. Lê
aktîvîstên taxî yên mafên mirov û hevsî (cîran) got ku ew
sîvîlên bê çek bûn.
Di rappora xwe de,
encumena vekolîna parlementerî got ku « kesên ku
hatin kuştin û yên ku êrîşî wan hat kirin ne eynî bûn”
û ku “eger hêzên ewlehiyê bixwesta, wan dikari bû bi wan
bigirin”.
Rapporê rawestandina karê desthilatên taxî ku destê wan di vî
karî de hebû xwest, ji bo ku vekolîn bi awakî rast bê kirin.
Rapporeke din vekirina
vekolîneke bilez (acil) li ser hundabûna 11 kesan ji gundê
Alaca, li parêzgeha Diyarbekirê, ku laşên
wan di Teşrîn
2004 de di goreke hevrayî de ji aliyê gundiyan hati bûn dîtin,
xwest. Ev 11 kes piştî
girtina wan di 1993, di êrîşeke
li dijî PKKê de, hunda bû bûn. Rapporê got ku prokurorê taxî ji
gundiyan xwesti bû ku van laşan
berhev bikin û bînin nivîsgeha (buro) wî, dêlva ku tavil (pirr
zû) dest bi vekolînekê bike.
Ev her du doz hêrseke
mezin li Tirkiyê rakir û bûn babeta sernivîsên mezin ên
rojnaman, di demeke ku tê de Tirkiye tecrube dike ku wêneya xwe
li derve baştir
nîşan
bide, ji bo ku karibe bibe endama Yekîtiya Ewropî.
LEYLA ZANA Û HER
SÊ HOGIRÊN WÊ PARTIYEKE NUH AVA DIKIN
Di 01 Kanûn 2004 de,
Banû Leyla Zana, parlementera berê ya kurd a partiya DEP’ê,
daxuyaniyeke nivîskî kir û tê de da zanîn ku 14 kesên ku ji wan
sê hogirên wê yên berê biryar stend ku partiyeke nuh, Demokratik
Toplum Hareketi (DTH) “Tevgera Civaka Dêmokratîk”, ava bikin. Ev
yek piştî
konfêranseke çapemeniyê ku di 22
Çirî 2004 de
hati bû pêk anîn. Piştre,
berpirsiyarên vê partiyê gerrek li navçeyên cihê yên kurdî û
tirkî kir ji bo ku ji gelheyê re amancên xwe ravekin : ev partî
ewê ne partiyeke kurdî be, lê partiyeke Tirkiyê ku ewê ji bo aşîtiyê
li welêt û çaredîtina pirsa kurdî bi aşîtî
bixebite.
BANGA 57 SEROKÊN
ŞAREDARIYAN JI
HUKÛMETA TIRKÎ RE
Di 4 Kanûn 2004 de,
di daxuyaniyeke hevrayî de, 57 serokên
şaredariyan
(belediye) ên kurd bangî hukûmeta tirkî kir ku bexişandineke
(efû) giştî
ji endamên PKKê (KONGRA-GEL) re derxîne ji bo ku ew karibin
çekên xwe deynîn û vegerin mala xwe. Û wan guherandina zagona
bingehî (destûr) xwest, ji bo dabînkirina (te’mîn) mafên wekhev
ji hemî komên etnîkî li Tirkiyê re û destûrdayîna wan a azadiya
ravekirinê (axaftin) û ji bo baştirkirina
rewşa
aborî ya navçeya kurdî ku paşdemayîtirîn
a Tirkiyê ye.
SEREDANA SEROKÊ
PARLEMENTA EWROPÎ KURDISTANA TIRKIYÊ
Di 05 Kanûn
2004 de, piştî
seredaneke fermî (resmî) li Enqerê, serokê Parlementa Ewropî,
Josep Borrell Fontelles, çû Diyarbekirê, paytexta Kurdistana
Tirkiyê, ji bo ku rewşa
aborî, civakî û siyasî ya navçeyê nas bike. Ev cara yekemîn e ku
serokekî Parlementa Ewropî vê seredanê dike. Berê ku biçe wê
derê, wî li Bruksêl û Enqerê got : “Piştî
Enqerê, ezê biçim Kurdistanê”
û got ku Kurdistan navçeyeke cografî ye. Ev gotin hêrseke mezin
di çapemenî û xelekên siyasî yên tirkî de rakir ! Lê Banû Leyla
Zana di
şîveke ku ji bo
rûmeta wî de jê re got :“Em Tirk mêvanperwer in” !
Eger em werin
serokwezîrê tirk, Recep Tayyıp
Erdoğan,
wî nerazîbûna xwe ji seredanên serhev ên berpirsiyarên ewropî ji
Diyarbekirê re nîşan
da û got ku ev bajar tu taybetiya wî yê tûrîstîk, aborî û çandî
nîn e. Li gora rojnameya tirkî Hürriyet, Erdoğan
di civîneke sermayedarên mezin TUSIAD de got ku Ewropî gotina
“Kurdistan” bi lêv dikin û ku amanca seredana wan a vê navçê
siyasî ye !
CINAYETÊN NAMÛSÊ
Di 07 Kanûn 2004 de,
wezîra tirk a Dewletê, ku berpirsiyara pirsên jin e, Güldal Aksıt,
beşdar
bû konfêranseke navneteweyî ya du rojan li Stokholmê, ku ji
aliyê hukûmeta swêdî hati bû pêk anîn. Wê tê de got ku bi
hezaran jin îro li Tirkiyê ji aliyê bav yan birayên xwe tên kuştin,
dema ku ew gûman (şubhe)
dikin ku ev jin ne paqij in yan jî namûsa malbata xwe bêrûmet
kiriye. Wê bi ser de jî got ku perwerdekirin û dayîna kar ji
jinan re yek ji sedemên girîngtirîn yên girtina rê li ber
cinayetên namûsê ye.
Di Hezîran 2004 de,
Amnesty International Tirkiye bi nederxistina zagoneke (qanûn)
nuh di vî warî de tawanbar (si sûc) kir û got ku ji kêmasî ve
1/3 yan nêzîkî nîvê jinan li vî welatî qurbanên
şiddeta canî
(fîzîkî) ya malbatên xwe ne.
Ev diyarbûne (bûyer)
li beşên
din ên Rojhilata Nêzîk û Asya jî heye. Li Ewropa jî, jinên nifşê
(cîl) duyemîn ên derhatiyan (biyanî) di navbera civaka vekirîtir
a ewropî û perwerdekirina kevn a hişk
a malbatên xwe de çikiyane.
Swêdê, piştî
kuştina
di 2002 de jineke kurd, Fadime
Şahindal, ji
aliyê bavê wê, ji bo ku pêwendiyên wê bi zilamekî swêdî re
hebûn, ku bu babeta sernivîsên mezin ên rojnamên swêdî, zagon
mafên jin xurttir kir. Swêdê temenê (imr) markirinê (zewac)
bilind kir 18 salan û zewacên ku ji aliyê malbatan tên pêk anîn
ne pejirandin (qebûl ne kir). Wezîra swêdî ya wekheviya cinsan
(jin û mêr), Jens Orback, got : “Tu welat, ê min jî tê de,
nikare bêje ku wî çareyek ji vê pirsê re dîtiye”. Li Swêdê,
ku pirîcar weka rehbera wekheviya cinsan tê dîtin, her sal di
navbera 20 û 40 jin ji aliyê zilamên xwe heta mirinê tên
lêxistin.
FÊDÊRASYONA EWROPÎ
YA ROJNAMEVANAN TIRKIYÊ REXNE DIKE
Di 15 Kanûn 2004 de,
roja dengdana Parlementa Ewropî li ser Tirkiyê, Fêdêrasyona
Ewropî ya Rojnamevanan, ku li Bruksêlê ye, endîşeya
xwe li ser azadiya çapemeniyê li Tirkiyê da zanîn. Wê rêformên
ku Enqere dest pê kirine pejirandin (qebûl kirin), lê wê got ku
divê ku Tirkiye bêtir bike ji bo ku bikeve nav Yekîtiya Ewropî.
Fêdêrasyonê nameyek ji wezîrê tirk ê derve, Abdullah Gül, re
nivîsî û tê de got ku “rojnamevanên tirk hîn jî di mercên (şert)
zor de, ku di bin asta (sewiye) standardên civakî û erkî (ên
kar) yên rojnamevanên din ên Yekîtiya Ewropî de ne, kar dikin”.
Fêdêrasyona Ewropî ya
Rojnamevanan
şaxeke
Fêdêrasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan, ku ew jî li Bruksêlê ye
û ku li ji 100 welat bêtir ji 500.000 bêtir endamên wê hene, ye.
YEKÎTIYA EWROPÎ Û
VEKIRINA GIFTÛBÊJAN BI TIRKIYÊ RE
Dengdana
Parlementa Ewropî li ser destpêkirina giftûbêjan
Di 15 Kanûn 2004 de,
Parlementa Ewropî bi piraniya 407 dengan, 262 li dîjî û 29
bêdeng, destpêkirina giftûbêjên (dyalog) endambûna Tirkiyê
pejirand. Ev yek li gel kampanyake mezin li dijî Tirkiyê, ku ji
aliyê rastên alman, fransî û otrîşî
(ji Nêmsa) hat ajotin.
Biryara Konseya
Ewropî ku giftûbêjên endambûnê bi Tirkiyê re dest pê bike
Di 17 Kanûn 2004 de,
Konseya Ewropî ku li Bruksêlê civiya biryar stend ku giftûbêjan
bi Tirkiyê re di 03
Çirî 2005 de,
ji bo endambûna wê ya mumkun a Yekîtiya Ewropî, dest pê bike.
Lihevkirin hat imza kirin, lê piştî
zoriyên mezin ku 25 wezîrên ewropî ji serokwezîrê tirk, Recep
Tayyıp
Erdoğan,
ku li ser pirsa Qibrisê serhişkî
dikir, kişandin.
Yektîtiya Ewropî, di
biryara xwe de, xwe spart rapporên baş,
lê rexnegir, ên Kommîsyona Ewropî (06
Çirî 2004) û
Parlementa Ewropî (15 Kanûn 2004). Wê mêjuyeke (tarîx) nêzîk da
Tirkiyê, lê di eynî zemanî de ev giftûbêj rasterast girênedan
sozeke endambûnê. Eger di maweya (merhele) dirêj a ji kêmasî ve
10 yan 15 salan de Tirkiye sozên xwe neyne cî yan zêde zoriyan
ji
şirîka xwe re
derxîne, ewê Yekîtiya Ewropî van giftûbêjan rawestîne
(bicemidîne).
Eger em werin ciyê
pirsa kurdî di van giftûbêjan de, em ji xwendekaran hêvî dikin
ku daxuyaniya me ya çapemeniyê ya jorîn û yeke din ku me di
bultena xwe ya buhurî de weşandi
bû bixwîne.
PARLEMENTA
HOLLANDÎ NIJADKUJIYA ERMENÎ DIPEJIRÎNE
Di 21 Kanûn 2004 de,
parlementa hollandî deng da biryareke li ser naskirina
nijadkujiya ermenî ku ji aliyê Tirkiyê di 1915 de bû bû.
Projeyeke biryarê di 17 Kanûn de ji aliyê parlementerên
sosyo-fille hati bû pêşkêş
kirin.
Fêdêrasyona Ermeniyên
Ewropa da zanîn ku piraniya parlementerên hollandî deng da vê
biryarê, li gel tecrubeyên wezîrê hollandî yê karên derve,
Bernard Bot, ku ev pirs di dema giftûbêjên dawîn bi Tirkiyê re
neyê vekirin.
BÜLENT ECEVIT DIXWAZE
KU LEŞKERÊ
TIRKÎ KURDISTANA IRAQÊ VEGIRE
Di 22 Kanûn 2004 de,
serokwezîrê tirk ê berê (ku riha wî kurdî ye, lê ku wî ew bitenê
dema ku xwe ji jiyana siyasî kişand
pejirand), Bülent Ecevit, rastî serokwezîrê tirk, Recep Tayyıp
Erdoğan,
hat û jê re got ku divê ku leşkerê
tirkî bikeve Kurdistana Iraqê, ji bo ku Kurdên Iraqê xurt dibin
û ku ev yek ewê bigihêje Kurdên Tirkiyê û bibe tehlikeyek ji bo
Tirkiyê !
DADGEHA EWROPÎ
TIRKIYÊ MEHKÛM DIKE
Doza rojnamevan
Atilla Halıs
Di 11
Çile 2005 de,
Dedgeha Ewropî ya Mafên Mirov li Strasburgê Tirkiye bi êşandina
rojnamevan Atilla Halıs,
ku li ser pirtûkên cihê yên li ser pirsa kurdî li Tirkiyê xebitî
bû, mehkûm kir. Ew di Adar 1995 de ji bo saleke zîndan û
cezayekî diravî (pere) yê mezin hati bû mehkûm kirin. Dema ku wî
mafê xweparastinê li ber dadgeheke bilindtir hunda kiri bû,
polîsê tirkî di 2002 de ew girt.
Dadgeha Ewropî
Tirkiye bi pelixandina lihevkirina ewropî li ser mafên mirov,
mafê ravekirinê (peyv) û mafê dadgehkirineke azad û dad (adil)
mehkûm kir.
Doza nivîskar
Muzaffer Erdost
Di 08 Sibat 2005 de,
Dadgeha Ewropî Tirkiye bi pelixandina mafê ravekirinê yê
nivîskarê kurd Muzaffer Erdost, ku îro 73 salî ye, mehkûm kir.
Ew di 1997 de ji bo pirtûkeke ku berê salekê hati bû weşandin,
bi sernivîsa “Sê Sîvas, li navenda tezyîqa ji bo ferzkirina
Sêvreke nuh li Tirkiyê”, ku wî tê de pelixandina nezagonî (ne
qanûnî) ku gihand qirkirinên bajarê kurdî yê Sivasê di 1978,
1993 û 1996 de got, hati bû girtin. Nivîskar ji aliyê Dadgeha
Ewlehiya Dewletê ya Enqerê hati bû mehkûm kirin û pirtûk hati bû
qedexe kirin.
Dadgeha Ewropî dît
ku ev ceza di civakeke dêmokratîk de ne pêwîst bû û ku Tirkiyê
bend 10 a Lihevkirina Ewropî ya Mafên Mirov ya li ser azadiya
ravekirinê pelixand. Wê ji tawanbarkirî re mafê stendina 7.500 €
ji bo zarar û masrafan da.
NEWROZ EWÊ BI AWAKÎ
FERMÎ, BI NAVÊ “NEVRUZ” BÊ PÎROZ KIRIN
Di 13
Çile 2005 de,
rojnama tirkî Hürriyet da zanîn ku wezîrê tirk ê perwerdekirina
neteweyî biryar stend ku “Nevruz” di 21 Adar de bi awakî fermî
li dibistanan bê pîroz kirin.
Sersala kurdî Newroz, ku ji aliyê Kurdên hemî cihanê di 21 Adar
de tê pîroz kirin, bi salan bi hişkî
hati bû qedexe kirin. Lê ji nêzîkî deh salan de, Tirkiye dêlva
ku wê qedexe bike û pêkaniyên wê ceza bike siyaseteke dizînê
dajo û wê dike cêjneke tirkî ya fermî bi navê “Nevruz”, ji bo ku
di zimanê tirkî de tîpê “w” nîn e ! Ew bi merasîmên mezin ji
aliyê destgehên fermî û dibistanan tê pîroz kirin û ravekirineke
“dîrokî” ya fermî ji vê cêjnê re hatiye dayîn : ev cêjneke tirkî
ya kevnar e !
BIKARANÎNA ZIMANÊ
KURDÎ BI 20 SAL ZÎNDAN TÊ CEZA KIRIN
Heta nuha, bikaranîna fermî ya zimanê kurdî û zimanên din ên ne
tirkî ji aliyê zagona bingehî ya tirkî hatiye qedexe kirin. Lê
ji Nîsan
2005
de, ewê ev bikaranîn bi
zagoneke nuh a
cezayî
bê qedexe kirin : bend 49 a vê qanûna nuh dibêje ku
berpirsiyarên siyasî û yên rêxistinên civaka sîvîl ewê ji 6 meh
heta 20 sal cezayê girtinê bistînin eger ew di xebata xwe de
zimanên ku ne tirkî ne bi kar bînin !
RÊXISTINEKE LI DIJÎ
ÊŞKENCÊ
JI SEDEMA PIRSA KURDÎ TÊ GIRTIN !
Di 18
Çile 2005 de,
Amnesty International nameyek ji serokê rêxistina Barroya (rêxistina
parêzeran “avukat”) Izmirê, Nevzat Erdemir, nivîsî û tê de got
ku ew ji sedema biryara wî ku Koma Nehiştina
Êşkencê
bigire gelek
şaş
maye.
Di Kanûn 2004 de, Nevzat Erdemir sedemên girtina vê Komê
ravekiri bûn. Wî goti bû ku vê komê bi saya alîkariya diravî (maddî)
ya Kommîsyona Ewropî kar dikir, lê ku Kommîsyonê dixwest ku
Tirkiyê perçe bike û bi avakirina “Kurdistaneke serbixwe”
zarar bîne berjewendiya (menf’et) neteweyî !
Amnesty International got ku idara Rêxistina Barroya Izmirê di 7
Çile
2005 de dosye û kompyûterên buroyên Koma Nehiştina
Êşkencê,
ku tê de guwahiyên (şehadet)
sirrî, foto û qeydkirinên dengan ên nêzîkî 575 qurbanên êşkencê
stendin û ku Amnesty ji bo vê yekê di endîşê
de ye (ne rehet e).
Li gora Amnesty, biryara Kanûn 2004 a girtina vê Komê li dijî
bend 95 a zagona tirkî ya li ser Pratîka Fermî, ku dibêje ku
buroyên rêxistinên Barroyan li Tirkiyê divê ku “serdestiya
zagon û mafên mirov biparêzin û ji bo bicîanîna wan bixebitin”,
ye .
Li gel ku serokwezîrê tirk, Recep Tayyıp
Erdoğan,
li ber Parlementa Konseya Ewropa di
Çirî
2004 de got ku “êşkence
li Tirkiyê nema rêkûpêk (muntazam) e”,
idara wî nikari bû gavên pêwîst di vî warî de bavêje.
RÊXISTINA NETEWEYÊN
YEKBÛYÎ JAPON BI VEGERANDINA DU KURDAN BO TIRKIYÊ TAWANBAR DIKE
Di 18
Çile 2005 de,
ONU (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) Japon (Yaban) bi pelixandina
zagona navneteweyî li ser mafê penaberiyê (iltica) tawanbar kir,
ji bo ku wê du namzedên penaber ên kurd ên Tirkiyê vegerandin
Tirkiyê.
Bi zimanekî xurt ku alîkara wê ya 2mîn (Japon) rexne kir,
Kommîsarya Bilind a ONU ji bo Penaberan (UNHCR) got ku Japon di
18
Çile
de Ahmet Kazankıran,
49 salî, û kurrê wî yê 20 salî, teslîmî Tirkiyê kirin, li gel
bangên xulekên (deqqe) dawîn. Û wê endîşa
xwe ji bo jin û sê zarokên din ên vî zilamî got : “Vegerandin
li dijî neçarbûna(mecbûrbûn) Japon a rûmetkirina zagona
navneteweyî ye”.
Berdevka UNHCR, Jennifer Pagonis, da zanîn ku ev Kurd tevî
malbata xwe ji salên 1990 de li Japon bû û ku serî lê da hemî
riyên lêgal li vî welatî ji bo ku karibe tê de bimîne. Û wê got
ku ew ji bo 25 kesên din ku di eynî rewşê
de li Japon in di endîşê
de ye.
Li gel ixtarên ONU, Dadgeha japonî di
25 Sibat 2005
de ne pejirand ku statuya penaber bide 4 Kurdên Tirkiyê. Ew bi
vî awayî rê dide vegerandina wan bo Tirkiyê ê êşkencekirina
wan.
RAGIRTIN Û PIŞTRE
AZADKIRINA CÎGIRÊ SEROKÊ KONGRA-GEL LI ALMANYA
Di 22
Çile 2005 de,
cîgirê serokê KONGRA-GEL (navê nuh ê PKKê), Remzi Kartal, ji
aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Nüremberg, li Almanya, dema ku
ew diçû beşdarbûna
xebateke kurdî, hat ragirtin. Divê ku meriv zanibe ku Remzi
Kartal li Beljîka, ne li Almanya, ji 1994 de dijî.
Ew di 1991 de li parlementa tirkî parlementerê DEPê, partiya ku
bi awakî ne fermî kurdî bû, bû. Piştî
girtina vê partiyê û ragirtina 6 ji hogirên wî, ku ji wan Banû
Leyla Zana, ew weka penaber hat Beljîka û li Bruksêlê Buroya Piştgiriya
DEPê ava kir. Di 1995 de, ew bû endamê Parlementa Kurdî li
Derveyî Welêt, ku ew jî li Bruksêlê bû. Di 1999 de, dema ku ev
Parlement hat fesx kirin, ew bû endamê Kongra Netewî ya Kurdî « KNK ».
Nuha, ew hem di heyeta idarî ya KNKê de ye û hem jî yek ji
cîgirên serokê KONGRA-GEL e. Li gora vê partiyê, girtina Remzi
Kartal li ser daxwaziya Tirkiyê ku jê re bê teslîm kirin bû.
Dadgeha Stembolê, N° 14, cezayê16 sal zîndan ji bo Kartal xwest.
Di 28
Çile 2005 de,
nêzîkî 50 alîgirên Kongra-Gel li ber parlementa Hamburgê ev
ragirtin protêsto kir, lê ji bo ku ev xwepêşadan
bê destûr bû, polîsê almanî 5 kes ragirtin.
Di
01.03.2005 de
Mîrza Kartal hat azad kirin.
RAPPORA EUROPOL Û
MAFYA TIRKÎ
Europol (polîsê ewropî) rappora xwe ya sala 2004 weşand.
Wî tê de bal kişandin
rola girîng a mafya tirkî di bazarganiya êroîn û mirovan de.
Li gora rapporê, bazarganiya êroînê di navbera Asya Navendî û
Ewropa de û bazarganiya mirovan di bin kontrola komên tirkî ku
bi mafya albanî re jî kar dikin in. Ji bo sipîkirina vî pereyî,
mafya tirkî sermaye dixe aşxane
(rêstoran), bar, bazarganiya xwarinên amadekirî, atolyên
pînekirinê … Di bazarganiya mirovan de jî, Europol dibêje ku di
salê de di navbera 8.5 û 12 milyar dolar digerrin.
PARLEMENTA KONSEYA
EWROPA TIRKIYÊ IXTAR DIKE
Di 25
Çile 2005 de,
li Strasburgê serokê nuh ê parlementa Konseya Ewropa, René Van
der Linden’ê hollandî, hat hilbijartin.
Di konfêransa xwe ya çapemeniyê de, serokê nuh ixtarek ji
Tirkiyê re
şand
û got ku divê ku ew lihevkirina ewropî ya li ser zimanên dayikî
û hindikayiyên neteweyî bipejirîne (qebûl bike). Wî rastand ku
ew dixwaze ku Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropî, lê ku ji bo
vê yekê ewê bi hukûmeta tirkî û
şandeya
parlementerî ya tirkî li parlementa Konseya Ewropa re bixebite.
ERDHEJEK LI HEKARÎ,
LI KURDISTANA TIRKIYÊ
Di 26
Çile 2005 de,
erdhejek li Hekarî, li Kurdistana Tirkiyê bû. Du kes mirin û 22
kes jî birîndar bûn.
EUROPOL FERMANA
RAGIRTINA 968 KURD Û TIRKAN DIDE
Li ser daxwaziya Tirkiyê, polîsê ewropî, EUROPOL, fermana (emr)
ragirtina 968 Kurd û Tirkan, ku endamên KONGRA-GEL (PKK), DHKP-C
û MLKP (du rêxistinên çep ên tûj ên tirkî) û hin rêxistinên
tirkî yên islamî, ku li çend welatên ewropî, nemaze li Almanya,
dimînin da. Li gora lîsta Europol, endamên van rêxistinan
xebatên xwe li Almanya, Fransa, Swêd, Beljîka, Hollanda,
Ingiltere, Luksamburg û Ispanya dikin.
Ev ferman di 2004 de hati bû dayîn û divê ku heta dawiya 2005 bê
bi cî anîn.
DADGEHA EWROPÎ YA
MAFÊN MIROV Û TIRKIYE
Di 26
Çile 2005 de,
serokê Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirov li Strasburgê, Luzius
Wildhaber, encama gazinên li dijî 48 welatan, ku Tirkiye ji wan
e, da zanîn. Li gora wî, di 2004 de, 154 hukm li dijî Tirkiyê
hatin stendin. Jimara gazinên li dijî vî welatî di 2004 de
gihajt 9.591.
Mîrza Wildhaber da zanîn ku di 2004 de, 8 doz (da’wa) ji bo
pelixandina mafê jiyanê hatin vekirin : yek li dijî Bulgaristanê,
yek li dijî Yûnanistanê û 6 li dijî Tirkiyê.
Di 2004 de, jimara gazinên li dijî van 46 welatan li ber Dadgeha
Ewropî gihajt 20.000, ku ji wan 11.065 li dijî Rûsya, 10.825 li
dijî Polonya, 9.591 li dijî Tirkiyê, 4.535 li dijî Fransa, 4.018
li dijî Almanya û 4.230 li dijî Italya. Jimara hukmên ku ji
aliyê Dadgeha Ewropî hatin stendin gihajt 718.
SEROKÊN TIRK KURDÊN
IRAQÊ IXTAR DIKIN
Di 26
Çile 2005 de,
serleşkerê
tirk ê duyemîn, gênêral Ilker Başbuğ,
di konfêranseke çapemeniyê ya mehane de da zanîn : « Eger
Kerkûk bikeve bin kontrola komên kurdî, ewê ev bibe gava yekemîn
ber bi dewleteke serbixwe ya kurdî. Ev rewş
dikare
şerrekî
sîvîl û ji Tirkiyê re pirseke ewlehiyê (emniyet) derxîne.
Avakirina statuyeke taybetî (ji bo Kerkûkê) ji bo Tirkiyê gelek
girîng e ».
Di 27
Çile 2005 de,
serokwezîrê tirk, Recep Tayyıp
Erdoğan,
berê ku biçe Swîsê ji bo beşdarbûna
Foruma Aborî ya Cihanî, li firokegeha Enqerê da zanîn : « Her
gaveke
şaş
li Kerkûkê ewê kartêkirina (te’sîr) wê ya ne baş
li ser aşîtiyê
li Iraqê di wêbê de hebe ». « Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ONU),
Amerîka û hêzên din ên hevalbend divê ku tucar destûr nedin
damezraneke xerab li wê derê (Kerkûk) ». « Eger ew çavên xwe li
ser
şaşîtiyeke
weha bigirin, ewê di wêbê de buhayê wê bidin » !
Di 28
Çile 2005 de,
wezîrê tirk ên karên derve, Abdullah Gül, jî serokên kurd ên
Iraqê ixtar kir û ji rojnama tirkî ya bi zimanê ingilîzî,
Turkish Daily News, re got : « Divê ku tukes bîr neke(ne
fikirie) ku ewê Enqere bi awakî passîf raweste eger bûyerên wê
derê hevsiyên (cîran) Iraqê tev li hev bikin. Guherandina
damezrana dêmografîk (a xelk) a Kerkûkê ewê bibe tehlikeyeke
rast ji bo wêbêya hemî Iraqê. Tirkiye ji lîztina dêmografîk
gelek di endîşê
de ye ».
Wezîrê iraqî yê karên derve (Kurd), Hoşyar
Zîbarî, bersîv da van ixtaran û got ku Kerkûk bajarekî
Kurdistana Iraqê ye, ku pirsên vî bajarî pirseke hundurî ya
iraqî ye û ku welatên biyanî mafê wan nîn e ku xwe bixin nav
karê wê.
Nêçîrvan Berzanî, serokwezîrê hukûmeta herêma Kurdistanê, jî di
28
Çile
de ji rojnama ingilîzî, Financial Times, re da zanîn : « Em
tê gihajtin ku ne Bexdad û ne Washington tênegihajtin
hesasiyeta kûr a Kurdan ji bo Kerkûkê. Ev pirs ne babeta
nîvçareyan (kompromî) e ». « Ji aliyê cografî û dîrokî, Kerkûk
perçeyek ji Kurdistanê ye ». Û wî got ku divê ku Erebên ku
di dema Saddam de tê de hati bûn bi cî kirin vegerin ciyên xwe û
ku rewşa
Kerkûkê divê ku bê normal kirin.
Piştî
ixtarên dubarekirî yên gênêral û serokên tirk, berpirsiyarekî
amerîkî ji rojnama tirkî Hürriyet, a 03.02.2005, re got : « Tirkiye
divê ku têbigihêje ku ew ne malxweya (xwedî) Iraqê ye û ku ew
dewleteke din e. Tirkiye nikare wêbêya Iraqê dest nîşan
bide. Li Iraqê destpêka maweyeke (merhele) dêmokratîk heye.
Tirkiye divê ku alîkariya pêşveçûna
wê bike û bi serokên iraqî re giftûbêjan bike. Ewê Iraqî bixwe
wêbêya Iraqê, di maweyên dêmokratîk û destûrî de, dest nîşan
bidin ».
Di 05 Sibat 2005 de,
sekretera dewletê ya amerîkî, Condoleezza Rice, di çarçeva
gerrekê li Ewropa û Rojhilata Nêzîk de, çû Tirkiyê. Wê dilê
serokwezîrê tirk, Recep Tayyıp
Erdoğan,
hêsa kir û li ber komeke rojnamevanan got ku Amerîka bi xurtî
dixebite « ji bo Iraqeke yekbûyî ku tê de hemî alî, hemî
komên etnîkî û olî, hemî hindikayî bên nimandin (temsîl kirin) û
ku tê de berjewendiyên (menfeet) wan di hukûmeta nuh de bên
nimandin ».
Eger em werin wezîrê amerîkî yê berevaniyê (şerr,
parastin), Ronald Rumsfeld, wî Tirkiye li ber têlêvîzyona CNN,
di 05 Sibat 2005 de, tawanbar kir û got ku ew berpirsiyara
firehbûna kirinên têrrorîst li sêguhçeya sunnî li Iraqê ye. Li
gora wî, nepejirandina parlementa tirkî ku beşek
ji leşkerê amerîkî ji Tirkiyê bikeve Iraqê tevgera vî leşkerî
gelek giran kir.
TIRK ESLÊ CIHANÊ
NE !
Di 30
Çile 2005 de,
rojnama tirkî Hürriyet gotareke bi sernivîsa « Iddiayeke
balkêş :
Pêxember Muhammed Tirk bû. Wezîrê berê yê
Çandê,
Namık
Kemal Zeybek, iddia kir ku pêxember Tirk bû »
weşand.
Gotar dibêje ku di konfêranseke ku ji aliyê rêxistina « Alanya
Türk Ocağı »
hat pêk anîn de, wezîrê berê yê çandê, Namık
Kemal Zeybek, got ku Neteweyê Tirk neteweyê girîngtirîn ê 8.000
salên dîroka cihanê ye û ku Tirkan
şareyarî
(medeniyet) hînî mirovatiyê kir. Û wî bi ser de got ku rihên (esl)
Neteweyê Tirk ji Sûmeriyan hatine.
« Eslê Pêxemberê me Muhammed sûmerî ye.
Loma, ew
Tirk e”. „Dîroka cihanê bi Tirkan dest pê kir. Osmaniyan 600 sal
cihan hukm kir û îro li gelek welatan Osmanî tên rûmet kirin.
Jixwe eslê rûniştevanên
îro yên welatên rojavayî tirkî ye. Rojavayî ola xwe ya îro
berdidin û tecrube dikin ku olên din bibînin.
Dêrên wan vala ne“
! !
Divê ku meriv zanibe ku dîrokzan li hev dikin ku Tirk gelekî
altaî (Çiyayê
Altaî li Mongolistanê) yê Asya Navîn in û ku ew bitenê di
Çaxên
Navîn de, di sedsala 11mîn piştî
zayîna Îsa, hatin Tirkiya îro ! !
DOZEK LI DIJÎ
PARÊZERÊN ABDULLAH ÖCALAN
Di 31
Çile 2005 de,
wezareta tirkî ya dadiyê destpêkirina dozeke cezayî û
jêpirsîneke dîssîplînê li dijî 25 parêzerên (avukat) Abdullah
Öcalan, serokê PKKê ku ji 1999 de li zîndana girava Imrali ye,
da zanîn. Ev yek ji bo ku « wan karê xwe yê alîkariya huqûqî
derbas kir, danezan ji çapemeniyê re kirin yan jî alîkariya
rêxistinê (PKK) kir ».
DADGEHA TIRKÎ
TESLÎMKIRINA OSMAN ÖCALAN DIXWAZE
Di 02 Sibat 2005 de,
dadgeha cezayî N° 4 a Diyarbekirê ji wezareta dadiyê
teslîmkirina Osman Öcalan, birayê Abdullah Öcalan, ji Tirkiyê re
xwest. Di 2004 de, Osman Öcalan ji PKKê (Kongra-Gel), tevî
mîlîtanine din, veqetiya bû û di 13 Tebax 2004 de partiyeke nuh
ava kiri bû. Tê gotin ku ew li Mûsilê, li Iraqê ye. Dozek li
dijî wî dewam dike û ew bi cezayê hukmê muebbed (heta mirinê)
hatiye mehkûm kirin.
KUŞTINA
NEZAGONÎ YA KURDEKÎ
Di 02 Sibat 2005 de,
Rêxistina Mafên Mirov li Tirkiyê,
Şaxa
Diyarbekirê, got ku wê laşê
xwendekarekî zanîngehê yê kurd, Murat Aslan, ku piştî
hundabûna wî di 1994 de bi awakî ne zagonî (qanûnî) hati bû kuştin,
nas kir. Û wê got ku ewê giliyê berpirsiyarên ku li Kurdistana
Tirkiyê kar dikin bike û ku naskirina laş
bi saya venêrîna (têst) ADN mumkun bû.
Murat Aslan, 25 salî, li Diyarbekirê ji aliyê kesên nenas hati
bû revandin. Malbata wî deh sal li
şopa
wî gerriya lê tutişt
ne dît, li gel ku wê gelek caran alîkariya berpirsiyarên taxî
xwesti bû. Bavê wî, Izzettin, di rojnameke kurdî de îtîrafên
mîlîtanekî kevn ê PKKê, ku guherî û bû ixbarcî, xwend. Vî kesî
awayê revandina Murat û piştre
jêpirsîna wî ji aliyê hêzên kommando yên jandarman, berê ku li
nêzîkî bajarê Silopî, 210 km li Başûrê
Rojhilata Diyarbekirê, bê kuştin,
got.
Bavê wî, Izzettin, dest bi lêgerînan kir. Kesên navçê jê re got
ku laşê
kurrê wî piştî
avêtina gulleyekê li serê wî hati bû
şewitandin
û ku berê deh salan ew ji aliyê
şivanekî
hati bû gor kirin.
Piştî
derxistina laş,
pirsporên Stembolê bi saya venêrîneke ADN laşê
Murat nas kir.
KOMMÎSYONA EWROPÎ
EWÊ PERE BIDE WERGERÊN KURD
Li gora rojnama tirkî Zaman, a
04 Sibat 2005,
Kommîsyona Ewropî soz da ku alîkariyeke diravî (maddî) bide ji
bo karê wergerên (tercuman) kurd li bal dadgehên tirkî.
Nimînendeyê Idara Giştî
ya Dadî, Azadî û Ewlehiyê, ya Kommîsyona Ewropî, Tobias King,
dema ku bersîvên rojnamevanên tirk di stajeke rojnamevanan de,
ku li Bruksêlê di 04 Sibat 2005 de hat pêk anîn didan, ev nûçe
da zanîn. Wî got ku bi alîkariya Zagona li ser Dadgeha Cezayî,
kesên ku tirkî baş
nizanin ewê alîkariya wergerandinê ji Dadgehê bistînin.
KOMMÎSYONA EWROPÎ Û
DADIYA TIRKÎ
Di Sibat 2005 de,
Kommîsyona Ewropî rapporek ji 177 rûpelan, bi sernivîsa « Awayê
karkirina sîstema cezayî ya tirkî » amade kir. Wê tê de got ku
Tirkiyê pêşdeçûnên
girîng di warê dadiyê de kirin, lê wê Dadgehên Cezayî ku ciyê
Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) stendin rexne kirin. Rappor
dibêje ku ev Dadgehên Cezayî weka Dadgehên Ewlehiyê (emniyet)
kar dikin, ku pirsên (problêm) li ser azadiya bîr (fikr) dewam
dikin û ku defterên ku tê de karê bilindkirina dadmend û
prokuroran tên qeyd kirin ji aliyê mufettişan
(kesên ku kontrol dikin) sirrî tên hiştin.
Ji 11 heta 19 Tîrmeh, piştî
vekolînên ku li Tirkiyê hatin kirin, rapporê xwest ku pergala (sîstêm,
nizam) huqûqî ya tirkî li gora standard û nirxên Yekîtiya Ewropî
be.
Kommîsyona Ewropî prokuror jî rexne kirin. Rappor dibêje ku
nemaze di dozên (da’wa) cezayî de, piştî
her jêpirsînekê, prokuror berpirsiyariyê bi awakî fireh ji polîs
û jandarman re dihêlin. Li gora huqûqzanan, jimareke mezin ji
dosyên ne temam digihêje dadgehê.
Yek ji rexneyên girîngtirîn li ser serxwebûna hukm e. Rappor
dibêje ku ji aliyê idarî (admînîstratîf) dadmend û prokuror
girêdayî wezareta dadiyê ne û dixwaze ku ev rewş
bê rast kirin ji bo ku hukm bi awakî serbixwe bên kirin. Û wê bi
ser de jî got ku divê ku Encumena Bilind a Dadmend û Prokuroran,
ku di damezrana wezareta dadiyê de ye û ku bi karên destnîşandan
(ta’yîn), bilindkirin û dîssîplîna dadmend û prokuroran xerîk (mijûl)
dibe, damezrana wê ya serbixwe hebe.
SEROKÊ ENCUMENA
ISTIŞARÎ
YA MAFÊN MIROV XWE DIKIŞÎNE
Di 08 Sibat 2005 de,
serokê Encumena Istişarî
ya Mafên Mirov, Ibrahim Kaboğlu,
û sê hogirên wî xwe kişand.
Ew diviyan ku rapporekê li ser hindikayiyan li Tirkiyê amade
bikin, lê wan dît ku nikari bûn karê xwe dewam bikin, ji bo ku
hukûmetê ne dixwest ku guhdariya wan bike.
Ev encumena otonom ji aliyê serokwezîrê tirk, Recep Tayyıp
Erdoğan,
di 26 Sibat 2003 de hati bû ava kirin. Ew diviya bû ku rapporekê
li ser hindikayiyan li Tirkiyê binivîse. Di dema xwendina dawîn
a vê rapporê di 01 Teşrîn
2004 de, hin beşdar
li dijî wê derketin û yek ji wan, Fahrettin Yokuş,
sekreterê giştî
yê sendîka Kamu-Sen, xwe avêt ser rapporê û ew çirand (li
bultena me ya buhurî, rûpel 5, binêre). Idara vê Encumenê pêşniyar
kir ku gotina « hindikayî » ji nuh de bê
şirove
(tefsîr) kirin, ji bo ku li gora hinan ew zagona bingehî ya
tirkî dipelixîne !
ALMANYA ENDAMEKÎ
KONGRA NETEWEYÎ YA KURDÎ RADIGIRE
Di 08 Sibat 2005 de,
polîsê almanî li Berlînê Ismet Akkurt bin çav kir. Ew endamekî
Kongra Netewî ya Kurdî, ku li Bruksêlê ye û ku yek ji rêxistinên
PKKê (Kongra-Gel) e, ye. Piştre,
di 16
Sibat 2005
de, ew li ser xwestina prokurorê giştî
yê bajarê Karlsruhe hat ragirtin. Evê dawîn da zanîn ku fermana
ragirtina wî di 13 Nîsan 2004 de hati bû dayîn. Akkurt bi beşdarbûna,
ji 2001 de, xebatên PKKê li bajarên cihê yên Almanya hatiye
tawanbar kirin.
PÊŞNIYARA
PAQIJKIRINA PIRTÛKÊN DIBISTANÎ JI GOTINÊN NIJADPARÊZ, MAÇÎST
Û ZÊDE NASYONALÎST
Di 10 Sibat 2005 de,
mudîrê Weqfa Dîrokê li Tirkiyê, Orhan Silier, di konfêranseke
çapemeniyê de da zanîn ku Weqfa wî, tevî Akadêmiya Tirkî ya
Zanistan (TUBA) û Weqfa Mafên Mirov li Tirkiyê (TIHV) projeya
xwe ya bi navê « Mafên mirov di pirtûkên dibistanî de », piştî
sê sal lêgerînên fireh, qedand.
Ev proje bi piştgiriya
Kommîsyona Ewropî û Enstituya Civaka Vekirî hat pêk anîn.
Encamên wê di 10 Sibat 2005 de ji wezareta perwerdekirinê re
hatin pêşkêş
kirin. Xalên jêrîn hin ji pêşniyarên
ku di vê projê de hatine nivîsîn in :
-
Di pirtûkên dibistanî de, dîtina ne dîrokî, ku cihanê weka
tevayiyeke cemidî hesab dike, divê ku bê berdan.
-
Divê ku têgihajtina pirtûkan hêsan be. Ol (dîn) divê ku ne weka
zanebûneke mantiqî bê hesab kirin û divê ku cihêbûna « subjêktîf »
û « objêktîf » bi awakî vekirî bê kirin.
-
Divê ku mafê xwendekaran hebe ku diyarbûneyên ku di pirtûkan de
hatine ravekirin têbigihêjin û wan rexne bikin, bê ku ew dîtina
« desthilatên bilind » bipirsin.
Ev proje li 190 pirtûkên dibistanî, ku li dibistanên pêşîn
û duyemîn de tên bi kar anîn, venêrî. Encam di sempozyuma
navneteweyî ya Nîsan 2004 de hatin giftûbêj kirin. Gihandina
mamosteyan di pênc parêzgehan (wilayet) de hatiye dabîn (te’mîn)
kirin û komên lêgerînê li
şeş
bajaran hatine damezrandin.
FÊRÊN ARIZÎ YÊN
KURDÎ YÊN QEDEXE
Li gel vekirina hin fêrên arizî (prîvê) yên zimanê kurdî, piştî
bi mehan acizkirinên idarî (admînîstratîf), zoriyên ku
desthilatên tirkî derdixînin dewam dikin :
-
Li Stembolê, avakerê Dibistanên Biyanî « English Fast », Nazif
Ülgen, ji Idara Perwerdekirina Stembolê xwest ku fêreke kurdî li
pênc bajaran veke. Lê ji sedemên acizkirinên idarî, wî dev jê
berda.
-
Li Urfa, li Kurdistana Tirkiyê, daxwaziya vekirinê ji aliyê
Idara Perwerdekirinê ne hat pejirandin, ji sedema gotina « Navend » !
Ji bo ku li Tirkiyê meriv nikare bêje « dibistana arizî » yan « navenda
arizî ». Divê ku meriv bêje « fêra arizî » !
-
Li Wanê, ji sedema nebaşbûna
avahiyê daxwazî ne hat pejirandin, ji bo ku ji berê tê de « Dibistaneke
Arizî ya Pêşîn
a Nûjen » hebû !
-
Li Agirî jî sedema nepejirandinê ew bû ku firehbûna deriyan
diviya ku 85 cm, ne 90 cm, ba !
ZAROKÊN KURD ÊN
YEZÎDÎ NEÇAR
IN KU ISLAMÊ HÎN BIBIN
Di 16 Sibat 2005 de,
komeke akadêmîsyenên kurd ên yezîdî, Xemdar Sero, Ezîz Huseynî,
Elî Hevdiyan û Xelef Dirêj, neçarkirina (mecbûrkirin) zarokên
yezîdî ku fêrên ola Islamê li dibistana gundê Oğlakcı,
nêzîkî Viranşehir,
li parêzgeha Urfê (Riha), bistînin teşhîr
kir.
Di bin Imperatoriya Osmanî de, Yezîdî weka « kafir » hati bûn
hesab kirin, ji hemî mafên xwe yên lêgal hati bûn bêpar (mehrûm)
kirin û pirîcar hati bûn qir kirin.
BIRAZIYA ÖCALAN JI
FRANSA TÊ VEGERANDIN ÎTALYA
Di 16 Sibat 2005 de,
biraziyeke Abdullah Öcalan, serokê PKKê ku ji 1999 de li Tirkiyê
hatiye girtin, Ayney Öcalan, 24 salî, ji Fransa hat vegerandin
Îtalya.
Ew di Teşrîn
2004 de gihajti bû Marseille, li Fransa, lê desthilatên fransî
biryar stendi bû ku ew nikari bû ku li Fransa bimîne, ji bo ku
wê ji berê mafê penaberiyê (iltica) li Îtalya xwesti bû.
1.980 ZAROK LI
ZÎNDANÊN TIRKÎ
Di 20 Sibat 2005 de,
wezîrê tirk ê dadiyê, Cemil
Çiçek,
bersîv da pirseke parlementerê partiya DYP (Partiya Riya Rast),
Ümmet Kandoğan,
li ser girtina zarokan li Tirkiyê. Em li jêr jimarên (reqem) ku
wî gotin diweşînin :
Ji
Çirî
2004 de, 1.980 zarok, ku ji wan 40 keç, li zîndanên tirkî
dimînin. Ji wan, 1.050 ji bo dizî û talankirin ; 293 ji bo
cinayet ; 237 ji bo pêwendiyên cinsî bi zarokan re, stendina
namûsê yan êrîşkirin
yan carna kuştina
kesên ku di bin parastina wan de ne ; 101 ji bo kartêkirin (te’sîr)
li ser kesan ; 35 ji bo revandina zilaman ; 22 ji bo bazarganiya
êroînê ; 11 ji bo sextekirina belgeyên fermî (resmî) ; 9 ji bo
hîlebazî ; 9 ji bo parastin û hevkariya rêxistinên cinayî ; 9 ji
bo bazarganiya çekan.
ROJNAMA HÜRRIYETÊ
HEVPEYVÎN BI HOGIREKÎ LEYLA ZANA RE DIKE
Di 23 Sibat 2005 de,
rojnamevan Faruk Bildirici, ji rojnama tirkî Hürriyet,
hevpeyvînek bi Orhan Doğan,
parlementerê berê yê partiya ku bi awakî ne fermî kurdî bû
« DEP » û yek ji sê hogirên Banû Leyla Zana, re kir.
Ji bo pirsa ku gelo fêdêralîsm çareyek e ji bo Kurdên Tirkiyê,
weka li Iraqê, Orhan Doğan
bersîv da ku fêdêralîsm li Iraqê mumkun e ji bo ku dîroka Kurdan,
Tirkmenan û Ereban ji hev gelek cihê ye û ku ev gelhe li
navçeyên cihê dijîn (Tirkmen navçeyeke wan a cihê nîn e !). Wî
bi ser de got ku li Tirkiyê rewş
gelek cihê ye, ji bo ku tucar tê de cografiyake ku Tirkan û
Kurdan cihê bike nîn bû (ew dixwaze bêje ku Kurdistana Tirkiyê
nîn e !) û ku weka nimûne Stembol weka bajarekî kurdî ye ! Wî
rastand ku çare di « komareke dêmokratîk » de ye. Û wî
berpirsiyarên tirk ixtar kirin û bangî wan kir ku tavil (gelek
zû) çareyeke dêmokratîk ji pirsa kurdî re bibînin, û ku eger ew
vê yekê nekin ewê Kudrên Tirkiyê bala xwe bidin Kurdên Iraqê û
fêdêralîsmê bixwazin !
Gelek xemgîn e ku meriv bibîne ku piştî
deh salan li zîndanên tirkî, ev her çar parlementerên berê xwe û
gelê kurd heta vê radeyê (derecê) nizm dikin !
SEREDANA
ŞANDEYEKE
BILIND A TIRKÎ BO KURDISTANA IRAQÊ
Di 25 Sibat 2005 de,
şandeyeke
(dêlêgasyon) tirkî ya asta (sewiye) bilind çû seredana Celal
Talabanî, serokê Yekîtî Niştimanî
Kurdistan û namzedê serokatiya Iraqê, û nameyeke serokwezîrê
tirk, Recep Tayyıp
Erdoğan,
da wî. Di giftûbêjan de,
şande
rastand ku ew fêdêralîsmê li Iraqê dipejirîne (qebûl dike), ji
bo ku ev daxwaziya gelê iraqî ye, lê ku ew ji bo Kerkûkê di endîşê
de ye (dilê wê ne rehet e). Talabanî bersîv da ku rûniştevanên
Kerkûkê ewê biryar li ser çarenûsa (qeder) xwe bistînin. Û weka
hergav,
şande
jê pirsî ku ewê Kongra-Gel (PKK) çi bibe. Weka hemî kesên ku ev
pirs dubare ji wan tê pirsîn, wî got ku ewê pê xerîk (mijûl)
bibin.
Şande
ji nimînendeyê taybetî yê Tirkiyê bo Iraqê, Osman Korutürk;
balyozê (sefîr) tirk li Iraqê, Ethem Tokdemir; serokê idara
Rojhilata Nêzîk û Kurdan li wezareta tirkî ya karên derve,
Hüseyin Botsalı;
sekreterê yekemîn ê idara Rojhilata Nêzîk, Hakan Zeki û berdevkê
wezareta tirkî ya karên derve, Namık
Tan, pêk hati bû.
Ji aliyê kurdî, li bal Mîrza Talabanî, Behroz Gelalî,
nimînendeyê Yekîtî Niştimanî
Kurdistan li Tirkiyê û endamên polîtburoya partiyê, Kosret Resûl,
Dr Erselan Bayîz, Muhammed Tewfîq Rehîm, Celal Cewher, Sadî Pîre
û Dr Xusrew Gul Muhammed hebûn.
Di eynî rojê de,
parêzgarê (walî) Kerkûkê yê kurd ku ji nuh de hat hilbijartin,
Abdurrahman Mustafa, biryarnameyek weşand
û tê te got ku kurdî zimanê fermî (resmî) yê Kerkûkê ye.
Di eynî rojê de,
Encumena Ewlehiya Neteweyî ya tirkî (MGK) civîna xwe ya mehane
ku 5 katjmêr (saet) ajot kir. Di rojevê de Iraq, Qibris û pîşesaziya
(endustrî) berevaniyê (şerr,
parastin) hebûn. Li ser Iraqê, beşdarên
vê civînê da zanîn ku ew divên hemî komên vî welatî, û Kurd jî
tê de, himbêz bikin ! û ku divê ku bi rêjîma nuh û gelê iraqî
re dyalog bê kirin ji bo ku yekbûna Iraqê bê parastin !
Bi salan, berpirsiyarên leşkerî
û sîvîl ên tirkî Kurdên Iraqê bi vegirtina axa wan tehdîd dikir
û iddia dikir ku mafê wan ê kontrolkirina Iraqê heye. Lê piştî
encamên hilbijartinên iraqî yên 30
Çile
2005, Tirkiyê xwe li ber rastiyê (emri waqi’) dît û ew li dawiyê
têgihajt – qet nebe em vê yekê hêvî dikin – ku ew nikare tutiştî
di rewşa
Iraqê de biguherîne.
ALMANYA WEŞANXANEYEKE
TIRKÎ QEDEXE DIKE
Di 25 Sibat 2005 de,
wezîrê alman ê hundirî, Otto Schily, weşanxaneyeke
tirkî ku li Almanya vebûye, Yeni Akit GmbH, qedexe kir. Vê weşanxanê
rûpelên rojnama tirkî Anadoluda Vakit, ku li Tirkiyê tê weşandin,
amade dikirin. Wezîr got ku di van rojên dawîn de, vê rojnamê
gotarên li dijî Dewleta Israîl, Cihuyan (Yahûdî) û cihana
rojavayî diweşandin.
Wî bi ser de jî got ku ewê li ser vê yekê bi hukûmeta tirkî re
bipeyive.
RAPPOREK LI SER REWŞA
JINAN LI TIRKIYÊ
Di 26 Sibat 2005 de,
Encumena Rakirina Cihêtîkirinê li dijî Jinan rapporek li ser
Tirkiyê weşand.
Wê tê de ji dewleta tirkî xwest ku kampanyake agahdariyê ji bo
ramana tevane veke, ji bo ku balan bikişîne
cihêtîkirinên li dijî jinan û bernameyên pêwîst ji bo gihandina
prokuror û dadmendan (hakim) dest pê bike.
KOMMÎSYONA EWROPÎ
PIŞTGIRIYA
KEVNEŞOPA
ÇANDÎ YÊN
KURDISTANA TIRKIYÊ DIKE
Di 28 Sibat 2005 de,
Kommîsyona Ewropî da zanîn ku ewê di navbera 30.000 € û 650.000
€ ji bo bernameyên pêşdebirina
kevneşopa
çandî (wiraseta kulturî) ya navçeya GAP (bendavên “baraj” li ser
çemê Firatê), li Kurdistana Tirkiyê, veqetîne.
Kommîsyona Ewropî bangî projeyan, ji bo bi tevayî 12 milyon €,
kiri bû. Ji 121 projeyên ku hatin pêşkêş
kirin, 32 hatin pejirandin (qebûl kirin). Bi piranî 24 meh piştî
imzakirina kontratan, ev proje divên ku biqedin. Em li jêr
kurteya van projeyan diweşînin
:
-
Li Diyarbekirê, Oda Bazarganî û Pîşesaziyê
ewê piştgiriya
hundera dest (artîzana) a navçeyî bike. Amanc ew e ku nemaze
karê jinan bên dabîn (te’mîn) kirin.
-
Li bajarê Diyarbekirê,
şeqama
(riya fireh) Gazi û riya Yenikapı
ewê bên nuh kirin : amanc parastin û pêşdebirina
wêneya dîrokî ya bajêr e.
-
Li
Şirnexê,
Weqfa Pêşdebirina
Parêzgehê ewê nemaze tevnkirina cillên folklorî yên kurdî han
bide (teşwîq
bike).
-
Li Entabê, Oda Bazarganiyê ewê kenveşopên
dîrokî yên Zugma, Halfeti û Rumkale biparêze û imkanên tûrîstîk
bêtir bike. Amanc nasandina kenveşopa
çandî û dîrokî ya navçê ye.
-
Li Silvanê (Farqîn), Koopêratîva Karker û Desthunermendan (artîzan)
ewê
şkeftên
Hasuni biparêzin û bidin nas kirin.
-
Li Sêrtê, Weqfa ji bo Lêgerîna li ser Zanist, Werziş
(spor) û
Çandê
ewê tevnkirina taybetî ya Has Tiftik li vê navçê pêş
de bibe.
-
Li Batmanê, Idara
Çand,
Perwerde û Karên Civakî ewê hunera dest a taybetî ya navçê
biparêze. Amanc vejiyandina vê hunera dest a hundabûyî ye.
-
Li Cizîrê, Yekîtiya Servîsên Gundan û Parka Inançê ewê kevneşopên
vê navçê nuh bike.
-
Wezareta
Çand
û Tûrîsmê, Idara Lêgerîn û Perwerdekirinê û Projeya Gihandina
Rehberên Profêsyonnêl li Navça Anadoluya Başûrê
Rojhilatê ewê jimara rehberên profêsyonnêl bêtir bikin.
-
Wezareta
Çand
û Tûrîsmê, Idara Muzeya Entabê û Envantêra
Çapkirina
Muhran ewê envantêra (jimartin) muhrên Zugma (kevneşopeke
dîrokî) bikin û wan bidin nas kirin.
-
Şîrketa
Bênav (anonîm) a Ortopêdiyê ya Entabê û Pirtûkxana Bijîjkî (tibbî)
ya Dîrokî ya Entabê ewê pirtûkxaneyekê ji arşîvên
bijîjkî yên dîrokî yên Entabê pêk bînin.
-
Rêxistina
Çandî
ya Suryanî ya Midyatê dixwaze ku çanda suryanî ji nifşên
wêbê re bide nasîn. Ewê lêgerînekê li ser jiyana civakî, aborî û
çandî ya suryanî bike.
PARZÛNEKE PÊTROLÊ
LI ZAXO
Di 01 Kanûn 2004 de,
serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Berzanî, da zanîn
ku ewê parzûneke pêtrolê (destgeha paqijkirina pêtrolê) li Zaxo,
li Kurdistana Iraqê, li nêzîkî sînorê tirkî-sûrî bê danîn û ku
ewê pisporekî amerîkî wê ava bike.
Li Iraqê, ku tê de pêtrola xam a 2mîn li cihanê heye, 8
parzûnên pêtrolê hene.
Ew dikarin 350.000 bermîl di rojê de paqij bikin. Piraniya wan,
ji sedema 13 sal ambargoya aborî û ji ya
şerr,
ji hêza xwe kêmtir dixebitin.
ŞÎÎ NAVÇEYEKE
OTONOM DIXWAZIN
Di 06 Kanûn 2004 de,
nêzîkî 600 serokên
şîî
li Necefê civiyan ji bo xwestina zagoneke bingehî ya navçeyeke
otonom ji bo 5 parêzgehên Başûr,
Necef, Kerbela, Qadisiyye, Babel û Muthanna. Wan pêkanîna
encumeneke ewlehiyê û ya idareyeke hevrayî xwestin.
Divê ku meriv zanibe ku sîstema fêdêral ji aliyê zagona katî ya
idarî ya iraqî (TAL) hatiye nas kirin. Kurd jê ji 1991 de kelk
digirin (istifade dikin).
GORÊN HEVRAYÎ LI
KURDISTANÊ
Di 14 Kanûn 2004 de,
serokwezîrê iraqî, Iyad Allawî, li ber parlementê li Bexdadê da
zanîn ku goreke hevrayî ku tê de 500 laş
hene di 13 Kanûn de, li gundekî nêzîkî Suleymaniyê, hat dîtin.
Di 20 Kanûn 2004 de,
muxtarê gundê Tobzawa, li nêzîkî Kerkûkê, da zanîn ku goreke
hevrayî ku tê de bi dehan laş
hene hat dîtin.
Di
29 Kanûn 2004 de,
dema ku karkeran bingeha nexweşxaneyeke
nuh li herêma Dabaşanê,
li parêzgeha Suleymaniyê, dikola, wan goreke hevrayî ku tê de 60
laş
hebûn dît. Wezîrê kurd ê mafên mirov, Selah Reşîd,
got ku li gora wî ev bermayiyên Kurdên ku di 1991 de, piştî
Şerrê
Kendavê (Xelîc), hati bûn kuştin
in.
Ji dema ketina Saddam Huseyn, 259 gorên hevrayî, ku tê de
300.000 laş
hebûn, li Iraqê hatin dîtin.
Di 10
Çile 2005 de,
goreke hevrayî ku tê de 12 laşên
Kurdên ku cillê wan ên folklorîk li wan bûn hene, li Kerkûkê,
dema ku destgehan ax li taxa Wesît dikola, hat dîtin.
XWENDEKARÊN KURD ÊN
ÎRAN Û SÛRIYÊ LI KURDISTANA IRAQÊ DIXWÎNIN
Ji bo ku ji pelixandina rejîmên îranî û sûrî birevin, çend sed
xwendekarên kurd xwe li her sê zanîngehên Kurdistana Iraqê
nivîsî. Ew tê te bê pere dixwînin û her yek ji wan 100 dolar di
her sê mehan de distîne.
1.7 MILYON IMZA JI BO
SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Di 23 Kanûn 2004 de,
şandeyeke
Kurdên serbixwe ku Tevgera Rêfêrandumê li Kurdistanê dinimîne
(temsîl dike) 1.732.535 imza ji bo xwestina pêkanîna
rêfêrandumekê li ser serxwebûna Kurdistana Iraqê berhev kirin û
lîsta wan pêşkêşî
Banû Carina Pirelli, seroka servîsa Alîkariya Hilbijartinan ya
ONU (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî), û ekîpa wî li New Yorkê kir.
Banû Pirelli pêşwaziya
şandeyê
bi awakî fermî kir û jê re rastand ku ewê daxwaziyên wê ragihîne
Sekreterê Giştî
yê ONU, Kofi Annan.
Di 30
Çile 2005 de,
roja hilbijartinan li Kurdistana Iraqê bixwe, ev tevgera
Rêfêrandumê gelhe (xelk) vexwend (dawet kir) ku bersîva yek ji
van her du pirsan bide : 1) Tu Kurdistaneke serbixwe dixwazî ?
2) Tu dixwazî ku di nav Iraqê de bijî ? 91% ji gelheya
Kurdistanê, ango 1.998.061 kes, bersîva vê bangê da, piştî
ku ew beşdar
bûn hilbijartina her du parlementan, a iraqî û ya Kurdistanê, û
ya encumenên parêzgehan. Ji van kesan, 1.973.412, ango 98,7%,
serxwebûnê bijart ; 19.850, ango 0,9% xwest ku bi Iraqê re bijîn
û 4.799 bersîv ne nizamî bûn.
MALBATÊN KURD JI
HAWIJA DIREVIN
Di 27 Kanûn 2004 de,
berpirsiyarekî Yekîtî Niştimanî
Kurdistan li Kerkûkê, Rizgar Elî, got ku di deh rojan de 7 Kurd
li bajarê erebî Hewija, 70 km li Başûrê
Rojavaya Kerkûkê, hatin gulle kirin. Piraniya wan di kuçên tije
xelk de û bi roj hatin kuştin.
Ev yek gelek rûniştevanên
kurd neçar kir (mecbûr kir) ku ji vî bajarî birevin Kerkûkê. Di
rojên dawîn ên meha Kanûnê de, 543 malbat, ango nêzîkî 3.000 kes,
ji Hawija hatin Kerkûkê.
GIHANDINA
ROJNAMEVANÊN KURD
Enstituya ji bo Reportaja
Şerr
û Aşîtiyê
(Institue for War and Peace Reporting), ku li Londonê ye, li
Hewlêrê du hefte gihandina rojnamevanan pêk anî, ji bo hînkirina
awayê çêkirina reportajên objêktîf ên nûçeyan.
20 beşdar
ji nav 80 kesan, ji bo karîna wan a tahlîlê (analîz), hatin
bijartin. Ew têknîkên hevpeyvîn û nivîsînê, û êtîka (exlaq,
prensîp) rojnamevaniyê, hîn dibin. Li dawiya vê stajê, ewê bên
han dan (teşwîq
kirin) ku ji bo vê Enstituyê (IWPR), weka reporterên serbixwe
« freelance », kar bikin.
RICHARD
L. ARMITAG HAT KURDISTANÊ
Di 02
Çile 2005 de,
alîkarê wezîrê karên derve yê amerîkî, Richard L. Armitage, tevî
şandeyeke
mezin çû seredana Kurdistanê. Ew tê de, bi rêz (bi dor), rastî
Mesûd Berzanî û Celal Talabnî, û berpirsiyarên din ên siyasî,
hat.
Amanca
seredanê nemaze tecrubekirina pirsa hilbijartinan li Kerkûkê bû.
HÊZÊN
AMERÎKÎ ÊRÎŞÎ
HEWLÊRÊ DIKIN
Di
şeva
05.01.2005
de, hêzên
taybetî yên amerîkî, bi piştgiriya
hêlîkoptêran, êrîşî
taxa Seydawa, li Hewlêrê kir. Jinek hat birîndar kirin. Piştre,
serbazên amerîkî ketin nav odên razanê yên xwendekarên zanîngeha
Salaheddîn. Avahî
şewitî
û çar xwendekar birîndar bûn !
Amerîkiyan
got ku wan agahdarî stendi bûn ku têrrorîstekî li malekê li taxa
Seydawa xwe veşarti
bû. Piştî
ewqas têkdan (xerabûn), wan tu têrrorîst ne dît ! Polîsê kurdî
da zanîn ku haya wî ji vê tevgerê nîn bû û ku tu pêwendî (koordînasyon)
di navbera wî û leşkerê
amerîkî de di vî warî de nîn bû.
Ji dema
şerrê
Iraqê, ev cara yekemîn e ku tevgereke leşkerî
ya amerîkî li Kurdistanê dibe. Hukûmeta Herêma Kurdistana Iraqê
bi hişkî
ev êrîş
mehkûm kir. Di konfêranseke çapemeniyê li Helêrê de, wezîrê kurd
ê hundirî, Kerîm Sincarî, da zanîn ku tutişt
maf nade vê kirinê. „Vekolînên pêşîn
nîşan
didin ku hêlîkoptêr ji jêr ne hatin êrîş
kirin“,
wî got.
Roja din,
serokê amerîkî yê hêzên hevalbend li navçê, gênêral Carter Ham,
çû bal Mesûd Berzanî, jê bexişandin
(efû) xwest û got ku ev tevger ne nexşekirî
(plankirî) bû û ku ew „şaşîtiyek“
bû.
FERMÎKIRINA ZIMANÊ KURDÎ LI IRAQÊ
Di 11
Çile 2005 de,
berpirsiyarekî buroya cîgirê serokwezîrê iraqî, Behrem Salih
(Kurd), da zanîn ku encumeneke tevlihev bi hevkariya wezareta
iraqî ya dadiyê hat pêk anîn, ji bo weşandina
zagon û biryarnameyên hukûmeta iraqî bi zimanê kurdî di rojnama
fermî de.
Û wî got jî
ku zagoneke taybetî li ser bikaranîna zimanê kurdî di karên
fermî de ewê di nêzîk de derkeve. Ev zagon di bend 9 a zagona
katî (TAL) de hati bû nivîsîn.
PARLEMENTA KURDÎ JI BO BEŞDARBÛNA
HILBIJARTINÊN ENCUMENA PARÊZGEHA KERKÛKÊ DENG DIDE
Di 15
Çile 2005 de,
parlementa Kurdistana Iraqê bi beşdarbûna
her du serokan, Mesûd Berzanî û Celal Talabanî, û bi ya
serokwezîr Nêçîrvan Berzanî û nimînendeyên çend partiyên siyasî
yên Kurdistanê, civiya. Amanca vê civînê giftûbêjkirina (munaqeşe)
beşdarbûna
partiyên kurdî hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê û
encamên seredana
şandeya
kurdî, bi serokatiya Celal Talabanî û Nêçîrvan Berzanî, bo
Bexdadê bû.
Li dawiya
civînê, Mîrza Talabanî di konfêranseke çapemeniyê de da zanîn ku
parlementa kurdî biryar stend ku beşdar
bibe hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê, piştî
ku wê sozên nivîskî ji serokê iraqî, serokwezîrê iraqî, serokê
parlementa iraqî û her du balyozên (sefîr) Amerîka û Ingilterê
li Bexdadê stendin.
Mîrza
Talabanî bi ser de jî got ku ev kes bi nivîskî soz da ku bend 58
a zagona katî (TAL), ku normalkirina rewşa
Kerkûkê bi vegerandina Kurd, Tirkmen û Asûriyên ku ji aliyê
Saddam Huseyn hati bûn qewirandin û derxistina Erebên ku li ciyê
evên dawîn hati bûn danîn nivîsiye, bê bi cî anîn.
Û wî got ku
ev kesahî (şexsiyyet)
bi nivîskî soz da jî ku destûr bidin ji 100.000 Kurd bêtir, ku
ji Kerkûkê ne lê ku bi awakî katî li parêzgehên din dijîn, ku beşdar
bibin van hilbijartinan.
Talabanî
got jî ku komeke partiyên kurdî, tirkmenî, asûrî-kildanî û ereb
li Kerkûkê li hev kir ku bi lîsteke hevrayî biçin hilbijartinan.
Divê ku
meriv zanibe ku berpirsiyarên kurd bi boykotkirina hilbijartinên
Kerkûkê tehdîd kiri bû, eger daxwaziyên wan li ser normalkirina
rewşa
vê parêzgehê neyên pejirandin.
Bi ser de
jî, Talabanî got ku hukûmeta iraqî pejirand ku buca (mîzaniyye)
Kurdistana Iraqê bike 17%.
Piştî
vê civîna parlementa Kurdistanê, berdevkê wezareta tirkî ya
karên derve, Namık
Tan, di 19
Çile
de, di
konfêranseke çapemeniyê ya hefteyî de Kurdên Iraqê ixtar kirin û
beşdarbûna
cîhilên Kerkûkê hilbijartinên vê parêzgehê „illêgal“ bi
nav kir !
NAVENDEK
JI BO NASKIRINA LAŞÊN
GORÊN HEVRAYÎ
Di 17
Çile 2005 de,
wezîrê iraqî yê mafên mirov (Kurd), Emîn Bextiyar, bangî civata
navneteweyî kir ji bo alîkarîkirina Iraqê di naskirina laşên
ku di gorên hevrayî ku hatine dîtin de bike. „Me 290 gorên
hevrayî dîtin, lê destgehên me yên têknîkî û zanista (ilm) me ya
tibbê lêgal (forensic) gelek qels e ... Laboratwarên me yên ADN
nîn in û doktorên me yên patolojiya tibbê lêgal kêm in“, wî
li Ammanê, ku tê de beşdar
bû semînereke ku ji aliyê wezareta wî û Encumena Mafên Mirov a
ONU (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) hati bû pêk anîn, got.
Par, Emîn
Bextiyar çû bû seredana Bosnî û Kosovo ji bo ku ji tecrubeya
Yûgoslavya berê di vî warî de hîn bibe. Wî got ku ev pirs li 12
welatên din, ku welatên hevsî (cîran) û asyayî jî tê de, jî heye.
100 MILYON DOLAR JI
BO KERKÛKÊ
Di 20
Çile 2005 de,
cîgirê serokwezîrê iraqî, Behrem Salih, di konfêranseke
çapemeniyê li Kerkûkê de got ku hukûmeta iraqî biryar stend ku
100 milyon dolar ji bo avakirina rê, danîna boriyên avê û
avakirina nexweşxanan
li Kerkûkê veqetîne. Wî bi ser de jî got ku Kerkûk yek ji ciyên
dewlemendtirîn li cihanê ye, lê ku ew ji servîs û projeyan bêpar
(mehrûm) e.
HILBIJARTIN LI
IRAQÊ
Di 30
Çile 2005 de,
hilbijartin li Iraqê bûn. Ji derveyî Kurdistanê, ev cara yekemîn
bû ku Iraqî diçûn hilbijartinan. Li gel êrîşên
têrrorîst ku xurttir bûn, ji bo tirsandina gelheyê û nehiştina
wê ku biçe sendoqan, rêjeya (nisbet) beşdarbûnê
gihajt 58%.
Gelhe (xelk) diviya bû di eynî zemanî de ji bo parlementa
fêdêral li Bexdadê û encumenên parêzgehan dengê xwe bide. Li
Kurdistanê, bi ser van her du radeyan (derece), dengdana ji bo
Parlementa Herêma Kurdistana Iraqê jî bû. Li vê navçeya bi
ewlehî (emniyet) û istiqrar, hewayekî cêjneke mezin hebû : jin
bi cillên kurdî yên rengareng û zilam bi piştên
(kember) fireh girseyî (bi kitle) çûn sendoqên hilbijartinan. Lê
li beşa
rojhilatî ya Mûsilê, ku tê de bi piranî Kurd dijîn, û li
navçeyên li dora wê, weka
Şêxan,
Sincar, Beşîqa
û Qoş,
ku nemaze Kurdên yezîdî tê de dijîn, nedurustî çêbûn. Sendoq û
bi hezaran kaxizên hilbijartinê kêm bûn !
Li navçeya
şîî
jî dengdan girseyî bû. Ji bo ku piraniya partiyên sunnî
hilbijartin boykot kirin û ji sedema nebûna ewlehiyê li « sêguhçeya
sunnî », beşdarbûna
sunniyan kêmtir bû.
Ji bo hilbijartinên parlementa fêdêral li Bexdadê, her du
partiyên kurdî yên mezin, Partî Dêmokratî Kurdistan (PDK) û
Yekîtî Niştimanî
Kurdistan (YNK) hevalbendiya partiyên din ên kurdî, asûrî … bi
navê « Hevalbendiya Kurdistan » kir.
Vê lîstê
2.175.551 deng, ango 25,7%, 75 kursî ji 275 stendin.
Ev koma duyemîn a girîngtirîn a parlementê, piştî
ya
şîiyan,
e. Lê, piştre,
di 22
Sibat 2005
de, Encumena Islamî ya Kurdistan, ku tenê beşdar
bû hilbijartinên parlementa Bexdadê û ku 2 kursî stendi bûn, da
zanîn ku ew xwe digihîne lîsta Hevalbendiya Kurdistan. Bi vî
awayî, jimara kursiyên Hevalbendiya Kurdistan digihêje 77.
Piraniya partiyên
şîî
yên oli li ser lîsta Hevalbendiya Iraqî ya Yekbûyî, ku Ayatullah
El-Sîstanî piştgiriya
wê dike, beşdar
bû û 48,1% ji dengan, ango 140 kursî ji 275, stendin.
Eger em werin lîsta serokwezîr Iyad Allawî,
şîiyekî
laîk, wê 13,8%, ango 40 kursî, stendin.
Lîsta serokê iraqî, Gazî El-Yawer, sunnî, bitenê 1,7%, ango 5
kursî, stendin.
Di hemî lîstan de, 86 jin, ku ji wan 27 li ser lîsta Kurdistanê,
hatin hilbijartin.
Li Kerkûkê, partiyên kurdî xwe gihand partiyên tirkmenî, asûrî …
bi navê « Lîsta Biratiyê ». Vê lîstê 58,4% ji dengan, ango
237.303 deng ji 405.951 stendin.Lîsta Eniya Tirkmenan, ku
girêdayî Enqerê û gelek li dijî Kurdan e, 16%, ango 73.791 deng,
stendin.
Eger em
werin Mûsilê, lîsta Hevalbendiya Kurdistan 109.295 deng û lîsta
Eniya Tirkmenan 2.994 deng stendin.
Ev encam nîşan
didin ku di asta (sewiye) tevayiya Iraqê de, Kurd hêza duyemîn,
piştî
şîiyan,
in. Lê li Kurdistanê, li Kerkûk û Mûsilê, ew hêza yekemîn in.
Di 16
Sibat 2005 de,
berdevkê wezareta tirkî ya karên derve, Namık
Tan, nerazîbûna hukûmeta xwe ji encamên hilbijartinan ravekir (em
dizanin ku sedema vê yekê xurtbûna Kurdan li Kerkûk û Mûsilê ye)
! „Em hêvî dikin ku kêmasî, tevlihevî û nedurustbûnên ku di
30
Çile
de bûn di dema rêfêranduma li ser zagona bingehî, ku ewê îsal li
Iraqê bibe, neyên dubare kirin ...“,
wî got û bangî hebûna çavdêrên navneteweyî kir, ji bo ku ew
nedurustbûnên wêbê di vê rêfêrandumê de bibînin.
SEROKÊ
RÊXISTINA KURDÎ-EREBÎ DIÇE
SEREDANA FILISTÎNÊ
Di 13
Sibat 2005 de,
heyeta idarî ya Rêxistina Kurdî-Erebî, ku li Hewlêrê ye,
civîneke awarte (istisnaî) kir ji bo ku serokê wê, Selah
Bedreddîn, li ser seredana xwe ya serokê desthilata filistînî,
Mehmûd Ebbas, bipeyive. Bi vexwendineke taybetî ya evê dawîn,
Mîrza Bedreddîn çû bal wî, ew ji bo hilbijartina wî pîroz kir û
du nameyên pîrozkirinê yên Mesûd Berzanî, serokê Partî Dêmokratî
Kurdistan, û Nêçîrvan Berzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana
Iraqê, dan wî. Ew li wê derê rastî jimareke mezin ji
berpirsiyarên siyasî, çandî û mêdyatîk jî hat.
Li dawiyê,
serok Ebbas da zanîn ku ewê were seredana Kurdistana Iraqê û ku
Filistînî ewê di dema bîranîna qehremanê kurd ê navdar,
Selaheddînê Eyyûbî, de hevkariya Kurdan bikin.
MAMOSTEYÊN EREB LI KURDISTANA IRAQÊ
Her ku diçe,
mamosteyên iraqî yên ereb diçin Kurdistana Iraqê û tê de li
zanîngehan hîn dikin. Li Kurdistanê sê zanîngeh hene, li Hewlêr,
Suleymaniye û Duhokê.
ALÎKARÊ
NÊZÎK Ê EL-ZERQAWÎ HAT GIRTIN
Di 25
Sibat 2005 de,
Ebû Quayba, millê rast ê têrrorîstê urdunî ku li Iraqê ye, El-Zerqawî,
û têrrorîstekî din, Ebû Usman, hatin ragirtin.
NÎV-BIRAYEKÊ SADDAM
HAT GIRTIN
Di 27 Sibat 2005 de,
nîv-birayekî Saddam Huseyn, Sabawî Ibrahîm El-Hesen El-Tikrîtî,
ji aliyê hêzên ewlehiyê li Iraqê hat ragirtin. Ew N° 36 ya lîsta
leşkerî
ya amerîkî, ku li ser wê 55 kesên ku bêtirîn li wan dihat gerîn,
bû. Serê wî li hemberî milyonek dolar hati bû xwestin. Heta nuha,
12 ji van 55 kesan hatine girtin.
Ji kaniyên hukûmî li Bexdadê tê gotin ku Kurdên Sûriyê bûn ku
nîv-birayê Saddam li Hesîçê girt û teslîmî Kurdên Iraqê kir û ku
evên dawîn jî ew teslîmî hêzên ewlehiyê yên iraqî kir. Lê wezîrê
iraqî yên berevaniyê (şerr,
parastin), Hazim
Şa’lan,
di 2 Adar de li konfêranseke çapemeniyê li Bexdadê got ku
hukûmeta sûrî bixwe Sabawî Ibrahîm teslîmî wan kir.
ÊRÊŞ
LI DIJÎ KURDAN
Di 01 Kanûn 2004 de,
berpirsiyarekî leşkerî
yê tirkî da zanîn ku pênc endamên girîng ên PKKê (Kongra-Gel) ji
aliyê kesên nesas, bi agirberdana li ser ereba wan li Mûsilê,
hatin gulle kirin.
Ew du Kurdên Iraqê, du Kurdên Îranê û Kurdekî Tirkiyê bûn.
Di nav wan de sê jin hebûn. Yek ji wan jinan, Meysa Baqî,
Kurdeke Iraqê, endama encumena serokatiya vê partiyê bû.
Li gora vî serbazê tirk, desthilatên tirkî ji nêzîk de çavdêriya
tevgerên vê komê dikir. Tirkiye Kurdistana Iraqê weka beşeke
ji meydana hêza xwe hesab dike û ji sedema otonomiya fireh a
Kurdên Iraqê ew di endîşeyeke
mezin de ye, ji bo ku ditirse ku ev tevger bigihêje 15-20 milyon
Kurdên Tirkiyê.
Di 04 Kanûn 2004 de,
ji kêmasî ve 17 pêşmerge
hatin kuştin
û ji 40 bêtir li Mûsilê bi erebeke bombekirî hatin birîndar
kirin. Vê erebê êrîşî
karwana erebên wan li nêzîkî avahiya Yekîtî Niştimanî
Kurdistan, li taxa Kerama, li Mûsilê kir.
Di 12 Kanûn 2004 de,
erebeke bombekirî du kes li Hewlêrê birîndar kirin. Wê dixwest
ku karwana berpirsiyarê Partî Dêmokratî Kurdistan, Emîn Nejjar,
biteqîne.
Di 17 Kanûn 2004 de,
sê kes bi mîssîleke ku li ser kampeke Kurdan li nêzîkî Kerkûkê
hat avêtin hatin kuştin.
Ji 14.000 Kurd bêtir, ku ji aliyê Saddam Huseyn hati bûn
qewirandin, ji dema ketina wî de vegeriya bûn Kerkûkê. Ew li
kampa Azadî, li nêzîkî bajêr dijîn.
Di 23 Kanûn 2004 de,
ajoyekî (şoffor)
kurd ê Tirkiyê, ji bajarê Batmanê, ji aliyê komeke çekdar hat kuştin,
dema ku wî dixwest ku biçe Mûsilê ji bo guhastina malên
firotinê.
Di
23 Kanûn 2004 de,
polîsê iraqî laşê
Muhammed Ekrem
Şakir,
karbidestekî têlêvîzyona Kurd-Sat, dît. Ew di 15 Kanûn de, dema
ku dixwest biçe nivîsgeha (buro) xwe, hati bû revandin.
Di 09
Çile 2005 de,
berpirsiyarekî Yekîtî Niştimanî
Kurdistan da zanîn ku sê Kurd li taxa El-Sinaî, li Başûrê
Kerkûkê, dema ku wan firoşgehên
(dikkan) xwe digirtin, hatin revandin. Kurdekî çaremîn, endazekî
(muhendis) sîvîl, li gundê El-Açana, 30 km li Başûrê
Kerkûkê, hat revandin.
Bi ser de jî, Ebdul Xaliq Ehmed, Misriyekî 43 salî, ku li
benzînxaneyekê kar dikir, di
10
Çile 2005
de, li hemberî ciyê karê xwe, li Kerkûkê, ji aliyê zilamên
çekdar ku bi du ereban hatin hat revandin. Li gora kolonêl Elî
Ehmed, hin ji wan cillên Leşkerê
Iraqî yê Nuh li xwe kiri bûn.
Di 14
Çile 2005 de,
zilamên çekdar sê berpirsiyarên Partî Dêmokratî Kurdistan di
kemînekê de li Mûsilê kuştin.
Di bûyereke din de, laşê
pêşmergeyekî
Yekîtî Niştimanî
Kurdistan li parêzgeha Qereqiş
hat dîtin. Ew berê deh rojan hati bû revandin.
Di 27
Çile 2005 de,
kamyoneke bombekirî li nêzîkî avahiya Partî Dêmokratî Kurdistan
li Sincarê teqiya. Ji kêmasî ve 15 kes mirin û 30 birîndar bûn.
Di malpera xwe ya entêrnêtê de, koma islamî ya El-Zerqawî xwedî
li vê kuştinê
derket û yek ji têştên
ku tê de gotin : “Ev qedera her ajanekî Cihû û Xaçparêzan e”
bû.
Di 31
Çile 2005 de,
rojek piştî
hilbijartinan, têrrorîstan 12 polîs li Kerkûkê kuştin.
Di 07 Sibat 2005 de,
polîsek, dema ku li navenda Kerkûkê tişt
dikirrîn, ji aliyê êrîşkeran
hat kuştin.
Sermayedarekî girîng ê kurd jî, Nejat Muhiddîn, 58 salî, dema ku
nivîsgeha xwe ya têlêragihandinan (télécommunications) û
kompyûteran li Kerkûkê digirt, hat revandin.
Di eynî rojê de, du endamên Partî Dêmokratî Kurdistan di ereba
xwe ya sîvîl de li Mûsilê hatin kuştin.
Li eynî bajarî,
şerr
di navbera pêşmerge
û têrrorîstan bûn. Du pêşmerge
hatin kuştin.
12 Sibat 2005,
zarokekî kurd ê 13 salî ji aliyê êrîşkeran,
dema ku bi top li kuça Keramayî li Mûsilê dilîst, hat kuştin.
Di 13 Sibat 2005 de,
6 cuhanên kurd ji aliyê êrîşkeran
li taxa Salamî, li Mûsilê, hatin kuştin.
Sê ji wan hatin gulle kirin û 3ên din jî di ereba xwe de
şewitîn.
Ev qurban ji gundê Qesrokê, li Kurdistana Iraqê, diçûn Bexdadê
ji bo ku tê de kar bikin.
Di 19 Sibat 2005 de,
zilamên nenas ên çekdar
şêxekî
sunnî yê kurd, Melle Muhammed Rustem Kaka, serokê Encumena
Ulemayan (zanayên olî), di erebekê de li Kerkûkê kuşt.
Şêx
58 salî bû û nêzîkî Partî Dêmokratî Kurdistan bû.
HUMAN RIGHTS WATCH
ÎRANÊ TAWANBAR DIKE
Di 07 Kanûn 2004 de,
rêxistina amerîkî ya mafên mirov, Human Rights Watch, dadiya (edalet)
îranî bi bikaranîna êşkencê
ji bo neçarkirina rojnamevan û aktîvîstên civaka sîvîl ên girtî
ku “nameyên îtirafê”, ku tê de xwe tawanbar (bi sûc)
dikin, imza bikin tawanbar kir.
Human Rights Watch peyt (isbat) dîtin ku jêpirsên servîsên dizî
ji bo van karan di salên 1990 de ji aliyê serokê îranî Mohammed
Xatemî hati bûn dest nîşan
dan (ta’yîn kirin), lê ku îro ew karbidestên wezareta dadiyê ne.
Di van “nameyê îtirafê” û “xwetawanbarkirinê” de,
girtî divên ku bêjin ku mercên (şert)
girtina wan baş
in û ku rêxistinên civaka sîvîl beşek
ji “projeya
şeytanî”
ku ji aliyê “biyaniyan û dijberên
şoreşê”
tê ajotin in.
Rêxistin bangî hukûmeta îranî kir ku van jêpirsan rake û wan
dadgeh bike, girtinên nezagonî rawestîne, hemî girtiyên siyazî
azad bike û li gora neçarkirinên mafên mirov ku di peymanên
navneteweyî de hatine nivîsîn biçe
PENABERÊN KURD ÊN
ÎRANÊ DIÇIN
SWÊDÊ
Di 08 Kanûn 2004 de,
185 penaberên kurd ên Îranê, ku ji 18 mehan de li çolekê li
nêzîkî sînorê urdunî-iraqî diman, bi firokekê çûn Swêdê, ji bo
ku ev welat mafê penaberiya siyasî da wan.
Mudîrê Rêxistina Navneteweyî ya Derhatîbûnê li Urdunê, Fernando
Arocena, da zanîn ku wê rojê ewê penaber ji kampa tranzîtê li
Rojhilata Urdunê bihatana birin firokegeha Ammanê. Û wî got ku
ev kom ji 131 kesên mezin, 49 zarok û 5 zarokên piçûk (bêbê) pêk
hati bû.
Di Teşrîn
2004 de, 202 Kurdên Îranê ên din jî çû bûn Swêdê (li bultena me
ya buhurî binêre).
Ev 185 penaber (multecî) piştî
şerrê
Iraqê di 2003 de ji Iraqê ber bi sînorî urdunî reviya bûn.
MUZEYEKE CILLÊN
KURDÎ LI KERMANŞAHÊ
Di 11 Kanûn 2004 de,
muzeyeke ji bo cillên cihê yên kurdî ji aliyê Servîsa Kevneşopa
Çandî
û Tûrîsmê li Kermanşahê,
li Başûrê
Kurdistana Îranê, hat ava kirin.
Mudîra lêgerînên li ser vê muzeyê,
Şehla
Cavaherî, got ku Muzeya Cillên Kurdî tê de cillên êlên (eşîr)
Kurdên Kermanşah,
Qesrê
Şîrîn,
Cavanruh, Pave, Uramanat û Kolya, û yên hin Azeriyên ku li
navçeya kurdî ya Sonqorê, li Kurdistana Îranê, dijîn hene.
Piraniya cillan ji salên 1920 heta 1930 ne. Hin ji yên navçeya
Gîlanê Garb ji sedsalekê bêtir in.Ew cillên mêr û jinan û gewher
in. Û wê got : « Ez hêvî dikim ku di wêbê de her bajarekî
kurdî li Îranê muzeya wî yê taybetî hebe ».
SEREDANA WEZÎRÊ
ÎRANÎ YÊ KARÊN DERVE BO TIRKIYÊ
Di 24 Kanûn 2004 de,
wezîrê îranî yê karên derve, Kamal Xarzaî, çû seredana Enqerê û
tê de rastî serok Ahmet Necdet Sezer û wezîrê karên derve,
Abdullah Gül, hat. Ev yek di çarçeva gerreke navçeyî li Sûriye û
Lubnanê de bû. Ji derveyî lihevkirinên li ser hevkariyeke
bazarganî û servîsên ewlehiyê (emniyet), ew li ser Iraq û
istiqrara navçeyî peyivîn. Her du alî endîşeya
xwe ji daxwaziyên Kurdên Iraqê li ser bêtir otonomî û ji
kartêkirina (te’sîr) ku ev yek dikare li ser Kurdên Îran,
Tirkiye û Sûriyê bike ravekir.
PROTÊSTOKIRINÊN
PARÊZGARÊ BANÊ
Di 10
Çile 2005 de,
rûniştevanên
Banê, bajarekî Kurdistana Îranê, bi hêrs li dijî parêzgarê
parêzgeha xwe xwe pêşan
da (meşiyan)
û bi kevir û daran êrîşî
buroya wî kir, piştî
ku ew hîn bûn ku Kurdek, Ibrahîm Hasanzade, ji aliyê hêzên
ewlehiyê yên dewletê hat kuştin.
Di 01
Çile de,
hêzên ewlehiyê yên dewletê Ibrahîm Hasanzade li ser pireke gundê
Bwîn ragirti bû û piştre
gulle kiri bû. Di eynî rojê de, hin rûniştevanên
ku ev nûçe hîn bûn ketin buroya parêzgar û cezakirina kujeran (qatil)
xwest. Desthilatan polîsên hêzên taybetî anîn ji bo ku bi
hêlîkoptêrên ku ji bajarê Sanandajê yê kurdî hatin anîn êrîşî
xelk bikin.
Di 04
Çile de,
endamekî kurd ê Bane li parlementa îranî, Faxroldîn Haydarî,
bikaranîna bipergal (muntazam) a
şiddetê
ji aliyê hêzên ewlehiyê li dijî welatvanan pejirand (qebûl kir).
Wî got ku di Kanûn 2004 de du kesên ji navça wî ji aliyê hêzên
ewlehiyê hatin kuştin
û du kesên din jî bi giranî hatin birîndar kirin.
MEHKÛMKIRINA
ROJNAMEVANEKE KURD
Di 10
Çile 2005 de,
piştî
dozeke (da’wa) katjmêrek (saet) û nîv, dadgeha « Şoreş »
a bajarê Mahabadê, li Kurdistana Îranê, rojnamevana kurd,
Şemzînî
Cihadî, bi sê sal û sê meh zîndan mehkûm kir, ji bo rexnekirina
wê ya rejîma îranî di warê pelixandina mafên mirov de. Piştre,
mehkûmkirina sê salan hat cemidandin, lê Dadgehê ferman da ku
girtina wê ji bo 91 rojan li zîndaneke ku tê de girtiyên siyasî,
canî û merivên mafya hene bê bi cî anîn !
Banû Cihadî rojanmevaneke ku di warê azadiya ravekirinê (peyv) û
mafên jinan li Îranê de aktîf e. Wê gelek gotar nivîsîn û
reportaj li ser pelixandina jina îranî kirin.
KONFÊDÊRASYONA
NAVNETEWEYÎ YA SENDÎKAYÊN AZAD DADIYA ÎRANÎ REXNE DIKE
Di 24
Çile 2005 de,
Konfêdêrasyona Navneteweyî ya Sendîkayên Azad (CISL), ku li
Bruksêlê ye, daxuyaniyeke çapemeniyê weşand
û tê de got ku ew li dijî doza duyemîn a girtî ya 7 serokên
sendîkacî, ji bo « pêkanîna kombûneke illêgal » di 1
Gulan 2004 de, li Saqizê, li Kurdistana Îranê, derdikeve.
Doza li dijî Borhan Dîvangar di 25 Kanûn 2004 de li Dadgeha
Şoreşger
li Saqizê bû, lê guhdarîkirinên ku diviyan di eynî rojê de bibin
ji bo mêjuyên (tarîx) cihê hatin
şûn
de xistin. Ev yek ji bo ku zoriyan ji çavdêrên navneteweyî, ku
dixwest ku beşdarî
dadgehkirinê bibin, derxîne.
Doza li dijî Mohsên Hakimî di 16
Çile
2005 de bû û yên li dijî Mahmûd Salehî, Mohammad Abdîpûr û Jalal
Hoseynî ji bo 1, 6 û 14 Sibat 2005 hatin dest nîşan
dan. Doza li dijî Esmaîl Xodkam, ku ewê di 11
Çile
2005 de biba, hat
şûn
de xistin.
CISL çend caran û bêhûde (bê netîce) tecrube kir ku vîzayên
ketinê bistîne ji bo ku çavdêrên navneteweyî karibin beşdarî
dozan bibin. Wê di vî warî de ji serokê îranî Xatemî re jî di 29
Kanûn 2004 de nivîsî.
Sekreterê giştî
yê Konfêdêrasyona Ewropî ya Sendîkan (CES) piştgiriya
CISL kir û rewşa
karkerên îranî ji Kommîsyona Ewropî re ravekir. Ev yek hişt
ku giftûbêj bi Îranê re di 12
Çile
2005 de li ser Lihevkirina Bazarganî û Hevkariyê dest pê bikin.
SEROKÊ AMERÎKÎ
BANGÎ ÎRANIYAN DIKE
Di 03 Sibat 2005 de,
serokê amerîkî Georges W. Bush li ber Kongra amerîkî siyaseta
welatê xwe ji bo çar salên wêbê ravekir. Dema ku ew li ser Îranê
peyivî, wî got ku eger gelê îranî ji bo azadiya xwe li ber xwe
bide, ewê Amerîka piştgiriya
wî bike.
PENABERÊN KURD ÊN
ÎRANÊ LI SÎNORÊ IRAQÎ-URDUNÎ
Di 11 Sibat 2005 de,
Kommîsarya Bilind a Penaberan a ONU (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî)
« HCRONU » endîşeya
xwe ji bo 102 penaberên kurd ên Îranê, ravekir. Ev penaber li
Iraqê, li nêzîkî sînorê urdunî, piştî
nepejirandina Urdunê ku pêşwaziya
wan bike, dimînin. Û ji wan re hat qedexe kirin jî ku xwe
bigihînin 660 penaberên ku piraniya wan Kurdên Îranê ne û ku ji
salek û nîv de li kampa El-Taş,
ku li çolekê di navbera van her du welatan de ye, dimînin.
Li gora ajansa ONU, ev 102 penaber ji comerdiya rêwiyan (kesên
ku derbas dibin) û di mercên hewayî yên gel zor de (serma û
bayên xurt) dijîn. Ew berê çar heftan ji kampa xwe ku li
Rojavaya Bexdadê bû reviya bûn. Di nav wan de, ji kêmasî ve 5
jinên avis (bi heml, giran) û jimareke mezin a zarokan hene.
PEVÇÛN
DI NAVBERA KURDAN Û POLÎS DE
Di 13 Sibat 2005 de,
bi hinceta sersaliya 26mîn a
Şoreşa
islamî,
bi hezaran kes derketin kuçên Mahabadê, li Kurdistana Îranê, ji
bo protêstokirina birrîna gaz, av ê êlêktrîkê ji çend rojan de.
Ev birrîn xelk ji kirrîna nan bêpar (mehrûm) kir û dibistan
neçar kirin ku bên girtin.
Di sermayeke mezin de (-15°), xwepêşandî
li hemberî avahiya hukûmetê civiyan. Cuhanan sloganên ku
sersaliya 26mîn pîroz dikir
şewitandin.
Hêzên ewlehiyê, polîs û polîsê taybetî (bassîjî) yên îranî êrîşî
wan bi daran kir û ji kêmasî ve 10 kes ragirtin. Xwepêşandiyan
jî sloganên li dijî rejîmê davêtin. Du polîs hatin birîndar
kirin.
Di 21 Sibat de,
xwepêşandanên ji vî celebî gihajtin bajarên din ên kurdî : Serdeşt,
Saqiz û Bane. Li Serdeştê,
ji kêmasî ve 200 kes, nemaze yên cuhan, hatin ragirtin. Li
Saqizê, piştî
pevçûnên ciddî, hêzên ewlehiyê neçar bûn ku birevin. Li Banê, bi
sedan xwepêşandî,
nemaze yên cuhan, hatin ragirtin û birin jêpirsînê.
DIJBERIYA ÎRANÎ
FÊDÊRALÎSMÊ DIXWAZE
Di 21 Sibat 2005 de,
tevgera fêdêralîst a îranî, ku tevgerên cihê yên dijberiyê (muxalefet)
li hemî Îranê dinimîne (tesmsîl dike), li Londonê civiya û
biryar stend ku yek bibe. Ev rêxistina nuh navê xwe kir Kongra
Fêdêral a Îranî (KFÎ) û soz da ku ji bo Îraneke dêmokratîk,
fêdêral û laîk bixebite.
SÛRIYE Û KURDISTANA SÛRIYÊ
MANGIRTINEKE BIRÇÎBÛNÊ
YA GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD
Di 03 Kanûn 2004 de,
nêzîkî 20 girtiyên siyasî yên kurd mangirtineke (grêv) birçîbûnê
dest pê kir, ji bo xwestina baştirkirina
mercên (şert)
girtina xwe. Ew li zîndana Adra, li nêzîkî
Şamê,
piştî
serhildana 12 Adar 2004, dimînin.
RAGIRTIN Û PIŞRE
AZADKIRINA NIVÎSKAREKÎ KURD
Di 04 Kanûn 2004 de,
parêzer û aktîvîstê sûrî yê mafên mirov, Enwer El-Bunnî, da
zanîn ku nivîskarekî kurd ê Sûriyê, Taha Hemîd, li sînorê
sûrî-tirkî ji aliyê desthilatên sûrî, dema ku ew ji seredaneke
bo Tirkiyê vedigeriya, hat ragirtin. Wî bangî azadkirina wî û ya
hemî girtiyên siyasî kir.
Di 16 Kanûn 2004 de,
Mîrza Hemîd hat azad kirin.
Di Teşrîn
2004 de, Mîrza El-Bunnî da bû zanîn ku nêzîkî 600 girtiyên
siyasî, ku ji wan 200 Kurdên ku di serhildana Adar 2004 de hati
bûn ragirtin, li Sûriyê hene.
RAGIRTINA 4 CUHANÊN
KURD
Di 05 û 06 Kanûn
2004 de,
hêzên ewlehiyê yên sûrî 4 cuhanên kurd li Amûdê, Kurdistana
Sûriyê, ragirtin : Adil Xalid Îsa, Hesen
Şêxmûs
Şihab,
Ebdulkerîm Muhiddîn Hesen û Mehmûd Yasîn Ibrahîm. Ev yek ji
sedema bûyerên xwînî yên Adar 2004.
BEXIŞANDINEKE
SEROKÎ JI BO 112 GIRTIYÊN SIYASÎ
Di 07 Kanûn 2004 de,
bi bexişandineke
(efû) serokê sûrî Beşşar
El-Esed, desthilatên sûrî 112 girtiyên siyasî, ku piraniya wan
Birayên Misilman in, azad kirin. Lê ev bexişandin
ne gihajt 200 Kurdên ku piştî
bûyerên Adar 2004 hati bûn girtin. Di Tebax 2004 de, 100
girtiyên din hati bûn azad kirin.
BANGEKE REPORTERÊN
BÊ SÎNOR JI SEROKÊ SÛRÎ RE
Di 08 Kanûn 2004 de,
bi nêzîkbûna roja navneteweyî ya mafên mirov (10 Kanûn),
rêxistina Reporterên Bê Sînor bangî serokê sûrî Beşşar
El-Esed kir ku ji azadiya çapemeniyê re rûmet (hurmet) bike û
rojnamevanên sûrî ku li zîndanê ne azad bike.
BANGEKE PENABERÊN
KURD ÊN SÛRIYÊ KU LI KURDISTANA IRAQÊ NE
Di 09 Kanûn 2004 de,
penaberên kurd ên Sûriyê ku li kampa penaberan a Muqbilî, li
Duhokê, li Kurdistana Iraqê dimînin, bi hinceta sersaliya 56mîn
a Danezana Cihanî ya Mafên Mirov, bangî rêxistinên mafên mirov
ji bo mafên Kurdan li Sûriyê kir. Li vê kampê nêzîkî 600 kes –
jin, mêr û zarok – ku piştî
pelixandina xwînî ya desthilatên sûrî di Adar 2004 de reviya bûn
hene.
POLÎS KOMBÛNEKE BÊ
DESTÛR BELAV DIKE
Di 09 Kanûn 2004 de,
bi hinceta Roja Navneteweyî ya Mafên Mirov (10 Kanûn), çend sed
kes meydana
Şehbender,
li navenda
Şamê,
girt ji bo ku balan bikişînin
pelixandina mafên mirov li Sûriyê. Polîs 9 ji wan, ku piraniya
wan Kurd bûn, katjmêrek (saetek) ragirtin û piştre
azad kirin.
ENCUMENÊN MAFÊN
MIROV LI SÛRIYÊ SERÎ DIDIN ONU
Di 10 Kanûn 2004 de,
bi hinceta Roja Navneteweyî ya Mafên Mirov,
şandeyeke
(dêlêgasyon) encumenên parastina azadiyên dêmokratîk û mafên
mirov li Sûriyê, û jimareke partiyên siyasî yên kurdî li Sûriyê,
çûn avahiya ONU (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) li Jenêvê, Swîsê.
Ew bi awakî fermî (resmî) ji aliyê nimînendeyekî Sekreterê Giştî
yê ONU hatin pêşwazî
kirin û wî soz da wan ku nameya wan bide Mîrza Kofi Annan. Piştre,
şande
çû balyozxana (sefaretxane) Sûriyê ku ne xwest ku nama wê
bistîne.
Loma wê name xist qutiya nameyan a balyozxanê.
SÛRIYE Û ÎRAN PIŞTGIRIYA
TÊRRORÎSMÊ LI IRAQÊ DIKIN
Di 15 Kanûn 2004 de,
alîkarê wezîrê iraqî yê berevaniyê (şerr,
parastin), gênêral Hikmet Mûsa, got ku servîsên dizî yên iraqî
ji kabîna wezareta wî re belgeyên ku beşdarbûna
Sûriye û Îranê di piştgiriya
têrrorîsmê li Iraqê de, piştî
ragirtina têrroîstên ku ji van welatan hati bûn, peyt kir (isbat
kir) pêşkêş
kirin.
PROJEYÊN PÊŞDEBIRINÊ
YÊN YEKÎTIYA EWROPÎ NAGIHÊJIN KURDISTANA SÛRIYÊ
Di Kanûn 2004 de,
lihevkirineke Ewropî-Sûrî li ser bicîanîna projeyan li Sûriyê,
ji bo 18 milyon €, ji aliyê wezîrê sûrî yê idara taxî û
hawirdorê, Hilal El-Atraş,
û mudîrê rêxistina alîkariyên ewropî, Richar Farber, hat imza
kirin.
Ev proje ji bo pêşdebirina
5 parêzgehên (wilayet) sûrî ne : Heleb, Laziqiyye, Tartûs, Hums
û Dêr El-Zor.
Tu parêzgeheke kurdî tê de nîn e ! Li gel ku Kurdistan Sûriyê
navçeya dewlemendtirîn bi çandin (ziraet) û maddeyên pêtrolê ye,
rûniştevanên
wê di xizaniyeke (feqîrî) mezin de dijîn û ji her avakirinekê
bêpar (mehrûm) in.
RAGIRTINA 4 KURDAN
Di 20 Kanûn 2004 de,
ewlehiya leşkerî
ya Dêrikê, li Kurdistana Sûriyê, 4 Kurd ragirtin : Ehmed Ramadan
Ibrahîm, karbidestekî
şaredariyê
(belediye); Celal Ramadan Ibrahîm, karbidestekî
şaredariyê;
Celal Melle Sabrî, bazargan; Hac Ebdulqadir Muhammed Elî, firoşê
gaz.
Ev yek piştî
bûyerên xwînî yên Adar 2004. Ew ji
şaxa
ewlehiya leşkerî
ya Qamişlî
re hatin teslîm kirin. Eva dawîn jî ew teslîm kirin
şaxa
Filistînê li
Şamê.
QEWIRANDINA
XWENDEKAREKE KURD
Di 20 Kanûn 2004 de
jî, xwendekareke kurd, Saliha Nizameddîn, ji navçeya Quneytra,
ji dibistana Xewla Bint El-Ezwer hat qewirandin. Ev yek ji bo ku
wê sloganên partiya Baas her serê sibê dubare ne dikirin û ku
zimanekî ku li dijî nizamê ye dipeyivî. Mudîr, Muhammed
El-Nayêf, hergav dubare dike ku meriv nikare bi zimanekî ku ne
erebî ye li dibistanê bipeyive û Kurdên Iraqê bi xayin bi nav
kirin.
SEROKWEZÎRÊ TIRK DIÇE
SEREDANA SÛRIYÊ
Di 22 Kanûn 2004 de,
serokwezîrê tirk, Recep Tayyıp
Erdoğan,
tevî 140 sermayedarên tirk, ji bo seredaneke du rojan çû Sûriyê.
Ew li
Şamê
rastî serokê sûrî Beşşar
El-Esed û serokwezîr Muhammed Najî El-Utarî hat ji bo
giftûbêjkirina li ser lihevkirinên dualiyî û rewşa
Iraqê. Ji 1987 de, ev cara yekemîn e ku serokwezîrekî tirk diçe
Sûriyê.
Her du alî lihevkirineke ku tê de çend projeyên hevrayî hene
imza kir. Proja girîngtirîn ew e ku Tirkiye destûr (izn) bide ku
avên çemê Diclê bên pompe kirin ji bo avdana 150.000 hêkarên erd
li sêguhçeya sûrî-tirkî-iraqî (li Kurdistanê) û ya avakirina
kendaveke (baraj) hevrayî li ser çemê Asî, li nêzîkî qezaya
Iskenderûn.
Sermayedarên tirk rastî hogirên xwe yên sûrî hatin ji bo pêşkêşkirina
projeyên bi 200 milyon dolar, ji xeynî projeyên nuha yên bi 150
milyon dolar.
KOMBÛNA EREBÎ JI BO PIŞTGIRIYA
PIRSA KURDÎ
Di Kanûn 2004 de,
112 ronakbîrên ereb, ku piraniya wan li derveyî welêt dijîn,
Kombûna Erebî ji bo Piştgiriya
Pirsa Kurdî ava kir. Ev kombûn dibêje ku ew ji partiyên siyasî
serbixwe ye û amanca xwe ya piştgiriya
pirsa kurdî û xurtkirina pêwendiyan di navbera roknabîrên ereb û
kurd dide zanîn.
MEHKÛMKIRINA ENDAMEKÎ
PKKÊ
Di 26 Kanûn 2004 de,
Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya
Şamê
endamekî PKKê, Kawa Muhammed Henan, bi çar sal zîndan mehkûm
kir. Ew ji bo beşdarbûna
rêxistineke dizî, tecrubekirina anîna zararê ji hevalbendeke
Sûriyê re (Tirkiye) û “tecrubekirina veqetandina perçeyekê ji
axa sûrî” hat bû tawanbar (bi sûc) kirin.
Parêzerê Henan û aktîvîstê mafên mirov, Enwer El-Bunnî, da zanîn
ku doza (da’wa) 5 Kurdên din, endamên PKKê, li Dadgeha Taybetî
dewam dike.
SEROKWEZÎRÊ SÛRÎ LI
SER “XÊZA SOR » DIPEYIVE
Di 28 Kanûn 2004 de,
di hevpeyvîneke bi têlêvîzyona tirkî ya arizî (prîvê) NTV re de,
serokwezîrê sûrî Najî El-Utarî da zanîn ku rêzayê (ma’na)
avakirina dewleteke kurdî ya serbixwe li Iraqê pelixandina
“xêza sor” e ji bo Sûriya ku weka hevsiya (cîran) xwe
Tirkiye di endîşê
de ye (ne rehet e). Ev danezan piştî
seredana serokwezîrê tirk Recep Tayyıp
Erdoğan
bo Sûriyê hatin kirin. Wî bi ser de jî got ku herriya iraqî
tehilke ye ji bo hemî welatên hevsî û ku her yek ji wan divê ku
ji bo tiştên
ku li Iraqê dibin hessas be.
ENCAMA MAFÊN MIROV
LI SÛRIYÊ DI 2004 DE
Di 30 Kanûn 2004 de,
parêzer û aktîvîstê mafên mirov li Sûriyê, Enwer El-Bunnî, ji
ajansa çapemeniyê Reuters re da zanîn : « Eger hûn bi rastî
li pelixandina mafên mirov di 2004 de binêrin, hûnê bibînin ku
ev sal xerabtirîn 5 salên dawîn bû ». Wî bi ser de jî got ku
tiştê
tenê yê baş
ew bû ku pirs (kêşe,
problêm) nuha, ji sedema tezyîqkirina welatên ewropî li ser
Sûriyê di warê pelixandina wê ya mafên mirov de, aşkere
bûye, lê ku guhertinên rast di zagonên (qanûn) ku welêt hukm
dikin de nîn in.
AMNESTY
INTERNATIONAL JI HUKÛMETA SÛRÎ RE DINIVÎSE
Di 07
Çile 2005 de,
şaxa
almanî ya Amnesty International nameyek ji hukûmeta sûrî re li
ser girtiyekî kurd ê Sûriyê, Ebdulqadir Suleyman, ku di 22 Kanûn
2004 de li Dêrikê, li Kurdistana Sûriyê hat ragirtin, nivîsî.
Amnesty di nama xwe de dibêje ku li gora malbata vî girtiyî,
Mîrza Suleyman piştî
bûyerên 12 Adar 2004 hati bû girtin, lê ku ew ji dil nexweş
bû û ku jiyana wî di tehlikê de bû. Name ji serokê sûrî Beşşar
El-Esed, balyozê sûrî li Berlînê, wezîrê sûrî yê karên derve û
ji dadmend (hakim) re hatiye nivîsîn. Ew ji wan dixwaze ku
bersîvên pirsên Amnesty li ser Mîrza Suleyman bidin.
RAGIRTINA 4 KURDAN
Di 09
Çile 2005 de,
çar Kurd li Dêrikê, ji sedema bûyerên 12 Adar 2004, hatin
ragirtin : Reşîd
Ehmed Reşîd,
endaz (muhendis) ; Zuheyr Muhammed Hesen û Abdullah Qasim
Ibrahîm, du karbidestên dermanxaneyekê ; Fethullaj Sadullah,
karkerek li nexweşxana
neteweyî.
RAGIRTINA 7 CUHANÊN
KURD
Di 15
Çile 2005 de,
hêzên ewlehiyê yên bajarê Amûdê, li Kurdistana Sûriyê, 7 cuhanên
kurd ragirtin : Rewend Ibrahîm
Şwêş,
Berzanî Muhammed Kerro, Mehmûd Abdulqudus Kerro, Enes Fewzî Ebdo,
Xebat Salih
Şêxo,
Şoreş
Ibrahîm Hac Qasim û Rehîb Mehmûd Îsa. Sedem û ciyê ragirtina wan
ne naskirî ne.
MERWAN USMAN DEST
BI MANGIRTINEKE BIRÇÎBÛNÊ
DIKE
Di 18
Çile 2005 de,
Merwan Usman, Kurdekî Sûriyê, endamê partiya kurdî Yekîtî û
nivîskar, ku nuha li Almanya dimîne, dest bi mangirtineke (grêv)
birçîbûnê ya vekirî li Hannover kir, ji bo ku bala ramana tevane
ya navneteweyî bikişîne
pelixandina Kurdan ji aliyê hukûmeta sûrî.
Di 26
Çile de,
girtiyên siyasî yên kurd li zîndana Adra, li nêzîkî
Şamê,
jê re nameyeke gelek germ nivîsî û jê hêvî kir ku mangirtina xwe
ya birçîbûnê rawestîne.
Di 27
Çile de,
şandeyeke
(dêlêgasyon) partiya Keskan, ku partiyeke
şirîka
desthilatê ye, çû seredana wî û nameyek ji serokwezîr Schröder
re li ser vê babetê nivîsî.
Di 31
Çile de,
4 Kurdên din xwe gihand Merwan Usman ji bo ku pê re vê
mangirtina birçîbûnê bikin : Elya Hesen Koçero, Selîm Biçûk,
Tengezar Marînî û Ferhad Ehmê.
Di 04 Sibat de,
serokê
şaredariya
(belediye) Hannoverê, ji partiya sosyal-dêmokrat ku li
desthilatê ye, konfêranseke çapemeniyê pêk anî û tê de piştgiriya
xwe ji bo daxwaziyên Merwan Usman da zanîn.
Di 11 Sibat de,
Merwan Usman hat birin nexweşxanê
ji sedema têkçûna saxiya wî.
Di 12 Sibat de,
wî da zanîn ku ew û hevalên xwe vê mangirtinê radiwestînin.
MANGIRTINEKE BIRÇÎBÛNÊ
YA KURDÊN SÛRIYÊ
Di 08 Sibat 2005 de,
nêzîkî 50 girtiyên kurd, ku li zîndana Adra li
Şamê
ne, dest bi mangirtineke birçîbûnê kir, ji bo protêstokirina
mercên xwe yên girtinê yên xerab.
AZADKIRINA 55
GIRTIYAN
Di 12 Sibat 2005 de,
Rêxistina Mafên Mirov li Sûriyê da zanîn ku desthilatên sûrî 55
girtiyên siyasî, ku ji wan Lubnanî, Iraqiyek, Tûnisiyek û 5
Filistînî, hatin azad kirin.
MEHKÛMKIRINA 15
KURDAN
Di 15 Sibat 2005 de,
Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya
Şamê
da zanîn ku ew 4 Kurdan ji bo 3 sal zîndan û 11yên din ji do 2
salan mehkûm dike. Ew hemî ji sedema bûyerên Adar 2004 hatin
girtin.
4 Kurdên ku sê sal zîndan stendin ev in : Guhdar Huseyn Xalid,
Şîndar
Hecî Muhammed Yûsif,
Şiyar
Hecî Muhammed Yûsif û Mesûd Umer Xalid.
11 kesên ku du sal zîndan stendin ev in : Tewfîq Ramadan Hesen,
Ciwan Ebdulrehman Xalid, Hesen Elî Umer, Dilgeş
Ibrahîm Xalid, Diyar Muhammed Emîn Elî, Rêbaz Hecî Yûsif, Zerdeşt
Hecî Muhammed Yûsif, Umer Muhammed Xêr Umer, Xîvara Hesen
Şukrî,
Murad Aslan û Menal Huseyn Ebdê.
AMERÎKA BALYOZÊ XWE
YÊ LI
ŞAMÊ DIKIŞÎNE
Di 15 Sibat 2005 de,
piştî
kuştina
serokwezîrê lubnanî yê berê, Reqîq Herîrî, hukûmeta amerîkî
balyozê (sefîr) xwe yê li
Şamê
kişand.
Berdevkê hukûmeta amerîkî, Richard Boucher, Sûriye bi beşdarbûna
vê kirina têrrorîst û bi destûrdayîna têrrorîstên Iraqê ku
xebata xwe ji axa wê bikin tawanbar (bi sûc) kir.
PKK VEQETIYAYEKÎ
XWE DIKUJE
Di 17 Sibat 2005 de,
Kurdekî Sûriyê, ji navçeya Efrînê, Kemal
Şahîn,
ji aliyê PKKê li Suleymaniyê, li Kurdistana Iraqê hat kuştin.
Mîrza
Şahîn
sekreterê Rêkeftina Dêmokratîk a Kurdî li Sûriyê bû, lê ew û
endamên din ên vê partiya nuh ji berê di PKKê de bûn û jê
veqetiyan.
DOSYEYEK LI SER
SÛRIYÊ
Di Sibat 2005 de,
kovara sêmehî ya almanî ya serbixwe INAMO dosyeyek li ser Sûriyê
weşand.
Nivîskarên ereb û alman tê de siyaseta hukûmeta sûrî û ya
dijberiya (muxalefet) sûrî wasf kirin. Nivîskarê kurd, Ehmed
Hiso, jî tê de gotarek li ser serhildana kurdî ku di 12 Adar
2004 de li Qamişlî
dest pê kir û ku di nav çend rojan de derbas bû tevayiya
Kurdistana Sûriyê,
Şam
û Helebê jî, nivîsî.
KURDÊN YEKÎTIYA SOVYÊTÎ YA BERÊ
KURDÊN ERMENISTANÊ
DI SÊ BEŞAN
DE TÊN PERÇE
KIRIN !
Di Kanûn 2004 de,
Navenda Lêgerînên Stratêjîk li Ermenistanê « lêgerînek » kir. Li
gora wê, Kurdên Ermenistanê ji sê gelên cihê pêk tên : Yezîdî,
Kurdên Yezîdî û Kurdên din ! Rappora wê bi sernivîsa « Rewşa
zarokên hindikayiyan li dibistanên Ermenistanê » derket. Lê em
dizanin ku yezîdî Kurdên ku oleke wan a taybetî heye û ku ew ne
gelekî din in.
Wezîrê ermenî yê hindikayiyan, Hranûş
Hratyan, civînek bi mamosteyên kurd ên gundê kurdî Elegez re pêk
anî. Wî ji wan re got ku ji nuha û pê ve ewê perwerdekirin û
pirtûk bi zimanê yezîdî bin ! Mamosteyan bersîv da ku zimanê
yezîdî nîn e û ku Yezîdî bi kurdî dipeyivin. Lê wezîr xwestinên
wan ne pejirandin.
Mamosteyên kurd Navenda Lêgerînên Stratêjîk bi xwestina
perçekirina Kurdan tawanbar kir û mudîrê dibistana Elegezê,
Rustem Teyo, da zanîn ku ev lêgerîn tu bingeheke wan a zanyarî (ilmî)
nîn e. Û wî got ku ewê helwesta xwe li hemberî vê siyaseta
hukûmetê ku bi zanebûn li dijî Kurdên Ermenistanê tê ajotin
bistîne.
MIRINA DENGBÊJÊ
ERMENÎ GARABÊTÊ XAÇO
Di 15
Çile 2005 de,
dengbêjê ermenî yê navdar, lê ku hergav bi kurdî distira,
Garabêtê Xaço, li gundê Vozkihaderê, li nêzîkî Erivanê, li
Ermenistanê, di 103 saliya xwe wefat kir. Em li jêr kurteya
jînenîgariya wî, ku ji aliyê Brûsk
Şîwîr
Reşvan
hatiye nivîsîn, diweşînin :
Ew di 1902 de li Beşîrî,
nêzîkî Batmanê, li Kurdistana Tirkiyê bû. Wî hemî malbata xwe di
nijadkujiya ermenî ya 1915 de hunda kir, lê ew ji aliyê
malbateke kurd hat kutah (xelas) kirin. Di 1929 de, piştî
serhildana kurdî ya
Şêx
Seîd, ew tevî gelek Kurdên Tirkiyê reviya Qamişlî,
Kurdistana Sûriyê.
Di 1946 de, Garabêtê Xaço û malbata wî çûn Ermenistanê, gundê
Vozkihaderê, li nêzîkî Erivanê. Ew tê de heta mirina xwe ma.
Dema ku radyoya Erivanê di 1955 de dest bi weşanê
kir, wî tê de bi salan bernameyên stranên kurdî pêşkêş
kirin. Hema tu Kurdek nîn e ku heyranê kilmaên wî ne maye : Eyşana
Elî, Evdalê Zeynikê, Diyarbekir paytex e, Edûlê, Çûme Cezîrê,
Filîtê Qûto, Zembilfiroş,
Derwêşê
Evdî, Meyrê û gelekên din. Wî ev kilam bi hogiriya bilûrvanê
kurd ê navdar Egîdê Cimo digotin.
« Min li Kurdistanê, gava ku ez 8 salî bûm, dest pê kir ku
bistirêm û min hergav kilamên xwe bi kurdî stirane. Hûn nikarin
tu kilam bi zimanekî din, heta ne bi ermenî jî, bibînin. Ez Kurd
im û ez hemî kilamên xwe bi kurdî distirêm. Min tucar ji bo pere
ne stiraye. Di adetên dengbêjan de eyb e ku meriv ji bo pere
bistirê. Ez dikarim mehek,
şev
û roj, bê rawestan bistirêm »,
wî digot. Kurdên Yekîtiya Sovyêtî ya Berê ku ew nas kir van
gotinên wî tam dirastînin û heyraniyeke wan a mezin ji wî re
heye.
Dema ku Garabêtê Xaço li Qamişlî
bû, girêdanên wî yên hevaltiyê bi helbestvanê navdar Cigerxwîn û
dengbêjê mezin Muhammed Arif Cizîrî re hebûn. Li Ermenistanê, ne
bitenê wî hundera xwe gihand du nifşên
dengbêjên kurd, lê wî gelek dengbêj di nav Kurdên yezîdî de jî
hîn kirin.
FÊRÊN ZIMANÊ KURDÎ
LI SÎBÎRYA
Piştî
hilweşana
Yekîtiya Sovyêtî, gelek Kurdên ku li Ermenistan û Gurcistanê
dijiyan ber bi Rûsya û Ewropa Rojava reviyan.
Li Sîbîrya (Rûsya), dibistana pêşîn
N° 77 a bajarê Novosibirsk îsal dest bi hînkirina zimanê kurdî
kir. Ji bo ku çarîkeke xwendekarên vê dibistanê Kurdên yezîdî
ne, dê û bavên wan, ku piştgiriya
wan ji aliyê ronakbîran û rêxistina civakî « Şems »
hat kirin, daxwaznameyek da idara
şaredariya
(belediye) Novosibirsk ji bo ku destûr bide zarokên wan ku
zimanê kurdî li dibistanê hîn bibin. Daxwaziya wan hat
pejirandin û di 05
Çile
2005 de komeke taybetî hat ava kirin. Li gora vê projeya ku
dewam dike, her komek ewê ji 12 xwendekaran pêk bê.
ZAROKEKÎ KURD
ÇEND XELATÊN
KARATÊ LI MOSKO DISTÎNE
Di 28 Teşrîn
2004 de,
zarokê kurd, Alan Hemîd Melle Sedîq, xelata baştirîn
lîzvanê karatê, ji bo pîvana (wezn) 30 kg, li Mosko û dorên wê,
stend. Ew yekemînê 131 zarokên ji 7 heta 9 salî, ku beşdarî
vê yariyê (musabeqe) bûn, bû. Alan Kurdekî Sûriyê ye, ku tevî
malbata xwe derhati bû Rûsya. Dema ku jê hat pirsîn ku çima wî
lîzê karatê bijartiye, wî ewha bersîv da : « Ji bo ku ez xurt
bibim û Kurdistanê biparêzim » !
Di 20 Kanûn 2004 de,
Alan du nîşanên
din ên zêrîn, cardin ji bo pîvana 30 kg, stendin. Vê carê wî
daxwaziya xwe ku beşdar
bibe yariyên navneteweyî, bi hildana ala kurdî, ravekir !
PIRTÛKEK LI SER
KURDÊN URDUNÊ
Di Kanûn 2004 de,
nivîskarê kurd Muhammed Elî El-Siwêrekî, pirtûkeke bi sernivîsa
« Kurdên urdunî û rola wan di avakirina Urduna nûjen de » nivîsî.
Pirtûk ji aliyê weşanxana
Sindbad hat weşandin.
Ew encama 17 sal lêgerîn û hevpeyvîn e.
Piştî
ku nivîskar dîroka Kurdistanê dibêje û taybetiyên gelê kurd bi
giştî
wasf dike, ew dibêje ku Kurd ji dema Şerrên
Xaçparêzan de li Urdunê dijîn, ji bo ku piraniya wan serbazên leşkerê
sultanê kurd ên navdar Salaheddînê Eyyûbî bûn. Piştî
azadkirina Sûriyê (Sûriya mezin a wê gavê) ji aliyê Salaheddîn,
ev Kurd li taxên kurdî li
Şam,
Heleb, Trablus, Salt, Qahire, Safad, Gaza, Nablus û Xelîl bi cî
bûn.
Kurdine din jî di çarçeva leşkerê
osmanî de hatin Urdunê. Li gora nivîskar, jimara Kurdên Urdunê
digihêje 15.000 – 20.000. Ew dirastîne ku ew îro jî bi riha xwe
(esl) ya kurdî serbilind in. Ji navdartirîn kesahiyên (şexsiyet)
kurdî di warên siyasî û aborî li Urdunê de : Xeyreddîn Zêrkelî,
serokê encumena hukûmeta urdunî ; Reşîd
El-Medfe’î, mudîrê ewlehiya giştî
di 1923 de û wezîrê hundirî û yê berevaniyê di 1937 de ; Se’d
Jum’a, du caran serokwezîr di 1967 de ; endaz (muhendis) Salah
Jum’a, wezîrê çandinê ; Dr Eşref
El-Kurdî, wezîrê saxiyê ; Se’d El-Dîn Jum’a, wezîrê karên
serokwezîr ji 20 salan bêtir. Ev yek ji derveyî gelek balyoz (sefîr),
sermayedar, serokên
şaredariyan,
parêzgar, lêger û arşîvîstan.
Abdul-Rahman El-Kurdî hîmdarê weşanxana
yekemîn li Urdunê bû. Û wî, tevî Se’d El-Jum’a, rojnama « El-Heq »
(Maf) di 1974 de, û piştre
kovara « El-Urdun El-Hedîs » (Urduna Nuh), weşandin.
FÊSTÎVALA MUZÎKA
KURDÎ LI HEWLÊRÊ
Ji 14 heta 18 Kanûn
2004,
Festivala Muzîka Kurdî li Hewlêrê, li eywana Medya, bû. Ev
fêstival ji aliyê wezareta çandê hat pêk anîn û komên cihê yên
muzîk, stran û dîlanan ji her çar perçên Kurdistanê û ji
Ermenistanê hati bûn vexwendin (dawet kirin).
Serokwezîrê kurd, Nêçîrvan Berzanî, fêstival vekir û bi dirêjî
li ser muzîka kurdî û rola hunermendên kurd di têkoşîna
gelê kurd ji bo azadiyê de peyivî. « Hunermendên kurd roleke
mezin di nasandina Kurdan di warê navneteweyî de dilîzin »,
wî got. Piştre,
wezîrê çandê, Samî
Şoreş,
û parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî, peyivîn.
Li dawiya fêstivalê, wezîrê çandê, Samî
Şoreş,
di axaftina xwe de ewha got : « Dibe ku dijminên me karibin
Kurdistanê di çar perçan de beş
bikin, lê ewê tucar nikaribin çanda me perçe bikin ».
FÎLMEKE KURDÎ LI
FÊSTIVALA NAVNETEWEYÎ YA BERLÎNÊ
Ji 10 heta 20 Sibat
2005,
li Berlînê Festivala Navneteweyî ya 55mîn a Fîlm « Berlinale »
bû. Li hundirê vê fêstivalê, fêstivala 28mîn a fîlmên zarokan
hebû. Fîlmçêkerê kurd ê Îranê, Behmen Qobadî, bi fîlma xwe ya
dawîn « Kîso jî dikarin bifirrin » beşdarî
wê bû. Di vê fîlmê de, ew zarokên Kurdistana Iraqê, ku mill û
çîpên wan bi mînan (lexm) hatine jêkirin, nîşan
dide.
Fîlma Qobadî li gelek fêstivalên navneteweyî gerriya û li gelek
eywanên sînema yên Ewropa û Amerîka hat nîşan
dan. Fîlmçêker ji bo vê fîlmê û fîlmên din xelatên cihê stendin.
DEH FÎLMÊN ZAROKAN
LI MALPEREKE ENTÊRNÊTÊ
Di 21 Sibat 2005 de,
bi hinceta Roja Navneteweyî ya Zarokan, malpera entêrnêtê « Dibistana
Kurdî » 10 fîlmên kurdî yên ji bo zarokan weşandin.
|