|
Were Adarê
were
Bêwar
Ibrahîm
Were Adarê
were !
Birînê ji
ser birînan biçine ,
Tovê hêvî
û xewnan di xaka cegerdariyê de biçîne ,
Konê
şîn-nameyan li ber dergehê xwe vegre ...
Tabûrên
leşkerên Kurdayetiyê
Li ber
dergehê keleha te
dûrêzî
hev dibin ,
Bê
vexwendin xwe vexwendî
Govenda
şîn û şadiya te dikin .
Were Adarê
were !
Bela ....
serokê serokan Barzaniyê nemir
Di sînga
konê bîranînan de rûne ,
Pirtûka
dîroka rojê ji bin şalê xwe derxîne
Û bi serê
xencera xwe êş , derd û keserên
Dîroka
şîniyên vî welatê birîndar şanî me bike,
Bela ...
rêk û şivîlekan di bedena çiyayên astengan de ji nû
li ber me veke û di bin barana dilopên xwînê de
serboriyên rêka azadiyê ji me re
bixwîne .
Were Adarê
were !
Bela ...
destpêka dîlana berf û baranê bi stiran , lawik û
heyranokên
me bin ,
Bela ...
xwendina şalûl û bilbilan ji şîn û şadiyên me bin
Bela ...
hatina berbang û êvaran bi ken û girîyê me bin,
Bi
girnijandin û ponijandinên me bin,
Bi ketin û
serketinên me bin .
Were Adarê
were !
Emê bi hev
re di bin barana xwîna dîrokê de bimeşin ,
Cîwazya
reşbînî û geşbîniyê ...
Li ser
zendên cegerdariya mêran
li hev
mehr bikin .
Heger em
ji rojên te şerm û fihêt ne kin,
Bela ...
şermîniya me ji hêsrên serok Mesûd Barzanî be,
Ku ji yekê
sibata malwêran ve dêmê wî ziwanebûne .
Dêmê wî
ku nexşê Kurdistanê li ser şînhatiye ,
Milê wî
ku Alayê Kurdistanê hilgirtiye ,
Hizra wî
ku rêbaza Barzaniyê ne mir
Li her çar
aliyên dinyayê belavkiriye .
Were Adarê
were !
Ava jiyanê
ji serê tilîyên Pêxemberên Kurdayetiyê biherikîne
...
Wijdanên
hişk , ziwa û bêol av bide ...
Bela ...
nevîyên Beko , Cimo û Nicmo ... xwe tahir bikin ...
Bela ...
siwarên tozê û reşahiyê ...
Xwe hinekî
ji qirêj û gemarê daweşînin .
Were Adarê
were !
Li ber
dergehê dîrokê rûne û binehwirîne :
Hey Felekê
xayinê te çima li me wakir
Te mala me
xera kir
Te konê me
ji nav konana rakir
Te dilê
dostan şikan
Dilê
dijminan bi me şa kir ...
Rûpelên
newêrek û derewîn ...
Ji nav
rûpelên wê jêke û biçirîne ...,
Bi her sîh
û yek rojên xwe bike hawar û qêrîn :
Mane bese
... bejna genimê me bi dasên neyaran tê çinîn .
Ma ne bese
... nanê tisî bi hêsir û xwînê tê nimandin .
Ma ne bese
... birînên kûr û dijwar bi tif û dijûnan têne
kewandin .
Were Adarê
were !
Tûrê şîn û
şadiyên xwe
Li ser
serê Kurdan vala bike ,
Nema xeme
...
Biryara
dengê azadiyê yeke nabe dido :
Mahabad
muhra me ye
Hewlêr
paytexta me ye
Qamişlo
vîna me ye
Diyar
bekir mala me ye
Were Adarê
were !
Çiya ...
li ber bahozan na hejin
Asman ...
ji dengê berik û bumban na qelişin
Wijdan û
mirovantî ... li ber agirê şer û xerabiyê
Naqijilin
û nayên sotin .
Emê li ser
rêbaza Pêxemberê Kurdayetiyê
Barzaniyê
Nemir bimeşin ...
Û li ber
hênkaya bayê azadiyê û
Tîna
welatê rojê ji Mahabad , Hewlêr ,
Qamişlo û
Diyarbekir re bibêjin :
Bîngeha
welatan
Mirov in
Û bîngeha
mirovan
Ziman e
Û zimanê
Kurdî
Ji birûnên
we re
Xweş
derman e
Xewş
derman e
01/03/2005
|