Hêzên ewlekarî û asayişên
dewleta Sûriyê di êvara Newrozê
de bi çekan êrîş birin ser
komên şahiyê li bajarê Qamişlo.
Di encama êrîşan de ta nuha 3
kurd şehîd ketin û herî kêm 5
brîndar in, di nav wan de rewşa
2 kesan pir tirsnak e.
Ev erîşa hov a rêjîma Sûriyê
careke din xurustiya wê ya
xwînmij û hov bo kurdan û raya
giştî diyar dike. Rêjîma Baas
a regezperest û şofînîst, her
ku diçe bikaranîna tund û
tujiyê li dijî xelkên rojavayê
Kurdistanê bi awayekî berfireh
bi kar tîne. Hêzên ewlekariyê her
derfeteke ku ji wan re çêbibe
bo kuştin û terorkirina kurdan
bi kar tînin. Vê carê jî komên .şahiya Newrozê, ku gunehê wan
ew bû ku mûm û xetîreyên cejnê
vêdixistin û li ber stran û
mûzîkê şahî dikirin, bûn
armanca kîna reş a dewletê.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê
Kurdistanê ji gelê kurd bi
tevayî û ji tevgera siyasî ya
kurd li rojavayê Kurdistanê bi
taybetî hêvî dike ku bi
.şêweyekî berpirsiyar li hemberî
rijandina xwîna kurdan tev
bigere û kiryarên xwînrêj ên
rêjîma Sûriyê riswa û şermezar
bike û bi awayên layiq li dijî
van kiryaran berxwedanê bike.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê
Kurdistanê
20.03.2008
Navên şehîdan:
1- Mihemed Zekî Ebdelah Remezan,
navê diya wî Selîma ye- 25 salî
2- Mihemed Mehmûd Hisên Daûd,
navê diya wî Samiya- 18 salî
3- Mihemed Yihya Eslan- 35 salî
Navên brîndaran:
1. Kerem Brahîm Yûsif, 23 salî
2. Riyad bavê Rêdûr
3. Mihyeldîn Cemîl Îsa, navê
diya wî .şikriya ye- 35 salî (
rew.şa wî gelekî xerab e)
4. Mihemed Xêr Hac Xelef – 25
salî