|

We got
Qamişlo !
Yar
Di bin
darê zorê de
Nabin
neyar û
Neyar li
ber ava kewsrê jî
Nabin yar
...
Ew kesên
geh
yar in
geh neyar in
Wê bibin
komir di nav agirê
Durû û
duzimaniya xwe de ;
Ava
biradostiya zelal
Ji xwêya
bêwijdaniya wan
Girik nabe
,
Cegerdariya mêrên çê
Li ber
bahoza zor û setemkariyê
Nayê
tewandin
Nayê
livandin
Nayê
şikandin ...
Cegerdarî
Wê bibe
qamçî û xencer
Ji bo
ewrên reş hilên ji ser rojê û
Dîrok bê
şûştin
Ji gemar û
tozê .
*****
We got
Qamişlo
Deryayên
bê deng
Li ser
peravên
Bajarên
xewin û hêvîyan
Xilmaş
bûne ,
Xweş zanin
Ku silavên
sar û cemidî
Di kelkela
germa havînê de
Wê sar û
bê tîn bin ,
Ne her
lêvên girnijandî
Nîşana
zelalî û bêrîbûnê ne ,
Çendî em
destê xwe
Dirêjî
rastiyê bikin
Maskên
sexte
Ji ser wan
dêmên kenok
Têne xwarê
,
Dibin
taxek mezin
Ji bajarên
şehlewendiyê
Û sed
mixabin ...
Rastî xwe
kerroke dike ,
Ber bi
aşopiyê ve direve
Derew ,
şelafî û edxemiyê
Li şûna
xwe dihêle ;
Belê ...
kesera mirovantiyê
Ji dîliya
kelevajiyê aza dibe
Dide pey
şopa rastiyê
Maskên
sexte û derewîn
Li ber xwe
Rût û tazî
dike ,
Wan didêre
û dihêre û
Tavêje
binê embarên jibîrkirinê ,
Genî dibin
... dipiçpiçin
Ji ava vê
gemariyê
Dibin
benîşt di nav diranên
Roj û
salên bênamûs de ...
*****
We got
Qamişlo !
Rêkên agir
û dijwar
Dibin
pêyên wê de dicefilin ,
Yekê
sibatoka dînik
Ew hejand
lê qet neşikand ,
Xweliya
ber êvarê di roja
Diwazdê
adara xwînlî de
Bû
bahozeke xeniqî
Di gerdena
cegerdariyê de
Cegerdariya te Qamişlo .
Buhara
Bi xwînê
bi xemile
Nekizire û
geş bimîne ,
Nanê ku bi
hêsir û xwêdanê
Binime û
êşa birçîbûnê bikuje ,
Axîn ,
nalîn û hawara
Ku di
qefesa sîngê de
Winda nebe
ne fetise ,
Bîr û
baweriyên resen
Ku li ser
û bin maseyên
Tirs û
bazirganîyê de
Neyên
dotin
Neyên
firotin
Neyên
kuştin ...
Wê mirinê
bikin jiyan û
Jiyanê
bikin stiran ,
Mane bese
??!
Kefenê êş
û derdan
Ji
lorandinê rizîya ,
Dêmê roj û
salan
Di asmanê
welatên bê war de
Ji pencên
wêranîyê
Bûne gelî
û newal .
Meyxana
mirinê
Birînên
lawînî û mêrxasiyê dike
MEY
Û di
peyalên qederê de
Li mirîyên
zindî digerîne .
*****
We got Qamişlo !
Serencama civîna
Pêxemberên Kurdayetiyê
Li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî
Serê bahozê di bin
Baskên xwe de tewand
Nalîna ( Gazinda Xencer )a
Mîr Celadet Bedir-xan
Lepên bê mehderan weşand ,
Çiyayê Qasiyûn
Ji sûbûna wê hejiya ,
Ava Fîcê ji ber germahîya
Dengê wan Pêxemberan
Rawestiya ,
Bêpirs
Şerim kir xwe negirt
Ji pirtûkxaneya ( Elzahiriyê )
Reviya ,
Û Selah Eldînê Eyûbî
Isa yê Pêxember
Ji ser xaçê daxist ,
Li şûna wî xwe xaçe-dar kir
Bê poşmanî bê dûdilî got :
Ew buhara min çand
Mir û şewitî ...
Ma bê sirûd û stiran ;
Min Orşelîm kir musilman
Lê mixabin ...
Toza salan li min zîvirî
Îro musilman bûne
Rim û şûr
Li ser sînga Kurdan .
****
We got Qamişlo !
Wê adarek here û yek were ,
Lê adara xwînê
Wê bibe heyv û roj
Berf û baran
Stêr û stiran
Li ser sînga her
Çar demên salê ,
Wê jiyanek bimire
Lê yeke nû wê bibişkive
Bela navan biguherîn in ,
Rûbarên birînan biherikîn in ,
Berik û gulleyan
Li ser sînga mirovantiyê biçîn in ...
Mane emin mirin
Na ... em li pêşiya mirinê dimeşin
Erê ... Em li pêşiya mirinê dimeşin .
*****
We got Qamişlo !
Xetîrên welatan
Azadiye
Rastiye
Cegerdariye ...,
Dergeh û pencereyên ku
Di bin pêyên rojên lewitî de
Herifîbûn ...
Bi ava berbangên nû re
Ava dibin ,
Ronahîya xaka reş
Mirina xweşik hildibjêre ,
Li ber çirûskên vê ronahîyê
Encûmenên şîn û şadîyan
Lavij û ayetan
Di holên jiyan û mirinê de
Ji pêşerojê re
Di xwîn in .
*****
We got Qamişlo !
( Bi kulîlkekê
na be buhar lê
Kulîlkek nîşana buharê ye )
Û buhar nîşana
Geşî û felatê ye ,
Qamişlo xweş zane
Li warê wê
Kî yare , kî neyare ?!
Kî bi ware , kî bê ware ?!
Kîne Qira-kewên dîl
Zordar û setemkarên kwîr ...
Qamişlo pîr nakin û
Nasnama wê winda nakin ,
Evîn paytexta wê ye û
Lehengî warê wê ye .
*****
We got Qamişlo !
Deng û bê dengî û vedengî
Bi yek dengî dibêjin :
Aferîn sed aferîn
Qamişloka xwînlî aferîn .
01/02/2005 |