HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN
 ROJAVA LI DERVE
  

 

 

 

 

   
 
 

  Malper

 Hevgirtin 

 Rojava

 English 
  Swedish

  Daxuyanî

  Endam

  Komîte

 Rêbaz

 


 

 

 
 

 

Ji çavên kildayî

Gefan li dilê min dixwin

Dema ku bijanên tarî

Li rûyê heyvê

Tîr û kevanên xwe kişandin

Di şevên sawgirtî de

Li teşiya xewnên min

Bê deng û reng

Hatin pêçan

Û deştên beyarên şevê

Ranînan teng dikir

Deştên beyarên şevê

Ji kanîkên çavan

Temenekî nû av didan

Û nema li dûv

Tavên payizî

Û berfa havînê

Koçeriya xwe saz dikir

Tenê dizanî

Tîbûn bi aramiyê

Têlên xwe dişkînin

 

Hawara xewnê

Di bin paniya

Evîndarekî de

Kanîkên Zemzemî

Li sînga şevê der dike

Û hemû welatiyên tî

Pê mejiyên xwe dişon

Kanîkên rondikan

Li xewneke berbangî

Hêvîyên xwe dikizirandin

Û di nav pêlên awiran de

Fetisîn .

11. 01. 05

AWIRÊN JARDAYÎ

ARŞEVÊ OSKAN

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005