H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv




hîn du rojên başûrî
 

rojava.net 20.04.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rainer Maria Rilke

 

Ji elmanî:
Ebdulrehman şêx Efîf

 

 

 

Perçeyê dawî

 

Mirin mezin e.

Em yên wê ne

Bi devekî biken.

Kêlîka em xwe di orta jiyanê de dibawerin,

Ew diwêre bigirî

Di orta me de.

 

 

Pêşhest

 

Ez wek bêreqekê me bi dûrahiyan pêçayî.

Ez bayan dizanim, yên tên, û gerek wan bijîm,

Li bîska tişt li xwarê hîn xwe nalivînin:

Derî hîn nazik tên girtin, di agircihan de hîn

Bêpêjnî ye;

Pencere hîn naricifin, û toz hîn giran e.

 

Di vê bîskê de ez bahozan dinasim û bi canliv im

Wek derya.

Û xwe dihazirînim û dikevim xwe

Û xwe davêjim û ta dawî tenê me

Di bahoza mezin de.

 

 

 

Pêşî

 

Bide timî bedewiya xwe berdirêj

Bê hejmartin û bê axaftin.

Tu nadengî. Ew li cihê te dibêje: ez im.

Û bi hezarên wateyan têt,

Têt dawî bi ser herkesî ve.

 

 

 

Pêşveçûn

 

Û dixume dîsa kûrjiyana min bilindtir,

Mîna di peravine bermezintir re hildiherike.

Hertim kûrtir tişt ji min re dibin merivtir

Û eşkeretir wêne.

Li hember bênavî, xwe bawertir dihestim:

Bi hisên xwe, wek bi firindeyan, digihêjim

Ezmanê bi ba ji dara çilo,

Û bindiave roja derizî ya golan

Mîna li ser masiyan rawestiyayî, hesta min.

 

 

Rojek payîzê

 

Xwedê: çax e. Havîn gellekî mezin bû.

Destê xwe deyne ser seetên rokan,

Û li ser korîdoran bayan veberde.

 

Bifermanîne fêkiyên dawî, da mişt bin;

Bide wan hîn du rojên başûrî,

Wan bidehfîne gihiştinê û bidûrxe

Şêrîniya dawî di badeya dijwar de.

 

Yê xaniyê wî aniha nîne, dê lêneke hîn yekî ji xwe re.

Yê aniha tenê ye, dê wa dûdirêj bimîne,

Wê bihişyare, bixwîne, nameyine dirêj binivîse

Û wê biçe û bê li rêdaran

Netebitî bigere, kêlîka pell li ber ba dadifirrin.

 

 

 

 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE