|
ez ü saza xwe bi
hevere em mezin
bun..!!
Hevpeyvîn degl
hunermend Zubêr
Salih berprsyarê
yekitiya
hunermendên
rojavayê
kudistanê
Hevpeyivîna
Husên Ehmed
Zubêr Salih
hunermendekî
hêjaye û bi
qedir û qîmete
di asmanê
stirana kurdî wî
cihekî bilind
girtiya nemez li
ba ciwamerê
gelêrî yên ji
stranên resenî
hezdikin ew
stiranên kevnar
têr meqam dema
merov li wan
guhdarî dike can
û derûna merov
zelal dibe û dil
şadibe , bezma
van strana ji
vîna sofîdara ye
ev curê hanê
kirî biber
nemanê ve biçwa
lewra hunermend
zibêr salih
hizrê xwe da van
sitrana û gewher
di wande dîtbû
rabû ji nûve ev
sitran şînkirin
bi awazên xweyî
nazdar û dengê
xweyî xweş û
şanaz bi vî
awayî zubêr
salih derbasî
dil û hûnavê
guhdara bû û
bandore wî li
mirov hebû ta
zubêr salih bû
hunermendekî
navdar li hundir
û dervê welat wî
bi awaz û stranê
xwe di hofik û
şevbihêrkên
kurda de avîndar
dilşakirin û
bêrkal jiyana
wan pakkirin wek
melayê cezîrî yê
agirê avînê di
kezeba de gur
kiribû bi
helbestên xwe .
1- bi kurtî
jiyana xwe bi me
bide naskirin
wek mirovekî
navdar
*- berî her tişî
ez spasya we
dikim ji bo vê
hevpeyvînê, ez
wek têm naskirin
bi navê xwe ê
rastî Zubêr
Salih min qet
tucarî navekî
din li xwe
nekiriye, ez ji
malbatek hunerî
me bavê min deng
bêj bo û birayê
min muzîk jen
bun ,ez hatim
dunyê û tembur
berî min li malê
daliqandî bo, di
zarok tiya xwe
de ez fêrî vê
sazê bum û nayê
bîra min ko
carekê min
nizanî bo lê
sazê xista ez û
saza xwe em bi
hevere mezin bun
û me gelek tişê
xwesh û ne
xweşbi hevra
derbas kir, û di
zütirîn dem de
min hewl da go
ez stranê xwe bi
xwe cêkim da ko
berhemê minî
taybet hebin
,min ne xwest ez
bimînin her
stranê
hunermendê berî
xwe bêjim û di
dema mede bê
goman gelek
zahmetî hebun lê
dîsajî min ew
qeyd şkan û min
berdewam kir
2- tu gelek cur
û şêweya
vedhojîne wek
stranê şahiyê û
yên netewî û
hinek stran
bezma wan
giranin û hinin
din bezma wan bi
lez û sivêkin û
hin şerqîne û
hin xerbîna bo
çi ev cûrana
giştik li ba te
peydadibin , di
raya tede ev
bezmên sivik û
bilez mirov di
cîhana hunerî de
windadikin gelo
tu bi kude dice
te rêka çi
dibistane ji
xwere hilbijart
tu di çi warîde
hêza xwe mosîqî
dibîne..?!
*- li vir di
xwazim tişî
zelal bikim min
ne tenê helbestê
xwe gotiye min
helbestê gelek
helbestvanê kurd
gotiye wek minak
/Bêbuhar/Tîrêj/Ceberxwîn/Xemgînê
remo/Cafer Taha/Hemîd
dirbas/ezîz
xemcivîn /ahmed
huseynî/kawa şxê/kerîmo/Seydayê
Cizîrî/ û gelekî
din,lê awaz min
hewldayê go ez
awazê kesî ne
bêjim jiber
taqatê min heye
û ez ne bi hewcî
go awazê kesî
bêjim lê ne
kêmasîke heger
ez awazê
hevalekê xwey
hunermend bêjim
, û cima ez
helbestê cêdikim
û dibêjim ewjî
sedemek xwe heye
û ew sedem jiber
dema ez
helbestekê ji
hestê xwe
cêdikim wê gavê
ez karim ya dilê
xwe bêjim û
bînim ziman ji
ber ez bawer
nakim go yek
karibe hestê min
û tişê ez di
xwazim bîne
ziman wek go ez
karim pirsa 2
dinerîna min de
rengê hunera min
rengekî taybete
û hestekî nazike
û ez naxwazim
wek tu kesî bim
ez dixwazim ez
wek xwe bim wek
Zubêr Salih û
qet rojekê ne
fikirîm ez xwe
bikim wek kesekî
ji ber ezjî
mirovim wek vê
xelkê.
3-Bi nerînek
hunerî tu mosîqa
kurdî çawa
dibîne nemez li
kurdistana
rojava, di nava
vê lezêde û
pelobonê de ya
awazên ne durist
derdixîne ye
qenc û xerab
tevlîhev dike û
em mecbûrin li
wan guhdarbkin..?!
*- berî ez
nerîna xwe bidim
ez xwe nabînim
bi qwasî wê yekê
go ez nêrîna xwe
bidim ser hevalê
xwey hunermend û
muzîka wan lê ez
karim bi giştî
ser hunera me ya
rojava bi axivim
di nerîna min de
huner buye
karekî herî
hesan ji bo
qezenc kirina
pera û xwe
naskirina bi
xelkê, her yekî
go nikarî bo
karekî bike berê
xwe daye hunerê
ji ber ew ya
herî hesane go
pera qezenc bike
û xwejî bide
naskirin bi
xelkê lê evjî
wek ew qirsh û
qalê go li ber
bê dikevin
bilind dibin û û
shewq didin û zü
zü dikevin lê
huner ewe go
hunermend her û
her bilind bi be
ü bilnd bi be û
nekeve û neyê
jibîr kirin
gerek em vê yekê
zanibin ,pir
hatin û cün û wê
bên û wê herin û
hunermendê rast
wê wek ew qurmê
dara gwîzê yanjî
dara xwrma wê
her serê wî li
jor be û bilnd
be
4- tu xwe
himberî kê
dibîne ji
hunrmendên
pêşinde û gilo
te tiştekî nû li
wan zedekiriye
di vî warî de en
tiştekî xuya te
bikar anîye
piştî van salên
bûrî .?!.
*-ez karim bêjim
ez di nabera 2
cîla de derbas
bum yek jê cîlê
said yusif ü
nemir M.şxo û
cîlekî din di pê
wanre hat ez di
nabera herdo
cîla de bun yanî
dan û stendina
min bi herdo
cîla re bo min
bi nemir M.şxo
re stran gotin û
said yusif û
cîlê din jî wek
dawid adwanî ü
abdulqadir
silêman ü nezîr
mihemed û gelekî
din , û heger tu
bi xawaze nas
bike bê ez li
kîjan qatê me di
nav hevalê xwey
hunermende ez
dibêjim ez ji
kesî ne cêtirim
ez wek her
hevalekî xwe me
,lê di dest pêkê
de min got û ez
na xwazim wek
kesî bim ez di
xwazim di hunerê
de rengekî minî
taybet hebe û ez
bawerim heye ,lê
min ci li muzîka
kurdî zêde kir,
ez karim bêjim
min gelek lê
zêde kir min 19
berhem zêde kir
û ev tişî ne
hindike yanî dor
200 stran min
zêde kir û ev
jimarek ne
hindike
5- tu ciqasî xwe
girêdayî dibîne
bi cî û warê xwe
ve bandora cî
çiqasî li te
heye û gelo ev
bandor di awaz û
stranên tede
xuyadikin çî
bandore
kurdistana
serbixwe li te
hebû dem tu çû
serdana wê ..?!
*- bi rastî
bandura cîh li
ser mirov gelek
heye û ev yek li
ba min hat diyar
kirin dema ez ji
welat kocber bum
û hatim welatê
biyanîyê û
hatina min 5 sal
ji hunera min
paşxist ji ber
min 5 sala tu
berhem dernexist
ü sedem
guhertina cih bo
ji ber dema ez
li welat bum tim
hezkiryê min
doza stranê nuh
li min dikirin û
minjî xwesteka
wan pêk tanî lê
li van welata
mirov ji civaka
xwe dure û kesî
nêzîkî te go te
tev bide tune
jibo vê yekê
tujî jibîr dike
go tu hunermende
ü cavê gel li
riya stranê tene
û sedema herî
mezin dür buna
ji civakê ye
6- tu ji çi
avakiriye wek
hunermend çi
taybetmendîyên
te hene di werê
miz û xêvzanînê
de , hunermend
çawa bi nav û
deng dibe di jêr
vê qerebalexê de
ya perda guhê
merov diteqîne..?!
*- bingeha min
malbata min bo
go min xwe li
ser wê bingehê
avakir û
hezkirina min ji
muzîkê re
7- tu ji ku
sermyanê xweyî
giyanî û
merovanî distîna
û çawa tevlî
cymenê dibe , tu
dewlemende bi
peyv û guteyên
ku bandore wan
li derûna merov
heye, yên nêzîkî
filkilor û
kultorê kurdîne
awana hîn di
jiyana mede
berdewam dikin ,
bêgoman te bi
jîrbûn û jêhatî
û hizrê nazik
watak nûjen daye
bêjeyên kurdî
kevnar dema ew
stranê hêja te
jiwan derhinêr
kirin ev
taybetmendîk li
ba zubêr salih
tenê peyda dibe
, gelo bi saya
hizrên teyî
nazikbû yê
naskir çawa zîv
û zêrê kultora
me şîn bike ..?!
*- wek berî ana
min got civak
pir giringe ji
bo hunerê ü
hunermend , ez
timî hewl didim
go naveroka
strana min ji
nav cîrokê
civaka min be ez
tim derdê gelê
xwe tînim ziman
û ji bo vê yekê
ez hatim
hezkirin ü
qebulkirin ji
ber min derdê
gelê xwe tim di
stranê xwede di
got ci evînî ba
û ci civakî ba û
ci welat parêzî
ba û gelek tişê
din ez tim bi
zimanê gelê xwe
di axivin û ev
tişî pir giringe
ji ber wê gavê
gelê te dibîne
tu êş wî tîni
ziman ji lewra
tu cihê xwe di
dilê gelde
cedike û min
tucarî gelê xwe
bi stranê xwe ne
xapandiye ji ber
ezjî yek ji vê
civakê me
8- gelo raset e
ew peva dibêja (
peyva xweş û
awaza baş û
vehojîna qenc )
sedema
biserketina
hunermende tu
dibê çi..?!
*- bê goman ev
raste wek min
got dema tu bi
zimanê gel
strana xwe şrove
dike wê caxê tu
milet ber bi xwe
ve dikşne û bi
rastî gotinê ez
hildibjêrim tim
balkêşn û xweşn
,ez tucarî
stranekê nabêjim
heger ez jê ne
razîbim , û ez
tim li nav
serpêhatîyê gel
digerim ê evînî
ü civakî bi
taybet ji bo vê
yekê ez dibînim
go ciwan û pîre
mêr ü her beş
gel ji min hez
dikin û heta
zarok
9- piştî vê kuça
dirêj tu çi
sudmendiyê di
hunerê xwede
dibêne te gelek
ilbom û hofik û
şevbihêrk
bêşkêşkirin li
welat û li derve
, te cê xwe di
nav hunermendên
kurdî mezin de
çêkir , Zubêr
Salih gotina
dûmahî gelo tê
çi bêje wek
stranbêjekî
mezin bi nav û
deng , besî teye
ku tu xwediyê (
sebah alxeyîrî
xanamin ) ya can
û dil û kezeba
guhdara di
hilîne , gelo bi
saya te wê
stirana kurdî
pêngavek hêja wê
bi aliyê hunerê
resen ve bavêja..?!
*- di vê riya
dûr û dirêj go
ev bêhtirî 30
sal ez di nava
hunerê de
kelîyam bê guman
min gelek da
hunera xwe
hunera kurdî û
min gelek jî jê
stend bi rastî
ev pirs gelekî
giringe û bi
cend gotina
nikarim bersivê
bidim , ji ber
min di jiyana
hunerê de gelek
tişê xwesh û
piroz dît min
gelek hevalê
xweşk û delal
nas kir min
gelek şvê di bin
runahîyê kesk û
sor û zer û şn
de derbas kir û
li ser sahnê
medyê kurdî min
pir stranê xweş
gotin . min
gelek bajarê go
insan bi hisreta
dîtina wanin min
şvê xweşlê wan
bajara derbas
kir li gelek
paytextê dunya
yê geriyam ü ev
bajarê ez di
cümê tim
hezkiriyê min
pêşazya min
dikirin ,tim
rûîyê xweşk bi
mire dikenin û
gelek tişê din ,lê
minjî gelek ji
jiyana xwe da vê
hunerê ez bi şvê
dirêj bê xew
dimam ji bi bo
ez stranekê
xweşcêbikim xelk
di ketin xewê ez
dimam şyar
hevalê min di
cün seyran geha
ez di mam di
malde ji bo
helbestekê û
stranek nuh bi
afrînim , ji bo
strana ((sebah
al xêrî xana
min)) bi rastî
vê stranê gavek
mezin da min lê
nayê wê wateyê
go ev strana
minî herî xweş
na ji ber min
gelek stranê wek
wê cêkir lê ji
ber ne hatin
weşndin wek (sebah
al xêrî
xanamin)nehatin
naskirinjî wek
wê ,min 10
helbestê cizîrî
awaz dan û tev
xweşn lê ne
hatin weşndin û
riya xwe nedîn
wek( sebah al
xêr) û heger ez
her tişî bêjim
wek min got ev
bêhtirî 30 sal
huner mere
nikare tevî di
hevpeyvînekê de
bîne ziman, li
vir ez pir pir
spasya we dikim
ji bo vê
hevpeyvînê û ez
pir kêf xweşm go
hevalê minî hêja(
husên ehmed) go
ev hevpeyvîn bi
mire kir spas
dikim ji bo
malpera we û
serkefin ji ber
kar û xebata we
ÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜ
Têbîn:
Wergera pirsa û
pêşgtinê ji
zimanê ereb î;
Zagros Osman
|