|
Ev cara yekemîne ku şakiyek di
bin navê (şahiya xelatkirinê )ji aliyê komîtek serbixwe ji
xwendekarên kurd li zanîngeha Helebê tê li dar xistin û wan karîbû
bala pirr sazîyan bikşan da ser karê xwe û ev gav bibe ciyê rûmetê
li cem kurdê sûryê.
Di encamê bi qasî 22 rewşenbîr "
kurd û ereb " tevlî konserê bûn , û 600 kes hazir bûn wek tamaşevan.
Di vê şahiyê de du hûnermende
giran buha di nav gelê xwe de hatin xelat kirin
Yek ji wan
BAQخ XIDO
dengbêjê destana : edûlê - mem û zîn – bê mal - dewrêşê evdî …
غ ji ber ku temenê Baqî Xido "Bavê
Evdelê "bûye94 sal û ti cara di jiyana xwe de nehatiye xelatkirin û
pirr stranên wî wenda ne l(bêtir tê naskirin di herêma KOBANخ de ) ,
lewra komîtê xwest wî kelat bike .
Hûnermendê din MEHMغD
EZخZ bû
xwedî gelek awaz û stran di hûnera kurdî
de
programa şahiyê fireh bû bi
beşdariya hûnermend Teyar (xwdî strana Hey jinê ya ku
gelekî belav bû di nav kurdê sûriyê de ) û Cemîl Mûrad (wî jî
karîbû tamaşevana rake ser pêlên awazên xwe û bi taybetî bi strana
yara minê .
koma şano jî şanoyek bi zimanê
Erebî pêşgeş kir bi navê (مذكرات رجل
من هذا الزمان )
(( lîstekvanên şanoyê li
gor derketinê " Mustefa Mûsa – Mustefa Elmehmûd – Mesûd Ebdî –
Ferzat Ehmed - Sadiq şêxo – Hisên Margo ))
di dawiya konserê de sê sikêtşe
bê deng hatin pêşgeşkirin ji aliyê koma şano .
tê gotin ku gelek nameyên spasiyê
û rûmetkirinê hatin ji komîtê re wek Kurdistan tv, roj tv , radio
song , koma dicle .
liser van lînkan
hûn dikarin li vidyo ya konserê tamaşe bikin
pêşgeşkirina konserê
http://teyar.tripod.com/peshgesh.rm
xelatkirina Baqî Xido
http://teyar.tripod.com/baqi_xido.rm
stran: teyar
http://teyar.tripod.com/teyar.rm
stran:
cemil murad
http://teyar.tripod.com/cemil_murad.rm
|