|
Di serdema şerê
sar de, herdu
hêzên serek e (
Sufyet û Emrîka
) ristên di
çarçewa wan de ,
digerîn, li ber
siha vê nêrînê
gelek deslatên
diktetor û faşî
li cîhanê pêk
hatin. Taku bi
wan perjwendiyên
xwe li cîhanê
biparêzin, li
ser binpêkirina
mafê mirovan e û
winda û kuştar
kirina netewan û
çav li ser
kirarên wan
dadimirindin.
Van ristên han
civakên xwe
hilweşadinin û
gemirandin, jê
tewjimên(
Teyarat )
serhişk û mêjî
teng peydabûn û
destên dirêj
asayêşa netewî
yên dewletên
mezin kirin û
rewşenbiriyek
têrorî
belavkirin, li
serê civak û
dewletên xwe
bûne bela.
Ji ber van
rewşên tal û tûj
li cîhanê û
guhartina
îstîratîciya
dewletên mezin,
ku demokratî li
Rojhilata Navîn
pêk were ew ê bi
reng û şêweyekî
nû berjewendiyên
wan bi riya
cîhangêriyê bên
paristine. Ev
îstîratîcî û
nêrîn teris û
dijî hebûna
dewletên tevahî
û setmkar in. Ta
roja îro ev
îstîratîciya li
hemî deran ne
wek hev û cuda
ye. Aya li gor
berjewendiyên
xwe wê dipîvin û
bi kartînin.
Deslata Sûriyê
yek ji wan e,
tersî ref û
baskên cîhan
difre, xwe bi
deslata Îranê ya
ku mêjiyê xwe ji
dema kevirî ve
girêdayî ye û
ketiye binçengan,
berjewendî û bar
gelşên Îranê bi
civaka dewlî re
li milê gelê
Sûrî sîwar dike.
Destê asayşên
xwe yên bi xwîn,
ji Libnanê
nakşîne, bi
tundî destkên
xwe weke darkê
pelûlê hindirê
Libnanê tev dide
û kend kospsan
li ser riya
lihevkirina wan
ava dike. Daku
cihê xwe bi
Îsraîl û Emrîka
re di devjengê
de xurt bike û
gumanê li ser
xwe bi yan de û
xwe ji dadgeha
dewlî bişo û
dûrxe. Sînorên
Sûriyê li ser
piştê ji
çekdarên diçn
Îraqê şer
dikirin re
vekirîne û bûn
sersedema gelek
kuştar û
peqandinan. Ji
dest dirêjkirina
deweletên cînar;
gelê Îraqê bacek
pir mezin û
giran da. Ji ber
vê deslat ji
hêla civaka
dewlî ve hatî
dorpêç û
nandozkirin û
bawerî pê winda
bûye. Wek tê
xuya deslatê
wate ji
guhartinên
cîhanî
têngihêştî û ji
dûvê Sedêmê yê
rep bûye
ranekiriye.
Deshilata Sûrî
bi raweya dewlî
re di vê
kefelefê de ye û
pir lê tê
guviştin û
zorkirin, li
sirên wan netê
dîtin. Çiqas lê
tê zorê û riswa
kirin; ewqas
destê xwe li
ustiyê milet û
partên ne pê re
diguvişe.
Weke jê tê
agahdarkirin,
dixwaze nameyek
zordariyê ji
hindir re bi rêk
e û ji der ve re
jî bêje wîn
çiqas li min zor
bikin, ez ê
hêzên guhartinê
di hindir de
bipişfînim, ku
çi dixwaze bi cî
wîn e. Lê, xwe
ji bîrvekirî
hîmên guhartinê
pir mezin bûne û
rewş hêdî hêdî
tê biraştin.
Rewşên Sûrî tev
di alozyên pir
teng û mezin de
ne, gelê Sûrî di
sîfîl û xizanyê
de dijî, jiyan
pê tel kirine.
Lê, jê hez dike.
Ji ber vê part û
mirovên serbixwe,
piştî guftûgoyê
xwe di bin navê
danezana Şamê de
li ser rêbazekê
kom ser hev
kirine.
Danezana Şamê di
va civata xwe
dawî de, karî bû
bejn û bala xwe
ya rêxistinê ava
bikira û
piraniya hêz û
tewjimên rêzanî
bi hemî alî û
kakilên xwe ve
nêrînên xwe ji
hev nêzk
bikirana û
şêweya guhartina
Sûriyê û erê
kirin ji mafê
gelê Kurd re,
çareserek
damokratîk jê re
wer dîtin,
daxuyanekê hate
aşkere kirin.
Vê pêngavê li ba
gelê Sûrî û
dostên wê payek
bilind wergirt û
ciyê vehesê û
rêzgirtinê bû.
Cara yekê ye di
salên pêncî û
vir de hevrikek
îjdil dijberî
deslatê çê dibe,
û pirogramek
nûjen datînin.
Tevî hevrikek
teze ye, lê
watenî mezin
nîşan dide.
Lê, ji hêla
deslatê ve,
zengilê biveyê
lêdixe, tebatiyê
jê distine. Bi
har û dînî dest
dirêj serokên
daneza Şamê
dike, bi dehan
ji wan digre.
Wan xiniz û
bêbext dike û bi
hêz û bi
dewletên derve
ve girê dide,
taku rûyê wan
reş û tenî bike,
berî gelê Sûrî
wê hevrikê
hembêz bike û
xwe li dorê
bipêçe û destlat
şilf û tazî bibe,
wan dixe
zîndanan û
dadgeh dikin. Ji
wa ye wê
pêvajoya xebata
ji ber
demokratiyê û
mafên mirovan
rawestînin û di
jariyê de
bihêlin û ji
dewletên
pişgiriya
demokratiyê û
mafên mirovan
dikin bêjin. Em
ê wan jar û
lawaz bikin û
wan li derveyî
Sûriyê bihêlin.
Ku xwe bi hêz
stûr û pêdar
xuya bikin.
|