|
Bartelaşekî zilama rêwîbû ,ber êvarî
dageriya gundekî ,û li malekê bû mêvan ,dema
xelkê malê çav li gewdê wî ketin saw jê
girtin .
serê wî biqendir kundirekî sinçeqê bû ,
pirça wî biqasî a nêriyekî deh salî bû ,
çavê wî mîna dû mesefan bûn , devê wî
wek şikeftê darê bûn, lepê wî mîna
kelpîçê amûda berê bûn , mircaqekî dara
di dest xwe de hilgirtiye ,dema ku
beyivî dengê tava ji qirika wî derdihat
, pêre xelkê malê ji qidûm ketin , mirov
li qilafetê wî dinêre mirov jê ditirse .
Dêw silav li wan kir , û pirsî gelo
mêvana di hewînin , zilamê malê got :
wey tû li sersera û ser çava hatiye
mêvanê delal û hêja fermo bike
ffffeeerrrrmooo .
Şîv danîn ber dêw, wî 55 kutilkê emanî
lehfirandin û biwanre 4 nanê tenurê û 3
serî tivir , ta ku xwrinê di devre avêt
, dema qirpikên wî hilhatin dîwarê malê
hejiyan vêca got: elhemdû lillah me xêra
we kêm kir xweda pêtir bike , zilamê
malê got : wey 100 carî xweşîbe canê
min , weleh te tiştek nexwar haaa de
çend gepên dîtir bavêje devê xwe looo ,
di pey re ê dêw çeydanekî çayê jî bi ser
xwede dakir , û piştî şevbuhêrkê ,
xwediyê malê ew bir oda mêvana jibo razê
, û bilz vegeriya cem jina xwe jêre
dibêje : keçko ez ditirsim ku me ev
hirçaya xweşk têrnekiribe ku bişev birçî
bibe ewê rabe zarokekî me bike gepek û
wî bixwe , de xwe bavêje rebê alemê ku
wî dixewek giranke ta sibehê şiyarnebe ,
mêrik û jina xwe wilo pistipistê dikin,
wan dît ê dêw li wan vegeriya û got :
bitenê xewa min nayê bo wilo ez dixwazim
ku yek ji we li cem min razê , mêrik di
guhê kevaniya xwede got : soxî emrê te
ji xwda re de rabe li cem tege razê ,
jinikê lê vegerand : kurooo bênamûso tê
çilo li vî qantirî ewle bibe ku bihêle
ez li cem razêm , va ez jitere dibêjim
haaa ku ez liba razêm wê bikute min
haaaaaa,a baş ewe ku ti li cem razê ,
mêrik got : na lêêêê naxwe tû dixwaze
bikute min neee wellle yadê ti çi
jêhatiye looo na baba na tê li cem razê
.
Başe mêvanê mêrik dêwbû jibo wilo ew jê
ditirsiya , lê a ku ez tênaghêjim ku
ehmedî necad ewkê qindikî bihust û
nîveke mîna berxikê şexeliye û tev wilo
nava B . OBAMA ji wî diqete , û zimanê
wî dişkê , reşo newêre a xwe ji necad re
bêje ,vêca xwe davêje lîderê ewrupa jibo
qûna wî dicîkin , û devbavêjin melayê
tehranê , û karê wan jibo kuştina
welatiyê eyranê ê sîvîl şermezar bikin ,
di vî warî de mirov rastiya xwda bêje
lîderê ewrupa ji OBAMA mêrtir derketin
, wan ji necad re a dilê xwe eşkere
gotin û karê wî ê çewet pirotesto kirin
.
Erêêê ha mêranî ne diqilafet deye belê
di dil deye reşo bejna wî 2 cara li a
necade û dewleta wî 50 carî li a necade
, lê melayê tehranê çavê wî şikenandine
, û ji tirsa wan kirî ew bi xwede birî ,
mala bavê wî xerabibe , zilamtiya wî
nebû wek a xanim mêrîkil ew jina hurik û
kinik , lê wê bidengekî xurt ji melayê
tehranê re got ez yeko yeko bi ser moyê
riyê wede birîm jibo ev karê weyî genî
ku hûn bi xwîneke sar jin û xorta
dikujin .
Yahoooo hela me naskir bê reşo çiqasî
li ser qûna xwe ditirse …. ma gelo çi bi
delala dila H . KILÎNTON hatiye ku deng
ne ji devê wê tê û ne ji teproxê wê tê
gidyanooo , hebe wê jî infilwenza reşika
ji serokê xwe girtibe , çimkî ez wê
nasdikim ew ne hênik belê a hofik û
lotikaye ,vêca bo çi çend tîskên xwe li
sofiyê tehranê nexistin … ez nizanim .
|