|
Parçên axaftinê yên neguhêrbar ev in:
6. Hoker
Hoker parçekî axaftinêyî neguhêrbar e. Koker
rewş û rengê kirin û bûnê diyar dikin. Di zimanê
kurdî de sê texlîtên hokeran hene, ew jî ev in:
1. Hokerên ko rewşa
lêkeran diyardikin
2. Hokerên ko dema lêkeran diyardikin
3. Hokerên ko cihê lêker diyardikin
1. Hokerên ko rewşa
lêkeran diyardikin
Ev hoker bersiva van pirsan didin:
Çawa? Çilo?
Ev jî çend hoker in, wek:
baş,
hêdî, hêdî-hêdî, bi lez, zû, bi tenê, yeko-yeko,
dudo-dudo,..., rast, bi rastî, bi hevaltî, bi
hêrz, durist, gelekî, pir, hindikî,
ûyd.
Hînker
Azad baş
got.
Hesp bi lez bezî.
Em yeko yeko hatin.
Em bi hevaltî bi hev re kar dikin.
Berhevaniya hokeran
Berhevaniya bi vî awyî ye:
Azad baş
got. Cengîr baştir
got. Temo hê baştir
got. Temo herî baş
got.
Em bi hevaltî kardikin. Em bêhtir bi hevaltî kardikin. Em
hê bêhtir bi hevaltî kardikin.
2. Hokerên ko dema lêkeran diyardikin
Ev hoker bersiva van pirsan didin:
Kengî? Çi çaxî?
Ev jî çend hokerên demî ne:
Hokerên dema berê:
berê, duh, hingî, par, pêr, pêrar, pitepêr,
pitrpêrar,
şevedî,
ûhd.
Hînker
Temo par çû Wanê.
Ew duh ji bajêr hatin.
Şevedî
li Qamişlo bû
şer.
Hokerên dema niha:
îro, îsal, niha, vê heftiyê, vê
şevê,
vê înê,
ûhd.
Hînker
îro xwendin heye.
Niha
baran dibare.
Îsal sar e.
Hokerên dema were:
sibe, ûhd.
Hînker
Sibe ez naçim dibistanê.
3. Hokerên ko cihê bûyer lê diqewime (lêker) diyardikin
Ev hoker bersiva van pirsa didin:
bi kû de?
Di kû re?
ji kû ve?
li kû?
Ev jî çend hokerên cih diyar dikin:
der, hundir, dûr, pêş,
paş,
çep, rast, jor, jêr, wir, vir, ûhd.
Hînker
Azad ji der ve hat.
Ew ketin hundir.
Em li dûr bi cih bûn.
Wî xwe bi wir de da.
7. Daçek
Daçek bêjene neguherbar in, berî navan, cînavan
û jimaran tên bi kar anîn û her û her wan dixe
forma tewandî yan, ya bihevre, ya tevayî û yan
jî ya cîwanî. Di zimanê kurdî de ev daçek hene:
bi, di, ji bo (bo, ji bona), ji, li ber, li bin,
li cem, li der, li dor, li nav, li nik li paş,
li pêş,
li ser, li, pê,
ûgd. (û gelekên din).
Hînker
berbi
Narîn berbi malê ve diçe.
bi
Şivan
bi pez re derket. Serok nîşan
bi Tîtal ve kir.
di
Heval di civatê de rûniştîne.
Dibistana navîn di gund de sazbû.
ji bo
Em ji bo xwendinê hatim vir. Diyarî ji
bo te ye.
li ber
Dar li ber avan
şîntên.
li nav
Em li nav bajêr digerin. Cenawir li
nav diviyan peydedibin.
li paş
Hevalno li paş
kesî nemênin!
li ser
Pirtûk li ser masê hene. Ala me li ser
çiyan bilind bûye.
li
Kulîlk li mêrgê pişkivîn.
Ez li welêt im.
pey
Simo pey Temo ket.
Nasîn di kurmaciyê de carnan ev daçek:
ji bo , li ber, li bin, li cem, li der, li dor,
li nav, li nik li paş,
li pêş,
li ser
ûyd
wek:
jibo, liber, libin, licem, lider, lidor, linav,
linik lipaş,
lipêş,
liser
tên nivîsandin di bin geha xwe de herdû şêwa wek
hev in.
8. Gehandek
Gehandek bêjene neguhêrbar in, navan, lêkeran û
hevokan bi hev re girêdidin.
Di zimanê kurdî de du kom gehandek hene, ew jî
ev in:
a) Gehandekên yekta
b) Gehandekên duta
a) Gehandekên yekta
Gehandekên yekta bi tenê tên bikaranîn û nav,
lêker û hevokan bi hev re girêdidin. Ew jî ev
in:
bi qasî ko, da ko, da, eger, gava, hema ko,
her çend jî, her wekî, ji ber ko, jî, ko, lê,
û, wekî, wiha, wilo, wisa, yan,
ûyd.
Hînker
da
Şoreş
rabû, da gel azad be.
eger
Emê herin, eger win bên.
herwekî
Herwekî te got, rat e.
jî
Ba hat, bagêr jî pê re hat.
ko
Emê bên, ko win li mal bin.
lê
Win çûn, lê em hatin.
û
Ez û tu hevalin.
wekî
Wekî te bir, me nave.
wilo
Eger ji te pirsî, wilo bêje.
yan
Kurdistan, yan neman.
b) Gehandekên duta
Gehandekên duta bi kêmayî ji du parçan biheketî
ne û du navan, du lêkeran û yan du hevokan bi
hev re girêdidin. Ew jî ev in:
çawa... wilo jî, çiqasî... ewqasî jî,
hin... hin jî, jî... jî, ne... ne jî, wilo...
çawa, wisa... çawa, yan... yan jî, ûgd.
Hînker:
çawa... wilo:
Te çawa got, wî wilo kir.
çiqasî... ewqasî:
Çiqasî Aram distrêne, ewqasî em
şa dibin.
ewqqasî... çiqasî:
Ewqasî em leyistin, çiqasî me çax hebû.
hem... hem jî: Temo
hem tembûrvan e, hem jî dengbêj e.
jî... jî:
Ez jî, tu jî em
şagirt
in.
ne... ne jî:
Li ser heyvê ne ba heye, ne jî av heye.
wilo... çawa:
Ew bûyer wilo ye, çawa tu dibêjî.
yan... yan jî:
Zivistanê yan berf e, yan jî baran e.
|