|
Lêkerên cemkirî ji çend parçan biheketîne, ew jî
ji:
a) pêşdank
b) nav yan rengdêr
c) lêkerê alîkar
Bi alîkariya lêkerên alîkar, lêkerên cemkirî
çêdibin. Di zimanê kurdî de ev lêkerên jêrîn têv
jimartin wek lêkerên alîkar:
kirin,
bûn, dan, xistin
ûyd.
Çaxê pêşdank,
nav yan rengdêr bi pêşiya
lêkerên alîkar ve dibin, hingî lêkerên nû bi
watene nû çêdibin.
a) Pêşdank
+ lêkerê alîkar
Beşek ji pêşdankan ev in:
1. ber, da, der, hil, nav, paş,
pêş,
pey, ra, rû, ve, vê, wer, ...
2. jê, jev, lê, lev, pê, pev, tê, tev, ...
3. bipaşde,
bipêşde,
biserde, dinavde, dinavre, direxre, diserre, dişûnde,
diwirde, ...
Hînker
A)
ber:
beravêtin, berdan, bergirtin, berketin,
berkirin, bernivîsin, berxistin, …
da:
dadan, dagirtin, daketin, dakirin, dapalandin,
daxistin, ….
der:
deranîn, deravêtin, derbûn, derdan, derketin,
derxistin, ….
hil:
hilavêtin, hilbûn, hildan, hilgirt, hilhatin,
hilkirin, hilşandin,
…
paş:
paşketin,
paşman,
paşxistin,
…
pêş:
pêşbirin,
pêşçûn,
pêşdan,
pêşhatin,
pêşketin,
pêşxistin,
…
pey:
peyçûn, peygerandin, peygerîn, peyhatin, peyman,
peyxistin, …
ra:
rabûn, raketin, rakirin, rakişandin,
rakişên,
raxistin, razan, …
rû:
rûdan, rûniştin,
rûstandin, …
ser:
serdan, serketin, serreşandin,
serxistin, …
ve:
vebûn, vedan, vegerandin, vegirtin, vekirin,
venurandin veşartin,
…
wer:
werbûn, werdan, wergerandin, wergerîn werhatin,
werkirin, …
B)
jê
(ji wî, ji wê):
jêhatin, jêketin, jêkirin, jêstandin, …
jev
(ji hev):
jevbirin, jevbûn, jevçûn, jevketin, …
lê
(li wî, li wê):
lêdan, lêhatin, lêketin, lêkirin, , lêxistin, …
lev
(li hev):
levanîn, levdan, levhatin, levketin, levxistin,
…
pê
(bi wî, bi wê):
pêdan, pêkenîn, pêketin, pêkirin, pêman, …
pev
(bi hev:):
pevhatin, pevketin, pevkirin, pevxistin, …
tê
(bi wî, bi wê):
têçûn, têdan, têkirin, têketin, têxistin, …
tev
(di hev):
tevbûn, tevdan, tevkirin, tevxistin, …
C)
bipaşde:
bipaşdebirin
bipaşdeçûn,
bipaşdedan
bipaşdeman,
bipaşdexistin,
…
bipêşde:
bipêşdebirin,
bipêşdeçûn,
bipêşdedan,
bipaşdexistin,
…
bişûnde:
bişûndebirin,
bişûndedan,
bişûndeman,
bişûndexist,
…
diberre:
diberreajotin, diberreçûn, diberrefirîn,
diberrekirin, …
dinavre:
dinavreajotin, dinavrebirin, dinavreçûn,
dinavrekirin, …
direxre:
direxreajotin, direxrebirin, direxreçûn,
direxrehatin, …
diserre:
diserreajotin, diserreavêtin, diserrebirin,
diserreçûn, diserrefirîn, …
b) Nav û rengder + lêkerên alîkar
Hînker
nav + bûn:
hêrzbûn, hînbûn, qeşabûn, rêwîbûn
nav + dan:
bersivdan, destdan, sozdan
nav + dîtin:
kardîtin, tehlîdîtin, xweşîdîtin
nav + girtin:
cihgirtin, çavgirtin, destgirtin
nav + ketin:
çavketin, qeşaketin,
rêketin, xwîsîketin
nav + kirin:
derewkirin, gilihkirin, ramankirin
nav + kişandin:
derdkişandin,
kînkişandin
nav + xistin:
bêrxistin, destxistin, rêxistin
c) Rengdêr+lêkerên alîkar
Hînker
rengdêr + kirin:
başkirin,
hûrkirin, sorkirin, xwarkirin
rengdêr + bûn:
keskbûn, korbûn, sarbûn
rengdêr + ketin:
dûrketin, derengketin, nexweşketin
rengdêr + man:
behitîman, matman,
şaşman
ç) Bêjeyên ducarkirî+lêkerên alîkar
Hînker
bêjeyên ducarkirî + bûn:
dûredûrîbûn, sistesistîbûn
bêjeyên ducankirî+kirin:
lewlewkirin, nalenalkirin, pelpelkirin,
pistepistkirin, qîjeqîjkirin qulqulkirin.
Veguhastina lêkerên cemkirî
Lêkerên cemkirî bi awayê li jêr tên veguhastin,
û nimûne ji nav wan lêkerê cemkirî ”derketin”
e:
1. - Dema niha
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derdikevim |
em derdikevin |
|
kesê diduyan |
tu derdikevî |
win derdikevin |
|
kesê sisyan ew |
ew derdikeve |
ew derdikevin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez dernakevim |
em dernakevin |
|
kesê diduyan |
tu dernakevî |
win dernakevin |
|
kesê sisyan ew |
ew dernakeve |
ew dernakevin |
2. Dema werê
Di dema werê de lêkerên cemkirî pêşdanka
”bi” nastênin.
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê derkevim |
emê derkevin |
|
kesê diduyan |
tê derkevî |
winê derkevin |
|
kesê sisyan ew |
ewê derkeve |
ewê derkevin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê dernekevim |
emê dernekevin |
|
kesê diduyan |
tê
dernekevî |
winê dernekevin |
|
kesê sisyan ew |
ewê dernekeve |
ewê dernekevin |
3. Forma fermanî
Forma erêtî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê diduyan |
tu derkeve! |
win derkevin! |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê diduyan |
tu dernekeve! |
win dernekevin! |
Nasîn:
Di forma fermanî de lêkerên cemkirî pêşdanka
”bi” nastênin. Nîşana
neyînê ”ne” carnan dikeve pêşiya
lêkerê fermanî de, wek:
neraxe!
neraxin!
nehilgire!
nehilgirin!
nerakeve!
nerakevin!
4. Dema berê buhûrtî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derketim |
em derketin |
|
kesê diduyan |
tu derketî |
win derketin |
|
kesê sisyan ew |
ew derket |
ew derketin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derneketim |
em derneketin |
|
kesê diduyan |
tu derneketî |
win derneketin |
|
kesê sisyan ew |
ew derneket |
ew derneketin |
5. Dema berêyî ji zû de buhûrtî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derketibûm |
em derketibûn |
|
kesê diduyan |
tu derketibûyî |
win derketibûn |
|
kesê sisyan ew |
ew derketibû |
ew derketibûn |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derneketibûm |
em derneketibûn |
|
kesê diduyan |
tu derneketibûyî |
win derneketibûn |
|
kesê sisyan ew |
ew derneketibû |
ew derneketibûn |
6. Dema berêyî dirêj
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derdiketim |
em derdiketin |
|
kesê diduyan |
tu derdiketî |
win derdiketin |
|
kesê sisyan ew |
ew derdiket |
ew derdiketin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez dernediketim |
em dernediketin |
|
kesê diduyan |
tu dernediketî |
win dernediketin |
|
kesê sisyan ew |
ew dernediket |
ew dernediketin |
7. Dema berê- niha
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derketime |
em derketine |
|
kesê diduyan |
tu derketiyî |
win derketine |
|
kesê sisyan ew |
ew derketiye |
ew derketine |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derneketime |
em derneketine |
|
kesê diduyan |
tu derneketiyî |
win derneketine |
|
kesê sisyan ew |
ew derneketiye |
ew derneketine |
8. Demên hekeyî
Di demên hekeyî de lêkerên cemkirî pêşdanka
”bi” nastênin.
I. Dema berê forma A
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derketama |
em derketana |
|
kesê diduyan |
tu derketayî |
win derketana |
|
kesê sisyan
ew |
ew derketa |
Ew derketana |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derneketama |
em derneketana |
|
kesê diduyan |
tu derneketayî |
win derneketana |
|
kesê sisyan ew |
ew derneketa |
Ew derneketana |
II. Dema berê forma B
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê derketama |
emê derketana |
|
kesê diduyan |
tê derketayî |
winê derketana |
|
kesê sisyan
ew |
ewê derketa |
ewê derketana |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê derneketama |
emê derneketana |
|
kesê diduyan |
tê derneketayî |
winê derneketana |
|
kesê sisyan ew |
ewê derneketa |
ewê derneketana |
III. Dema berê forma C
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derketibim |
em derketibin |
|
kesê diduyan |
tu derketibî |
win derketibin |
|
kesê sisyan
ew |
ew derketibe |
ew derketibin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derneketibim |
em derneketibin |
|
kesê diduyan |
tu derneketibî |
win derneketibin |
|
kesê sisyan ew |
ew derneketibe |
ew derneketibin |
IV. Dema nihayî hebeyî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez derkevim |
em derkevin |
|
kesê diduyan |
tu derkevî |
win derkevin |
|
kesê sisyan ew |
ew derkeve |
ew derkevin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez dernekevim |
em dernekevin |
|
kesê diduyan |
tu dernekevî |
win dernekevin |
|
kesê sisyan ew |
ew dernekeve |
ew dernekevin |
KM
Lêkerê ”hilgirtin” di hemû deman de veguhêzin.
|