|
Di zimanê kurdî de bêjeyên nû bi alikariya pêşdank
û paşdankan
çêdibin û bi pevekirina bêjeyan. Bêjeyên bi vî
awayî çêdibin wateyek nû didin.
1.
Pêşdank
Pêşdank
di zimanê kurdî de ji paşdankan
kêmtir in ew jî ew in:
ber, bê, bin, ne, ser
ûyd.
Hînker
ber berpal,
berçav, bermalê
bê
bêçare, bêkar, bênav
bin bindest,
bingeh
ne neyar,
nexweş,
nezan
ser sersal,
serwext, serbar
2. Paşdank
Di zimanê kurdî de gelek paşdank
hene, wek:
anî, ar,
ayî (ahî), ber, çî, da, dar, ek, er, gah,
geh, î, în, istan, kar, ker, mend, mende, nan,
tî, war, wî.
ûym
Ev paşdank bi dawiya bêjan ve dibin û wateya wan
diguherin.
Hînker:
anî
kêmanî, kûranî
ar
guhar, xewar
ayî (ahî)
meznayî, piçkatî,
şinayî,
ronahî
ber
rêber
dar
navdar, oldar, guhdar
ek
parsek. Destek
er
bêjer
geh (gah)
xwendegah, civangeh, nexweşgeh,
xwaringeh, dergeh
(i)stan
Kurdistan, Sovyêtistan
(i)yan
Semyan, germiyan
î
kurdî, ciwanî
în
derewîn, xewîn
kar
xebatkar, cotkar, alîkar
ker
karker, kêrker, pirsker
loy
sûcloy
mend
bawermend, derdemend, karmend
mende
sermende
ok
tirsok, rezok
tî
hevaltî, rêwîtî
van
aşvan,
bilûrvan, gavan, tembûrvan,
nêçîrvan
war
bextewar, cîwar
wî
bawî, rêwî
Paşdankên
piçûker
Bi van paşdankan
wateya navan piçûktir dibe, kêmtir dibe û yan
delahîtir dibe. Ew paşdank
jî ew in:
ek, ik,.
kok, kole, ok, ole,
ûyd
Hînker
ek
mîrek
ik
keçik
kok
xweşkok
kole
reşkole
ok
zarok
ole
reşole
3. Bêjeyên pevekirî
Bêjeyên pevekirî bi vî awayî çêdibin:
A. Ji pevekirina du navan (nav+nav),
wek:
avsîr, cînav, destbira, dotmam, hêkeren kurap,
malbav, serêş,
ûym.
B. Ji navan û rayên lêkeran (nav û rayê dema
niha, nav û rayê dema berê) ,
wek:
barkir, dengbêj, dilketî, gulfroş,
masîgir, mêrkuj, nanpêj. rêbir, zerkir,
ûym.
C. Ji navan û rengdêran,
wek:
I. nav+rengdêr
bextreş,
çavreş,
çavsor, destvala, dilsar, guhdirêj, kumreş,
malava, rêxweş,
rûreş,
serbilind sergêj, serhişk,
ûhd
II. rengdêr+nav
kalemêr, pîrejin, sorgul, zordest,
ûhd
Ç. Ji durengdêran
wek:
keskesor, reşbelek
D. Ji hokeran û navan,
wek:
jêrxane, jorxane, pêşçav, paşmêr,
zûbez,
ûhd
E. Ji daçek û hokeran
jêder
Nimûneyên çêbûna bêjeyan
Wek nimûne emê”bajar” û ” nêçîr”
bistênin.
Bajar: bajarî, bajarvan, bajarvanî,
bajarvantî
Nêçîr: nêçîrî, nêçîrvan, nêçîrvanî,
nêçîrvantî
Nimûnekî din bê çawa bêjeyên nû tên çêkirin û
bêjeya ”dest” baş bi kêrî vê tê.
ar
destar
ber- - - î
berdestî
bin- - - î
bindestî
birak
destebirak
ek
destek
gîr
destgîr
î
destî
kêş
destkêş
kuj
destkuj
mal
destmal
ser- - - î
serdestî
ûr
destûr
vala
destevala
xan
destexan
Kursê çara 8. 3. 1987 tewabû.
|