|
Rengdêr
parçekî axaftineyî guhênbar e. Rengdêr reng,
kêsim, form, dêm, sîma û karaktera navan diyar
dike. Rengdêr di zimanê kurdî de her û her li
pey navan tên, wek:
kirasê sor, ava sar, hevalê jîr,
xwendevanê çeleng, xwendekarê hêja,
çiyayên bilind ûhd.
Berhevaniya rengdêran
Du rengdêr tên bara hev, da diyar bibe, ko navek
ji yê din bi karekterekê bêhtir e, ew jî bi
alîkariya van paşdankan:
“tir”û “tirîn yan ya, yê,
yên.... tir”.
Sê pêpelûk di berhevaniya rengdêr de hene, bi vî
awayî:
|
pêpelûka pêşî |
pêpelûka diduyan |
pêpelûka sisiyan |
|
mezin |
mezintir |
mezintirîn (ya, yê, yên mezintir) |
|
dirêj |
dirêjtir |
dirêjtirîn (ya, yê, yên dirêjtir) |
|
dûr |
dûrtir |
dûrtirîn (ya, yê, yên dûrtir) |
|
kurt |
kurttir |
kurttirîn (ya, yê, yên kurttir) |
Guhestina rengdêran
Guhestina rengdêran ligor nijandina jêrîn dibe:
|
|
Forma guhastinê |
Rengdêr bi navên yekjimar re |
Rengdêr
bi navên pirjimar re |
|
|
|
nas |
nependî |
nas |
nependî |
|
1 |
Forma rast |
hevala, hevlê jîr |
hevaleke, hevlekî jîr |
hevalên jîr |
hevalne jîr |
|
2 |
Forma bangê |
(hevala, hevlê) jîrê, jîro! |
|
(hevalên) jîrno! |
|
|
3 |
Forma çivandî |
hevala, hevlê jîr |
hevaleke, hevlekî jîr |
hevalên jîr |
hevalne jîr |
|
4 |
Forma bihevre |
hevala, hevlê jîr re |
hevaleke, hevlekî jîr re |
hevalên jîr re |
hevalne jîr re |
|
5 |
Forma tevayî |
hevala, hevlê jîr ve |
hevaleke, hevlekî jîr ve |
hevalên jîr ve |
hevalne jîr ve |
|
6 |
Forma cîwarî |
hevala, hevlê jîr de |
hevaleke, hevlekî jîr de |
hevalên jîr de |
hevalne jîr de |
Çaxê ji bona navekî gelek rengdêr li pey hev
werin, hingî dîse rengdêrê dawî li gor
nijnandina jorîn tên guhestin, lê rengdêrên
nîvekî bi vî bi awayî tên guhestin:
1. Bi navên mê re paşdanka
hevbendî “e”distênin, wek:
Keça rinde bedewe ciwan.
Keçeke rinde bedewe ciwan.
Keçên rinde bedewe ciwan.
Keçne rinde bedewe ciwan.
2. Bi navên mêr re paşdanka
hevbendî, “î”, distênin wek:
Xortê çelengî jîrî mêr
Xortekî çelengî jîrî mêr
Xortên çelengî jîrî mêr
Xortne çelengî jîrî mêr
Metelokên kurdî
1. Ne konê bê pez, ne gundê bê rez û ne yê bê ez
û ez.
2. Hesp dibeze, siwar pesnê xwe dide.
3. Ga dimre çerm dimêne, mirov dimre nav dimêne.
4. Dilê tirsonek sînga gewr nabîne.
5. Her tişt
bi ziravî dişke,
mirov bi stûrî.
6. Yê got û kir mêr e, yê negot û kir
şêr
e û yê got û nekir ji xwe kerê bêkêr e.
7. Ko
şev
reşbû,
tu reştir
be!
8. Yê ko ji jina xwe netirse, ne ti mêr e.
9. War ew war e, lê bihar ne ev bihar e.
10.
Şêr
şêr
e, çi jin e çi mêr e.
11. Ew bilûra te lêdixist
şikest.
Karê Malê
1. Hersê pêpelûkên berhevaniya van rengdêran
“kesk, sor, zer”binivîsin!
2. Van rengan “baş”û
“sor”di hemû formên guhestinê de bikarbênin!
3. Hemû rengdêrê di metelokên jor de hatine
binivîsin!
|