|
Di zimanê kurdî de du texlîtên lêkeran hene, ew
jî ev in:
a) Lêkerên saltgîr
b) Lêkerên derhingêv
Lêkerên derhingêv û yên saltgîr bi bandor, raman
û veguhastina xwe jev cê ne.
a) Lêkerên saltgîr
Lêkerên saltgîr ew lêker in, yên bûnekê yan
qewmandinekê nîşan
dikin. Dema di hevokê de bi tenê lêker û kirde
(subjekt) hebin, hevok durist dibe, wek:
Ez diçim.
Ga mir.
Temo bû.
Ew punjî.
Şoreş
wê rabe.
Baran hat.
b) Lêkerên derhingêv
Lêkerên derhingêv ew lêker in, yên di hevokê de
têrker dixwazin, wek:
Tu namê dinivîsî.
Te belavok bir.
Wê vekît nivîsan.
Şivan
helbest xwend.
Dem û afirandina lêkeran
Di zimanê kurdî de heşt
demên lêkeran hene, ew jî ev in:
1. Dema niha.(mand)
2. Dema werê
3. Forma fermanî
4. Dema berê bihûrtî
5. Dema berêyî ji zû de bihûrtî
6. Dema berêyî dirêj
7. Dema berê- niha
8. Demên hekeyî
Veguhastina lêkerên hîmî yên saltgîr
Wek hînker emê lêkerê ”ketin” bistênin,
yê ko xwediyê rayê dema bihûrtî ”ket” e û
rayê dema niha”kev” e.
1. Dema niha
Di dema niha de ”di” bi pêşiya
rayê dema niha ve dibe û nîşana
kesan bi dawiyê ve dibe, ew jî bi vî rengî.
Forma erêtî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez dikevim |
em dikevin |
|
kesê diduyan |
tu dikevî |
win dikevin |
|
kesê sisyan |
ew dikeve |
ew dikevin |
Forma neyînî
Di forma neyînî de ”an”
şûna
”di” digre, ew jî bi vî awayî:
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez nakevim |
em nakevin |
|
kesê diduyan |
tu nakevî |
win nakevin |
|
kesê sisyan ew |
ew
nakeve |
ew nakevin |
2. Dema werê
Dema werê bi vî awayî çêdibe:
Alavê dema werê ”ê yan jî dê (wê)”
li pey kirde tê, ”bi” bi rayê dema niha
ve dibe û nîşana
kesan bi dawiya wî ve dibe, bi vî awayî:
Forma erêtî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê bikevim |
emê
bikevin |
|
kesê diduyan |
tê (tuyê) bikevî |
winê
bikevin |
|
kesê sisyan |
ewê bikeve |
ewê
bikevin |
Forma neyînî
Du formên neyînî hene, ew jî ev in:
a) Forma pêşî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê nekevim |
emê nekevin |
|
kesê diduyan |
tê nekevî |
winê nekevin |
|
kesê sisyan ew |
ewê nekeve |
ewê nekevin |
Di vê forma neyînî de û ”ne” dikeve şûna
”bi” û bi rayê dema niha ve nadibe.
b) Forma diduyan
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez nakevim |
Em nakevin |
|
kesê diduyan |
tu nakevî |
Win nakevin |
|
kesê sisyan ew |
ew nakeve |
Ew nakevin |
Di vê forma neyînî de alavê dema werê ”ê
yan jî dê (wê)” li pey kirde nayê,
”na” dikeve şûna ”bi” û bi rayê
dema niha ve dibe.
3. Forma fermanî
Forma fermanî bi vî awayî çêdibe:
Di forma erêtî de ”bi” bi pêşiya
rayê dema niha ve dibe, lê di forma neyînî de ”ne”
pê ve dibe. Bi kesê diduyan, yê yekjimar re ”e”
û bi kesê diduyan, yê pirjimar re ”in” bi
dawiya lêker ve dibe, ew jî bi vî awayî
Forma eretî
kesê diduyan yê yekjimar:
(tu) bikeve!
bibe!
bike!
kesê diduyan yê yekjimar:
(win) bikevin!
bibin!
bikin!
Forma neyînî
kesê diduyan yê yekjimar:
(tu) nekeve!
nebe!
neke!
kesê diduyan yê yekjimar:
(win) nekevin!
nebin!
nekin!
4. Dema berê buhûrtî
Dema berê buhurtî bi vî awayî çêdibe:
Nîşana
kesan li dawiya rayê dema buhûrtî ve dibe:
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez ketim |
em ketin |
|
kesê diduyan |
tu ketî |
win ketin |
|
kesê sisyan ew |
ew ket |
ew ketin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez neketim |
em neketin |
|
kesê diduyan |
tu neketî |
win neketin |
|
kesê sisyan ew |
ew neket |
ew neketin |
5. Dema berêyî ji zû de buhurtî
Dema berêyî ji zû de buhurtî bi wî awayî çêdibe:
Lêkerê ”bûn” di dema berê de bi rayê dema
bêrê ve, yê lêkerê hîmî ve dibe û li gor kesan
tê veguhastin. Tîpa ”i” dikeve nav lêkerê
ko dawiya rayê dema wîyî buhûrtî tîpeke bêdeng
be û nav lêkerê ”bûnê “.
Forma erêtî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez
ketibûm |
em ketibûn |
|
kesê diduyan |
tu
ketibûyî |
win ketibûn |
|
kesê sisyan ew |
ew
ketibû |
ew ketibûn |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez neketibûm
|
em
neketibûn
|
|
kesê diduyan |
tu neketibûyî
|
win
neketibûn
|
|
kesê sisyan ew |
ew neketibû
|
ew
neketibûn
|
Nasên:
Çaxê ”î” bi dawiya rayê dema buhûrtî ve dibe,
hingî navê kirdeyî tê çêkirin, wek:
bir - birî
da - dayî
got - gotî
hat - hatî
ket – ketî
ma - mayî
mir - mirî
ûym (û yên mayî).
Hînker
Temo ketibû. Temo
ketî bû.
Reşo
miribû.
Reşo
mirî bû.
Ew mabû. Ew mayî
bû.
Hevokên pêşî
di dema berêyî ji zû de bulûrtî de ne.
6. Dema berêyî dirêj
Dema berêyî dirêj bi vî awayî çêdibê:
Nîşana
dema niha ”di” li pêşiya
rayê dema buhûrtî ve dibe û nîşana
kasan bi dawiya wî ve dibe.
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez diketim |
em diketin |
|
kesê diduyan |
tu diketî |
win diketin |
|
kesê sisyan ew |
ew diket |
ew diketin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez nediketim |
em nediketin |
|
kesê diduyan |
tu nediketî |
win nediketin |
|
kesê sisyan ew |
Ew nediket |
ew nediketin |
7. Dema berê- niha
Dema berê- niha bi vî awayî çêdibe:
Nîşana
kesan ”me, yî, ye, ne” bi dawiya rayê
dema buhûrtî ve dibe, lê eger dawî rayê dema
buhûrtî bêdeng be hingî ”i” dikeve nav wan de.
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez ketime |
em ketine |
|
kesê diduyan |
tu ketiyî |
win ketine |
|
kesê sisyan ew |
ew ketiye |
ew ketine |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez neketime |
em neketine |
|
kesê diduyan |
tu neketiyî |
win neketine |
|
kesê sisyan ew |
ew neketiye |
ew neketine |
8. Demên hekeyî
Çar formên demên hekeyî hene, ew jî bi vî awayî
ne:
Dema nihayî hekeyî
Forma erêtî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez bikevim |
em bikevin |
|
kesê diduyan |
tu bikevî |
win bikevin |
|
kesê sisyan |
ew bikeve |
ew bikevin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez nekevim |
em nekevin |
|
kesê diduyan |
tu nekevî |
win nekevin |
|
kesê sisyan ew |
ew
nekeve |
ew nekevin |
1. Dema berê forma A
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez biketama |
em ketana |
|
kesê diduyan |
tu ketayî |
win ketana |
|
kesê sisyan ew |
ew keta |
ew ketana |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez neketama |
em neketana |
|
kesê diduyan |
tu neketayî |
win neketana |
|
kesê sisyan ew |
ew neketa |
ew neketana |
3. Dema berê forma B
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê biketama |
emê ketana |
|
kesê diduyan |
tê (tuyê) ketayî |
winê ketana |
|
kesê sisyan ew |
ewê keta |
ewê ketana |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê neketama |
emê neketana |
|
kesê diduyan |
tê (tuyê) neketayî |
winê neketana |
|
kesê sisyan ew |
ewê neketa |
ewê neketana |
Dema berê forma C
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez ketibim |
em ketibin |
|
kesê diduyan |
tu ketibî |
win ketibin |
|
kesê sisyan ew |
ew ketibe |
ew ketibin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez neketibim |
em neketibin |
|
kesê diduyan |
tu neketibî |
win neketibin |
|
kesê sisyan ew |
ew neketibe |
ew neketibin |
KM
Lêkerê ”çûn” di hemû deman de di forma erêtî de
veguhêzin!
Metelok
1. Aşvan
ticaran nabe poşman.
2. Biharê pez, payizê rez, zivistanê ez.
3. Berê darê, darê dixemilêne.
4. Pêşî
dest destan dişo,
pişt
re serî û çavan dişo.
5. Pêşî
gotina xwe bipêj, piştre
birêj!
6. Bêhna dê ji xaltîkê tê.
7. Bêje rast, raze rast!
8. Bêhna kiz tê mala diz.
Veguhastina lêkerên hîmî yên derhingêv
Veguhastina lêkerên hêmiyî derhingêv di dema
niha, ya werê û ya fermanî de wek veguhastina
lêkerên saltgêr e. Nîşana
kesan û cînavên kesînî jî wek hev in.
Emê wek nimûne lêkerê ”dîtin” ji nav koma
lêkerên hîmiyî derhingêv veguhêzin. Rayê dema
buhurtî, ya ditinê ”dît” e û yê dema niha
”bîn” e.
1. Dema niha
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez dibînim |
em dibînin |
|
kesê diduyan |
tu dibînî |
win dibînin |
|
kesê sisyan ew |
ew dibîne |
ew dibînin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez nabînim |
em nabînin |
|
kesê diduyan |
tu nabînî |
win nabînin |
|
kesê sisyan ew |
ew nabîne |
ew nabînin |
2. Dema werê
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê bibînim |
emê bibînin |
|
kesê diduyan |
tê (tuyê) bibînî |
winê bibînin |
|
kesê sisyan ew |
Ewê bibîne |
ewê bibînin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê nebînim |
emê nebînin |
|
kesê diduyan |
tê (tuyê) nebînî |
winê nebînin |
|
kesê sisyan ew |
Ewê nebîne |
ewê nebînin |
Nasîn:
Çaxê têrker di hevokê de tê gotin, hingî ew di
forma tewandî de tê bikaranîn, li vir têrker
dar e, wek:
Ez darê dibînim.
Tu darê dibînî.
Ew darê dibîne.
Em darê dibînin.
Win darê dibînin.
Ew darê dibînin.
3. Forma fermanî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê diduyan |
tu bibîne! |
win bibînin! |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê diduyan |
tu nebîne! |
win nebînin! |
Veguhastina lêkerên hîmî yê derhingêv di
demên buhûrtî de.
Ew bi du awayan dibe:
A) Çaxê têrker di hevokê de nayê gotin
Çaxê têrker di hevokê de nayê gotin, lêker nayê
veguhastin her wek rayê xwe dimêne, lê kirde tê
tewandin, ew jî bi vî awayî:
4. Dema berê buhûrtî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min
dît |
me
dît |
|
kesê diduyan |
te
dît |
we
dît |
|
kesê sisyan ew |
wê,
wî dît |
wan
dît |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min
nedît |
me
nedît |
|
kesê diduyan |
te
nedît |
we
nedît |
|
kesê sisyan ew |
wê,
wî nedît |
wan
nedît |
5. Dema berê ya ji zû de buhûrtî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min dîtibû |
me dîtibû |
|
kesê diduyan |
te dîtibû |
we dîtibû |
|
kesê sisyan ew |
wê, wî dîtibû |
wan dîtibû |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min nedîtibû |
me nedîtibû |
|
kesê diduyan |
te nedîtibû |
we nedîtibû |
|
kesê sisyan ew |
wê, wî nedîtibû |
wan nedîtibû |
6. Dema bereyî dirêj
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min didît |
me didît |
|
kesê diduyan |
te didît |
we didît |
|
kesê sisyan ew |
wê, wî didît |
wan didît |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min nedidît |
me nedidît |
|
kesê diduyan |
te nedidît |
we nedidît |
|
kesê sisyan ew |
wê, wî nedidît |
wan nedidît |
7. Dema berê-niha
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min dîtiye |
me dîtiye |
|
kesê diduyan |
te dîtiye |
we dîtiye |
|
kesê sisyan ew |
wê, wî dîtiye |
wan dîtiye |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min nedîtiye |
me nedîtiye |
|
kesê diduyan |
te nedîtiye |
we nedîtiye |
|
kesê sisyan ew |
wê, wî nedîtiye |
wan nedîtiye |
8. Demên hekeyî
I. Dema berê forma A
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min bidîta |
me bidîta |
|
kesê diduyan |
te
bidîta |
we
bidîta |
|
kesê sisyan ew |
wê, wî bidîta |
wan bidîta |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min nedîta |
me nedîta |
|
kesê diduyan |
te
nedîta |
we
nedîta |
|
kesê sisyan ew |
wê, wî nedîta |
wan nedîta |
II. Dema berê forma B
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
minê bidîta |
meyê bidîta |
|
kesê diduyan |
teyê
bidîta |
weyê
bidîta |
|
kesê sisyan ew |
wê, wîyêbidîta |
wanê bidîta |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
minê nedîta |
meyê nedîta |
|
kesê diduyan |
teyê
nedîta |
weyê
nedîta |
|
kesê sisyan ew |
wê, wîyê nedîta |
wanê nedîta |
Nasîn:
Wek li jor tê dîtin, çaxê du tîpên dengadar
digehine hev hingî tîpa ”y” dikeve nav
wan tîpan.
III. Dema berê forma C
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min dîtibe |
me dîtibe |
|
kesê diduyan |
te dîtibe |
we dîtibe |
|
kesê sisyan ew |
wê, wî dîtibe |
wan dîtibe |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
min nedîtibe |
me nedîtibe |
|
kesê diduyan |
te
nedîtibe |
we
nedîtibe |
|
kesê sisyan ew |
wê, wî nedîtibe |
wan nedîtibe |
IV. Dema nihayî hekêyî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez bibînim |
em bibînin |
|
kesê diduyan |
tu bibînî |
win bibînin |
|
kesê sisyan ew |
ew bibîne |
ew bibînin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez nebînim |
em nebînin |
|
kesê diduyan |
tu nebînî |
win nebînin |
|
kesê sisyan ew |
ew nebîne |
ew nebînin |
B) Çaxê têrker di hevokê de bête gotin
Çaxê têrker di hevokê de hebe hingî lêker bi vî
awayî tê veguhastin:
a) Nîşana
kesan bi dawiya rayê dema berê ve dibe, lê ji
aliyê jimarê ve li gor têrker e.
b) Têrker di forma rast de tê bikaranîn.
c) Kirde di forma tewandî de tê bikaranîn.
4. Dema berê bihûrtî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez dîtim |
te (wê, wî, we, wan)
em dîtin |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu dîtî |
min (te, wê,wî, me, wan)
win dîtin |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew dît |
min (te, wê,wî, me, we)
ew dîtin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez nedîtim |
te (wê, wî, we, wan)
em nedîtin |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu nedîtî |
min (te, wê, wî, me, wan)
win nedîtin |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew nedît |
min (te, wê, wî, me, we)
ew nedîtin |
5. Dema berêyî ji zû de bihûrtî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez dîtibûm
|
te (wê, wî, we, wan)
em dîtibûn |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu dîtibûyî |
min (te, wê,wî, me, wan)
win dîtibûn |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew dîtibû |
min (te, wê,wî, me, we)
ew dîtibûn |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez nedîtibûm |
te (wê, wî, we, wan)
em nedîtibûn |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu nedîtibûyî |
min (te, wê, wî, me, wan)
win nedîtibûn |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew nedîtibû |
min (te, wê, wî, me, we)
ew nedîtibûn |
6. Dema berêyî dirêj
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez didîtim |
te (wê, wî, we, wan)
em didîtin |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu didîtî |
min (te, wê,wî, me, wan)
win didîtin |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew didît |
min (te, wê,wî, me, we)
ew didîtin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez nedidîtim |
te (wê, wî, we, wan)
em nedidîtin |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu nedidîtî |
min (te, wê, wî, me, wan)
win nedidîtin |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew nedidît |
min (te, wê, wî, me, we)
ew nedidîtin |
7. Dema berê niha
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez dîtime |
te (wê, wî, we, wan)
em dîtine |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu dîtiyî |
min (te, wê,wî, me, wan)
win dîtine |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew dîtiye |
min (te, wê,wî, me, we)
ew dîtine |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez nedîtime |
te (wê, wî, we, wan)
em nedîtine |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu nedîtiyî |
min (te, wê,wî, me, wan)
win nedîtine |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew nedîtiye |
min (te, wê,wî, me, we)
ew nedîtine |
8. Demên hekêyî
I. Dema berêyî forma A
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez bidîtama |
te (wê, wî, we, wan)
em bidîtana |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu bidîtayî |
min (te, wê,wî, me, wan)
win bidîtana |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew bidîta |
min (te, wê,wî, me, we)
ew bidîtana |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez nedîtama |
te (wê, wî, we, wan)
em nedîtana |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu nedîtayî |
min (te, wê,wî, me, wan)
win nedîtana |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew nedîta |
min (te, wê,wî, me, we)
ew nedîtana |
II. Dema berêyî forma B
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
teyê, (wê, wî, we,
wan) ez dîtama |
teyê (wê, wî, we,
wan) em dîtana |
|
kesê diduyan
|
minê (wê, wî, we,
wan) tu dîtayî |
minê (te, wê,wî,
me, wan) win dîtana |
|
kesê sisyan ew
|
minê (te, wê, wî,
we, wan) ew dîta |
minê (te, wê,wî,
me, we) ew dîtana |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
teyê, (wê, wî, we,
wan) ez nedîtama |
teyê (wê, wî, we,
wan) em nedîtana |
|
kesê diduyan
|
minê (wê, wî, we,
wan) tu nedîtayî |
minê (te, wê,wî,
me, wan) win nedîtana |
|
kesê sisyan ew
|
minê (te, wê, wî,
we, wan) ew nedîta |
minê (te, wê,wî,
me, we) ew nedîtana |
III. Dema berêyî forma C
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez dîtibim |
te (wê, wî, we, wan)
em dîtibin |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu dîtibî |
minê (te, wê,wî,
me, wan) win dîtibin |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew dîttibe |
minê (te, wê,wî,
me, we) ew dîtibin |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
te, (wê, wî, we, wan)
ez nedîtibim |
te (wê, wî, we, wan)
em nedîtibin |
|
kesê diduyan
|
min (wê, wî, we, wan)
tu nedîtibî |
minê (te, wê,wî,
me, wan) win nedîtibin |
|
kesê sisyan ew
|
min (te, wê, wî, we, wan)
ew nedîttibe |
minê (te, wê,wî,
me, we) ew nedîtibin |
IV. Dema nihayî hekêyî
Forma eretî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
ez (te, wê,wî, me, we,
wan) bibînim |
em (te, wê, wî, we, wan)
bibînin |
|
kesê diduyan
|
tu (min, wê,wî, me, we,
wan) bibînî |
win (min, te, wê,wî, me,
wan) bibînim |
|
kesê sisyan ew
|
ew (te, wê,wî, me, we,
wan) bibîne |
ew (min, te, wê,wî, me,
we, wan) bibînim |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
ez
(te, wê,wî, me, we, wan) nebînim |
em
(te, wê, wî, we, wan) nebînin |
|
kesê diduyan
|
tu
(min, wê,wî, me, we, wan) nebînî |
win (min, te, wê,wî, me,
wan) nebînim |
|
kesê sisyan ew
|
ew
(te, wê,wî, me, we, wan) nebîne |
ew
(min, te, wê,wî, me, we, wan) nebînim |
Nasîn:
Çaxê bi lêkerên derhingêv re nav kirde be, ew jî
wek cînavên di nimûneyên jor de, di forma
tewandî de tên bikaranîn.
Hînker
Keçikê xort dît.
Keçikê xort dîtin.
Keçikan xort dît.
Keçikan xort dîtin.
Xort keçik dît.
Xort keçik dîtin.
Xortan keçik dît.
Xortan keçik dîtin.
Êgir dar
şewitand.
Latê rê girt.
KM
Lêkerê hîmiyî derhingêv ”birin” di demên berê de
veguhezin û bila têrker di hevokê de hebe!
|