|
Lêker parçekî avaftinêyî guhêrbar e, pê kar,
kirin, bûn û heyîna mirov, lawir û tiştan
diyar dibe. Bi veguhastina lêkeran sê tişt
tên berçavkirin, ew jî: kes, jimar û
çax.
Kirde:
Kirde di hevokê de bêjeyeke, ko ew (subjekt) bi
karekî dirabe dike. Kirde dikare mirovek be,
lawirek be, û yan jî tiştek
be.
Têker:
Têker di hevokê de bejeyeke, ko tiştek
tê serê wî, wê, wan (objekt). Têrker dikare
mirovek be, lawirek be, û yan jî tiştek
be.
Hînker
Kirde
Têrker Lêker
Azad
pirtûk xwend
Şivan
pez diçêre
Ewê
gulan bifroşe
1. Veguhestina lêkerê heyînê
Du formên lêkerê “heyînê” hene :
1. Heyîn di dema niha de
2. Hebûn di demên bihûrtî de û dema
werê de.
Dema niha
Di dema niha de çaxê lêkerê heyînê tê
veguhestin, hingî nîşana
kesan
“me”, “yî”, “ye” û “ne”
li rayê lêker “he”zêde dibin, bi
vî awayî:
Forma erêtî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez heme (he+me) |
em hene (he+ne) |
|
kesê diduyan |
tu heyî (he+yî) |
win hene (he+ne) |
|
kesê sisyan |
ew heye (he+ye) |
ew hene (he+ne) |
Forma neyînî
Forma neyînî bi sê awayî dibe:
a)
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez tineme |
em tinene |
|
kesê diduyan |
tu tineyî |
win tinene |
|
kesê sisyan |
ew tineye |
ew tinene |
b)
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez ne heme |
em ne hene |
|
kesê diduyan |
tu ne heyî |
win ne hene |
|
kesê sisyan |
ew ne heye |
ew ne hene |
c)
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
ez nînim (nîn+im) |
em nînin (nîn+in) |
|
kesê diduyan
|
tu nînî (nîn+î) |
win nînin (nîn+in) |
|
kesê sisyan
|
ew nîne (nîn+e) |
ew nînin (nîn+in) |
Çaxê nîşanên
kesan “me”,”yî”,”ye” û “ne”,
yên ko parçekî lêkerê heyînê ne, li pey navan
tên hingî ramana heyînê diyardikin.
a) Navên dawiya wan tîpeke dengdar be, hingî nîşanên
kesan”me, yî, ye, ne”li
pey wan tên, wek:
Ez pale me. Em
pale ne.
Tu pale yî. Win
pale ne.
Ew pale ye. Ew pale
ne.
b) Navên dawiya wan tîpeke bêdeng be, hingî nîşanên
kesan”im, î, e, in”li
pey wan tên, wek:
Ez karmend im. Em karmend in.
Tu karmend î. Win karmendin.
Ew karmend e. Ew karmendin.
Nasîn:
Nîşana
kesan ”ne, in“, ya lêkerê”heyînê”bi
hersê kesên pirjimar re nayê guhertin. Bo vê
yekê û bo jevcêkirinê dive cînavên kesînî bêne
bikaranîn, wek:
Em
şagirt
in.
Win
şagirt
in.
Em
şagirt
in.
2. Veguhastina lêkerê ”hebûnê”
Dema bihûrtî
Forma erêtî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ez hebûm (he+bûm) |
em hebûn (he+bûn) |
|
kesê diduyan
|
tu hebûyî (he+bûyî) |
win hebûn (he+bûn) |
|
kesê sisyan
|
ew hebû (he+bû) |
ew hebûn (he+bûn) |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
ez (ti) nebûm |
em (ti) nebûn |
|
kesê diduyan
|
tu (ti) nebûyî |
win (ti) nebûn |
|
kesê sisyan
|
ew (ti) nebû |
ew (ti) nebûn |
Dema berê (mand)
Forma erêtî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî
|
ezê hebim (he+bim) |
emê hebin (he+bin) |
|
kesê diduyan
|
tê hebî (he+bî) |
winê hebin (he+bin) |
|
kesê sisyan
|
ewê hebe (he+be) |
ewê hebin (he+bin) |
Forma neyînî
|
|
yekjimar |
pirjimar |
|
kesê pêşî |
ezê (ti) nebim |
emê (ti) nebin |
|
kesê diduyan |
tê (ti) nebî |
winê (ti) nebin |
|
kesê sisyan |
ewê (ti) nebe |
ewê (ti) nebin |
Vekît
Di gundê me
Kamûran Bedirxan
Rojhilat e. Ezman hêdî hêdî bi rengên sor û zer
dikene.
Şivan
bi pez û seyê xwe ve ji gund derdikeve. Gavan jî
dewêr dide hev û ber bi çolê ve diçe. Deriyên
xaniyan vedibin û gundî diçin zeviyên xwe. Zaro,
ji ber ko dibistan girtî ye ji xwe re digerin,
derdikevin çolê, bê diguhêrin.
Jin û keçên gund dest bi karê mala xwe dikin.
Hin ji kaniyê avê tênin, hin nanê xwe dipêjin û
hinek jî beravê dikin. Hinek ji wan jî teşiyê
dirêsin, tevn û mafûran çêdikin. Di gund de her
kes bi dilovanî dixebite. Gundî hemû tev ji hev
dikin, ew dizanin, ko hemû birayên hev in û wek
mirovên hov berberiya hevdî nakin.
KM
Deh hevokan binivîsin, yên di wan de lêkerê
”heyînê” hebin!
Metelok
1. Yê ko dest dike dê û bav nakin.
2. Dijminê bêv nabe destê lêw.
3. Her kezîzerek simbêlsorek li pey e.
4. Heçî jinekê bêne, dive tûrek pereyê wî, yan
barek derewên wî hebe.
5. Sê gidî hene li dinê, yê li hevrazan vedixwe
qelûnê, yê mala xwe datîne rex mala bavê jinê û
yê bi rê ve diçe bi tenê.
6. Mirovekî tirsonek her car dimire, yê mêr
carekê.
7. Mirin ne hêjayî
şînê
ye.
8. Mirin mirin e, xirxir çi ye?
Makder
Makder ew bêje ne, yên ko navê kirinekê yan jî
navê bûnekê ne, wek:
birin, bûn, dan, kirin, kirîn
û y d.
Hînker
kirina cejnê, birina pirtûkê, dana
xwedê, kirîna gulan, bûna komarê.
Nasîn1:
Ji hînkerên buhûrtî tê naskirin, ko çaxê makder
nav e her û her zayend mê ye û paşdanka
hevbendî ”a”distêne.
Nasîn2:
Eger dawiya rayê makder bêdeng be ew bi paşdanka
”in” tewadibe be û bi ”n” eger
dengdar be, wek:
|
Makder |
Ra |
Paşdank |
|
kirin |
kir |
in |
|
birin |
bir |
in |
|
dan |
da |
n |
|
bûn |
bû |
n |
Pêşdankên
afirandina deman
Di zimanê kurdî de sê pêşdankên
afirandina deman hene, ew jî ev in:
di,
bi, ê
1. Pêşdanka
”di”
Pêşdanka”di”
bo afirandina dema niha û dema berêyî dirêj tê
bikaranîn.
a) Bona dema niha
wek:
Ez dinivîsim.
Tu diçî.
Ew dide.
Em dibin.
Win dileyizin.
Ew tajon ”diajon“.
Ez dizanim.
b) Bona dema berêyî dirêj
Wek:
Min digot.
Şêrîn
diçû.
Te dibihîst.
Wê dibir.
Azad dikirî.
2. Pêşdanka”bi”û”yê”
Pêşdanka
”bi” û ”ê” bo afirandina dema
werê û bi lêkerên hekeyî re tên bikaranîn
a) Bona dema werê
Wek:
Ezê bibihîzim.
Tê (tuyê) bixwênin.
Ewê bajo (biajo).
Emê biçin.
Bêrîvanê bidoşe.
Ewê bileyizin.
b) Bi lêkerên hekêrîyê
Wek:
Minê bibira.
Teyê bixwenda.
Ewê bileyista.
Ra
Afirandina rayên deman
Ra ji makderan tên standin. Di zimanê kurdî de
du rayên deman hene, yek bo demên bihûrtî ye û
yê bo dema niha, dema werê û dema fermanî ye.
a) Rayên demên bihûrtî
Em rayên demên bihûrtî ji makderê bi avêtina paşdanka
”in, n” distênin, ew jî bi vî
awayî:
|
Makder |
Rayê dema bihûrtî |
|
kirin |
kir |
|
birin |
bir |
|
hatin |
hat |
|
standin |
stand |
|
ketin |
ket |
|
gotin |
got |
|
çûn |
çû |
Nasîn:
Rayê demên bihûrtî wek veguhastina lêker e bi
kesê yekjimarî sisya re di dema berê bihûrtîde.
Wek nimûne:
|
Lêker |
Rayê dema bihûrtî |
|
Wê, wî kir |
kir |
|
Wê, wî bir |
bir |
|
Ew hat |
hat |
|
Wê, wî stand |
stand |
|
Ew ket |
ket |
|
Wê, wî got |
got |
|
Ew çû |
çû |
Vekît
Bîranînekî
Rojen Barnas
Ev koma stêrka ye li ezman
Ev koma srêrka ye bi keser diçrisin
Û kovanî dirêse bi dilovan
Li kujekî Leyla
Li kujekî Mecnûn
Ev keriyê pezan e, li serê Sîpan
Ev keriyê pezkkoviyan, dil tim bi tirs e
Bîranîneke wan heye ko suhtî hinavan
Çavên wan Xeco
Stro ji Siyamenê dilxwîn
Ev refa kevoka ye li dorên bircan
Ev refa ha, her şev li Birca Belek dilîse
Ji kezebê stranekê distrin,
Straneke ji can
Serpêhatiya Mem û Zînê Radigehênin gerdûn.
Afirandina rayê dema niha
Ji bona afirandina rayê dema niha rêzaneke
pêkhatî nîne. Ji her komek lêkeran re bi awakî
taybetî rayê dema niha tê afirandin. Lê çaxê em
ji lêkerê dema niha pêşdanka
”di” û nîşana
kesan ”im, î, e, in” bavêjin, wî çaxî
rayê dema niha bidest me dikeve, ew jî bi vî
awayî:
|
Lêker di dema niha de |
Cêkirina pêşdanka
”di” û nîşana
kesan |
rayê dema niha |
|
Ez dinivîsim |
di+nivîs+im |
nivîs |
|
Tu dinivîsî |
di+nivîs+î |
nivîs |
|
Ew dinivîse |
di+nivîs+e |
nivîs |
|
Em dinivîsin |
di+nivîs+in |
nivîs |
|
Win dinivîsin |
di+nivîs+in |
nivîs |
|
Ew dinivîsin |
di+nivîs+in |
nivîs |
Bi vê tê diyarkirin ko ”nivîs” rayê dema
niha ye û ji makder”nivîsandin“ hatiye.
Komên lêkeran
Di zimanê kurdî de sê komên lêkeran hene, ew jî
ev in:
1. Lêkerên hîmî,
2. Lêkerên afirandî,
3. Lêkerên cemkirî.
1. Lêkerên hîmî
Lêkerên hînî ew lêker in, yên ko rayê wan di
zimanê kurdî de wek navan
nayên bikaranîn. Rayên wan bi tenê ji bona
çêkirina demên bihûrtî û niha tên bikaranîn.
Rayê dema bihûrtî û niha ne bi yek awayî dibe.
Hînker 1
|
Makder |
Rayê dema bihûrtî |
Rayê dema niha |
|
guhastin |
guhast |
guhêz |
|
xwestin |
xwest |
xwaz |
|
leyistin |
leyist |
leyiz |
|
pêtin |
pêt |
pêj |
|
avêtin |
avêt |
avêj |
|
kuştin |
kuşt |
kuj |
|
gotin |
got |
bêj |
|
dîtin |
dît |
bîn |
|
ketin |
ket |
kev |
|
man |
Man |
mên |
|
anîn |
anî |
ên |
Nasîn:
Çaxê di hin dawiya lêkerên hîmî de, tîpa”t”
hebe, carnan hin wê tavêjin, ev yek jî nedurist
e, wek:
got- go
dît- dî
cût- cû
dirût- dirû
Hînker 2
|
Makder |
Rayê dema bihûrtî |
Rayê dema niha |
|
dan |
da |
d |
|
Bûn |
bû |
b |
|
kirin |
kir |
k |
|
birin |
bir |
b |
|
Çûn |
çû |
ç |
|
xistin |
Xist |
x |
Ji hînkerên diduyan tê diyarkirin, ko rayê dema
niha ji tîpa pêşî,
ya rayê dema bihûrtî çêdibe.
Hînker 3
|
Makder |
Rayê dema bihûrtî |
Rayê dema niha |
|
dirûtin |
dirût |
dirû |
|
ajotin |
ajot |
ajo |
|
cûtin |
cût |
cû |
|
girtin |
girt |
gir |
|
kolan |
kola |
kol |
|
hêrtin |
hêrt |
hêr |
Ji hînkerên sisiyan tê berçavkirin, ko rayê dema
niha ji rayê dema bihûrtî tê afirandin bi
avêtina tîpa dawî.
Vekît
Mêrê min di
şer
de ye
Şev
e,
şeveke
tarî. Bayekî sar û xurt tê, berf û baran bi hev
re dikevin. Di nav zinar û rêlan de,
didaristanan de ba difîkîne, dengê wî kûvî ye.
Temo tivinga xwe dide hevalên xwe, bê Zîna xwe
nikare. Dev ji hevalan berdide û rêya xaniyê xwe
digire.
Ezman bi stêran tijî ye, berf û baran sekinîne,
ba daniye, bi tenê ji dûr ve ewrekî reş dilive.
Dengê mêrê wê tê:
- Zînê veke, ez im mêrê te Temo! Zînê derî
vedike, li Temo dinere, bi çavekî tal û sar lê
mêze dike û jê re dibêje:
- Mêrê min Temo, bi hevalên xwe re di
şer
de ye. Û derî digire.
KM
Rayê dema bihûrtî û niha, ya van makderan
binivîsin: Xwendin, rabûn, hiştin.
|