|
Jimar parçekî axaftinêyî guhêrbar e bi vî awayî
jev tê cêkirin:
a) Jimarên bingehîn
Jimarên bingehîn bersiva van pirsan didin: “çend?”û
“çiqas?”.
1. Jimarên dehên pêşî
1- yek 6-
şeş
2- didu 7- heft
3- sisê 8- heşt
4- çar 9- neh
5- pênc 10- deh
2. Jimarên dehên diduyan
11- yazdeh 16-
şazdeh
12- diwazdeh 17- hivdeh
13- sêzdeh 18- hijdeh
14- çardeh 19- nozdeh
15- pazdeh 20- bîst
Hînker
Navê çaran şaş hatiye nivîsandin.
Hespê me cihê pazdehan di cirîdê de girt.
Di salên bîstan de Kurdistan çar parçe
kirin.
3. Jimarên dehta
10- deh 60-
şêst
20- bîst 70- heftê
30- sih 80- heştê
40- çil 90- not
50- pêncih 100- sed
Hînker:
|
Deh
şagirt hatin.
Bîst
şagirt hatin.
Sih
şagirt hatin.
Çil
şagirt hatin.
Pêncih
şagirt hatin.
Şêst
şagirt hatin.
Heftê
şagirt hatin.
Heştê
şagirt hatin.
Not
şagirt hatin.
Sed
şagirt hatin. |
Deh
şagirt dixwênin.
Bîst
şagirt dixwênin.
Sih
şagirt dixwênin.
Çil
şagirt dixwênin.
Pêncih
şagirt dixwênin.
Şêst
şagirt dixwênin.
Heftê
şagirt dixwênin.
Heştê
şagirt dixwênin.
Not
şagirt dixwênin.
Sed
şagirt dixwênin. |
Ez ji dehan dipirsim.
Ez bîstan dipirsim.
Ez ji sihî dipirsim.
Ez ji çilî dipirsim.
Ez ji pêncihî dipirsim.
Ez ji şêstî dipirsim.
Ez ji heftêyî dipirsim.
Ez ji heştêyî dipirsim.
Ez ji notî dipirsim.
Ez ji sedî dipirsim. |
Nasîn:
Dema jimarên sih, çil, pêncih, şêst, heftê,
heştê, not û sed di hevokê de têrker
bin, hingî wek yekjimar tên bikaranîn.
4. Jimarên sedta
100- sed 600-
şeşsed
200- dused 700- heftsed
300- sêsed 800- heştsed
400- çarsed 900- nehsed
500- pêncsed 1000- hezar
Hînker:
Di vê dibistanê cihê hezarî heye. (yek hezar)
Di vê dibistanê cihê hezararan heye. (gelek
hezar)
Nasîn:
Dema jimarên li jor di hevokê de di forma
tewandî de bin, hingî ew wek yekjimarên nêr tên
bikaranîn.
5. Jimarên mezin
1 000 000 = milyon = hezar hezar
1 000 000 000 = milyard = hezar milyon
Di zimanê kurdî de xwendina jimaran ji xana
mezin destpêdike ber bi ya piçûk ve, wek:
9524 = neh hezar û pêncsed û bîst û çar
9 - xana hezaran
5 - xana sedan
2 - xana dehan
4 - xana yekan
Nasîn:
Milyon û milyard nêr in.
b) Jimarên carkirî
Jimarên carkirî bi vî awayî ne:
1- carek, ducar, sêcar,... ûhd.
2- yek yek (yeko yeko, yeke yeke), dido dido,
sisê sisê, çare çar,... ûhd.
3- yekta, duta, sêta,... ûhd.
c) Jimarên kombêj
Jimarên kombêj ev in:
...,
şeşek,
heftek, heştek,...
ûyd.
ç) Jimarên bi paşdanka
“anî”
Ew jî ev in:
yekanî, duyanî, sêyanî, çaranî,...
ûyd.
d) Jimara rêzda
Jimarên rêzda bersiva van pirsan didin “kîjan”û
“ya, yê, yên çenda”.
Du formên jimarên rêzda hene:
1. Pêşî
(ya, yê, yên, yekê), ya diduyan, ya sisiyan,...
ûyd.
2. Yekemîn, diwemîn, sêyemîn, çaremîn...
ûyd.
e) Jimarên şikeste
Jimarên porçedar ev in:
1. Jimarên şikesteyî bingehî
1/2- nîv, 1/3- sêyek (sisê ji yekê) 1/4-
çaryek,...
2/3 - sêdu (sisê ji diduyan), 5/4 - (çar ji
pêncan)
ûyd.
2. Jimarên şikesteyî dehyekî
0.1 - sifir xal yek
0.02 - sifir xal sifir didu
5.471 - pênc xal çar heft yek
ûyd.
ê) Jimarên tewaw
Jimarên tewaw ev in:
0, 1, 2, 3,....... ∞ (ta nemayê),
-1 (kêm yek) -2 (kêm didu), -3 (kêm sisê)… -∞
(ta mînus nemayê),
ûyd.
Ferhengoka jimaran
jimarên cot: 2, 4, 6,..., -246...
jimarên dabeşbar:
2, 4, 6, 9, 10, 12, 14, 15, 16,...
jimarên xwebeş:
1, 2, 3, 5, 7, 11, 13, 17, 19, 23, 29,...
+ nîşana
komkirinê
- nîşana
kêmkirinê
x nîşana
carkirinê
/ nîşana
dabeşkirinê
x2 x çarçik
x3 x. kabik
Ra
rayê ducar (çarçikî) ji x
rayê sêcar (kabikî) ji x
encamê encamê kombikirinê
rayê rasteqîne
rayê leylanî
Numroyên romanî
|
I |
1 |
XI |
11 |
XXI |
21 |
XL |
40 |
|
II |
2 |
XII |
12 |
XXII |
22 |
L |
50 |
|
III |
3 |
XIII |
13 |
XXIII |
23 |
LX |
60 |
|
IV |
4 |
XIV |
14 |
XXIV |
24 |
LXX |
70 |
|
V |
5 |
XV |
15 |
XXV |
25 |
LXXX |
80 |
|
VI |
6 |
XVI |
16 |
XVI |
26 |
XC |
90 |
|
VII |
7 |
XVII |
17 |
XVII |
27 |
C |
100 |
|
VIII |
8 |
XVIII |
18 |
XVII |
28 |
CC |
200 |
|
IX |
9 |
XIX |
19 |
XXIX |
29 |
D |
500 |
|
X |
10 |
XX |
20 |
XXX |
30 |
M |
1000 |
KM
Deh hevokan binivîsin ko tê de cînavên
nebinavkirî hebin!
|