|
Çi qewimî ye?
Doh berî nîverojê
Min ji te re nivîsandbû
Îro spêdê min li wêneya te temaşa kir,
Min telefona destan hilgirt,
Min ji hevalê xwe pirsî gelo wî tu dîtiyî?
Ti kesî bersiva min neda!
Ez neamadetiya te pîroz dikim
Ez wê demê, dema ku te li kesî nepirsî, pîroz
dikim!
Ez ê destmala te ya kesk li te vegrînim
Ez dê gumlekê te yê ji hiriyê li te vegerînim
Û gustîlka zîvîn jî
Nexşeya rê
Ez dê hemî tiştên ku te dixwest ji wan hez bikim
Li te vegerînim:
Maça min a dawîn
Xweşiya pesindayînê
Min çenteya xwe ya rêzdar amade kir
Kumê berfê
Rûpelên berevaniyê
Kirasê xwe yê spî
Bîna pûngê
Çaya kesk
Hemî tiştên ku tu di rêvingiyê de ji wan hez
dikî
Min giyanê xwe amade kir
Min ew hîn kir
Min silav li diya xwe kir
Min helbestek ji bavê xwe re xwend
Ev giş, daku destê xwe di destê te xînim
Û dergehê mirina xwe asê bikim
Da ti kes me mohir neke
Dawî
Bila ji te re be
Bila ji min re be
Bila ji kesê ku riya coya zêrîn birrî re be
Wek hev e
Ez bim
Yan tu bî
Em herdû jî bawermendine ji text in
26\2\2007
ji erebî
Ehmedê Huseynî |