Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

28 June 2009 16:58

 

 

 

 

Zimanê Felafil

Yasîn Hisên

28.06.2009 rojava.net


Berî her tiştî ez dixwazim ji xwendevana re gotina Felafil bidim şirovekirin.

Felafil:gotinek erebî ye û nave xwarinekê ye ku ji Nokên hûrkirî çêdibe û wan weke hevîr girover dikin û di nava zeytê de diqelînin, xwaringehên wê li bajarên Ereban pirin û weke axê ne. û ji ber ku ev xwarin gelekî erzane, bêtir kesên hejar û perîşan ji xwe re dikirin, û li gelek deveran Lefa Felafil bi (10) wereqê Sûrî ye, belê a Kebaba bi (60) wereqî ye.

Û ji ber ku goşt ji me û zarokê me re bûye mîna xewnekê, hema me tevda berê xwe daye Felafil, hema hema em tevde ji ber zikê xwe êvarî ranazên ji ber vê quzelqurta Felafil.

Eve Felafil û dastana wê di nava me de.. lê çawa zimanê me jî bûye zimanê Felafil, ew jî çîroka wê heye:

Yek caran ez jî mîna hindek hevalên xwe yek gotaran bi zimanê kurdî dinivîsînim, û kêmcaran bi zimanê erebî jî dinivîsim. Û şukir ji xwedê re ku kes gotarên me ên bi kurdî naxwînin, yana wê me bi sere dara vekirana. Ya giring ewe ku ez têm naskirin bi nivîskarekî kurd, û di temenê min û vê nivîskariyê de ez pêrgî kesekî nebûm ku ji min re gotin tu şaş dinivîsîne, yan jî tu xweş dinivîsîne- teqz ewe ku kesek wê gotarê naxwîne-yan jî ê dixwîne naxwaze dilê min bihêle, yan jî serî li min mezin nake.

Berî çendakî bûyerek bi min re çêbû, ku ez pêrgî çend dostên xwe hatim ku ew jî bi meselê nivîsandinê mijûl dibin…! Çawa ez rûniştim yekî ji wan ji min re got:

- min gotara te a bi zimanê erebî xwend, gelekî baş bû..seeta te xweş.

Hema min nedît ku yek ji rûniştiyan berê xwe bi min ve vekir û got:

- bira xuyaye tu zane binivîsîne, lê bi rastî yekhebin şaşîtiyên te yên ziman hene. Û di baweiya min de ku tu vegere Felafil wê baştir be.

Hema ez di cihê xwe de matmayî mam, û min got:

-Weleh birê min, ez bi gelek zimanan dibhîzim, lê zimanê Felafil min hîna nebhîstiye.

Yekî din niqurçkek da min:

- kuro mebesta wî zimanî kurdî ye.

Wax….wax

Hema min got:

- erê yabo, xuyaye hingî em Felafil dixun, zimanê me jî bûye ê Felafil, xuyaye ê te tu têr Kebabe heyran.

Û wisa, ez aniha bi zimanê Felafil dinivîsînim, û belkî ku rojekê hat û qewimî û Kebab bên Qurûşa jî, ez dibêjim qey ne ez dev ji Felafilê xwe berdidim, û ne jî hevalê min dev ji goştê xwe berdide...

 

 

 


 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!







 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1