|
Her sibeh
Bi çavekî melûl
pêşwaziya roja xwe dikir
li benda min bû
da ez porê wê...şeh bikim...
li min dinerî
û raza dilê xwe bi kenekî sistik li ser çavê min
dixist
erê ....Bêrî
ji lewma min navê te kiribû... Bêrîîîî
ji ber ta vê demê ez li benda te me
nizanim
tu ji hecê hatiye
yan ji nava miriyan....!
ji ber....
Li vî welatî
Em her roj
Bi miriyan re dijîn
Û mirî jî bi me re
Dîsa dimrin....!
Vê sibehê weke herdem
Dîsa tu rabû
Te dîlana kurmancî li dardixist
Te piyê xwe di hejandin
Te serê xwe jî di hejand
Te serê min jî di hejand
Min jî bi deva ji te re sitrana (amûdê wa bi
dare Fehîma) digot...
Çiko şeva bihurî
Qaçaxçî derbasî serxetê bûbûn
Û em li benda mewîjê wan bûn....
Ez dimam matmayî
Bê çawa her pêxemberekî te li deverekê bela bûne
Yek...li Amûdê
Yek....li Kopinhaginê
Deh li Opsala
Erê....amûdê germe
Û ew welat sarin
Ma tu ne cemidî...?
Çima hevalê min li Stokholmê wan germe
Helbestin germ ên nayên wergerandin
divîsînin....!
Ê te tu tim qefilî ye
tu li benda minî
Da te germ bikim...da
Bi herdû destê te bigrim
Û te li babikim
(îro serê çile ye.....bejna te kehrebe
ye....şewqê da mala me ye)..
Tu jî ji wê hingê de
Ji min re di tewîne...bi sarî....
|