|
Piştî
romana(soparto) a ku min bi zimanê Erebî xwend,
ev romana diweme ku ji Romannivîs Helîm Yûsiv re
dixwînim, lê vî carê bi zimanê kurdî. Tevî ku ez
dizanim ku ez zanim ku romaneke din berî eva ku
mijara min li ser wê ye belav bûbû, a bi navê(
tirsa bê diran), lê mixabin negihiştibû destê
min, tew ev jî a (Gava ku Masî tî dibin) min ji
cem dostekî xwe anî (û belkî bi minetî be jî)da
ez bixwînim.
Ya giring ewe ku îro heta ku bi derengî be jî,
lê min ev roman peyda kir û min xwend. Û min dît
ku hêjaye ku li ser bê nivîsandin, ne ez bi tenê
lê gelek rexnevan divê ku rahêjin vê romanê û bi
nerîneke rexneyî li ser bisekinin.ji ber wê ez
dixwazim xwendina xwe ji vê romanê re şirove
bikim û hin têbiniyên xwe bidim xuyakirin.
Dîsa ezê vegerim li ser bizava Romannivs Helîm
Yûsiv di romana wî a yekem de (Soparto) da
bikaribim ji wê têkevim Romana wî a nuh(Gava ku
masî tî dibin, ji ber di nerîna min de
hevgirêdanek he ye di navbera herdû romana de,
ew hevgirêdan jî bêtir dide xuyan şêweyê nivîsa
Romanê li ba Helîm Yûsiv. Û ew şêweyê girêdanê
jî ewe ku di herdwa de wêrekiya Romannivîs di
hûnandina tevnê romanên xwe de, û ew wêrekî têne
xuyan di babetên xwe de ên ku dibin mijarên
Romanên wî.
Dema ku Romana ( Soparto) bi zimanê Erebî
derket, gelek guftûgo di nava rewşenbîrên kurd û
Ereb de (li Sûrya bi taybetî) peydakiribû, ku
heta demeke dirêj ji derketina Romanê, bûbû
mijara şevbuhêrkên kesên rewşenbîr. Û di nerîna
min de jî ew bi xwe serkeftineke dema ji Romanê
re, bi taybet di nava Kurdên rojava de ku
Romannivîsê wan kêmin, û a dîtir û giringtir jî
romaneke wêrek di demekê de derket ku pêdiviyek
bû ji gelek pirsên wê demê de.
Û bi derketina Romana sêyem a nivîskar Helîm
yûsiv a dibin navê(Gava ku Masî tî dibin).
Careke din pir li ser hate sekinandin, û bêyî ku
ez bixwînim ez beşdarî hin rûniştinan bûm, û
careke din Helîm Yûsiv em weke xwendevan bêyî ku
em ha ji xwe hebin, em dibûn mîna
(Masî-Mar-nivişt- Kevirên çiya).çiko di Romanê
de Helîm Yûsiv giyan dide her tiştî yan jî her
tiştî bi giyan dike(Derî- Dara Malbatê-Pênûsa
ku êşa xwedyê xwe dinivîse-Naylona ku çîrok
dinixumand-pirtûka ku nehat xwendin..).ji
bilî ku endamên romanê ên bi giyan ji lawiran ew
jî di axivin ku di nava romanê de weke kesin
cihgirtî têne xuyan û tevna romanê bi wan zengîn
dibe mîna( Mar-Bozo: kûçkê Masî).
Ji ber ku zimanê romanê zimanekî nerme û zelale.
Ezê li ser cihê ku rûdaw lê diqewimin hinekî
rawestim:
Diyare ji her kesê ku Romanê dixwîne ji destpêka
wê de ku cih di romanê de Serxet û Binxete an jî
li du deveran rûdaw çê dibin (çiya û deşt). Û ev
cîgeh (yan ji cihek ji herdû cîgehan di Romanê)
nayê xuyakirin yan jî teqezkirin ji bilî di
dawiya romanê di rûpela 192 de ku têde diyar
dibe Deryê sînorê navbera Qamişlo û
Nisêbînê..
Rûdawên romanê zû bi zû di qewimin ji dergehekî
romanê heta bi dergehê din sînor derbas dibin, û
mirov saxlem diçe û bê endam vedigere weke
(Masî) lehengê Romanê. Û ji hêleke din ve hin bi
evîn derdikevin ji sînor û dîl yan jî girtî
vedigerin-lê dîsa bi evînî-(Berfîn).
Ji bilî ku her endamên romanê mafê xwe distînin
ji gotinê û ji şirovekirina rewşa xwe, wisa jî
ew leza rûdawan diyare mebest jê ewe ku
Romannivîs dixwaze zû bi zû ramana romanê zû bi
zû bighîne xwendevanê xwe.
(Gava ku Masî tî dibin) romaneke balkêş e û
hêjayî xwendin û nivîsê ye, çiko rewşeke giring
ku civaka me têde derbas dibe şirove dike, û ya
giring tir ku gelek babet û mijar di romanê de
hene cihê pirsê ne û sekinandinê ne. Û weke min
di naverokê de diyar kiriye ku gava ku (Masî)
lehengê romanê tî dibe dawiya dawî gelek tiştan
jî bi xwe re zuha dike.
|