Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

22 December 2007 14:24

     

 

DI XEWÊ DE PAYÎ ME

Xizan Şîlan




Ez
li nav pêlên bablîsoka
jiyana pûşt
tamikê devê masiyê mirî me
li koçberiya berbangan
qajîn û hawara gewriyê çûka me
jana helbestên xwe
li pêşangeha mirina bêwext
ji roja mehşerê re
pêşkêş dikim
stêrkên şermok
li tenetiya şevistanên bizdonek
li dor xem û xeyalên xwe
direqisînim
çirûskên rojê
li koretariya şevan
di rojhilata nava dilê xwe de
diçirisînim
hosînameya mirina xwe
li qefesa tofana okyanûsan
dinivisînim
rengê dîroka çilmisî
bi bêhna kulîlkan
dineqşînim
ez
li şiyarbûnê di xewê de me
di xewê de payî me
rêya karwanê kul û kederan
di movikên laşe çarenûsa min re
dibihurin
bi saya dengê lorînên dayikan
mayîn û têlstriyan
ji nav tixubên axa zeviyê xwe
dineqînim
ji xemgîniya pênûsa hesretê
îlham dipale
min
tova hêviyên tarûmar bûyî
li kendalên avhewaya
ekvatorê hinavê xwe
çandin
ji henasa salnameya demsalan
bêhna barûta genî
difûre
şev û rojan
çembera îxaneta qehpik
li stûyê bihuşta giyanê min
alandin
awaza strana bilbilê baxê min
di darbesta jiyanê de
fetisandin
fanosa eşqa dil
tefandin
aramî
li stargeha temenê kin
herimandin
bîleta mirineke zû hatî
ji bazara reş diyarî min kirin
êdî qeyika kesera dil
li perava mestbûna xeyalan
di rûbarê xeman de
diçeliqe
nalînan
di bin lihêfa êşa xewan de
kevz girtin
bîr û bawerî
li têkçûyîna bêrîkirinan
hatin rûxandin
ne jiyan layiqî min bû
ne jî ez şayanî mirinê bûm
werin
xweliya şewata termê min
bi destmala kefa destê dilberan
verê bikin



Xizan Şîlan
2007-08-08
Stockholm

 

 


 


alanocano@hotmail.com

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de