|
-Name-
rinda min
dîsa xem û xeyalê
keder û êşê
rapêçand
ruh û canê min
ne xwendin
û awaza bilbilan
ne bêhna sosin û
gulan
ne herikîna ava
çeman
ne jî bedewiya
keç û bûkên
li ser kaniyan
ez bûm tîreke
kewkuj
xençereke devtûj
di dilê xwe yê
hêjar de
çûme xwarê
li ber bayê demsala
biharê
li ber pozê min
dûmanê cixarê
rinda min
ez li pey te pir
meşiyam
dest û pî li min
qerimîn
û êşiyan
min gelek name
ji te re nivisandin
nizanim ez ê çawa
xwe bi te bidim
nasandin
pir zor û zehmete
tarîfkirina nasname
ya min
bi kurtî
ez sirrekî
neferisandî me
li te digeriyam
diyar diyar
li gund û bajar
li ser Çiya û Zinar
ez bûme fîrar
bi dengê qêrîn û
hawar
bang li te dikim
eey yar yar
dor li min girtin
hemû siwar
ne dost man ne jî
heval
li min şa bûn gişt
neyar
min ji bo te pir
xem xwar
vegeriyam hatim
stûwxar
şûşê meyê min
vexwar
li min bûn zîndan
çar dîwar
“ax lê eman ax lê
eman”
rondikên çavên min
herikîn
mîna ava çeman
westiyam êdî
hal di çokên min de
neman
bi nexweşiya
sewdayê ketim
Bijîşkan nedîtin
derman
gotin
çare nîne û
derxistin ferman
bi dengê saz û
keman
ax lê eman ax lê
eman
halê min halekî
yeman
rinda min
ji min re dibêjin
sergêj û dîno
dil bi kul, dil bi
kîno
lê ez nexweşê te me
rinda min
fîtik û bilûrê
lêdixim
stranan dixwînim
helbestan dihûnim
ji derd û kederê
ez bûm meze li
meyxanan
di devê serxoşan de
ez bûm benîşt li
meydanan
di devê berdoşan de
rinda min
navnîşana min tune
ye
ez derbeder im
dil bikeser im
bêşun û bêwar im
bi dengê qêrîn û
hawar im
li te digerim
dixwazim
ber bi şopa te ve
werim
lê bi xwe nebawer
im
lewra
ji awirên çavên te
yên melûl
û dilbişewat
nawêrim
rinda min
rojekê deriyê
dilê min lêneket
bi destê postevanan
tu bûyî pênûs û
defter
li ber destên
min
tu bûyî nîgara
pêşangeha
dîwarên min
tu bûyî evîna
hezkirinê
û strana ser lêvên
min
lê ez ne nivîskar
im
ne bestekar im
û ne jî sextekar im
di nedîtina te de
dîn û har im
rinda min
ez xeyala te
ji xwe re dikim
lihêf
wêne ya te dikim
balîf
lê dîsa jî
bê te xewa min naye
li ba te dilê min
maye
bila cendekê min
bişewtînin
li ber ba kin mîna
ka ye
kilamekê bilorîne
tu dayê
“ax lê eman ax lê
eman”
rondikên çavên min
herikîn
mîna ava çeman
westiyam êdî
hal di çokên min de
neman
bi nexweşiya
sewdayê ketim
Bijîşkan nedîtin
derman
gotin çare tune
derxistin ferman
bi dengê saz û
keman
ax lê eman ax lê
eman
halê min halekî
yeman”
rinda min
ez mîna ava Diclê û
Firat im
herikîm bi dilşadî
ber bi te ve hatim
êdî min
dergûşa nava dilê
xwe yê jar
aşt kir û ramedand
lewra te
jiyan li min
herimand
dil û pişk li min
werimand
damarên stûyê min
qerimand
xewa min ya şevan
li min revand
elweda rinda min
elweda
êşa ruh û canê min
ji te re feda
te dîsa kul û birîn
li min veda
agir di dil û
cîgerê min de dada
ji ber tirs û
heyecana bi xof
sîng û berê min xwê
da
bang dikim dibêjim
ey Xweda
nizanim berê tirba
min ku da
mirineke bêbext..
mirineke bêwext..
elweda rinda min
elweda
Evîndarê te
Xizan
Xizan Şîlan
2004-04-14
stockholm
|