Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

10 August 2009 11:24

XEYALAN DIRÊSIM

Xizan Şîlan

rojava.net- 10.08.2009

 

ez
li kolanên xerîbiya xopan
jana evîndariya derbeder
dixwim
birîna kul û derdan
vedixwim
û êşa hesreta welatê rojê
dikişînim
li ber peşkên barana
heyva çardeşevî
tevna bêhna gulgeniman
dihûnim
bêdengiya agirpijiya giyanê
di henasa birûskvedanê de
diteqînim
siya tirs û gumanê
bi meqesa dilê xepînok
dibirim
li rêwîtiya şevistanan
hêvî û wêrekiyê
dimeyînim
rengê demên çilmisî
bi keskesora asoya xemgîn
dineqişînim
di hîqehîqa gewriya zarokan de
zikê bextreşiyê
didirînim
bi xumxuma nalîna çeman re
qesîdeya sebra dayikan
dilorînim
bi saya xwêdana
eniya kuliyên berfê
koretariya şevên bizdonek
diçirînim
li bandeva zinaran
herika şîpa ramaneke
bêserûbinî me
rûpelên dîroka genî
li kurtepista xewna şevan
ji nû ve
dinivisînim
dergûşa şaristaniyê
di hembêza bûka newalan de
dihewînim
bedenê pakrewanên nemir
bi kirasê aramiya
bejna dara gûzê
dinixumînim
li nav pêlên okyanûsê
konê şervanên berxwedanê
vedigirim
tovên kulîlka serkeftinê
li ser sîngê çiyayê Qendîlê
direşînim
di pêsîra awaza çiyan de
agirê şahiya newrozê
vêdixim
û li meydanên strana Oramar
govenda azadiyê
digerînim



Xizan Şîlan
2008-05-01
Stockholm

 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005