Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

10 February 2009 00:16

HEVALA NEMIR ZÎLAN

Xizan Şîlan

rojava.net- 09.02.2009


Şervanên li ser çiyan
diqêrîn û digotin
ew hevala nemir Zîlan e
hêvî û evîna ber dilan e
ew nemira li ser çiya
û li nav kolanan e
barê giran rakiribû
li ser milan e
barê kurmanc
û zaza û soran e
barê azadiya gelê Kurdan e
barê soza serkeftinê
barê doza serhildanê

hevala nemir Zîlan!
te dilê xwe kiribû bombe
û teqiyayî
agir û pêtî dipijiqiyayî
ew agirê cane te
agirê newrozê bû
agirê pîrozê bû
bi agirê cane te
roj dibiriqîn
te bi saya agirê laşê xwe
taritiya şevereşên xopan
diçirand
û xewa şevan li dijminan
direvand

hevala nemir Zîlan!
kesk û sor û zer bûn
rengê te
bi qêrîn û hawar bû
dengê te
gul û nêrgîz şîn dibûn
bi xwîna te
erd û ezman dilerizî
bi axîna te
te êrîş dibir ser dijmin
bi cesaretê
keç û bûk şîyar dikirin
ji esaretê
di şeva reş û tarî de
bi şewqa agirê canê xwe
pêşeroj rohnî kir
bi lorandina xwe ya şîrîn
dergûşa ber dilê dayîkan
haş kir
bi şîyara berxwedan jiyan e
riya azadiyê ber bi xwe ve
kaş kir
bi çalakiya xwe a şoreşê
rê li ber dijminan
şaş kir

hevala nemir Zîlan!
tu weke hozanan dinalî
mîna berxikan li zozanan dikalî
tu barana hûr hûr a demsal î
berfa spî ya zivistan î
bilbila nav bax û bostan î
şehîda axa Kurdistan î

tu xem meke hevala Zîlan!
gora te bi axa pîroz
hate nuxumandin
rûpelên dîrokê bi xwîna te
hatin xemilandin
tu hevala nemir Zîlan î
şervan û sewdaya ber dilan î
û hesreta ber dilê Xizan î



Xizan Şîlan
2000-08-18
Stockholm



 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005