Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

24 February 2009 16:09

Seyr e!

Xerîb CAN
xeribcano@hotmail.com

rojava.net- 19.02.2009

Gav bi navê te,
ken bi kenê te,
rûbar bi rûndikan diherike
Buhişt e, bejna te,
gulavek rêvingiya wê me
Meyxane ye lêvên te
Bi tenê meyxwurê wê me
Seyran e dêmên te
buharan ez lê me
Şêrîn in çav
ên te

Qurbana xwedê me
Yar, jîn baxê evîn e,
Pelek li payîza wê me
Seyr e! Bê te yekî dî me
Seyr e!
Çima? jarê dostê şevê me
Jê dûrî, lawê xemê me
Li ba wê jî xerîbê wê me
bê war namînim, mal ew cihê lê me
li ku bim; tenê yarê wê me,
Êvar û berbanga dîn e,
Ez jî xewna kewê me
Tu kî yî?
Nebêje heyva şevê me,
da nebêjim ez kurê kê me
Tu bikenî dil hêlîn e
dem dirêj e, temen kêm e,
Seyr e..!
tu li ku bî,
çawa bî, kî bî?
hertim ji bo te ez tême.
 

 

 18/2/2009



 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005