|

Hunermendê mezin, pîrê
stranê, xwediyê deng û strana resen,
bilbilê berxwedana gelê Kurd, dilgirtiyê
xaka Kurdistana şêrîn, kelemê çavê
neyarê çand û hunera gelê Kurd, Hosteyê
strana kilasîk û şoreşgerî, penaberê bê
xwedî, hunermendê ku di koçika dilê gelê
Kurdistan de rûniştîye DILGEŞ e.
Çima Dilgeş bê xwediye ji hêla sazî û
dezgehên gelê Kurd ve?
Çima hevqasî em hunermendê xwe piştguh
dikin?
Çima di jiyana hunermend û nivîskarên
xwe de em gulekê pêşkêşî wan nakin lê
gava ku dimirin em dikin haho?
Bi sedan çima hene.
Xwedî derketina li Aramê Tîgran weke
tavên baranê hêstir ji çavên min
barandin hin ji kêfa xwedî derketina li
wî bû û hin jî ji belengazî û
bêxwedîtiya ku stêrikên hunera me tê de
dijîn bûn.
Di jiyana Hunermend Aramê Tîgran de gelê
Kurd bi saziyên xwe ve lê xwedî derket
ew kirin mina tabloyeke gelkî birûmet û
bi dîwana dilê xwe dalqandin. Her wiha
gelê Kurd û saziyên wî Aramê Tîgran bi
xwedî derketineke bi hişmet sipartin axê.
Bê goman ev cihê şanaziyêye li ba her
hunermend û nivîskarên gelê Kurd ku
dibînin hem di jiyan û koça dawî ya
hunermend Aram Tîgran de xwedî derketin
çêbû.
Em vegerin ser mijara xwe ya bingehîn ku
hunermendê jibîrbuyî Dilgeş e.
Ji bilî zor û zehmetiyên jiyanê, feqîr û
belengaziyê, gera li kolanên xerîbiyê,
malmîrata nexweşiya şekir jî roj bi roj
perçeyekî ji laşê pîrê strana şoreşgerî,
pîrê Ola Êzîdiya Dilgeş didize.
Dilgeşê Kurd, Dilgeşê şoreşger, Dilgeşê
penaber, Dilgeşê evîndarê deşt, çiya û
zeviyên Kurdistana mezin û yekgirtî,
Dilgeşê ku stêrikeka geşe di asîmanê
hunera Kurdî de li benda saziyên gelê
xweye ku di jiyana wî de gulekê bidin
ber pozê wî,
li enda dilxweşiyekê ji dost û hevala
ye, li benda nivîsekê yan jî
diyariyekêye ku dilê wî xweş bike, li
benda lêkolînekê ye ku li ser huner û
jiyana wî were çêkirin, li benda
bangekêye ku derkeve pêşberî gelê xwe li
Kurdistana ku ber bi azadiyê ve diç.
Dilgeş hêjaye ku meriv û sazî lê xwedî
derkevin
Hêjaye ku em dilê wî xweş bikin
Hêjaye ku di festîvala Amedê de silavekê
bide hizkiriyên xwe
Hêjaye ku li cihê ji dayikbûna wî
Nisêbîna rengîn konsêrek jere were
çêkirin
Hêjaye ku van çend roj, meh yan salên
xweyî dawî rihet bijî
Hêjaye ku di Telfizyonên Kurdî de konsêr
jêre werin çêkirin
Hêjaye ku heval û dostên
wî salê carekê yan jî ducara lê bibin
mêvan û li hal û wextê wî bipirsin
Hêjaye ku gava
perlementer û şaredarên me tên Eurupa lê
bibin mêvan
Hêja ye ku ahengên
rumetê jêre werin çêkirin
Ma ezê çi bêjim
bawerbikin hêjaye û hêjaye û hêjaye …
hêjaye Kurd hertiştî ji bo wî bikin ji
ber wî jî her tiştê xwe daye doza
azadiya gelê xwe.
Navên hinek ji stranên
Dilgeş:
1-Artîşa me
2-Egît bi heybeta
3-Ger fermana me rabe
4-Bêrîvanê
5-Muxtaro
6-Lêxin hevalno
7-Bilbilo
8-Şerê Bagokê
9-Biçûkê Canê
10-Xumênî
11-Axa me
Û bi dehan stranên mina
van hene.
Çend stranên DilgeS
Muxtaro:http://www.youtube.com/watch?v=pemgWXvdUYc
Biçûkê Canê:
http://www.youtube.com/watch?v=pPO7KbMF4B8
Hêlîna xeman:
http://www.youtube.com/watch?v=pWxyvRMdN28
Axa me:
http://www.youtube.com/watch?v=pciUpeM-TRs
Xebat Şakir
25.08.2009 Oldenburg Almanya
|