HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN
 ROJAVA LI DERVE
  

 

 

 

 

 

 

   

Kalo:

 

 

 
 

  Malper

 Hevgirtin 

 Rojava

 English 
  Swedish

  Daxuyanî

  Endam

  Komîte

 Rêbaz

 


 

 

      TUNEL

          EZÎZ XEMCIVÎN

 

    

Dengê wê

bi sîmfoniya

dengê Arifê Cezîrî re

harmonî dibe..

 

Silava rojê

bi tayên tîrêjan re

gurzan

tînin holê

nanekî li ser sêla dilê xwe dipêje..

 

navekî,

şehekî

û çavekî

ji wan pêlên rewrewkan re

qeyikê li razên roniyê

li

tabloyeke ciwan

nexşîn dike…

 

lava xaka tî.

Ji baranê

hêsran dibarîne

bigirî baranê bigirî ..

nimêja derwêşan

berzûrî

kaniya çavan e;

pîvongê ji bin girê bêjeyan

hildike…

 

destarê behitînê

li ber çira şevan digerîne..

li newalên hevokan

bi şîş û xişta xocan

nikildanê dike..

 

li bin

hemû tilmên axa sar

xewnên

gorênkomel tarmarî dike..

li bin berfa peyvan diveşêre

 

Ev çi helwest e

çi mebest e

tu bûyî rû reş

û tu bûyî newêrek

şeva kirîstalî

te nivêja bê hêvî dikir..

te xweliya asîmanê bê ber û pal

bi ser

çira şermîn de werdikir..

 

weyla li te dunyayê

ji şima û qişûfê zertir,

tu tinazên xwe zerikî dikî,

 

ji rewanê firyayî

bêtir,

ji firiştan

zûtir

û ji bihna bayî

nûtir

 

tu bihna rewan î, tu dilê firiştan î

û tu

xencer û pêla bayî

 

tu jî gunehên çavan

giran dikî

ji sûra kovanê

libên kenê jêhatî berhev dikî..

 

Va

bi bihna zeyzefûnan,

tu mukur hatî

bi bihna endeko

tu li min ewle bûyî

û bi mastêrka axînî

silavên

Pilo-pilo

li ser serê tayên gelale

pelikên jîndayî

diyar dikî

 

ez jî li te mukir têm,

paçekî sipî

strana dayika min e

buhara keçînî

parasta peyva min e..

 

bi çemê şahiya min

tirêna "wefadariyê",

dilêriyê

û hogiriyê dimeşe...

 

Ji bo te

dilê min li ser têtîkan dikene..

carek

hêviya pencera dîlûdîn

zindî kir...!!

 

dîmena sîsirkê

li ser rûyê şevistana kal

şevên tofanan

mukurvanên

pêçekên mendalan

li ber firtona {Tisonamî}

giryana şahiya derbider

wek fotoya {Gornika}

li ber periya Pikaso,

li bin kenê potîna Naziyan dikele...!!

 

Weke

durvê te

murala jiyê gulekê

erê naya ken û girî

bi hev re cot dike..

 

Davinşî zû

ji bersivên Monalîza reviya

ez bi ez re gêjkir

tu bi tu re

nakokî,

navbilî

û

bayê her alî

li hevdu xist

ne tirş û şor

tekez pûç û xav û kelê kir

 

 

Erê

ez xerîb im;

kor im

lê ji pirsa çavên te

min xwe ava kir…

ji sîtava pîr

ling ji xêza terpilîne derbûn..

 

hela ez binêrim

li wan sozan

çawan dê ji qulê dîwaran der bibin!!??

 

An ji tabloya xwekujînê

çawa direvin?

te kenê hinara tirş

li bin tepiskên

hejmara rojên dijwar

pejiqand..

sîstem

tev li hev bû

sînaryo ya dubarekirî

ta bi bihinên sport çikand..

 

te kêlên sînorên bê tirazû

daçikandin.

te kefenên çavsor

li ser tilmên tixûban

bi destên Izrayîlan livandin…

 

Ji te bîr û bawerî

peye

û

keye

te ew hêlandin,

dawiya tûnelê

tarî ji zelaliyê

di ingire!!

 

Sînaryo ya dubarekirî

hilmek ji te distîne,

destê qelew

omîda nerînê

nikare bitevizîne..!!

 

hêla pira rêzê

li bahoza qerwelê şikest.

Êdî li ser banê destpelînê

Şeşrenga xwe danî..

Cil û berg

ji ber serma diyalokê dipoşîne,

dil bi paçên aramê

li dawiya tûnelê tarî

ji zelaliyê her di ingire

lê çi bikim

tûnel bi dawî nabe

 

5/1/2005

 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005