|
|

Welîd
Murad
Li ser çiyayê Qasiyon, li
Şama
şerîf, ez di oda xwe de ketibûm nava hizr û ramanên qurmiçî û bêwate
de. Bayî jî bi fîzefîz, xwe di nava terkên deriyê darî re radikir,
derbasî hundir dibû. bi bêciriyek tûj, agirê hawildanên hinavê min
dorpêç dikir û bi baweşênê re serê tiliyê min ditevizandin. Peşkên
barana hûr nexşeyeke tevlîhev li ser cama pencereya min nîgar dikir,
û ez serwextî wê kêlîkê dikirim ku, piştî şeş mehên din divê ji vir
bar bikim. Xwendina min li zanîngehê bi dawî tê, û ez ê herim herêma
kurdan; da karê bijîşkiyê bikim. “Erê bavo, dawiya hertiştî heye.”,
bi dengekî nizim ji nav lêvên min derket. Xuyabû ez di bin akama
metirsînekê û hinek hêviyên nepêkhatî de bûm. Çaxê min jiyana xwe,
ya her şeş salên xwendinê tanî ber çavên xwe, min pir çelengî û
serkeftin tê de didîtin: Pêwendiyên civakî, danûstandinên dostanî,
heya bi çalakiyên rêxistinanî û siyasî hebûn. Jixwe di zankoyê de,
min bawernameyên serkeftî wergirtibûn. Ev hemû pêk hatibûn û tenê ew
tişt mabû ku, niha min dixe bin bandora wê metirsînê de, û
kefteleftekê di hinavê min de gûr dikê. min mat dihêle û canê min
dilerizêne. “Dawî heger ez biryarê bistînim û ew sêwelekê lawê
Şêrînê
dîsa di rûyê min de derkevê, ka wê encam çi be?” Ev pirsa min a rewa
bû, û diviyabû ez ji xwe bikim. Bi rastî jî, ew mîna girêkeke kor
bû, di nav destên min de venedibû. Kelemek bû, min ne dizanî çawa
xwe di ser re çeng bikim. Di gumanên min de, hemû hêzên esayîşê,
ewlekariyê, partî, rêxistin û civak li aliyekî bûn, û ew ê mîna
meymûnekî li aliyê din bû. Qaşo ew jî şagirtê zankoyê bû, û di
paşerojê de wê bibûye mamoste. Lê hema mamosteyî yekcar pê nediket.
Bejnek kinikî û bêvilek terpoqî di ser de bûn, serşûnikî û
navmilkedûnî bû, mîna kêzika gûgerênek jî, hema di nav lingan re
digerî. wisa, ez diçûm mala kîjan hevalî, kîjan çarçiyê, celde, şahî
û cejnên zayînên zarokan, ew li hemû deveran amade bû û di rûyê min
de derdiket. Carna jî ew yekser dihat cem min malê, û ez naçar dimam
ku, çend katan bi mirûzekî tirş pê re derbas bikim. Ez ditirsiyam
dîsa niha were û pilana min birûxêne û têk bibe. Heger carna min
rûmet didayê, ew jî ji ber ku hemwelatiyê min bû. Ew ne endamê ti
rêxistinan bû, lê hema pêwendiyên wî û diya wî pir bi şax û bax û
xurt bûn. Dîsa hişê min çû ser wî, û min ji xwe re digot: ”Heger
niha werê, ew li ber derî hişk jî bibê, ez jê re nabêjim derbas be û
nejî jê re vedikim”. Ev di roja Înê de bû û ew li welatê me ya
vehesandinê ye. Berêvarkî bû û asman bi ewrekî sivik dihate
seyinandin û xunavek hûr dibarî. Hino hino tariyê jî xwe berdida
jêr, û êdî ji min re, ji wî çaxî çêtir nebû. Dema lihevhatinê bû ku,
ez herim kela xwe vemirînim û kula dawî ji ser dilê xwe rabikim.
Mixabin min li rewşa xwe dinêrî, hîna çogên min sist bûn û ji bo
çûnê, ez ranedikirim li ser tapanan. “mi digot qey ez bi zirav im, û
dikarim sînga xwe ya tazî bidim ber gulleyên dijmin! lê ez tirsonek
im!. Niha sawîrê wî meymûnî min bi paş de vedigerîne! Kuro tu dibê
ew û diya xwe dê fermana bidarvekirinê li min bibirin û min di nav
civatê de pûç bikin“. wisa ez ketibûm mitala paşerojê û ev gazind
min ji xwe dikirin. Dawî piştî wê cirenîxa di nav hizr û ramanên min
de, min hêza xwe civand. Bêyî ez lempa enitrîkê vêxim, min kirasekî
dirêj mîna yê koçerên ereb li bejna xwe kir, çefiyek sor jî li
hawîrdora serê xwe rapêça, û destmaleke spî avête ser. Tiştek ji
rûyê min nedihat xuyanîkirin; ji bilî pîpikên çavên min pêve. Min
qapûtek avêt ser milê xwe û di kaşê çiyê re, berjêr daketim xwar.
Piştî min çend celde û şeqam li xwe badan, ez li kaxeza xwe zîvirîm,
û min li nav û nîşanê temaşe kir. Loma berê min kete taxa Ziftiyê, û
piştî çariyekê, bi wî şêweyê hovane, ez li ber deriyê wê çikistî
bûm. Li wir dengekî nizim û fediyokî ji kûrayiya hinavên min gazî
dikir:” wa tu ji wî gelacî jixwe filitî û êdî roj a te ye ku, tu
mitîngekê li dar xînîê. jiyana xwe ya ku, li ber peravê buhuşta
nehînî xeniqîbû, niha zindî bike. Têkeve ser qeltaxê mêyîtiyê heya
tu di nav helkehelkan de wenda bibî.”
Hinga, bi kelek germ, bi
dilekî pola, min êrîşî derî kir û bi kulma xwe kuta. Lê kesî
venekir, loma min dîsa dubare li derî xist û mam bendewar, lê dîsa
derî venebû. Ez ketim nav dudiliyê, ka ez vegerim; an bimînim. Ji
nîşka ve, pencereya li kêleka derî û li ser celdê vebû û roniya
hundirê odê avête ser rûyê min. Herdû milên pencereyê vebûn û jineke
sitûr heya bi noqê, xwe tê re derêxist. Bi wê devokê û zaraveyê dûr
û kevnare, ku di nav de bêjeyên zimanê erebî, mîna libên zîwana reş
beloq bûn, bi min re axêvî:
“îÎro În e û ez kar
nakim!”
Kurtedemekê çavên min bi
pirs li himberî yê wê rawestiyayî man. Bi lezgînî wê ew hevoka xwe
avête nav çavên min û mîna delfînekê xwe dîsa vekişande hundir, û
pencere girt. Lê ez di cihê xwe de sar mam û sergêjek li min geriye.
Di wê kêlîkê de, wêneyê
Şêrînê
tevlî wan her şeş salên jiyana min dibû, û mîna şûjinek sorkirî di
nava mijiyê min de digerî û dax dida.
“Ew
Şêrînê
bû!”, bêdeng, min ji xwe re got.
Ji wê rojê ve, ez vekişyam
hundirê kevalê xwe, heya li min bû çekur û di nav de winda bûm.
Braunschweig, 2005-01-05
|
|