H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv




Xewsê Nûranî
 

rojava.net 06.05.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

         (çîrok)
 

Welîd Murad

 

 

“Miço çi kir.......? ”  Ev pirs, mîna zengil hertim li ber guhê Þêx dikir zimênî. Rev û bazdan tanîn bîra wî û dikere qolincek tirkî di ser dilê wî de. Wisa jî xewn û bîranînên wî li ser hev dicivandin û kom dikirin. Û ew pêlên hizrên mijgirtî, lê dibûn têlên direhî. Lê dihatin badan, heya nema karîbû xwe di nav wan de bilivîne.

Miço çi kir ?

Çaxê miço bû gur, sultan ji qurm rakir.

Li welêt çê kir berberî; ferman li şêx û melan birî.

Hin bidar ve kir in, hin jî sirgûn kir in.

Şêxê me, ê ku navê wî xewsê nûranî, nema behwerî bi misto anî.

Loma, çaxê ker zirî û pê re bişkul firî, jê re nema girîng, ne musilmantî û nejî gawirî.

Wî xewsê nûranî, hertişt ji neynikê dizanî.

Xwe tenê tê de dît û hinga gav kir in şelît.

Ew şêxê bi nav û deng, pêv e şîn hat in per û çeng.

Bû ba û bablîsok, civandin hemî jin û zarok, tevna xwe jî pêça û rîsê xwe kir gilok.

Ji serxetê bar kir û xwe li binxetê bi cih kir.

Çaxê li jêr, navenda olî û tekî damezirandin, pêwendiyên xwe ji bakur ranewestandin.

Ev bû demek dirêj ku dûrî welat, jibîr kirin hemî burc û kelat.

Xwe ji aliyekî ve kenand, ji aliyên din ve xwe vezîland, bi kul û keser jî riha sipî hejand. Ji kerba dilberan, ji eşqa kezîzeran, welat li bîra wî hat.

Xem û xeyalê ew revandin, rabû li vê qûnaxê; biryarên dîrokî sitandin:

“min bêriya welat kiriye, warê bav û kalan, cihê murîdên dilovan. ez dê herim serdana wan”, bi rastî jî di dema dawî de, ev bûn hizr û ramanên wî.

rojekê xwe bi ser rê êxist û çû serxetê. murîdên deştê jî bihîstin ku, xews vegeriya ye. Loma, bi sedan hatin pêşwaziya wî. dozkerên dîtina wî bi qeflan xurehan. dilên wan jî tije hezkirin û destên wan di bin barên selikan de, westiyayî bû. zembîlên tije libên mewîjan, gelwazên beniyê, topên bastîqê û seriyên helîlê. te digot welatiyên wê êrdimê tevan dane ser pişta hevûdu û her yek ji wan dixwazê şêx bibînê û diyariya xwe jê re pêşkêş bikê. hin dibûn bi toz û hinan gazî dikir û li ber canê pêxember dikir in selewat. sofiyên rihdirêj li ber erbanan bi cizbê diketin. dibû qîr û him hima wan. milet linavhev diket. ger ax hati be dêran, ew ne dighîşte ser rûkê zemîn. bidestketina armancên wisa û di wan mercan de, pir çetin bûn. loma hinan ji wan, xwe hildidan û di dilên xwe ên guvaştî de, hêvî dikirin, bi tenê hema çavên wan li bejna wî bikevê. Bêguman, wê çavên wan bi ronî bibê. wê ji wan re bibê mîna ku, buhuştê bi destê xwe diêxin û di jiyana xwe de dibin serdestî. bi wî şêweyî û ta wê astê dîtina wî dinirxandin. lê tihna wan nedişkest. çaxê xwe di ser serê hev re hildidan jor û awira wan lê diket, hinga bi hawar, gazî wî dikirin : “şêx...şêêêêêêx, em gorî te ne looo,....ha ..ha, ji te re , helîl...helîl.”

wisa jî virênî jê tanîn û ew seriyên helîlê ji şêx re tavêtin; li textê sînga wî dixistin. çaxê xwediyên bastîqê dibihîstin, wan jî mîna xwediyên helîlê dikir in. hinga haya xwediyê beniyê ji meselê çê dibû, wan jî gelwazên xwe bi halan û lîlan li sitûyê şêx digerand in. wilo dikirin ta radeya ew di nav girekî ji helîl û bastîq û beniyê de dihişt in. berî roj herê ava, mazûmvanê şêx ji wan daxwaz dikir daku, ji hev belav bibin :

“ gelî mirovan ! herin malên xwe û sibe dîsa win dikarin werin. çimkî şêx dixwazê hinekî xwe vehesînê. Hêêêê...., win gaziya min dibhîz in?”, lê qîra wî li ser dîwarekî kher, dibû vedeng û dîsa lê vedigeriye.

mirovên riyên dirêj birî bin. ên kû, xizaniya xwe li sitûyên xwe rapêça bin û hêviyên xwe kirib in mîna berbejnekê, û bi ser qam û qilafetên xwe de, berda bin. li ser wan ne asane ku, wisa bi gengasî bizîvir in. bêyî dîtina şêx û pêşkêşkirin diyariyan jê re, hedanî bi canê wan nakevê û nejî miradên wan pêk tên. Nemaze, çaxê hîna li malê, biryarên xwe sitandi bin ku, şevekê li ber deriyê wî bibûrîn in û çavên xwe bi roniya wî germ bikin. Bi darê zorê, hem bi zirt û qerebalixê, heya ew ji wir kirin der.

piştî nimêja mexrebê, şevbuhêrka şêx dîsa dest pê kir. lê vê carê ne ew xizan û belengazên guhê gundan bûn; mîna ên danê sibê. lê ew dewlemend û bajarvaniyên wê navçeyê bûn. Her yek ji wan dihat; kurtedemekê dima û hevdîtinek bi şêx re li dar dixist. di pey re şêx tene tene, pê re diçû devê derî. ên dewlemend jî, devên xwe dibirin ber guhê wî, û çend gotinên kurtepistî jê re bidar ve dikirin. destên xwe jî berdidan birîka cibê wî û hinek dirav ji nav tiliyên xweyî hevrimêşî, hildiweşandin. heya şev bi derengî dibû. gelek ji ên vî nifşî dihat in û diçûn. Çaxê di dawiya wê nîvşevê de, derfet ji şêx re çê dibû. mîna mû, xwe ji civatê vedikşand û diçû çend mal lihev dixist in. şêx di vê gerê de, Pêvajoyek bi stêrik û qoseqer diafirand. heya ku, xwe tê de, mîna qehreman û lehengê destanekê, didît:

Çaxê şeva me qar bû û barê hêştiran kar bû.

wî digot:

 „ bi navê xwedayê dilovan û mehrîban“ , yaho heya gaziya wî digiha asman.

dibû birûsk û pêt û wisa gav li pey gavê davêt.

tenûr li taran himhimîn, çavên jinan qerimîn.

bi xeml û xêzên bûkanî, man li benda xewsê nûranî.

lêv li ser lêvan mizmizîn û sitêrik li asman çûrisîn.

bû req reqa tavan û çêlkew ket in davan.

gotinên xwedê û pêxember, şeva zîz dikir in kesk û zer.

bû xuşên û mişên bi xelatên tirgal û satên

rojek li vir, şevek li wir, heya çirra qurm bir.

Roja vegerê bi hezarên murîdan dan dûv wî, li pey wan jî turimpêlên barkirî ji hemû nifşên xelat û diyariyan. tevan bi hev re berê xwe dan sînorê serxet û binxetê. li ser sînor jî, bûkek xemilandî û nuxumandî bi hemû xemla xwe, ya keçkanî li benda wî bû. li wir şêx bişirî û xwest xatirê xwe bixwazê û wê ahenga qeşeng bi duayekê bi dawî bînê :

“ bi saya xwedê û komara turkiyê, em di nav vê xêr û xweşiyê de ne. xwedê nevî û nevîçirçirkên mustefa beg, ji ser serên me hilneyînê. gelî ummeta pêxember! ku selewatên xwedê li ser bin ”.

cemawer jî tevan bi hev re gotin:” aaaamîîî......n ”

bi vê amîna dirêj re, şêx rabû sînor derbas kir û kete nav miletê binxetê de.

 

 

Braunschweig, 22.08.2003

 

 

 


 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE