Kurdî

Êzîdxane

Nûçe

Gotar

Qewl û diwa

Çand û wêje

Mîtolojî

Lêkolîn

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira


Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
 Urkesh
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:06

     

Tariq Hemo

Kurdên Resen û Kurdistana Azad!

Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com

Danûstendin û goftûgoyek dûr û dirêj li qada Êzîdxanê heye. Ji dema hilweşîna rejîma dektator Sedam Husên di 09.04.2003 an de û heya roja îro Kurdên Êzîdî( an jî Kurdên resên: li gorî danasîna desthilatdariya Kurdistana azad!) ji bo ku mafên xwe yên siyasî û hiqûqî bidest bixin, di nava tekoşînek bêhempa de ne.

Beşek ji van Êzîdyan, bi taybetî yên kurdperwer û xwedî kedek mezin di riya Kurdayetiyê de, "tekoşîna" xwe her di çarçeva "dadmendiya" hikûmeta heremê, sazî,PDK,YNK û wecdanê rewşenbîriya kurdî de birêve dibirin û dibin. Ew li ser her sozek nû, hêviyên nû dadimezrînin.

Bi gotinên"cara bêt, emê Kurdên xwe yên Êzîdî insaf bikin û wan li gorî hijmara wan derxin saziyên birêvebiriya Kurdistana azad û Iraqa fedral" şad dibin û hewl didin ku beşên civaka Êzîdiyan jî şad û hêvîdar bikin.

Beşekî din jî heye, ew doza "serxwebûna biryara Êzîdiyan" dike. Bi gotineke din, daxwaz dike ku "Kurdên Êzîdî" ji Kurdistanê veqetin û ji bo bidestxistina mafên xwe bi tena xwe serî li "şirîkên xwe yên Iraqa nû bidin" an jî bi gotineke din "girêka xwe bi destê xwe vekin".

Serkêşê vê grûbê jî (Tevgera Êzîdiyan ya ji bo serastkirin û pêşkeftinê) ye. Ev camêran xwedî tu xîtabek siyasî, hiqûqî û dîrokî nînin, bi qandî ku reyaksiyona "zulm û zordariya" aliyên fermî yên Kurdistana azad û siyaseta binpêkirina kêmol û kêmmezhebên Kurdistanê( Êzîdî, Feylî, Şebek) ne.

Ji ber wê yekê, wan zarawê xwe yê taybet afirandî ye û "neteweya Êzîdî" didin pêş. Ji bo bicihanîna vî zarwaî jî, metod û teyoriyên cûrbicûr bi kar tînin…

Ji bo civaka Êzîdiyan ber bi xwe ve bikşînin teyoriyên ecêb diafrînin. Ji bidestxistina mafên Êzîdiyan yên rewa wêdetir, mirov helwestek tevlihev û ne berpirsyaran e li cem wan dibîne.

Bi her hal, ev tevgera ku niha bi parlementerekî di perlemanê Iraqê de nûneraytiya Êzîdiyan dike, xwedî serweriyek balkêş e li heremên Êzîdyan, bi taybetî Şingal…

Di hilbijartinên Iraqê de,(15.12.2005), li ser lîsteya „hevpeymaniya Kurdistanê“, ku Êzîdiyan110.000 deng pêşkêşî wê kirin û weha vê lîsteyê karîbû 54 perlemanter û 5 wezîran li ser navê Kurdan bişîne Bexdayê, ku hemû "Kurdên Sunî" û "Kurdên merkezê" bin û yek jî ji "Kurdên resen" ewê ku qaşo "heyvanê Kurdistanê" ne, nebe….
Di heman demê de,(Tevgera Êzîdiyan ya ji bo serastkirin û pêşkeftinê) karîbû bi 25.000 dengî mirovekî Êzîdî bişîne Bexdayê, ku xwe bi nasnameya xwe ya olî ( û vê dawiyê bi ya netewiya Êzîdî jî!) bide nasîn…
Di hikûmeta kurdistanê ya yekgirtî de jî, ji111 parlementeran tenê 3 kes Êzîdî ne û ji 43 wezîran, tenê 2 Êzîdî ne, ew jî mîna Nivîskar Hoşeng Broka dibêje: "yedek û li hewa ne"!.
Çima ev yek?.
Çima hikûmeta Kurdistanê ji 110,000 dengên ku ji kurdên xwe yên resen wergirt, ew layiqî yek parlemanter nedîtin?.
Çima ji 5 wezîran yekî Êzîdî, Feylî, Şebek, Kakay nîne, tevî ku ev "kêmol-mezheb" ji 30% hijmara kurdên başûr in?.
Çima rêviberiya Kurdan û nûnerayetiya Kurdan bi piranî di destê "kurdên Sunî" û "kurdên merkezê" de ye?.
Çima "kurdên Sunî" serok û serkêş in û Kurdên Êzîdî, Feylî, Şebek û Kakayî berendam û "yedek û li hewa" ne?.
Çima "Kurdên merkezê" nişticihên Hewlêr, Silêmanî, Dihok serok û serkêş in û "Kurdên dorûberan" yên Şingal, Xaneqîn û Zumar û Cesanê berendam û "yedek û li hewa" ne?.
Çima gelo ji 100 salên dawî û vir ve, ji dema derketina Tevgera azadiya kurdên başûrê Kurdistanê ev riyalîtêta niha nebû, lê piştî rûxanidna rejîma Sedam û "azadbûna Kurdistanê" ev neheqî hat kirin û me bi navê partiyên Êzîdî û Feyliyan bihîst?.
Pirsa dawî, berî ez serê xwe û we bi sedên pirsan bêşînim, çima ev dilgermî û pêşwaziya camêran e( li ser asta hikûmetê, her weha li ser asta rewşenbîrên Kurd) ji bo "Herema Neynewa ya Xirstiyanan" û xwestekên kişandina wê ber bi himbêza "fedraliya Kurdistanê" ve û çima ewqas ihmalî û paşguhkirina mafên kurdên Êzîdî û Feylî û Şebek û Kakayan??.






 

 

 Gotar
ezidxane@hotmail.de

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1