|
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
|
18 May 2009 00:07 |
|
 |
Şêx Maşûq,
qurbaniyê guhertina mezin…
Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com |
|
rojava.net- 18.05.2009 |
|
|
|
Di
1.6.2005 an de û piştî vegera wî ya ji Ewrûpayê, dewleta Sûriyê ya
stemkar, zaniyar û oldarê kurd yê pêşverû Şêx Maşûqê Xeznewî bi
şêweyekî hovane û piştî êşkenceyek mezin kuşt. Biryara kuştina Şêx
Maşûq yê ku roj bi roj cihê xwe di dilê gelê kurd li Başûrê Rojavayê
Kurdistanê de digirt, ji berpirsiyarên ewlekariya Şamê yên herî
mezin û payebilind derçû.
Çima biriyara ji holêrakirina vî mirovê aştîxwaz?
Ji ber ku Şêx Maşûq dikarîbû bibe simbola têkoşîna gelê kurd û hemû
hêzên muxalefeta Sûriyê û ji ber ku zaniyarekî ola îslamê ku li ser
asta navdewletî dihat zanîn û bi mînaka îslama pêşverû û reformkirî
bang dikir, ew ji aliyê hêzên muhafezekar û tarî di rejîma Essedê
kur de hat kuştin.
Xîtaba Şêx Maşûq li ser 2 astan dihat dîtin:
1- Pirsgirêka kurd: Şêx Maşûq nêrînek netewî derbarê pirsa gelê kurd
li her parçeyên Kurdistanê de hebû. Wî bawerî hebû ku gelê kurd yê
welatê wî Kurdistan di nava 4 dewletan de hatiye parçekirin û
parvekirin, mafê serxwebûn û avakirina dewleteke netewî heye. Ev
nêrîn jî her car dubare dikir û li her cihî diparast.
2- Mînaka îslama pêşverû û reformîst dida pêş: Li himberî pêla
nijadperestî û fundamentalîstê ya li herêmê pêş ketiye, têza
biratiya olan derdixist û li dijî terora rêxistinên Islamî ya
navnetewî deng bilind dikir.
Di vî warî de jî di gelek konfransên navdewletî li Ewropa û
Rojhilata Navîn de amede dibû û nêrînên xwe eşker dikirin. Loma
têkliyên wî bi rêveberiya gelek welatên Ewropayê re hebû. Gelek
caran sefîrê Norwec, Swêd serdana wî li Qamişlo dikirin. Her weha ji
ber van nêrînên xwe ji aliyê hêzên terorîst û rejîma Sûrî ya hevkar
wek hedef hatibû nîşandan…
Şêx Maşuqê kurd û kurê malbata Xeznewî ya li seranserî Kurdistana
mezin navdar e( lê ya dûrî siyaset û kurdeweriyê ye jî) di hemû
çalakiyên kurdên binxetê de beşdar dibû. Di dema serhildana 12‘ê
Adara 2004 an de, ew bi eba û şaşika xwe li nava hezarên ciwanên
kurdan digeriya û banga berxwedan û azadiyê li wan dikir. Li şîna
şehîd Ferhad, ew ciwanê ku ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hate
kuştin, axaftinên cegeryane dikirin ku heya niha tu kesî ji tevgera
kurd ya siyasî nekirine. Di merasîma bîranîna şehîdên azadiya
Kurdistanê û di şahiyên Newrozê de bejna Şêx Maşûq ya zirav dihat
xuyakirin û bi ala rengîn ya li dora sukra wî pêçayî, bi ayetên
berxwedan û serhildanê diqîriya.
Dema hatibû cem me ROJ Tv yê û me pê re çend hevdîtin kirin, me ji
nêz ve ev mirov nas kir. Yekser wê demê min ji xwe re got, ev
mirovên wiha her sed salî carekê peyda dibin. Weha Şêx Maşûq wêrek û
bi qeder û emrê xwedê bawer bû. Ji me re digot "Hûn ciwanên
Kurdistanê ne, gelê we bindest û hejar e. Hûn jî li vir li Ewropayê
ne, pêwendiyên xwe bi her kesî re xurt bikin, bixwînin û kar bikin.
Çavên hemû kurdan li we ye, baş bizanibin".
Şêx Maşûq, şehîdê Netewa Kurd, ji aliyê hêzên tarî yên ku gelek
simbolên guherînê li herêmê kuştine, hate şehîdkirin. Berî wî jî
Selîm Izzaldîn, Serokê Meclîsa Birêveberiyê demî ya Iraqê û Refîq
Herîrî Serokwezîrê Lubnanê û Serokê Partiya Komunîst ya Lubnanê
Georg Hawî, rojnamevan Cibran Tiwênî, rojnemevan Semîr Qesîr ji
aliyê kujerên Şêx ve hatibûn kuştin. Tenê ji ber ku doza guhertinê
dikirin.
Kurd dibêjin berxê nêr ji kêrê re ye. Wiha xwîna mezinekî wek Şêx
Maşûq wê bibe nîşana azadiya gelê kurd û guhertina mezin ya ku dê
textê hemû qatilan birûxîne, peyda bike…
|
|
|
|
Design:
www.hesso.de |
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net |
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005 |
|
|

Ne ku bi tenê şêx bû, ne jî bi
tenê pîrozmendekî me yê ji
ronahiyê bû, têkoşerê evînê bû,
xweşik mîna giyanan û zelal mîna
eşq û evînan bû. Çîroka me ji me
re şirove kir, em fêrî evînê,
fêrî silavê kirin, em hînî ku
em dê çawan welat di maçekê de
kurt bikin, kirin. Em hînî ku em
dê çawan şehîdên xwe bi stiranan
rapêçînin, kirin. Şêxê me bû,
hevalê me yê ku me jê hezdikir û
hezdikin, bû. Şehîdê biyan,
şehîdê dastana hişê me yê nû,
hevalê me yê ku tembînameya me
bi destê xwe nivîsand û
hetahetayê nemir û dê nemire.
Em di salvegera jiyana wî de
silavekê lê dikin!
|