Kurdi
Kurmancî
Helbest

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrecht

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 

 



Kalo:-Xemgînî ne parate ye Ya me ye

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

1

 Xemgîniya te, pala xwe da ahenga kevirên şeva min

Awazekê dêmên xwe li hev vegerandin

Bi ewra şînê re, peyv ji razên min, te diçinîn

Rengvedana asoyan,

li qeraxên serkeftinê di tenêtiyê de, ahengeke yekdeng bû.

Bedewiya destpêkên rêyan, di pirtûkên rojhilatê de,

li tenişta bêrîkirinê, lerzesîberên mindalekî pêçan,

ji awazekê agir deranîn.

 

2

 Germahî,

hêmin e, xwîn kûrahiya min e.

Ji temîniya min, serma dizê.

Daristanên bêriya şevê,

li şewata gundê qurnefilan,

giyanê min hêra,

di bedena paytexta berbejna min de çilmisî.

Welatekî jixwekoçberbûyî, di bêdengiyê de.

Şevê zarok, nelorand.

Di rojê de, guleyek amade dibe.

Xelekên barûd,

bi ramîsanekê li xwe mukur tên,

pala xwe didin tariyê.

 3

 cin Niviştên te  ji insan re dixwînin.

Biyavên te, henasa evînên xwekuj in.

Sêdaredan, çavên min î belengaz himbêz dike.

Bê cih û war im, tu, nema tekane yî.

Bi pênûsa min, te sirûdên xwe pak kirin.

Rondikên min dîsan stirana kelehê avêtin ber hev.

Rojhilat im, tu,  kevza kevnar î.

li xizêmên cejnan,

Malabada valahiyê me.

Qûnaxdûrê nifrînên

bêdeng im,

di tilismên spî de.

 4

 Di ciwaniya peyvê de, zindiyekî sernoq im.

Mirin bi mirinê şa dibe.

Sirra bayê sibehê radiwestê, şev rût e, bîranînan li xwe dicivîne.

Derze di laşê min de.

Cigerê zarokekî  Amedê me, li ser bedena te,..

 

Zarokên te parçeyek ji xewa helbesta min in.

Bager e,

tiraf ji te dibarê,

hemî malbatên girnijînê fîxanên te bêhin dikin.

Amed:

-         Zarokên te, li şopa muyên spî diçin,

gulwazên destên wan ber bi te ve tên.

Xewsên te dinalin.

Li germiyanên te, tirs bazara comerdiyê ye.

 

5

 

 

Şevê..

jinek û çemek vexwendin  xewna min.

Giya sparte dengvedana bisk û keziyên te.

Nîşana  windabûnê  ye  gewdê min,

li ezmanekî kor.

Himbêza koçberistanê

Şikestinên min dihijmêre.

 

6

  

Bêdengî xwe

li hev vedigerîne.

Bedena te, kulîlkan li ser

tariya bêdeng dihejîne.

Stirana min ewran dipije.

Rondik nema  termê min ji min vedişêre.

Zembîlfiroş , toba xwe dubare dike.

Sotayî tu, peyva min î ji

destan difûriyayî.

di bêdengiyê de,

jibîrkirin serî

radike

Di windabûna kolanan de 

tu xema nalînê yî.

Di xerîbiya pûtan de,

Amûd pêşengeha şewatê ye.

Sibeh têkilî şevê dibe

bi ba re di xew ve

diçe.

Helbesta

min xwêya

şîneşeva

lixwenemukurhatî

vedixwe.

 7

Xêzereng, , digihin  dergehê     jibîrkirinê

Fener ji  ezmanê te  dibare, bi ser avê dikeve,

dişêle. Roniya  te bayê kur diçirisîne.

Zimanê te   dengê min      dirûtiye,

kevirên  min şîna   te     himbêz dikin.

Li xewistanan xeftanê te li şêtiya

xwe dialînim.  Dem  geşta  xwe    dike û

li ser mijgulên  te  bêhina  xwe    berdide.

li hicrikên te, mey henasa  Xanî di eqîda

„Elem Tera“ de…...      hinayî çi  xweş e

ev  paytext,  wêneyên  te,       zebeşên te,

mizgeftên  te,  keçên  te,        dengê  te û

vedenga kurpîna dilê te.

 

8

 Cana min bes e birîna min ji êrîşên demên têkel, xav in

Ne dost

Ne sotayî li ber dergehê xewna min diyar dibî

Ne şev

Ne bêdengiya çavên te, taya min direvîne.

Çawa dê peyvên te jibîr bikim..!?

Dilxweş e şev bê kezî û ebrûkevanên te ?

De çavên xwe bi êgir bişo cana min û

di şîna min de giya û baranê biçîne.

Waa dengê nedeng

Wa xewna nedeng

Wa dengê nexewn

Wa xewna nexewn

Di xwe de û ji bo xwe nemînin

Ji dûrahiyan, tem û moranên zer di xewnên piyalan de,

di nepeniyên şevan de razînin.

Şev, mîna min rewingî ye.

 

9

Kilîta sirûdên te,

kovanên min dimije

Rojhilat e li ser êgir.

Agir e rojhilat.

Tavsorkên xwe jî girêdide

Tingêniya tîpan winda ye

Ka zaroktiya te û min?!

Rojê barkir û venegeriya, xeydî

Di nav çogên min de qeşem bû roj

Tiblên min mendehoş in

Bi tinê fêrî nivîsîna êşê bûne

 

10

 

Ba.. ax ba dîsan nediyar e

Peyvên wan şahîk in yadgariyên kuştinê ne

Refên rondikan sernavê laşekî jibîrbûyî li çiya ne.

Kalo: -Dengê te nayê

Navên te diçinin ji kaxezên dilê min.

Derzên bedenê çîrokên te dibêjin kalê min.

Rêçên me ji xwe vediciniqînin

Ên ji dûr hatine, hatine seredana te, ji hicrikên Pîran

Rahêjin beratê, razên spêdê li bêdengiya me belav bikin.

Bêdengiyê li me qedexe bike kalo û niviştên xwe bi ser kubariya me de berde.

Sîbera ewrekî me, ji westana te pêdikevim, pirs hev nagirin, tawî û bawîbûna min derman bike, ji derveyî veşargeha vê axê.

Were careke din serî li van kolanan bide û  selewatên xwe li ser perengan  spî mîna rengên belengezan di çarçewa vî misînî de geş bike.

 

Kember kesk

û kenar bû

Şîn hat

belav bû

Zer sar bû

Sor  derd

û bela bû

 Bi tiliyan te pêş hev dikin

mûyên spî

li ser sûra te radixin,

çavên min ji te têr nabin

Ma te em naskirin?

Rojhilata jibîrkirî di xewna xwînê de me

 

 Min bixwîne

Li ser min bigirî

Bila Yên bi te re xwe ragirin

Deng di bêdengiyê de

Şev di rojê de

Welat di hizra me de

Rewşen di gumanê de

Bersiv di pirsê de

Winda ne

û tu şahidê axîna dengbêjan î

11

 Seqem e

Bahoz me dibêje

Nivîsa xwe bi dêmên min binuxumîne

Bajar li êgir kom bûye, çîrokên dapîra te guhdar dikin

Mirina xwe ji wêraniyê werdigre bajar.

Di rêkên xwekujiyê de, tenê bîranîn e

Şêt e ev jiyan û gavên te « yek dido behwer sisê

çeqla fisê mamo dîno şaşik şîno » dubare dikin û keleha

te sinorên xezebê dixwîne.

Sûretê Qamişloka min ji xewê wê hişyar dike.

Bazbenda qamişloka min daleqîne sêlên me sincirîn

Dengê te tê. Çalên te kenarên xwe bi niçik kirin

Baskên me penaberan şîn hatin

Peyv e destpêk Dawî peyv e

Deng û vedeng e rojhilat

Merdog birînên

Tiyamat

dikewîne

 Deng vebû,

 elend

di gova mêrxasan de, şahî girêda Ceng har e

cenga gotinê ye . Bikene penaber im. Baranê dibarînin

 hêlên min. Ewran dinasin, hêlên min. Zemîn teng e lezê bike.

Bajarê tozê yî tu. Ba ye digerê. Firmêskên min ji

welatekî dûr û xerîb hatine,

konê xwe vedidin. Eşa

min jî koçer e.

Ma tu ji kolanên

bêdeng û windayî

hez dikî kalê min?!

Ji bo limêja xwe

 Naqosê

 Lêxe

x

e

 

 

12

 

 

Kalo:

          -Cil û bergê spî tu li xwe dikî

          berê te li kû ye?

          Mirîdên te beden li xwe badane

          Kolanên bajarê te, dûr, nêzîk, di êgir de dê pergî êk bibin.

 

Welatê min:

-         Min banga  kaniyên te di himbêza çiyê de teptipand.

Konê firmêskan ji me dûr e

Di coşa sirûdên te de, ahengek ji temê me.

          Zemîn teng e… dengê te bi xewna bajêr hatiye xemilandin

Kolan giran in û avdar şehîdên xwe dihijmêre.

Di çirisîna mijê de,

Zembîlfiroşê te zembîlê xwe li Qamişloyê belavkirin..

 

Gulle di malzarokê de mirinê parpar dike.

Mijê, her dever parastiye.

Digot û dikuşt.

Bi kuştina Apê min re,

1992 Birînên Reş  bi ser ûçkên bûkên me de berdan.

 

Ameda min.

Kaniyên te gazindên xwe ristin.

Li ber bejina bayê te, sîber û  av raberî êk dibin.

Bajarê dûr û ên nêzîk dîlana êgir radikin.

Welatê min sergovend e.

Di himbêza giyayê hewşê de,

lavija Pîrê serî rakir û dest bi duayên êvara me kirin.

Li ser sînorên êşa te, tilîkên min axînan belav dikin.

Sêdaredana rehspiyê me,

asoyên hetîketiyan diyar dike û ji qêrîna me helbestê dirêse.

   13

 Di xilmaşiya tîrêjên heyvê de,

bêdengî distirîne.

Tu xewnên min distirihê.

Peyv sîberan ken e…..

Mindal şivanê serpêhatiyên bavê xwe ye.

Dicle  bûye cihê xeman,

Dengê serê sibeha bêqudoş e.

Di dengê te de şikestim

Pêlên te destpêka seqandina qolinca payîza min e.

 

Dengê te rê ye.

Li veşargehên te, zivistan nîşan e.

Av dergehên xwe dadixe.

Bendewarê ba nemîne gewra min,

xwe nêzîk bike,

hevsarê bagera xwe berde.

Ev xak ya te ye,

ya te û

dil bedew e,

dil keşxe ye.

 

Werin,

ma dengê min nakin?!

Guman asoyên penaberan in.

          Mey

          Toz

          Giya

          Şevpest

 

Di esmanên rikberiyê de,

berê min î yekem bi ser hêla jandar de dibe,

barê çaran dildarî ye.

Li dema min ya li kenarê herifandinê biner e.

          Agir bi min re beşdar e

          Tu,

ew,

em,

ez bi min re hişyar in.

 

14

 

 

Êş ya te ye.

Bi avê dilîze, bide pey min.

Tembûr

di nav tiblên te de dinive.

Wateyan nema dinase gotin.

Dûrket roj,

li şihîna xwe dipirse.

Ewrekî aloz dakete ser belgên zer.

Derbas bike wî bayî,

wê biroxe li hêla min î çepê.

Tu di nav wî bayî de yî.

Tu bager î,

kurd ew bi siloganên xwe, rizgar kiribûn.

Berbangî,

ji vedenga govendgerekî dibarî.

yara min,

heyv î tu,

di neynika

min

aşiqî

de.

Hatiiiim;..

 

15

 

 

Ho helbestvano looooo

Dengedengên ..

Bê nav

Bê dîwar

Li şeqamên lerzê

Şêtiya te belav dikin

zûrezûra te ên ji rengên qozeqerê,

li xilwetgehên  şêxên Extepiyan dikin qesîseyên feqeyan.

Ewr li ser milê min dinive.

Çavên xwe didim ser hev.

Bi gulekê di nav tirafa berfê de dihejim.

Şev dikûre,

ez..

li wateya mirinê dipirsim..

Ji min re hate gotin:

Mirin, mirin e

Mirin nemirin e

Nemirin mirin e

nemirin nemirina mirinê ye

Rê hen e.

Dem kovî ye.

Ez berahîka şevê vedimirim.

Tiliyên min xem in.

Ho helbestvanooo

Asoyên te rojeşev in,

refên valahiyê ne,

bi te re  derbeder dibin.

Tenêtî hêz e.

Girî keleha xweşiya te ye.

 

-         Helbestvan ji şikestinên xwe berbi xeyalên dûr ve diçe û  dibêje:

Niha  xatir ji we dixwazim,

ji we ên mijank û balindeyên min bi hôvîtî avêtin.

Kalo:

Demên te ên berbangiyane

Serma bo sermê,

rût

bêhin

dikin.

 

 

 

 

 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 
Xanedana êşê
 
Nostalgiya du helbestvanan
 

Rojavayê Kurdistanê û erkên hêzên siyasî yên kurd
 

Lempên nû - werger
 
Ilse Aichinger
 
GERA FEDIYOK
 
Prometheus û vedenga çiyê
 
Kalo:-Xemgînî ne parate ye Ya me ye
Kizîr
ŞAHÊ ŞEVÊN ŞÛM
Marie Luise Kaschnitz