Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

11 August 2008 23:13

     

Daxuyanî

   Stêr E Neco


     Silav!

Min navê sernivisa xwe bi awayekî giştî  nivisî ji ber ku li gor şêweya nivisandinê divabû weha be.. Ya rast ez vê daxuyaniyê ji bo xizm û hevalên xwe didim û herweha kesên din.. Ji ber ku min pêwistî bi guhertina navê xwe dît û herweha min guhert ez vê daxuyaniyê didim.

 Nav, xalek ji nasnameya mirov e, xalek ji ziman e, Nasnameya kes bi xwe ye. Ew kesê xwediyê navê xwe berpirsyar e di ber  navê xwe de, her tiştê baş û yê ne baş kiribe. Ez berpirsyariya navê xwe yê kevin û yê nû dikim û amade me ku her pirsa were bibersivînim. Ez bawer im tenê em weku Kurd me ev probleema ha heye. Ji dema ku Misilman ( Umerê kurê Xettab) ketine Kurdistanê problemên bi vî rengî derketin pêşiya Kurdan. Herweha ji sedsalî vir de, ji alî Tirkan  ve ev kêşeya han derketiye asteke hîn girîngtir û wek amurek bo asimilasyonê hatiye bikaranin. Di sala 1937 an de Tirkan bi qanûnekê navên Kurdan navê cî û warên Kurdan guhertin, li gor wê qanûnê navên nû bi kotek û zorê dane mirov û cî û warên Kurdan.  Ji ber van sedeman navên Ereban û navên Tirkan ketin jiyana Kurdan.

 Dema min dibistana seretayî dixwend, (mamosteyên ku taybet ji bo Kurdistanê hatibûn perwerde kirin)! Nedihiştin ku hevalên me yên Asûrî/Suryanî navê xwe bi kar bînin û navên Tirki li wan dikirin. Di wan deman de weku kes min her ew pirs ji xwe dikir û mixabin nedikarî bigihîjim bersivê.  Dema ku min bersiva xwe dît min tu şik nema ku ez navê xwe yê resen bikar neyinim.

 

Mezinên min navê kalikê min  Ehmed li min kirine. Mixabin navê Ereban û yê misilmana ye!. Ehmed kurê Neco ye. Dema ku min dest bi nivîsandinê kir weku herkesî  min jî navê xwe yê resen Ehmedê Neco bikaranî.

 Li ser vî, navî min hindek lêkolîn li ser folklora Kurdî û wekî din nivîs li ser hûner û hunermendan nivisîn.

 Ev 4 sal in ku ez weku penaber li welatekî Ewrupayê dijîm. Ev car salên penaberiyê bo min peyameke pirr girîng hênan.

Tu wek Kurd, tu wek nav, tu wek kes ne tu kes î!… Te nav nîne, te xak nîne, te keseyatî nîne, tu ne mirov î, tu ne sî yî jî!…

Tu,  yan Tirk î, tu yan Ereb î weyan Faris î!…

U herweha min weke Ahmad bi nav dikirin, ku ev nav di nav terroristên Ereb ku li van welatan karê ne baş kirine pirr derdikeve pêşiya me.

 Ji ber van sedeman min pêwistî bi guhertina navê xwe dît, ji ber ku min nexwest ku mirovên biyanî min weku Tirk, Ereb weyan Faris bibinin, lewma min navê xwe danî, Stêr E Neco. Hêvîdarim ji îroj vir de kesên min dinasin, min bi vî navî bi nav bikin. (bang bikin).

 

 

 
 
 


 

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de