|
Yek
ji taybetmendiyên ku kesê rojnamevan ji
hemû xelkê asayî cuda dike girêdana wî
bi etîkêka serekî ya rojnamevanî ye, ku
ew jî babetîbûn e. Xwiya ye ev exlaq ji
kesekî heyanî kesekî din û ji dezgeh û
navendekî heyanî dezgeh û navendeka din
tê guhartin. Lêbelê rojnamevanê rast û
dirist nikare bi hesanî dest ji vî
exlaqî berde. Lewma pirsa hilbijartinên
pêşerojê yên Parlamentoya Kurdistanê û
tevlîbûn ji vê hilbijartinê re ne karekî
hesan e û dibe ku jibo rojnamevanan ji
her kesekî zêdetir karekî zehmet be ku
biryar bide ka çi kesayetekî jibo serokê
herêm û çi lîst, qeware û alî hilbijêre.
Sedema serekî jibo vê zehmetiyê vedigere
jibo wê hejmara zêde ji zanyarî, dîtin,
hizr û raman ku di ber destê wî de hene.
Kêm in ew rojnamevanên ku heyanî wekû
neha amaja bi kar û çalakiyên hukûmeta
herêm û parlamentoya wê nekiribin di
navbera 18 salên derbasbûy de( bi başî û
xirabî). Çi rojnamevanek heyanî wekû
neha ji hukûmet û parlamnto re negotiye
ku gendeliyeka bê hed û hesab heye,
desthilat ji hêla çend kesekî ve hatiye
dagirkirin, civak hatiye leşkerkirin û
demokrasî xwe dikuje. Wata beşdarîkirina
rojnamevan bi xwe karekî zehmete, gelekî
giranbuha ye û dibe ku nirxê dengê wî
hindek têgihiştinên nu bi xwe re derêxe
holê, Jiber ku kesê rojnameva divê bi
zanebûneka zêdetir deng bibe, lêbelê wê
deng jibo kî, çi lîst û çi qewarê
bide??!!
Dibe ku çemkê hilbijartin jibo hindek
kese tenha were wata ye beşdarîkirin û
hedirneçûna deng be. Lêbelê hemû dengek
naye wê watê ku dengekî xweş e û wê xelk
guh lê bigre. Jixwe berê piraniya xelkê
tevlî proseyeka weha bûye, lêbelê nirxê
dengan gelekî bi edeb bi hedir çûn,
ketin di nav xeleka demokrasiya
lihevkirinê. Wata bi destê demokrasiyê
demokrasî hat avêtin.
Berî hemû tiştî divê kesên rojnamevan
bizanin beşdarîkirina waa di
hilbijartinan de û dengê wan jibo wan
kesan e, ku goman li rojnamevanan dikin
û di wê baweriyê de ne destekî biyanî li
pişt wan heye û dixwazin rewşa Herêma
Kurdistanê tevlîhev bikin. Di heman demê
de dubare dengdan e bi Yasayê Karê
Rojnamevanî, ku hîç birgeyek ji vî
yasayî cudayî girtina kesê rojnamevan
neçûye di warê kiryarî de. Wata careka
din dengê min wê jibo kî be. Gelo ev
dengdana min naye wataye jinavbirina xwe
û serwerîkirina kesê beramber. Ew kesê
ku bawerî bi raport, roportaj, hevdîtin
û karên di nav rojnameya min de nake.
Gelo naye wê watayê ku ew tiştên 18 sal
e ez dibêji di dawî de bû paşguhxistina
xelk di nav xemlandina bajar û
gemarkirina dilê mirovan di encamê şerê
navxwe de, şerê post û berjewendiyan,
rehakirina tenya kesekî û serwerkirina
gurûp û alî di biryardanê de??!!
Divê rojnamevan, hemwelatî û xelk
piştrast bin, eger dengê wan girîng e û
hewara wan dighe guhê berpirsan, çima
çêbû 18 sal xelkê Kurdistanê hewar dike
û dibêje:" Gendeliyê em kuştin, nebûna
şûnê akincîbûnê û girtina pişta xizman
bese....htd" encam çibû. Heta wekû neha
me çend wezîr dîtiye ku bi tawana
gendelî hatibe cezadan. Me kîjan endam
parlemento nedît (bi hemû pêkhatên xwe
ve) ku razî nebe muçeya wî newe
zêdekirin jibo 6 Mîlyon dînar. Çima wê
demê dengên me nedigihiştin guhên we.
Lewma tişta ku di pêşerojê de bibe
gelekî ji neha ku dibe nêzîk e. Wata
pêştir biryar liser hatiye danan û ev
kar bi lihevhatina siyasî bi dawî dibe.
Divê rojnamevan çi bibêje, divê neha em
dengê xwe jibo kî bidin? 18 sal ji
temenê gêncîtiya me hukûmeteka bi goman
ji demokrasî û ji karê rojnamevanî
berhem hêna. Heyanî wekû neha çi
rojnamevanî kariye xwe bighîne Wezîrê
Bazirganî yê Hukûmeta Herêma Kurdistanê?
Çi rojnamevanek bi pê biryara Serokatiya
Herêma Kurdistanê kariye zanyarî derbarê
fermangehekî de bi dest xwe bixe? Çima
heyanî wekû neha Wezîrê Navxwe
hevdîtinek ligel rojnamevanekî navxwe
nekiriye? Heyanî wekû neha çi
rojnamevanekî kariye xwe bighîne Wezîrê
Geştûguzarê û derbarê şûnên geştûguzarî
pirsiyar lê bike? Çi rojnamevanek çûye
cem birêz Wezîrê Samanên Xwezayî û jêre
gotiye:" Ji kerema xwe û di şûna ku tu
jibo raya giştî re bi'axifî jibo me
bi'axife. Ji kerema xwe ji min re bêje
dahatê kesê kurd ji wan peymanameyên
petrolê ku we ligel şirketên biyanî îmze
kirine çiqas e, ew kesê ku di çend rojên
pêşiya me de diçe deng dide jibo hukûmet
û parlamento, ku tu yê birêz jî têde
desthilatdarî?".
Di dawiyê de ez dixwazim bêjim, di hemû
dinyayê de bi berdewamî formên taybet bi
dengdanê jibo hemwelatiyan tê dayîn,
başe çima hukûmeta herêm û parlamentoya
wê wekû afirandineka nuh di nav dinyaya
hilbijartinan de, tenha jibo taqîkirinê
û wergirtina hizrên xelkên nerazî ji
hukûmetê formekî taybet bi wan kesên ku
naxwazin deng bidin, yan jî dixwazin
hukûmet xwe baş bike belav nake. Jixwe
hemû beşdariyek di dengdanê de naye
wateya razîbûn û beşdarîkirin di
hilbijartina hukûmet û parlamento de.
|