|
Çiqasî ,
ez û sîtava xwe
mîna hevin.
di lebit û
şikestinên vî
bajarî de.
li ber kûrbûna
wî,
me kedî kiriye
kem kirina
dîtinê.
me di hejînin
tîrojên,
vî bakurî.
geh me dirêj
dike,
ji pêkên
bêzariyê re.
geh me tîne hev
mîna,
guloka xweziyan.
me li hev dipêçe,
sawîrên reşkê
şevên wî.
çiqasî,
em ji hev dizîne,
kavilên
bêrîkirinê.
mîna me jî,
kopê bagokê,
dinehwirîne,
perdên dilbijiyê,
ber bi sînorin
serqot ve.
me ji demsalên
xwe vedikişîne,
xêzikên tabloyên
wî.
mîna mene,
her tişt, û me
mîna xwe dikin,
bê canên wê.
em weke xwe,
wan di niviştên
xwe de,
bi rûmet dikin.
ey xweda...?
çawa te em li vî
kenarê windabûnê,
bi hev ve kirin.
subhan ji
afirandinên te
re,
bi hev,
em dişon riwê
berbangê xwe.
em derbasî xaçe
riyên hev dibin.
li hev digerin
di bêdengiya xwe
de.
aferîn,
ey asîmanê bê
ban.
xwe sîwan bike
bi bihna me,
da em te
beravêtî bikin,
di likumandinên
gera xwe de.
ji bergirtina,
zayînê ve,
em beravêtinan
di pûrisînin.
bi pirse,
ji dilopên tirsa
me,
çiqas...?
tirs,
bi lîstikê
zarokên me ve
zeliqîne.
Çiqasî....?
me sirûdên
sergombûnê,
bi xêlvanî ji
ber xwe kirine.
Çiqasî....?
em ji ser şopa
hev windabûne,
ez û sîtava min.
Çiqasî....?
şevbuhêrkên,
vî bagokî,
xwe di ser milê
wan sînoran re,
çip kirine
xewinên,
şev,
û sîtava min.
|