Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

13 May 2009 23:29

Ji bo bîranîna şêx Mihemed Maşûqê Xiznewî

Silêman Azer

rojava.net- 14.05.2009

 


1

Şaşika,
ji tirsandina tirsê re
di kîjan xweziyê de,
te razên xwe çandin
di çi nerînê de,
hate jibîrkirin pêçana te
ma tu dikarî,
li çi hebûnê,
xwe derînî
di keviyên spîbûna te de,
katdabûn,
şaxên xweziyan
ka bîna te,
di çi gulşenê de bariye
min bêriya herkîna te kiriye.
kengî tê li hişbûna bêdengiyê,
bibare

Min,
di koçka zayîna te de,
gurandin,
qurbaniyên xwe
hîna şil e,
dilê dilmê,
ji kavilkirina te re
di lebitandineke dirinde de,
te sirûda xwe xwendiye.

2

Ezbenî,
te siya ocaxa xwe
di çi tavê de,
reşandiye
di çi mûmdanê de,
te rûdêmê xwe,
vêxistiye.

Diherifîne,
meydanên sawîran,
şeqe.... şeqa,
bejna te
ji ber,
te li pey tozika,
cirîda xwe hiştiye
de veke kefenê razên tirsa xwe
min badaye,
gerdena xewna xwe,
li ber çira pirsa te,
hiştiye

3

Ezbenî,
bêriya dengê te kiriye,
vedenga rêwî
li ber herikîna bêjeyên te,
derdibin berbangnên sawgirtî .
li keviyên demê rawestiya,
bajarê,
ko şîna te li dêmê xwe kiriye.
ma te ezber nekiribû,
lavijên pirsa xwe.
hîna tu şagirtê navê xwe bû
de bêje,
çi erêbûnê,
tu xapandî.
de bêje,
da xwe bixwînin bêje.
de bêje,
ez benî.

4

Dîsa
Ji cara hezar carî ve.
bi rûmetiya navê te,
paqij dike lêvên min,
ji zingargirtina deman.
careke din,
ez xwe bi sînga te dipêçim,
ji seqema bendewariyê
ziwabûn nerîn li ber bûrîna pêjna te
min keritandin,
tiliyên cihan,
di çavnêriya tîbûnê de
min ji belbûna naziya te ve,
xwendiye,
tenahiya xwe.
min xwe ser tirsên xwe,
weravtiye,
bê naxiya te.

Ji baweriyên wê gavê,
min xwe kesixandiye.
lê hîna bîna min,
bi hilweşîna min derdikeve.

 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

Ne ku bi tenê şêx bû, ne jî bi tenê pîrozmendekî me yê ji ronahiyê bû, têkoşerê evînê bû, xweşik mîna giyanan û zelal mîna eşq û evînan bû. Çîroka me ji me re şirove kir, em fêrî evînê, fêrî silavê kirin,  em hînî ku em dê çawan welat di maçekê de kurt bikin, kirin. Em hînî ku em dê çawan şehîdên xwe bi stiranan rapêçînin, kirin. Şêxê me bû, hevalê me yê ku me jê hezdikir û hezdikin, bû. Şehîdê biyan, şehîdê dastana hişê me yê nû, hevalê me yê ku tembînameya me bi destê xwe nivîsand û hetahetayê nemir û dê nemire. Em di salvegera jiyana wî de silavekê lê dikin!