|
ciwan im u merd im
zor im û dev çurîn im
neyar dihejinim
aşiqê şoreşa kolan im
xwîn vexwarê neyar im
piling im seydayê kurd im
li doza nemirê berzan im
şoreşa Kurdistan im
buhara şêran im
can fîdayê hewlêr im
li mehbat û amedê
şêrê har im dev çirînê
qeyserê rom im
roja çengê tîn im
ala bû xwîna cen gora
li ser zab û eywana
radibe hew ala şoreşa
kolana
ez xwortê şoreşa kolan im
li hember tiving û topa
pilngê gewr im û hev borînê
kurd im
li Agirî vêdixim arê newrozê
û li ser goranê can gora
gulên buharê diçînim
navê wan li dîrokê
bi zîv û zêr dinvisînim
ala kurdan li cîhanê
bilind kim
ez xwortê kolan im
şêr û pilingê Kurdistan im
dev çirînê nêyar im
|