|
”Gotina
Şêx Maaşûqê Xiznewî a di salvegera yekemîn a Ferhadê şehîd û şehîdên
serîhildana 12 adarê de”
Bi navê Xwedayê pak ê dilovan
Birayên hêja
Delalno!
Hûn giş dizanin ku ti rojan ez beşdarî şînên mirinê nebûme, yên nêzî
min jî baş dizanin ku ez beşdarî salvegera koçkirina bavê xwe nabim.
Berevajî hindek kesan, ger em mirinê wernegerînin û nekin jiyan, ti
hewcedariya min bi şînîkêşanê û bi ahengên mirinê nîne.
Ez îro di nav we de me, ne ji bo salvegera Ferhadî- salvegera mirin
û şîniya wî, lê ez bi we re me ji boyî salvegera jiyana wî û
salavegera jiyana gel û neteweya wî. Ez pir kêfxweş im ku aniha bi
we re şahiya jiyana vî mirovî li dardixim, lê ji hêleke din ve
xemgîn im çunkî salak di ser şehîdên serîhilanê re derbas dibe bêyî
ku neteweya wan şahiya jiyana wan li darbixîne.
Ferhad delalê ber dilê me gişan e, delal e, vê gotinê piştî
rêzgirtina hestên dê û bavê wî, jin û keça wî, dibêjim.
Ferhad li ber dilê me gişan şêrîn e, lê kê gotiye ku hemî şehîdên
serîhildanê ne wekî Ferhad şêrîn û payebilind in?
Çima bîranîna wan derbas bû û hûn bêdeng bûn, di xewê de bûn, kê hûn
xistine xewê, kê wisa xistiye serê we de ku miriyên wekî min û we
nikarin bijîn û jiyanê bidestxînin!?
Birano!
Ti kes mafan bi xêra xwe nade, mirov mafên xwe bi darê zorê distînin.
Pêwist e dilopên xwîna wan şehîdan şitlên mafên we av bidin, ji îro
û pê ve em nema dihêlin hûn şehîdên xwe ji bîr bikin. Lewra Şî`î ne
şaş in ku her sal derbarê kuştina Huseynî dipeyivin, Huseynê ku berî
hezar û çarsed salan şehîd ketibû, hê jî neteweya wî ahenga xwîna wî
li dardixe, ne ji ber ku zilamekî wan miriye, lê belê dixwazin bi vê
yekê, bi xwîna wî, alîgir û netewe û şî`îyên wî av bidin û zindî
bihêlin.
Reng e ez bi hûrbînî baş tênegihêjim ka çi bi Ferhad kirin?
Ez yek ji wan kesan im, pir ji şiv û qamçiyên lêdanê ditirsim,
naxwazim wan bi bîrbînim, lê ji kêlîka ku bavê Ferhad ez vexwendî vê
bîranînê kirime, nizanim çima Yasir û Sumeyayê hatine bîra min:
Yasirê pir hêja hevalbendê pêxember, serbir û celadên wî jê re
digotin em ê her tiştî bi te din, hemî tiştên ku tu bixwazî, em ê te
azad bikin, bi tenê dijûnan û çêrî Muhemed bike. Yasir û Sumeyayê bi
ya wan nekirin û Sumeyayê tif li rûyê Ebî Cehel kir.
Ji Ferhad jî xwestin ku dijûnan bibêje û çêrî xelkên xwe, gelê xwe û
neteweya xwe bike, lê nizanim ka Ferhadî tifî rûyê wan kir an na?
Di rastiyê de yê ku ji mirovan bixwaze ku çêrî xelkên xwe bike
pêwist e mirov tifî rûyê wan bike.
Lêbûrîna xwe ji we dixwazim, ez ê hinekî gotina xwe dirêj bikim, ez
bawer im ji nav oldaran aniha li vir ez ê bi tenê bipeyivim:
Ferhad!
min çend gotin nivîsandine, ez ne helbestvan im, lê Ferhad! ez aniha,
di te de, êşên xwe û êşên gel û neteweya xwe dibînim û hest dikim.
Tu hemî ciwanên me yî..
Hemî jinên me li pey te reşgirêdayî ne
Damar û rehên zilamên me bi êş û xwînê diteqin.
Lê yan bila zilamên me wekî te bimirin an jî bila ne zilam bin..
Neteweyeke mirî zilamek wê zindî dike,
neteweya ku bi mirinê diheste, hewcedarî mirovekî bû ku jê re bibêje
rabe!!!
Îca çawan tu ey Ferhad!!?
Min dixwest te bînim bîra xwe ka tu kî yî??
Ma
gengaz e ku aniha li salvegera mirovekî me û wî nas nakim?
Tu kî yî?
Min dixwest sîma û rûyê te bînim ber çavên xwe, lê nikarim!
Her ku rûyê te tînim bîra xwe hawara te ya di bin dar û qamçiyên
lêdanê de dibihîzim..
Her ku dixwazim wêneya te di hişê xwe de bigewde û nîgar bikim;
şirqîna pêlên eliktrîkî yên ku di laşê te yê tenik de dengvedidan
dibihîzim ..
Her ku dixwazim dengê te bibihîzim ti tişt ji bilî hawar û qêrînên
te nakevin bîra min…
Gelo dema ku dibêjim hawar û qêrînên te, tu bi vê yekê naêşî?
Yên wekî te ne dinalin û ne jî diqîrin..
Wekî çiyan di rûyên celadên xwe de radibin ser piyan..
Lê Ferhad tu û hevalên xwe yên şehîdên vê neteweyê rê bidin min da
ji we re bibêjim:
Em giş,
Ez û hûn,
Û hemî miletê te jî hey Ferhad!
em hevbeşên xwîna te ne,
em hevbeşên rijandina xwîna we ne, çunkî em serdemeke pir dirêj di
xew de man, em giş hevbeşên xwîna te ne, me gişan tu radestî wan
kirî, me gişan tu xapandî, me we xapand, me rojekê li we nepirsî, me
ji celadên we nepirsî, me doza xwîna we nekir..
pir hêsan e ku fermanên azadkirina girtiyên girtîxaneyan derkevin,
lê fermanên hemî dunyayê nikarin xwîna Ferhad û şehîdên serîhildanê
li me vegerînin.
Bi tenê fermana we dikare gelî birayan,
ger hûn biryara jiyanê werbigirin û hewl bidin li ser zemîneke tund
rawestin û doza mafê xwe yê mirovane bikin..
Fermana we jiyana wan kesan vedigerîne, dema hûn biryarê bidin ku
hûn mirov in..
Ferhad!
Hey gelê Ferhad!
Ez dizanim ku serkeftin nêzîk e, lê em giş bi hêvî ne ku em nemirin,
hetanî ku lawaztirîn mirov di nav me de li ser gora te raweste û
bibêje ha va ez şehîdên xwe zindî dikim û em jî bi wan zindî dibin.
Lêbûrîna xwe ji diya te dixwazim Ferhad û dibêjim:
Ger melekê mirinê ji min bipirse ma tu dixwazî hinekan bikî bi
qurbana Ferhad î?
Reng e nîvê miletê te bibe bi qurbana te, çinkî bê deng û razayî
ye..
Ez dibêjim îro, me biryara xwe daye em wan kesên ku we ew kuştin
zindî bikin, me biryara xwe daye ku em wêran û kavilên ku we ji me
re hiştine ava bikin,
me biryar daye ku Ferhad û hevalên xwe dê tovên me yên geşkirin û
ronîkirina jiyanê bin.
--------------
Ferhad
Mihemed Elî Sebrî xortekî kurd ji Qamişloyê bû. Di serîhildana 12
adara 2004 ê de ji hêla hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ve hate girtin.
Piştî çend rojan ji girtina wî, di bin işkenceyê de şehîd bû. Ev
gotina şêx Maşûqê Xiznewî di salvegera şehîdbûna wî de hate xwendin.
|