|
TOFANA TARIYÊ
Berken Bereh
Ey bajarê dûr
û gewr,
ey
tenêtiya kûr û sar,
û
ey dilê,
li
bin pencên baranê
mîna goştê
şevê
dihincire;
demê kirasê
xwe guhert,
karwanî bar
kirin,
bêhna edabê
tê ji guhanên axê.
ey
jibîrkirin,dermanê tehl û germ
ey
lixwemikurhatina feyrûzî
û ey dengê
li bin
çinareke hezar sal î
bi hêminî
esmanê
velerzînê dimije;
tiliyên reş î
hişkelokî
kavilê
binhişiya kilaman jî talan kirin
beytikên
bextewariyê birçî û tazî
bênder û mêrg
û kon di agirê xwekuştinê de dikizire
û bi zarîn
diherike çemê ji çiyayan der bûyî.
ey çiya û
deryayên diltenik,terazinên kubar
ey şêtbûna li
ber ritma erbaneyên pîroz
û ey
nûxwiriyê vî zimanî berkeno;
şêx
û keşe û metran dereweke mezin e
dereweke mezin e bextewarî li vê pesarê
kî
bi bîr tîne miriyan
her
kes bi êşa xwe mijûle
ka
bibêje çiket para te
ji
vê govenda ferikî?!
şev
wekî lehiya reş tê
ji
çiyayên jiyaneke derewîn
nêzîke bigihîje kevî û qesrên te
pêlên tofana tariyê
ji
bîr neke gotina xwe,
beriya şûrê şeva reş
bihingive bişirîna te.
|