|
Xewna Pîrepindan
Avesta
çapkirina berhemên Şêrzad Hesen ku yek
ji nivîskarên kurdî ê herî balkêş û
serketî ye didomîne. Romana wî “Xewnî
Çalçalokekan” bi navê “Xewna Pîrepindan”
ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo
kurmancî hate wergerandin. Berî demekê
jî berhevokeke ku ji sê çîrokan pêk
dihat bi navê “M” derketibû.
Ji
kitebê…
Te
ne eşq û ne jî şer bi min re dikir. Te
fenbazî, xefik û davikên xwe tecrûbe
dikirin; bend û davên xwe dihûnan. Te
ciwaniya xwe ya xapînok saz dikir. Hêdî
hêdî bi sêrbazî û fitnebaziya te ve
dihatim girêdan. Dihatim... tarîtî,
germiya nava te û hilma te ya germ gazî
min dikir. Dihatim û min serê xwe dixist
devê te de da ku germ bibe. Min di herdu
guhên xwe de, hest bi zext û şepêla
xwîna te dikir.
Deryayekê di hundirê te de dikir nalîn û
axîn. Di ruhê te de, bahozeke dîn bi min
dileyist. Behitî û sergêjtir bûm ku
bizanibim ew axîn û nalîna şehwet û
hewesê ye. Şehweteke dîn e yan banga
bive ya mirinê ye. Ne bi çavekî, min bi
hezar çavî tîrbûna tarîtiya nava te
didît.
...
Di navbera tarîtî û ronahiyê de winda
dibûm. Neçar û westiyayî, min dixwest
xwe di şikeftê de winda bikim. Xeweke
kûr ku firefira çûkan, min jê hişyar
neke. Di wê kêliyê de, sed asmanan jî
xwesteke firînê nedida min. Tarîtî û
ronahiyê ku li pey hev cihê xwe
diguherandin, şaş dihiştim. Çi mestî û
cadûgeriyek ji canê min ê hîlak û
çilmisî re bû. Guhê min li hawar û
daxwazekê bû di nava te de ku ji bo
pevgihîneke xweş, sêrbaz û helandineke
bêdawî û xeniqandineke bê êş gazî min
dikir.
Xewna Pîrepindan
Şêrzad Hesen
Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
19.5x13, 72 rûpel 10 TL
www.avestakitap.com
|