|
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
|
21 May 2009 19:01 |
|
 |
XEZNEWÎ
Şêrko Bêkes
www.tirej.net
|
|
rojava.net- 21.05.2009 |
|
|
|
Mirovek hebû, serê
ewir
çavê kanî
û perên teyr
û bejna şîndarê
cara yekem…..
pençera malekê ew nasakir
cara diwem…..
barana gundekî
cara siyem jî….
Tenê tîşkên roja dû sê şaran
Eve çel û heşt sal xwest
Belê doh dîsan ev mirova
Di yek rojê de….
Tenê yek roj.
Dema serê pirîskê vêxist
Û gulek çand
Baskên wî bi firê ket
Hemû pencerên malan
Barana hemu gundan
Hemî fenerên li ser riyan
Jin û zarok û teyran
Çendî Kurdistan dinasin
Ew çende jî nasîn ew mirova.
Kurmancikirina Dilşa
Yûsûf
|
|
|
|
Design:
www.hesso.de |
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net |
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005 |
|
|

Ne ku bi tenê şêx bû, ne jî bi
tenê pîrozmendekî me yê ji
ronahiyê bû, têkoşerê evînê bû,
xweşik mîna giyanan û zelal mîna
eşq û evînan bû. Çîroka me ji me
re şirove kir, em fêrî evînê,
fêrî silavê kirin, em hînî ku
em dê çawan welat di maçekê de
kurt bikin, kirin. Em hînî ku em
dê çawan şehîdên xwe bi stiranan
rapêçînin, kirin. Şêxê me bû,
hevalê me yê ku me jê hezdikir û
hezdikin, bû. Şehîdê biyan,
şehîdê dastana hişê me yê nû,
hevalê me yê ku tembînameya me
bi destê xwe nivîsand û
hetahetayê nemir û dê nemire.
Em di salvegera jiyana wî de
silavekê lê dikin!
|